Hevpeyvîn

JINEN LEHENG AVREL

Tekoşîna jinê ya azadiyê îro hê bêhtir mezin dibe û pêş dikeve. Jin bi dirûşma; ‘rêxistinbûna jinan wê faşîzmê têk bibe’ tên cem hevdû. Ger wê azadiyek çêbibe ev ê bi yekîtiya jinê pêk werê. Sîstema kapîtalîzmê her roj bi êrîşên ku jinê dixe hedefa xwe

êrîşî civakê dike. Van êrîş û berîdanên(yönelim) ku li himber civakê têne kirin...Encex wê bihevrebûna jinê ya kollektîf berteref bike.  Hûn bi boneya rojeke weke 8’ê Adarê li hev civiyan û we yekîtiyeke wiha ava kir. Wekî MKP hûn hevdîtina jinan a di heman eniyê de û yekîtiya wê çawa dinirxînin?

‘Ji Bo Avakirina Şoreşeke Nû Em Li Cem Hevin’

Berna Unsal (MKP-Partiya Maoîst Komunîst): Di despêkê de em silavên xwe bi coşa komunîst pêşkêşî hemû jinên tekoşervan dikin.

Em 8’ê Adara roja tekoşîna jinên kedkar û bindest ên cîhanê tevde pîroz dikin. Di pêşengiya AKP ya hevkarê dewletên emperyalîst û paşverû de artêşa Tirk a Faşîst li Rojhilata Navîn, li Bakûrê Kurdistanê û hemû çînên bindest ên li Tirkiye li himberî netew, bawerî, mêtingeriya dijî cinsan qetliyamên xwe bê navber didomîne.  Û dîsa rojeva siyasî ya li Tirkiye, li Bakurê Kurdistan, li Rojhilata Navîn ku rojane diguhere, em banî tevgerên şoreşger dikin ku şewazên tekoşînê yên cuda biceribênin û şerê şoreşgerî bilind bikin. Em jin ên bindestê bindestan, ji bo hilweşandina hemû sîstemên di bin serdestiya zilam de û avakirina şoreşeke nû li cem hev in. Em ji bo hilweşandina sîstema baviksalarî ya ku mirovahiyê bin pê dike, ferqê dixe navbera cinsan û di cihê wê de avakirina sîstema demokratîk û azadîxwaz li vir in.

 Wekî jinên Maoîst, em di ferqa girîngiya stratejîk a tekoşîna hevpar de ne. Bi vê bingehê em banî hemû Jinên xwe yî bindest dikin ku werin di Tevgara Hevpar a Şoreşê de birêxistin bibin û têbikoşin.  Em biharê bi hemû reng û coşan û bi rihê seferberiyê pêşwazî bikin. Em bi dirûşma, “jin bila derbasê rêveberiyê bibin xwe rêxistin bikin, şer bikin, qezenc bikin, çarenûsa xwe bi destê xwe ava bikin.”

We îlana TYJŞ (Tevgera Yêkitiya Jinên Şoreşger) di rojekê wekî 8’ê Adarê de kir. Di vê manê de peyama 8’ê Adarê ya ku hûn ê bidin çi ye?

  

 ‘Ger Wê Azadiyek Çebibe Ev ê Bi Yekîtiya Jinê Pêk Werê’

     Ronahî Rizgar (PAJK, Partiya Azadiya Jinên Kurdistan): Berî her tiştî em 8’ê Adarê li Rêber Apo ku ji bo Azadiya jinê kedeke mezin dide, li şehîdên şoreşê ku di oxira azadiyê de li dijî hişmendiya zilamê serdest şerê bêeman dane, şehîd bûne û li hemû rêhevalên me yên jin ku li himberî desthilata zilam şer dikin û li ber xwe didin pîroz dikin. Tekoşîna jinê ya azadiyê îro hê bêhtir mezin dibe û pêş dikeve. Jin bi dirûşma; ‘rêxistinbûna jinan wê faşîzmê têk bibe’ tên cem hevdû. Ger wê azadiyek çêbibe ev ê bi yekîtiya jinê pêk werê. Sîstema kapîtalîzmê her roj bi êrîşên ku jinê dixe hedefa xwe êrîşî civakê dike. Van êrîş û berîdanên(yönelim) ku li himber civakê têne kirin, encex wê bihevrebûna jinê ya kollektîf berteref bike. TYJŞ jî bi vê bingehê hate sazkirin. Ji ber vê yekê hemû jin divê xwe di nava vê yekîtiyê de bibînin.

TYJŞ, bi mîrasa jinên ku bi sedsalan berxwe dane, têkoşiyane, ked û bedêl dane xwe birêxistin kiriye. Jin bi hezaran sala tune hatî hesibandin, di bin tehdê(baskı) de hatî hiştin, hatî qetilkirin, li tu qadê jiyanê ji jinê re cih û maf nehatî dayin. Adeta ji bo ku jin bibe nasnameyeke bi krîz her tişt hatî kirin. Li beramberî rastiyeke wiha her cûre tekoşîna ku jin bide rewa ye. Tekoşîna çekdarî jî perçek ji vê ye lê divê em tenê wilo negrin dest. Jin îro li bajaran, li çiyan, li Kurdistanê, li Tirkiye li himberî faşîzmê tekoşîneke girîng dide, şer dike. Jin tenê ji bo xwe tênakoşe. Bi xwe re ji bo azadiya civakê jî têdikoşe. Bi qasî ku jin nasnama xwe biparêze, lê xwedî derkeve û bi nasnama xwe hebûna xwe bi dest bixe dikare azadiya civakê ava bike. Ji ber vê jî tenê ne li himber sîstemê, dikare li himberî hişmendiya hatî dayin ya serdest jî têbikoşe. Ev wê bibe bersiva herî watedar a ku ji 8’ê Adarê re bê dayin.

 

Îlankirina TYJŞ ji bo eniya jinê gaveke pir watedar e. Wekî Yekîtiya Komînarên Jinan hûn misyoneke çawa didin hatina cem hev û hêza xwe gihandina hev?

 

‘Em ê li himberî her çeperên serdestiya zilam şer bikin’

Zeynep Azîz (KKB Yekîtiya Komînarên Jinê): Di serî de ez 8’ê Adarê li her kesî pîroz dikim. Em dikarin bêjin ya ku TYJŞ ava kir keda jinên bi sedan sala tekoşîna xelasiya ku dane ye.  Ev bihevrebûn mîraseke tekoşîna jinan a berxwedanê ye. Emê jî bi hêza ku me ji vê mîrasê girtiye li himberî hişmendiya zilam têbikoşin û em ê vê serdestiyê hilweşênin.

     Îro bi sîstema kapîtalîst re civak rojên herî wehşî dijî û ji vê jî herî zêde jin bandor dibe. Jin, dikare li himberî vê pergalê tekoşîneke bêeman bide. Di vê manê de em ê di her sengerê de li himberî serdestiya zilam şer bikin. Em vê ji bîra nekin îro li Tirkiye Faşîzma AKP herî zedê li jinê dixe. Em destûrê nadin vê yekê. Em ê tekoşînê bidin. Ev destpêkek e. Em ê bi pratîka xwe vê tekoşînê bilind bikin. Ziman, ol, çîn û statuya wan çi dibe bera bibe divê hemû jin xwe di nava vê tekoşînê de bibînin.

  

  8’ê Adarê rojeke ku jinan bi ked û berxwedanê avakirî ye. Hinek qisim xwe ji vê berxwedanê re nebihîstî dikin, di nava hewldana ku 8’ê Adarê ji mana wê dûr bixin de ne. Wekî TYJŞ we bersiveke  watedar da 8’ê Adarê. Naxwe, divê jin vê rojê çawa şîrove bikin?

   

 8’ê Adarê sembola berxwedanê ye û divê li her rojê belav bibe’

      Jiyan Canfeda (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan): Em destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.

Jin di her kêliya jiyana xwe de di nava tekoşînê de ne. Tabî birêxistinbûna vê tekoşînê û avakirina yekîtiyê girîng û watedar e. Em vê hevdîtinê weke serkeftineke mezin dibînin. Tekoşîna jina ya rêxistinkirî her tim serkeftin aniyê û berîdanên zilam her tim berteref kiriye. Ev yekîtî ji bo faşîzmê weke bersiva herî mezin e. Divê jin li çanda berxwedanê xwedî derkeve. Qetliyama ku li New Yorkê çêbû, qetilkirina hemû jina ye. Divê jin vêya wiha bibînin. 8’ê Adarê sembola berxwedanê ye û divê li her rojê belav bibe. Ji ber vê jin li ku dibin bera bibin divê ji tekoşînê neqerin, di her qadê jiyanê de xwe rêxistin bikin, civakê jî bi vê rêxistinbûnê re azad bikin.

   

 Di belavokê de mijarên girîng hebûn. Yek ji mijarên girîng ku bala me kişand; ‘li himberî her cûre êrîşê, bikaranîna her cûre rêbazên parastina rewa yên jinê’ bû. Jinên ku di civakê de cih digrin divê bi kîjan rêbazên rewa tekoşîna xwe bidin?

   

 ‘Divê tekoşîna jinan ti carî ne parçe be’

   Dîcle Gever (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan): 8’ê Adarê ji bo jinan rojeke gelekî bi wate û pîroz e. Em 8’ê Adarê li serokatiya xwe yî Bîrdoziya Rizgariya Jinê dîyarî me kiriye, li hemû şehîdên şoreşê ku li çiya û bajaran serî li ber ti zilmê netewandine şer kirine, tekoşiyane û di vê oxirê de gihane şehadetê,  hemû jinên serhildêr û şerker ku li her derê dinyayê di nava tekoşînê de ne pîroz dikin.

     Jin divê ji rêbazên parastina rewa tenê rêxistinbûna çekdarî fêhm nekin. Helbet rêbaza leşkerî rêbaza herî bingehîn a parastina rewa ye lê, li cem vê divê di qada siyasî- civakî de bi şiklê herî baş xwe rêxistin bike. Tekoşîna jinê divê ti carî ne perçe be. Her tim û li her derî divê ev werê pêşandan. Îro li her derî erîşên dijî jinê hene. Divê jin karibin bi hêza xwe yî cewherî van erîşa hemûyan berteref bikin. Rêbaza wan î parastinê ya herî bingehîn jî divê rêxistinbûn be. Ji ber ku jin gava bibin hêza rêxistinkirî wê hê bêhtir nêzîkî azadiyê bibin. Ya din jî em di demeke wiha de ne kî di her qada jiyanê de jin li gefên serdestiya zilam rast tên. Naxwe jin jî mecbûr e ku di her qada jiyanê de xwe bihimênê(korumak) û biparêzê. Di vê watê de jin li himberî her cûre êrîşa dijî vîna xwe dikare her cûre rêbaz û tekoşînê bimeşêne. Bi vîn û hêza xwe yî cewherî divê him li azadiya xwe him li ya civakê xwedî derkeve.

    

Hûn wekî THKP-C / MLSPB îlana TYJŞ çawa dinirxînin? Îlana vê Tevgerê Wê bandoriyeke çawa li ser Tirkiye çêbike?

 

     ‘Ji meha Adara ku bi qetlîaman hatî dagirtin re bi TYJŞ bûyina bersiv e’

Şafak Kızıldere (THKP-C / MLSPB): Destpêkê di şexsê Serpil Polat de em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Em soza xwe yî mezinkirina tekoşîna şoreşê ya ku ava kirine nû dikin. Sala 2017’an destpêka saleke nû ya tekoşînê ye. Bêguman wê sala 2017’an pêvajoya salên berê ya ku bê, diyar bike. Di meha adarê de îlankirina TYJŞ bêguman ne rasthatineke. Ji ber ku meha Adarê di serê mehên ku li himberî erîşên faşîst herî zêde berxwedan derdikeve de tê. Di vê manê de meha Adarê dema ku berxwedan nîşana xwe ya herî mezin li dîrokê dixin e. Di pêvajoya dîrokî de meha adarê li cihekî taybet e. Rojên dîrokî ku di vê mehê de bûne girêk jî hene. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê, derbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Adarê, 12-14’ê Adarê qetlîama Umraniye û Gazi, 16’ê Adara 1978’an qetlîama Stenbolê heye. Di tekoşîna gelê Kurd a azadiyê de dîrokên girîng hene; 16’ê Adarê Qetlîama Helebçe, weke 21’ê Adarê Cejna Newrozê. Dîsa ji bo tevgera şoreşê ya Tirkiye û bi taybet ya ku ji bo me di girîngiya dîrokî de ye 30’ê Adara 1972’an de qetliyama Mahîr Çayan û rêhevalên me ya li Kızıldere heye.

  Îro jî faşîzm bi heman tundiyê êrîş dike. Qeynaxa faşîzmê eynî ye. Li himberî vê daxwaza me yî jiyana wekhev, azad û wek însana bijîn hê mezintir dibe. Weke cins çewisandina jinê bi derketina çewisandina çînen ku têne mêtin dest pê dike. Di civaka kapîtlîst de digihe halê xwe yî herî pêşketî. Îro jî polîtîkayên AKP didin xuyakirin ku, li himberî jinê şerê îmhayê hatî destpêkirin. Li aliyê din jî di saziyên faşîst ên bi piştgiriya dewletê, li hepsan, li qadên perwerdê, tecawizî zarokan tê kirin û gef li wan tên xwarin. Ev jî dide xuyakirin ku faşîzma zilamê serdest bi xweparastinê, di her qada jiyanê de berê xwe dide jinê. AKP li malan, kargehan, li cihên ku xuya dikin, li yên ku xuya nakin, li her qadî hişmendiya mêr berpirsyar û nûnerê hemû îşkence û tundiya li jinê tê kirin e. Tekoşîna jinê ya xelasiyê, derbaskirina newekheviya avahiya civakî ya çînî, dikare bi dahûrandina çînî û di bingeha civakî de bi avakirina sosyalîzmê encam bigre. Em vê dizanin, heta ku jin xelas nebe civak xelas nabe, bê azadî wekhevî jî pêk nayê. Wekî TYJŞ, di civakê de bi pêşxistina rêbazên rewa yên dijî her cûre êrîşên li himberî jinê, di şerê me yê rewa û mafdar de em bi biryar in ku bibin pêşeng. Girêka dîrokê jî di vir re derbas dibe. Vê barbariya kapîtalîzmê ku mirovahî dijî, encex em bi pêşengiya jinê xelas bikin. Ne înfazên ku AKP di kuçan de dike, ne girtin ne jî polîtîkayên cuda me ji tekoşîna me nakin. Wê di pêşentiya jinan de şoreş çêbibe û nikarin herikîna dîrokê biguherin.

    

 Îdeaya afrineriya perçekeriyeke rewa

   Ji me re dibêjin; “perçeker” raste, mafdar in. Ji ber em ê bi dabeşkirin û parçekirina seltenata Erdoğan û di cihê wê de dinyayeke wekhev, azad û di pêşengiya jinê ku em karibin weke însana bijîn ava bikin.  Bi dirûşma; ‘sekeftin şoreş, serkeftin’ em ê tekoşîna xwe bikin. Em ê li cihê ku me winda kiriye dest bi tekoşînê bikin. Em ji yên ku ji bo azadiya xwe ber bi serkeftinê ve dimeşin in. Em vê baş dizanin; bê avakirina îro em nikarin sibê ava bikin. Wekî KBDH em banî hemû jinan dikin ku di tekoşîna jinê ya hevpar de  birêxistin bibin, vê tekoşîna rewa û mafdar bi serkeftinê tacîdar bikin.

       

Kategori: Lehengên Jin