Tirkî  |  Erebî

Mava Roj

JINEN LEHENG ADAR

Beriya her gotinê em berxwedêr û tekoşînvanên ji bo heqîqeta jin şer kirine û bedel dane bibîrtînin û rêzdariya xwe li hember wan didin raber kirin. Ji dîrokê heya roja me ya îro jin ji bo maf û hebûna xwe gelek bedel dane û şer dane meşandin. Jin tu carî bi hesanî xwe radest ne kirine û her tiştê ne pejirandine.

Em jî weke gerîlayên YJA Star gelek wate û giringî didin vê rojê, li ser vê bingehê jî têkoşîn didin meşandin. Em bi hisekê pir mezin vê rojê bibîrtinin. Tu kes weke Rêberê me roja 8’ê Adarê bi wate nekiriye û mafê vê rojê jî ne dayê. Serokatiya me her tim li hember hişmendî û pergala mêtingeriyê û dagirkeriyê jin zanekiriye û bi hêz kiriye. Her wiha tenê rojekêdayîna jin jî rexne dike û li hebmer vê jî hirsê xwe dide diyarkirin. Tekoşînû berxwedaniya xwe jî li ser vê bingehê dide meşandin. Em bi xwe jî bi hêvî û baweriyek gelek mezin şer û tekoşîna xwe didin meşandin.

Di nava gerîla de 8’ê Adarê bi ruhê dîrokê û berxwedaniya jîn re tê bîranîn. Ji ber berxwedanî û tekoşîna ku jin dane meşandin ji bo mafekê bi heq bû.  Serokatiya me li ser nirxê jin jinên azad û bi vîn afirand. Serokatiya me her tim xwedî nirxê mirovahiyê derketiye. Di roja me ya îro de jî cardin yê ku herê zê de xwedî tekoşîn û berxwedaniya jin derket, jin di tevahî aliyan de zanekir, mafê jinê dayê û jin bi îradekir Rêber APO bû. Cardin kesê ku zanabûyîna şer, tekoşîn û berxwedaniya da ye jin jî Serokatiye.

Ji dîrokê heya roja me ya îro em bigrin dest û em dîrokê jî rast bixwînin emê bibînin ku yê rast nêzî jin û tekoşîna jin jî bûye û dibe jî cardin Rêber APO ye. Serokatî her tim şerek û berxwedaniyek rewa daye meşandin û dide meşandin jî.

Di civakê de ji bo roja 8’ê Adarê gelek çalakî tên lidarxistin. Her çiqasî zanabûyînek hebe jî lê weke ku mirov di nava PKK’ê de û di nava tekoşîna azadiya jin de zanadibe, bi wate nêz dibe, giringî tê dayîn û dîrokî tê dest girtin nabe. Bêguman bi fikir, raman û hişmendiyê Rêber APO re 8’ê Adarê gihişt wateya xwe û bi ruhê xwe yê tekoşînê re bûye yek. Ya herê giring jî di nava tekoşîna azadiya jin de rêxistinbûyîn, hev fêm kirin û hev avakirin heye. Ev jî bi xwe re, hevaltî û têkiliyên gelek bi hêz, wate û bingehîn dide avakirin. Ji xwe Serokatiya me jî vê dibêje em bi xwe jî weke tevgera azadiya jin tenê rojekê na tevahî kêliyên jiyanê bi fikir û ramanên jin re dayîna jiyan kirinê esas digrin. Ji xwe di nava me de tevahî kêliyên jiyanê bi berxwedanî û tekoşînê derbas dibe.

Ji bo ku jin nirxê xwe bi parêze, xwedî li jiyana xwe derbikeve gelek bedel dane. Jin xwe bi berxwedanî û tekoşîna hev di afirînin. Jiyana ku di derdorê jin de hatiye avakirin, pêwîste ew jiyan cardin bi destê jin were avakirin. Gelek tevgerên jin hatine avakirin lê ji ber perçelîne ji bo wê jî nirxê ku pêşdixin zêde bi xwe re encam nayne. Ev jî ev perçebûyîna ku di nava wan de heye digre. Ji xwe tevahî armanca hişmendiyê desthilatdara jî perçekirina jin û bi vê re jî ya civakê ye. Jin her tim weke zayendiyekê zêde, bê statû û ji rêzê hatiye destgirtin. Lê bi tekoşîn û berxwedaniya ku Serokatî daye avakirin re, jin xwe rêxistin dike, reng, deng û hebûna jin derketiye holê. Her wiha jin niha pêşengên civak û jiyana azadin. Jin êdî di her qadên jiyanê de, siyasî, ramyarî, aborî, civak nasî û hwd.cihê xwe digre û êdî di afirine.

Ger ku di roja me ya îro de jin di tevahî qadan de li hember desthilatdariyê meydan di xwîne, serî radike û bûye xwedî vîn ev bi kedê Serokatî ve girêdayî ye. Serokatî jin ê ji nû ve afirand, pêwîste ev tu carî neyê ji bîrkirin. Civaka ku em dixwazin avabikin jî li ser bingeha hişmendî û pergala dayîk salarî ye. Ji bo vê yekê ye ku rêheval Sema bi agirê azadiyê yê ku di dilê xwe de pê xistibû, canê xwe kir agir û got; “ez dixwazim bibim pira di navbera 8’ê Adarê û heya 21’ê Newrozê.” Ev pir ji bo tevahî jinên cîhanê û gelane. Ev pira azadî, wekhevî û ya heqîqetê ye. Ev ruhê ku me ji hevalên xwe yên nemir girtine emê her tim jiyan bikin û bidin jiyin.

Di Rojhilata Navîn de koletiyek bê hempa li ser jin tê ferz kirin, ji bo ku vê di tevahî jinan de bidin pejirandin jî gelek qirêjiyan pêktînin. Lê ruxmê ewqasî qirêjî jî her tim jin ji bo azadiya xwe berxwedanî pêşxistiye. Li ser hebûn û jiyana jin her tim gef heye. Zilam sînorek ji bo jin daye diyar kirin û dibêje ger ku tu ji derveyê vê sînorê derbikevî tuyê kuştin û tunekirinê re rû bi rû bimînî. Li hember jinên dibe xwedî vîn, têkoşer tirsek bê hempa heye. Ji bo vê ye ewqasî dak û dolab li ser jiyan û hebûna jin tê kirin. Tu carî jin weke ferd nayê destgirtin, jin civake û pêşeroja civakaye.

Di me de kîn û nefretek gelek mezin li hembe pergal, hişmendî, mêtingerî û desthilatdariya zilam û modernîteya kapîtalîzm heye. Ji bo vê yekê ye ku wê tola me ew be ku em bi jinên azad civaka azad afirandinbe. Ji bo vê jî pêwîste tevahî jin bi xwebûna xwe, bi hebûn, nasnameya xwe û bi vîna xwe jiyana xwe, kesayetiya xwe li ser bingeha jiyana exlaqî avabike. Em rêhevalên rêheval, Sêvê, Pakîze, Fatma û Sarayanin, ev rêhevalên me her tim bûne xwedî berxwedan û tekoşîn li hember dagirkeriyê û modernîteya kapîtalîzm. Tu carî serî li hember hişmendî û aqlê zilam ne tewandine. Aqlê zilam her tim tirsek li hember van rêhevalên me jiyan kirine. Em jî wê sozê didin ku emê vê ruhê rêhevalên me her tim bi parêzin. Pêwîste em êdî nebin koleyê zilam û pergala wê. Ji bo me tevahî jinan xeta azadî, tekoşîn û berxwedaniyê gelek zelale. Ev xet, xeta me ya azadiyê ye. Pêwîste tevahî jin ji bo xwe vê xetê esas bigrin. Ji bo vê yekê em dibêjin, berxwedanî û berxwedanî…

Kategori: Lehengên Jin