Tirkî  |  Erebî

Hêlîn Mûrat

zilllan jinenlehengDi salvegera şehîdbûna heval Zîlan de, ne mumkun bû ku min nenivîsanda. Zîlan beriya niha bi salan di vê rojê de çalakiya xwe pêk anî bû. Hêjî weke duh di mejiyê me de zindî ye. Wê rojê di Kurdistanê de pir tişt guherîn… Di şopa wê de bi hezaran keç û xort tevlê doza me ya azadiyê bûn.

Navê pir hevrêyan bû Zîlan. Gelek zarokên Kurdistanê bi navê Zîlan mezin bûn…

Berê di hafizeya gelê me de navê Zîlan bi komkujiya geliyê Zîlan ve dihat nasîn. Lê, vê carê navê Zîlan ne bi komkujiyên ku ji gelê me re rewa tên dîtin; weke dengê jiyana azad bilind bû û wateyeke nû qezenc kir. Ez jî ji vê çalakiya heval Zîlan gelek bandor bûm. Bandora heval Zîlan di zelalbûn û biryardariya min a tevlêbûna nav refên gerîla de pir hebû. Piştî çalakiya hevrê Zîlan, salekê şev û roj, di kolanan de, di malê de, di dibistanê de, li her derê yek kêlî Zîlan ji mejiyê min derneket. Her kêliya ku pê dihizirîm li hember qehremanî, wêrekî û girêdana wê a bi dozê re, diketim nava lêhûrbûn û lêpirsîneke kûr de. Tevahiya salê, hema bêje ez bi Zîlan re radibûm bi Zîlan re radizam. Mejiyê min bi hezar û yek pirsên cûr be cûr ve tije dibû. Min dixwest ruhê di wê de, meyzandina wê ya jiyanê fam bikim. Di derheqê wê de çi hatibe xêzkirin, ci hatibe nivîsandin min hemû lêkolîn kirin. Tiştên ku min dîtin bi kelecan û eleqedariyeke mezin ve xwendin. Dema min nameyên wê xwendin, min miroveke weke wê ku jiyan bi wate û sade şîrove kiriye nedîtibû. Miroveke ku biçe çalakiyê encex ewqas wateyên kûr li gotinên xwe yên dawiyê bar bike. Ji ber dewlemendiya watedayînê veşartiye di van gotinên dawî de. Yên ku di oxira azadiyê de têdikoşin, çalakiyên mezin pêktînin, rastiyên heyî pir baş bilêv dikin. Ew bi çalakî û jiyana xwe, bi nivîsên xwe yên watedar, dibe rêber, dibe xwedawend…

Erê, wê rojê di Kurdistanê de pir tişt hatin guhertin. Jineke pir ciwan heya çar rojan sireke pir mezin di hembêza xwe de veşart… Û ev jin dema dihizire ka wê di welatê me yê efsûnî de çi bike, dikene. Henaseyeke kûr dikşîne henavên xwe… Dengê ava Munzûr a ku ji dûrve bi xum xum diherike, guhdar dike… Serê xwe radike, vê carê jî çavên wê di asîmanên welatê min de diberiqin. Tu dibê qey tevahî şînbûna asîman dikşîne van çavên xwe yên bedew. Piştre çavê wê li zarokekê dikeve… Zarok ferq dike ku Zîlan wê dibîne û lê meyze dike. Ji ber wê Zarok jî qet çavê xwe ji Zîlan nabire. Bi meyzandineke matmayî lê dinêre… Di wê qelebalixê de tenê ew zarok hîs dike ku di Zîlan de tiştên veşartî hene. Ji ber wê her lê dimeyzîne… Zîlan jî cara dawî bi serbilindî li cihê ku jê hatî, li çiyayên Munzûrê meyze dike û bi dengek nizim strana; “Dersîm di nav çar çiyan de ye, gula wê heye di nav çiyan de… Ev der wêran bûn.” Dibêje. Gelo ev ne strana ku komkujiya Dersimê vedibêje?!... Piştre hevrêyên wê yek bi yek di ber çavên wê re derbas dibin… Kêliya ku ji wan cûda bû janeke kûr kete dilê wê. Dema ji wan şiverêyên asê daket, her dizivirî û li pişt xwe meyze dikir… Tenê sal û nîvek di wan çiyan de jiya. Lê ruhê çiya, bilindahî û xweşikbûna çiya di kûr de jiya bû. Daristanên şîn ên ku pir jê hezdikir, kaniyên cemidî û rêçên welatê me ji mêjve di dil û mejiyê xwe de kolabû. Ji ber wê, ya girîng ew bû ku kêliyê tije, kûr û watedar jiyan bike. Baş dizanîbû ka çi dixwest, dixwaze çi bike. Diyar bû ku li ser jiyanê pir hizirîbû, wateyên kûr lê barkiribû û ji mêjve rêya xwe xêzkiribû. Ruhekî wê yê azad hebû. Bi qasî ku ti astengiyan nas neke, asê û bi qasî ku soz û çalakiya wê yek bû jineke bi biryarbû…

Li seata xwe meyzand, êdî çend deqe mabûn. Êdî rojê hêdî hêdî tîrêjên xwe ji ser erdê dikşand… Di van kêliyan de bi Rêber APO fikirî. Bi xeyal û daxwaza xwe ya dîtina Rêber APO hizirî. Ji nişkav de wisa hîskir ku Serokatî bi navê Zîlan banê wê dike… Dikene… gelek kêfxweşe. Ji ber dizane wê çavên wê vekirî neçin… Bi çavên xwe yên beriqandî li derdor meyze dike, li daran, li  gîhayên şîn meyze dike…

Kî bû ev jin? Jina weke periyan xweşik? Jina por xelek, rû genimî û çav reş?!.… Ew keça çiya bû, jineke gerîla bû… Berî çar rojan ji çiyayên Dêrsimê yên asê daketibû bajêr. Niha, li gundê Mamkê, ango beriya komkujiya Dêrsimê navê gund Mamkê bû. Zîlan niha li wir dimeşe… Niha hema bêje navê Mamkê kêm maye bê jibîrkirin. Tenê pîr û kalên vî welatî dizanin ku navê vir berê Mamka bû. Her wiha di lorînên dilşewat de jî navê gund derbas dibû… Piştî wê komkujiya mezin bi navê bajarbûnê destpêkê cihên leşkerî û dibistan tên avakirin. Piştî wê jî bi navê nûnerên dewletê memûran tînin û li wir bicih dikin. Gundiyên Mamkê bi dizî li dijî bajarbûn û dewletê berxwedanê dewam dike. Lê dewleta Tirk a dagirker, weke ku heqaretê li gelê vir bike, navê “Kalan” li gundê Mamkê dike. Helbet pirsa ma gelo navek wisa dibe?! tê pirsîn ji mirovên herêmê... Ne mumkine ku mirov nebêje, çi navek ecêbe. “Kalan” yanî yê bermayî… Gelo ma qey navê berê çibû? Dibe ku ji bo hovîtiya komkujiyê bidin nîşandan, li gor wan navê herî guncaw ev nav bû. Kî dizane… Dibe ku ev nav herî baş rastiya ku li vir hatiye jiyan kirin Îfade dike. Kalan, yanî yê mayî, yê ku ji qirkirinê mayî… yê ku ji wehşet û hovîtiyê mayî… yên ku bê dayîk û bê bav mane, bê welat mane… Çiqa êşek mezin e ne wisa!…

Êdî li cihê gundê Mamkê yê ku hema bêje hatiye jibîrkirin, ji mêjve bajar hatibû avakirin. Piraniya gelê berxwedêr yê vî gundî hatibû koçberkirin… Di vê memleketa ku di Kurdistanê de bûye cihê herî dawî yê ku hatiye dagirkirin û herî dawî hatiye bajarîkirin de, di navenda bajêr de, ango di dilê dewletê de çalakiyeke fedaî ta bêhempa pêk tê. Erd û ezman ketin heyra ka gelo di vî bajarî de çi dibe… Beriya ku tîrêjên rojê xatirê xwe ji çiyê bixwaze, jinek bi gotina hun nikarin mafê me yê jiyana azad asteng bikin xwe perçe perçe dike… Gelo vê jinê xwest çi bêje? Dibêje; “Rêberê min, gelê minê mazlûm, dîroka min, zimanê min, hevrêyên min!... dewam bikin vê cengê…” Heya dawî bi doza xwe ve girêdayî ye. Ger hebe girêdana bi dozekê ve encex wisa be… Ne mumkine ji bilî vê girêdanek hebe. Hê kesekî tiştek wiha nedîtibû… Ev jina çiyayî dibêje; “Xwezî ji canê min tiştek din heba”. Heya dawî bi nirxên civaka xwe ve girêdayî ye.  Ji bo van nirxên pîroz canê xwe feda dike. Gelek zehmete ku mirov bi rengek cûda bi nav bike…

Wê şevê zimanê pîr û kalên vê memleketê yên ku dilê wan tije êş û keser bû, ji nişkêve vebû… Kal û pîrên ku tiştên dîtine, jiyan kirine tenê di lorîkên xwe de dianîn ziman… Wê şevê lêvên qelişî yên jineke por sipî, wiha anî ziman pîroziya wê çalakiyê; “Îşev me careke din qehremaniya Besê’yan zindî zindî jiyan kir. Besê’yên ku xwe ji zinaran avêtin anî bîra me…”

Ji bo me, têkoşerên azadiyê, famkirina Zîlan pir girînge. Gelo çima bi vî şêweyî xwe teqand? Çima?... Kîna çiye ku ew bire vê teqînê? Ev teqîn qêrîna çibû? Gelo ev bangawaziyeke… an jî bi dengek bilind qêrîna bi êşên vî welatî ne… Nexwe di vî welatî de zalim pirin. Dek û dolap, her wiha derewên pir mezin di sînorên welatê min de diçin û tên. Nexwe lanet pir bûne ku… Di vê cîhanê de xwe zindî zindî şewitandin, yan jî xwe teqandin ne karê her kesî… bawerim ji vê çalakiyê zortir tiştek cûda nîne…

Beriya Zîlan jî di zindanên Amedê de, li dijî zilmê, Mazlûm, Kemal Pîr û agirê çaran geş dibe… Mîna mûmekê di oxira heqîqetê de xwe dihelînin. Gelo çi xwestin bêjin? Her wiha rastiya Zekiye heye di sûrên Amedê de, rastiya Rehşan jî li ber peravên behra Egê li Îzmîrê; Ronahî û Bêrîvan di navenda ferdperestiyê de, dema ku li Almanya xwe şewitandin xwestin çi bêjin? Li gel vê dema Bêrîtan li dijî bangawaziyên radestiyê yên nûkerên Kurd xwe ji sîlsîla Zagrosan, ji zinarên Xakûrkê de xwe avêt xwest çi bêje? Di esas de yên ku jiyan pir hez dikirin, ev mirov bûn. Hemû jî bi israr qîr dikin û dibêjin jiyan ancax ger azad be dikare bê jiyîn…

Zîlan peyamên pir girîng li pey xwe hişt. Gotinên wê yên di derbarê azadiyê de, ew mezintir kir. Fedekariyên Zîlan ên ji bo azadiyê ti carî nayên jibîrkirin, wê neyên jibîrkirin jî. Wê di tekoşîna me ya azadiyê de roleke dîrokî leyîst. Rêya rast nîşanê me da… Di nameyên xwe de peyamên wiha ji bo me hiştin; “Divê em xwedî li Rêber APO derkevin. Rêber APO avaker û nûnerê jiyana azad a ku bi hezarê salane em bendewarê wê ne. Ji ber wê divê em bê qisûr di riya wî de bimeşin…” Di Zîlan de mîna rêberên serdema mirovên destpêkê, yên ku rê nîşan didin, mîna girêdana watedar a bi jina pîroz re pênaseya Rêbertiyê heye.

Bi Zîlan re, tevahî peyv û ferhengên ku bi hezarê salane ji aliyên desthiladaran ve hatiye berovajî kirin û mîna jehrê jiyana gelan tune dike, wateyên nû qezenc kirin. Wateyên mîna Zîlan û jiyana bilind, Zîlan û azadî, Zîlan û qehremanî, Zîlan û fedaîtî, Zîlan û berxwedan, Zîlan û xweşikbûn… Êdî ev ferheng ewqas bi zîlan re bûne yek ku…

Li hember gotinên wê yên; “Li dijî çanda şaristaniyê, dixwazim bibim sembola azadiyê…” Rêber APO got; “Zîlan xwedawend e”. Bi vî rengî Serokatî bersiveke mezin da Zîlan. Di dîrokê de xwedawendan nûneriya jina azad kirine. Ji ber wê ye ku Zîlan nûneriya ji nûve zindîbûna çanda xwedawendiyê dikir. Wê ji herkesî re nîşan da ku êdî di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de tevahî deriyên pêşketinê ji jinan re vekiriye.

Hevrê Zîlan wê herdem wek gerîlayeke PKK’yî, weke jineke şoreşger a mezin, weke sosyalîsteke radîkal, weke welatparêzeke rasteqîn were bibîranîn. Dema Zîlan bi coş û kelecaneke mezin qala şerê berxwedanî û azadiyê yê ku di pêşengiya Rêber APO de tê meşandin dikir, dixwest ji her kesî re nîşan bide ku ew di oxira vê jiyana nû de bi xwe fedakirinê, rêya xwe ya jiyana azad xêz dike. Wê ti carî navê TERORÎST yê ku ji aliyê hêzên desthiladar ve li PKK û Rêber APO hatiye kirin, hezim nekir. Ji ber yên ku ji PKK re dibêjin, TERORÎST bi xwe zalimin û dij civakbûnê ne. Zîlan wiha digot; “Çawa dibe ku rastî wiha têne berovajî kirin? Ev çi derewe, çi bê wîcdaniye?”.

Di nameyên ku li pey xwe hiştine de anî ziman ku ew dixwaze bibe sembola jina azad, bi vî rengî jî xwest gelê me, tevahî jinan û mirovên têkoşer zêdetir bixe nav kar û xebatê. Zîlan ji hebûna PKK’ê ya ku di Kurdistan û Rojhilata Navîn de nûneriya jiyaneke nû dike bawerî, hêvî û kelecaneke mezin digirt. Bi ruxmê ku bi her awayî derfetên wê yên jiyankirinê hebûn jî, lê ew bi tevlêbûna xwe li dijî vê pergala koledar derket. Wê pir baş dizanibû ku pergala heyî mirovan bê nirx dike, ji ber wê li dijî jiyana wê ya kirêt bû muxalif û dijbera herî mezin. Di vê wateyê de derketina Zîlan helbet derketineke şoreşgerane ya herî mezine. Di cihê ku jiyan lê hatiye qetilkirin, ji nû de qala jiyanê kirin, serî hildaneke mezine. Di heman demê de li dijî çanda metakirin û dîlgirtina jinê, li dijî çanda destdirêjiyê derketineke mezin a azadiyê ye. Di wê de zanist û hestên ku ger jiyanek hebe divê azad û xweşik be, pir xurtin. Ji gotina “Bila jiyan be, hema çawa dibe bila bibe” nefret dikir. Ji ber wê jî bersiveke pir xurt da pirsa, “Çawa bijîn?”

Vaye niha jî di hezîraneke din de, di şopa Zîlan de Zîlanên nû bersivên pir xurt didin pirsa “Çawa Bijîn” a ku Rêber APO dipirse û bi kelecan û eşqeke mezin li bersiva wê digere. Bi vî rengî êdî derewên hêzên dagirker li pişt perdê namînin. Êdî ev derew deşîfre bûn… Êdî ji bo azadiyê gavên mezin tên avêtin. Ji bo yên ku li heqîqetê digerin, wê herdem wateyên bedew ên ku werin gotin hebin… Lêgerînvanên azadiyê yên mezin, lêgerînvanên heqîqetê wê herdem nemir bin. Wê Zîlan herdem di têkoşîna me de bijî…

30 Hezîran

Kategori: Lehengên Jin