Rûken Garzan

jınen lehengg malper

Feminîzm, qadeke ku me jî berê bi şaşî lê mêze dikir e, dibe ku bandora fikrên cuda li ser me jî hebûn. Lê piştre Serokatî bi wê nêzikbûna me re jî têkoşiya û sererastkir. Pergalê çawa lê mêze dikir, me jî wisa dimeyizand; bandora wê li ser me hebû. Lê bi paradîgmaya nû re derket holê ku feminîzm,

li hemberî modernîteya kapîtalîst û pergalê hewldanek e, berxwedanek e û tekoşînek e. Tevgerên femînîst û derketina feminîzmê li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst serîrakirineke û bi wate ye. Heya demeke dirêj weke hevalên jin, me jî wisa mêze dikir. Dibe ku bi zanebûna me û mêzekirina me ve jî girêdayî bû. Wisa bû, ji ber ku em di vê mijarê de kêm bûn, mêzekirina me jî kêm bû. Ya diduyan bandora real sosyalîzmê jî li ser me hebû. Van herdû mijaran li ser mêzekirina me têsîr kiribû. Niha zanistiya ku bi tekoşîna tevgerê re derket holê, bi taybetî bi paradîgmaya nû re danehev û zanista ku derketiye holê mêzekirina me ya ji van tevgeran re rastir kir. Ev tevger çine, dixwazin çibikin û çawa tevdigerin, hemû eşkere kir. Milên wan î şaş û rast ji nav hev derxistin û li gorî wê nêzî van tevgeran bûyin pêş ket. Ji ber vê jî hewceye ji nû ve werin pênasekirin û nîrxandin .

Femînîzm weke têgeh, di qirna panzdehemîn de, li Îngîlterê hatiye bikaranîn. Lê belê cara yekemîn piştî şoreşa Fransa weke teorî xwe pênase dike, ango ji şoreşa Fransa û vir ve xwe pênase dike, di 1789 de. Maneya peyvê jî jinparêzî ye, an jî mafê jinê parastin e. Ji bo mafê jinê, ji bo ku di nava kar û jiyanê de mafê jinê bê dayin xwe rêxistin dikin û tekoşînê didin.

Cara yekê li Ewropa pêş dikevin. Yanî bingeha xwe li Ewropa datînin, lê têkoşîn û berxwedana jinê bi femînîzmê re dest pê nekiriye. Niha nêzikbûna hinek tevgerên femînîst wisa ye, şaşiyeke wan jî di vir de ye. Femînîzm di dema şoreşa Fransa de derketiye û hatiye avakirin, lê têkoşîna jinê wê demê dest pê nebûye, em vê nêzikbûnê napejirînin, ev yek ji hev qût girtina dest a dîroka jinê ye. Em têkoşîna jinê bi avabûna civakê re digirin dest û heya roja îro tînin, cudayiya me ya ji femînîzmê re yek jî ew e.

Em ji xwe re çanda xwedawendiyê û têkoşîna ku wê derxistiye holê û ji dîrokê heya roja îro hemû ked û nirxa jinê daye, weke mîrasê digirin. Tekoşîna femînîzmê jî di nav de ye. Ji hev ne qût e. Mêzekirina me bi vî awayî ye. Hinek rêxistinên femînîst jî xwe wisa pênase dikin. Dibêjin; “derketina femînîzmê ji civaka xwezayî heya îro tê.” Hinek tevger jî dibêjin ‘bi awayekî fermî femînîzm, weke têkoşîna mafên jinan piştî şoreşa Fransa derketiye.’ Jixwe van tevgeran, fermî di van çaxan de xwe îlan kirine. Yanî bi xwe ve digirin dest. Di mêzekirina femînîzmê de ew herdû nêzikbûnên cuda hene, bandora xwe li ser me jî dikin.

Çima femînîzm, piştî şoreşa Fransa derketiye? Pergala qraltî û monarşiyê li Ewropa gelekî hakim bû. Vê pergalê civak xistibû tengasiyeke mezin, tenê ne jin; karker û hemû kesên ku di nav civakê de cih digirin li vê tûndiyê rast dihatin. Hemû civak hatiye asteke wiha ku li hemberî pergala monarşiyê êdî her kes di nava îsyanê de ye. Jin jî di nava vê pergalê de weke kole tê şixulandin lewra jî pir tengav dibe û di vê mijarê de tekoşer e, xwedî helwest e. Hişmendî û nêzikbûna serdestan ev e. Hişmendiya monarşiyê li her derê serdest e û ev yek bandorê li ser her kesî dike.

Di wê demê de lêgerîn hene, tevger ji bo ku xwe ji vê pergala monarşiyê xilas bikin, dikevin nava hewldana, têdikoşin û bi ser dikevin. Monarşiyê bin dixin û vê pergalê hildiweşînin. Şoreşa Fransa wisa pêş dixin. Ew şoreş bûrjûwaziyê nêkir, niha vê weke şoreşa bûrjûwa dinirxînin, wisa tê pênasekirin. Lê di cewherê xwe de gel, ew şoreş pêk anî. Jin, mêr, kal û ciwan hemû tevlî vê şoreşê bûn. Hemûyan bedel dan. Ew şoreşa gel bû, lê şoreş bûrjûwaziyê girt tekela xwe û li ser navê wan hat hesibandin.

Di demeke wisa de bi rastî jî di şoreşa Fransa de hemû derdorên jin (tenê ne yên bûrjûwa) di asta pêşengtiyê de rol dilîzin. Ew jî dide diyarkirin ku di nava wê aloziyê de jin bi koletiya xwe dihese, çiqas hatiye bikaranîn, biçûk hatiye dîtin vê yekê dibîne. Ji bo ku xwe azad bike, herî zêde xilasiya xwe di vê şoreşê de dibîne. Ji bo wê jî baweriya xwe pê tîne û di asta pêşengtiyê de rol dilîze. Lê belê piştî ku şoreş bi ser dikeve, nêzikatî cuda dibe. Piştî şoreşê, beyanameya mafê hemwelatiyê derdikeve, di vê beyanameyê de tu mafekî ji bo jinê nîne. Ew ne tiştekî tesadûfî ye.

Vaye di vê derê de îsyana jinê derdikeve. Jineke ku di şoreşê de jî rista pêşengtiyê kiriye Olîmpe Degeus, dema ku vê beyanameyê dibîne, vê qebûl nake û li hemberî vê, beyanameyeke din derdixe. Navê vê beyanameyê jî mafê hemwalatiyên jin e ( kadın yurtaş hakları). Li ser jin û mafê jinê beyanameyekê derdixe û vê îlan dike. Li ser vê, yên ku li ser navê şoreşê diaxifin, dibêjin ew jin li dijî şoreşê derket û biryar didin ku wê bişînin giyotînê û wê îdam dikin. Jineke ku pêşengtiya şoreşê kiriye, li ser navê şoreşê îdam dikin.

Tabî ew jin, jineke zane ye û berxwedêr e. Berî ku biçe giyotînê ew gotina bi nav û deng dibêje, “ger mafê jinê yê derketina kursiya îdamê heye, mafê wê yê derketina kursiya siyasetê jî heye.”

Niha çima di wê beyanameyê de cih nadin jinê. Lewra piştî şoreşê mafê hemwelatiyê nadin jinê; jin e, di wî welatî de jiyan dike û endamê wê netewê ye; lê mafê hemwelatiyê nadinê. Mafê hilbijartin û hatina hilbijartinê nadinê. Ji ber ku dewlet aîdî mêr tê dîtin, ne gengaz e ku jinek di vir de cih bigire. Tabî ew di wê demê de, bi aqlê wê demê hatiye kirin. Niha em naxwazin ku bibin jinên dewletê. Dijberî vê em têdikoşin. Lê wê demê, bi şoreşê re, ji bo her kesî maf tê dayin, lê ji bo jinê tu maf nayê dayin, ew doza vî mafî dikin. Bi rastî jî doza mafê hebûna xwe dikin, ji bo wê jî tên cizekirin. Ew jin û gelek hevalên wê tên cizakirin. Bi vî awayî gelek jin tên kuştin, dikevin hepsan.

Piştî şoreşa Fransa jî ew derdikevin holê. Piştî kuştina vê jinê û hevalên wê, êdî têkoşîna jinê û rêxistinbûyina femînîzmê xurt dibe. Li hemû derên Ewropa rêxistinên femînîst, li hemberî dewletên Ewropa xwe ava dikin. Armanca têkoşîna wan jî, herî zêde mafê dixwazin; di kar de destheq (ücret)ê mêr çi be, bila yê jinê jî ew be; ya diduyan dixwazin rey bikarbênin; mafê hemwelatiyê ye û mafê perwerdê ye. Bi kurtasî di heman tiştan de mafê wekheviyê dixwazin, dixwazin weke mêr bin. Azadî xwestin jî heye, lê kêm e. Zêdetir wekheviya bi mêr re derdixin pêş.

Jixwe di sala 1982’yan de li Parîsê yekemîn konferansa jinê ya navnetewî tê li dar xistin. Li vê derê rêxistinên femînîst, êdî bi awayekî fermî xwe îlan dikin. Êdî li her derê Ewropa ew hene û ev yek bandora xwe li cihên din jî dike. Dibêjin “şoreşa Fransa bi dirûşma azadî, wekhevî û adaletê pêş ket, me baweriya xwe ji vê dirûşmayê anî, lê derket holê ku şoreşa Fransa vî mafî nade.” Lê weke tevger xwe ji berhemên ku şoreşa Fransa derxistine holê qût nagirin dest. Heta dibêjin şoreşa Fransa ji bo avabûna me bingehek çêkiriye. Piştî şoreşê qatliyam û hwd çêdibin, lê ji aliyê erenî ve jî ronîbûnek , zanebûnek derdikeve holê û li gorî wê guherîn çêdibe. Li ser vê esasê jî gelek pêl û rêxistinên femînîzmê pêş dikevîn. Em dikarin çend pêlên esasî di vir de bigrin dest.

Pêla Yekemîn; Femînîstên Lîberal

Femînîstên pêla yekemîn, femînîstên lîberal in. Fikra lîberalîzmê pejirandine û li ser fikra lîberalîzmê azadiya jinê dixwazin. Derketina xwe jî bi şoreşa Fransa digirin dest. Pêşenga wan jî Olîmpe Degues e. Daxwazên wan, mafê deng bikaranînê ye, hemwelatîbûne ye, weke mêr karkirin û weke wan heqdest (ücret) girtin e. Ji bo wê tekoşîn didin. Yanî çareseriya wan lîberalîzm e, dibêjin dê ew fikir ji bo civak û jinê azadiyê bîne.

Niha em cudabûna xwe ji vê datînin holê. Dema ku em ferasetên wan vedikin, divê em nêzikbûna me jî tê de bibînin. Pêwîst e, em hem cûdabûnên xwe bibînin, hem jî xalên hevpar bibînin. Mesela em fikra lîberalîzmê zêde napejirînin. Dijberî wê, em dibêjin ya ku kapîtalîzmê li ser piyan digire lîberalîzm e. Xaleke cudabûna me û wan ev e.

Ew mijara aborî pir digirin dest, lewra jin ji vî alî ve jî pir pirsgirêkan dijî. Aboriya serbixwe ya jinê dipejirînin. Li ser van esasan dibêje, divê jin di meclîs, rêveberî û giştî siyasetê de cih bigirin. Ew xwestekeke girîng e. Divê di hemû erkên rêveberiyê de cih bigirin. Di vir de heleşaşiya herî mezin jî cudabûna jin û çînan pir nagirin ber çavan. Wekheviya çors ji wir tê. Di vir de nêzikbûna bûrjûwaziya biçûk pejirandin heye.

Em jî wekheviyê dipejirînin, lê em dibêjin divê di nava cudabûnan da wekhevî derkeve holê. Em di hemû beşên civakê de wisa digirin dest. Lewra em dibêjin civak pirrengî ye û divê her kes bi ew pir rengiya xwe tevlê bibe û wisa hebûna xwe diyar bike. Rêgezeke wekheviyê jî ev e. Lê femînîstên lîberal cuda dinêrin. Yanî mêr çi dikin, em jî wê bikin. An jî em çi dikin, bila mêr jî wê bike. Fîzyolojî û biyolojiya mêr û jin ne yek e ku her du jî heman tiştî bikin. Em tenê çêbûna mêjiyê jin û mêr jî bigirin dest, dîsa cudabûn heye, divê em van ferqan bibînin û li gorî wê wekheviyekê pêş bixin.

Di rêxistinên xwe de çîna ku ji xwe re esas digirin, çîna jor û navîn e. Jixwe feraseta lîberalîzmê jî xîtabî vê çînê dike. Çînên karker û bindest ji bo xwe esas nagirin. Heta tekoşîna azadiyê bi wan re nameşînin. Nêzikbûna wan ya herî kêm û şaş, jinên çermreş di statûya koletiyê de dibînin. Şaşiyeke mezin e. Mêzekirina çîna navîn û serdest di nav van tevgeran de jî derdikeve holê.

Ji bo wê jî piştî demekê tevger û rêxistinên femînîst yên cuda derdikevin û feraseta lîberalan rexne dikin. Sedema wê jî tevgerên femînîst yên lîberal ne xwedî çarçoveyeke berfireh in. Li ser feraseta çîna ku temsîl dikin li civakê dinêrin. Li ser wê esasê mêze jinê jî dikin. Ji bo vê jî nikarin bi ser bikevin.

Weke tevger em vê nêzikbûnê red dikin, bi pergala xwe ya konfedarel ya jinê re, em dibêjin bila hemû tevgerên jinê daxilî pergala me bibin. Daxil nebin jî, em bi wan re tekoşîneke hevbeş bidin, kar bikin û rêxistinên hevbeş bidin avakirin. Em çîn û qasta jinê pir esas nagirin. Jixwe bi paradîgmaya me ya nû re mêzekirina me ya çînan jî hat guhertin. Li ser vê esasê jî di têkoşîna azadiya jinê de em bi perspektîfa çînan nameyzînin. Yanî em nabêjin bila ji sedî sed weke me bibe ku em wê demê bi hev re tevbigerin; ev teng dimîne, nahêle ku bi taybetî di nava civakê de modela xwe em bidin rûnişkandin. Her kes bi vîna xwe divê yên din nas bike.

Di nava vê pelê de gelek meyl jî hene û li gorî wê rêxistinên wan jî hene. Mesela yek ji wan femînîzma çandî ye. Ew jî di wê pêvajoyê de derketiye. Gelek rêxistin û meylên cuda derdikevin. Di wê demê de ji bo têkoşîn û wekheviya jinê tiştên ku derxistina holê jî bi wate ne. Her çiqasî em rexne jî bikin, tiştên ku em bi wan re nebin yek hebin jî, derketin û têkoşîna wan bi wate dibînin.

Pêla Duyemîn; Femînîstên Sosyalîst

Pêla duyem jî tevgerên femînîst yên sosyalîst in. Ew femînîstên sosyalîst, bi giranî piştî şerê cîhanê yê yekemîn xwe bi rêxistin dikin û bi giranî di nava şerê sosyalîstan û tevgerên rizgariya netewî de xwe rêxistin dikin. Di pêvajoya van şoreşan de derdikevin holê. Bi giranî di van deman de xwe bi rêxistin dikin.

Li gelek cihên cîhanê ku têkoşîna sosyalîzmê heye, têkoşîna wan jî heye, lê navend Ewropa ye, Rûsya ye. Di rêxistinbûna wan de bandora tevgerên karkeran pir zêde ye. Bandora van, li dewletên Ewropa, li ser Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa jî heye. Lê bi giranî di şoreşa Rusya de pêşengtiya wan tê dîtin û navendê wan jî bi giranî welatên Ewropa ne.

Vê demê de jî nakokiya mezin ku di civakê de heye; pîşesazî pêş ketiye û karxane zêde bûne, karker zehf in. Sendîqayên karkeran pir tên rêxistinkirin. Nakokiyên jinên karker herî zêde di wê demê de derdikevin holê. Di navbera karkerên jin û yên mêr de nakokiyeke mezin heye. Têkoşîna yekemîn, li ser vê tê dayin, lê dîsa li hemberî pergalê têkoşîyan e. Dibêjin, “çima jin jî bi qasî mêr dixebite, lê çima ewqas pere nagire. Çima mafê keda xwe nastîne.”

Serokatî bi taybetî, vê yekê wek di pêşengtiya çîna proloterya de têkoşîna ku hatiye kirin û dîktatorya prolaterya pêş xistiye pênase dike. Yanî her çiqas li hemberî pergalê têkoşînên mezin dabin jî, kêmasiyên mezin jî hatine kirin. Di heman demê de jinên femînîst yên sosyalîst jî dikevin nav van kêmasiyan. Pêşengên wan jî heman xeletiyan dikin.

Yek ji wan kêmasiyan; dibêjin di pêşengtiya çîna karkeran de, di pêşengtiye tevgerên karkeran de wê azadiya jin pêş bikeve û bigihe armanca xwe. Li azadiya jinê û azadiya civakê giştî wiha dinêrin. Di pêşengtiya proleterya de digirin dest. Jinên femînîst jî wisa dinêrin. Di nava van tevgerên Sosyalîzmê de rêxistinên jin tên avakirin. Jinên ku vê re pêşengtiyê dikin; Roza Lûksembûrg e, Clara Zetkîn e, Aleksendra Colante ye. Ew pêşengên tevgerên sosyalîst in, lê di heman demê de pêşengên tevgerên femînîst jî ne.

Di navbera Roza Lûksembûrg û Clara Zetkîn de jî cudabûn hene. Mesela Clara pir kedkar e û pir zekî ye, jineke ew qes zane ye. Lê di mijara jinê de baweriyeke mezin bi çîna karkeran aniye. Dibêje, “dema çîna karkeran bi ser bikeve, dê teqez jin azad bibe”. Nêzikbûna ku Clara raber dike; di hemû nivîsên wê de dixwaze jinê bikişîne nav tevger û sendîqayên karkeran. Di nîqaşên wê de jî ew derdikeve pêş. Dibêje karê malê pir hêsan e, ne bi nirx e û vîna jinê wisa dernakeve holê; ji bo wê jî divê em jinê bixin nav van tevgerên karkeran û jinan ji bo wê teşwîq dike.

Pergal jî karê malê ku jin dike bê wate dibîne. Wê demê de bi hezaran jin di karxaneyan de dixebitin û dibin endamên sendîkayan. Ji bo ku destheqa wan zêde bibe hewl didin, vê jî hinekî bi ser dixin. Lê tiştê ku di vir de şaş, di nava kedê de jî kategoriyan avadikin. Ew jî li gorî mantiqê bazarê pêş dikeve.

Bi nêzikbûna çînî, azadî û têkoşîna jinê girtina dest, şaşîtiyeke pir mezin e. Di vê pêlê de jî nêzikatiyeke wisa derdikeve. Ji vê re çavên xwe digirin, an jî destek nadin. Lê li gel xwe ew jî dibêjin em jî mafê jinê diparêzin. Yên ku têkoşîna herî rast ya jinê dimeşînin em in. Dibêjin yên ku wekheviyê bînin jî em in, lewra em çîna bindest û kedkar in, mafdar in. Nêrîneke wisa heye, ew jî nêzikatiya herî şaş e.

Li rûxmê vê jî hewldanên vê pêlê jî hene. Li cihên weke Kûba, Rusya, Çîn û Wîetnamê jina rolên pir mezin lîstine. Ked û hewl dane û vê ji jinan re mîrasek avakiriye. Di vê demê de jî berxwedan û keda jinê mîraseke mezin avakiriye û vê mîrasê damgaya xwe ji dîrokê jî daye. Êdî ji milê parastin û leşkerî ve jî rist û pêşengiya jin heye. Mûfreze û artêşên jin tên avakirin. Ew hemû nirxin û bingehekê ava dikin. Ew jî girîng e.

Di vê demê de tiştekî ku bandora xwe li hemû cîhanê kiriye jî roja jinên kedkar yê cîhanê ye. Em jî vê diparêzin û xwedî lê derdikevin. Ew yek di pêşengtiya tevgerên jin yên sosyalîst de pêş ketiye û hatiye îlan kirin. Weke tevgera jin em jî pir nirx didin vê rojê. Di roja 8’ê adarê 1857’an de, li Emerîqa di karxaneyekê de jin dikevin grevê, ji bo mafê kedê têkoşînê didin. Ji ber ku mafê keda wan ji yên mêran kêmtir e, çalakiyeke wisa dikin. Lê rojê çardeh seatan dixebitin. Ew jin xwe rêxistin dikin û ji bo ku vê pêkanînê red bikin di karxaneyê de dikevin grevê. Pergal jî li dora karxaneyê digire, dike ablûkayê û agir berdide karxaneyê. Dixwaze vê çalakiyê bê bandor bike. Li vê derê 129 jin ji aliyê pergalê ve tên qetilkirin. Jixwe di wan salan de serhildan û serî rakirinên wisa hene.

Piştî wê bûyerê, jinên karker yên sosyalîst, bi taybetî Clara Zetkîn bixwe li ser vê bûyerê disekine. Ew roj dibe remzeke jinan. Di 1910’an de di kongreya jinan ya Kopenhagê de weke roja jinên kedkar yên cîhanê tê îlan kirin. Piştî wê ew ji enternasyonala duyemîn re jî weke pêşniyar diçe û di wir de jî tê qebûl kirin. Ji wê rojê heya niha weke roja jinên kedkar yên cîhanê tê dîtin. Lê di 1977’ an de pêşniyarek ji netewên yekbûyî re diçe da ku ew roj bibe roja jinan. Êdî weke roja jinan tê qebûlkirin. Lê tevgerên sosyalîst hê jî weke roja jinên kedkar pîroz dikin û lê xwedî derdikevin. Lê yên dîtir weke roja jinên cîhanê ku di netewên yekbûyî de hatiye qebûlkirin, digirin dest.

Yanî di tevgerên sosyalîst de jî xwedî li keda jinê derketin heye, lê di asta çînekê de hiştin e. Ji bo wê jî derketin û berxwedana wan tenê ne li ser esasê proleterya û karkeran bana dibû ku bi ser jî biketana. Hem ji milê giştî tevgerên sosyalîst ve, hem jî ji milê femînîstên sosyalîst ve mirov dikare vê bibêje. Lewra rêxistinbûna wan pir xurt bû û bawerî û hêviyeke mezin di nava civakê de pêş xistin. Lê ew nêzikbûnên wan ku tenê bi mêzekirina kedê û ked jî tenê di karxaneyan de girtina dest, kedên dîtir nedîtin, bi rastî jî bivir li lingê xwe xistin.

Dîsa nêzikbûna wan ya li dijî êmperyalîzmê, di qada navnetewî de hemû jinan re û çîna proloteryayê re îtîfaqê dikin. Femînîzma bûrjûwaziyê red dikin, qebûl nakin. Dibêjin, “yên ku herî zêde jin xist nav pergalê ew tevger in”. Wisa digirin dest. Di vir de şerê çînî pir dijwar tê meşandin. Hem ji milê bîrdozî ve, hem jî ji milê fîzîkî ve di navbera proloterya û çîna bûrjûwa de şerên pir dijwar hene.

Pêla Siyemîn; Femînîstên Radîkal

Pêla siyemîn femînîzma radîqal e. Herî zêde piştî şerê cîhanê yê duyemîn derdikevin. Şerê cîhanê yê duyemîn di mijara jinê de pir encamên giranbuha derxistine holê. Teqabûlî 1950’î dike. Xwe weke femînîstên radîqal pênase dikin. Derketina wan bi giranî li Ewropa ye, lê li Emerîqa jî hene.

Ew hem tevgerên femînîst yên sosyalîst, hem jî tevgerên femînîst yên lîberal red dikin. Dibêjin heger azadiya jinê di pêşengtiya van tevgeran de pêş neketibe, sedema wê xwe ji feraseta baviksalarî, lîberalîzm û nêzikbûnên sosyalîzma reel xilas nekirina van tevgerên femînîst e. Ji bo wê jî bin ketine. Li ser vê jî xwe weke radîqal pênasa dikin.

Jinên ku di nava vê pêlê de cih digirin bi giranî, ji nav tevgerên femînîst yên sosyalîst derketine. Hinekên wan jî, ji nav tevgerên femînîst yên lîberal derketine. Dibêjin, “di têkoşîna azadiya jinê de em ê guhertinê çêbikin. Serdestiya mêr, hemû mirovahiyê dihencixîne û ji bo wê jî divê em li dijî serdestiya mêr têbikoşin”. Piştî tevgerên femînîst yên lîberal û sosyalîst şert û mercên ku derketine holê red dikin, bertek raber dikin. Bi giştî têkiliyên mêr û jin weke têkiliyên koletiyê digirin dest û di bin tekela serdestiya mêr de dinirxînin.

Dibêjin şerê azadiya jinê, ji têkoşîna sosyalîzmê girîngtir e. Femînîstên sosyalîst digotin, azadiya jinê dê bi têkoşîna sosyalîzmê pêk were, lê ew vê red dikin. Dibêjin tenê şerê jinê dikare jinê azad bike. Xwediyê vê baweriyê ne. Li dijî nêzikbûna kevneşop a sosyalîzmê ne. Ew, mêr weke dijmin dibînin, dibêjin “hemû xirabûn ji mêr destpê dikin”. Ji ber vê dêra katolîkan ew dervî xweza îlan kiriye. Mêr wek dijmin dîtin, hinek nêzikbûnên cuda jî bi wan re derdixe holê. Dibêjin, merên sosyalîst, qlasîk li jinê dinêrin û em li dijî wê derdikevin. Kevneşopiya Marksîzmê deshilatdariya mêr di plana duyemîn de hiştiye û xurt kiriye. Bingeha perçiqandin û koletiyê ne aborî ye, zayendperestiya civakî ye”.

Em jî di vê mijarê de wisa dinêrin. Sedema perçiqandinê û koletiyê em weke aborî nagirin dest; em dibêjin desthilatdarî ye, serdestî ye. Serokatî wisa dinirxîne. Marx dibêje aborî ye, Serokatî jî dibêje ne aborî ye, deshilatdarî ye. Ew xwe ji hemû derdorên jin re vekirî dihêlin. Mijara çînan pir pêş nagirin. Dibêjin nakokiya cins di malbatê de dest pê dike; ne di kolan û karxaneyan de ye. Saziya malbatê ew bi giştî red dikin, dibêjin “heya ku saziya malbatê hebe, dê her desthilatdariya mêr jî hebe.” Şaşiya van ya herî bingehîn; dibêjin “zext û tûndiyên ku li ser jinê tên kirin, hemû bi sedema biyolojiya jinê ye.”

Zarok anîna dinê, bi biyolojiya jinê ve girêdayî weke qedera jinê tê dîtin. Dibêjin pêwîst e, em vê qederê biguherînin, bi riya tip û ilmê zarokan çêbikin. Têkiliya jin û mêr red dikin. Derdorek ji van jî têkiliya lezbiyentiyê dipejirînin. Jin û tevgerên lezbiyen jî di nava vê pêlê de cih digrin. Ya ku ji vê pêlê re pêşengtî dike û teoriya femînîzma radîqal dide avakirin Coren Horne ye. Ew bi xwe ji Emerîqa ye, hemû teoriyên ku ava dike jî li dijî pergala baviksalar e.

Nêzikbûnên ku me û vê pêlê cuda dikin jî hene. Mesela mêzekirina jinê ya biyolojî ya me ne wek wan e, nirxê zarok anîna jinê em cuda digirin dest, têkiliya lezbiyentiyê em napejirînin. Ew bi xwe re rêxistin û saziyên xwe pêş dixin, em dijî van têkiliyan û van saziyan in. Em mêr dijmin nabînin. Em li dijî deshilatdariya mêr in, lê em mêr dijmin nabînin, em dibêjin zîhniyeta mêr ya deshilatdariyê pêwîste ji holê were rakirin, lê em mêr weke hebûneke di xwezayê de ye digirin dest. Nêzikbûnên sereke ku em şaş dibînin ew in, ew nêzikbûn bi xwe re sapmayan tîne. Mesela mêr dijmin dîtin, bi xwe re sapmayê tînin. Teyisîna(yansıma) wê li ser têkiliyan jî dike. Mesela têkiliya lezbiyentiyê teyisîna vê ye.

Pêla Çaremîn; Femînîstên Anarşîst

Pêla çaremîn anarko femînîzm e, ango femînîstên anarşîst. Ew jî di sala 1960’an de derdikevin pêş, xwe weke tevger, di encama ezmûnên hemû tevgerên femînîst de rêxistin dikin. Bi giranî jî weke navê xwe feraset û nêzikbûna anarşîzmê dipejirînin.

Pêşengiya wan Ema Goldman dike. Gelek pêşeng hene, lê herî zêde ya ku tê naskirin û têkoşîn daye meşandin ew e. Ema Goldman e, Yahûdî ye, bi eslê xwe ji Emerîqa ye. Ew pêl herî zêde li dijberî pergalê derdikevin û di despêkê de di nav tevgerên femînîst de jî cih digire. Xwe weke pêla nû ya fêmînîzmê digirin dest. Ji bo maf û têkoşîna jinê, dibêjin wê bi nêzikbûna anarko femînîzmê azadiya jinê derkeve holê.

Herî zêde li dijî dewletperestiyê û baviksalariyê ne. Jixwe dibêjin, “dewlet û baviksalarî cewikên jirêderketinê (sapıklık) ne.” Dibêjin “herdûyan jî civak û jiyan ji rê derxistine ( sapma).” Ji bo wê jî li hemberî van herduyan e. Li dijî dewletê ne, li hemberî hemû cureyên deshilatdariyê ne. Ew anarko femînîzm hem li dijî deshilatdariyê ne, hem jî li dijî baviksalariyê ne, têkoşîna xwe li hemberî van hişmendiyan dikin. Dibêjin;“jin di bin du tahakûman de tên perçiqandin; yek ya dewlet û pergalê ye, yek jî ya mêr e.” Em jî wisa dibêjin. Ji bo wê jî li hemberî herdu cureyên van tahakûman tekoşîn dikin, em jî weke tevger li hemberî van tahakûman tekoşîn dikin.

Di vir de hewldanên me yek in. Pê ve girêdayî ew dibêjin; “hemû kevneşopî, hemû otorîte, hemû bîrdozî, hemû dewlet, hemû çapemenî û hemû olan li ser jinê tahakûma xwe dane avakirin.” Bi rastî jî di navaroka vê de jî tê fêmkirin ku ew tevger, di tehlîl û mêzekirina zayendperestiya civakî de jî gihêştine astekê. Em jî ji bo van hemûyan dibêjin em ê wan hemûyan bidin guhertin û wiha qebûl bikin. Em li hemberî van têdikoşin. Em jî olperestiyê, nijadperestiyê, ilmperestiyê, zayendperestiyê dadihûrînin.

Ev pêla femînîzmê bi giranî li dijî kapîtalîzmê û femînîstên lîberal têkoşînê didin. Dibêjin; “femînîstên lîberal û kapîtalîst pir ne cuda ne. Hiyerarşiya femînîzmê pêwîst e, bikeve cihê hiyerarşiya mêr”. Hiyerarşiya ku dixwazin ne tahakûm e, hiyerarşiya xwezayî em jî red nakin. Em jî vê di nêzîkbûnên xwe de girîng dibînin û em dibêjin, di pêşengtiya jinê de em ê civakê ava bikin. Divê ew şaş neyê fêmkirin, ji xwe em li hemberî hemû tahakûman e. Pêşengtiya jinê dipejirînin. Mafê jin û mêr weke hev digirin, cudabûnan re jî rêzê nîşan didin. Di vê de jî nêzikbûna zanistiya cins heye, ji cudabûna di navbera cinsan re jî hurmet nîşan didin. Em jî wisa nêzî cudabûnan dibin. Em nabêjin bila her kes bibe jin, an jî weke me bibe. Em cudabûnan nas dikin, wisa digirin dest.

Di mijara xwe azadkirinê de jî, azadiya jinê weke mijareke esasî digirin. Dibêjin, “ji bo ku cinsê jinê azad bibe, divê di serî de kesayet azad bibe”. Ew pêla herî dawî ya femînîzmê ye, an jî bi pênaseya wan femînîzma nû ye. Xwe wisa pênase dikin. Li gelek cihan rêxistinkirî ne. Li Rojhilata Navîn û Efrîqa jî hene. Mijarên ku em bi pêla femînîstên anarşîst re dibin yek gelek in.

Ji bo van her çar pêlan em dikarin van bibêjin. Rîçikê van her çar pêlan jî Rojava ye. Di nêzikbûnên hemûyan de jî xwe ji nêzikbûna pozîtîvîzmê û oryantalîzmê nexilaskirin heye. Bi mêzekirina Rojava li derdora xwe dinêrin. Şaşiya herî mezin a femînîzmê jî ew e û ji bo wê bi Rojava re sînordar ma. Xwe ji ilmperestiyê xilas nekirin, aliyê wan î herî kêm ew bû. Dixwaze bila li hemberî kapîtalîzmê pir radîqal be jî, lê piştî ku xwe ji vê nêzikbûnê xilas nekirin, pir ne girîng e. Mijara ku Serokatî dibêje, “xwe ji modernîteya kapîtalîst xilas nekirine” yek jî ew e. Di van herdu pêlan de jî şaşitiya ku derdikeve pêş ya sereke ew e.

Dîsa di hemûyan de li gorî çînan tevgerîn heye, ew jî di nav tevgerên jinan de parçebûnê tîne. Di nava her pêlekê de jî bi dehan rêxistin û aqim hene. Ew jî bi pozîtîvîzmê ve girêdayî ye. Bi xwe re hemû tişt girtina dest û çareserî jî bi xwe ve dana diyarkirin, xapandinek e. Nêzikbûna Rojava, ya li Rojhilat wisa ye. Serokatî di paraznameyan de vê yekê pir vedike. Yanî daneyên dîrokê nebin, wê bibêjin her tiştî li Rojava dest pê kiriye. Bi nêrîneke wiha li cîhanê dinêrin. Ew nêzikbûn di van tevgerên femînîst de jî derdikevin holê. Mesela me nêzikbûna lîberalan da diyarkirin, ji bo jinên ku weke kole tên bikaranîn têkoşînê nakin. Wana tevlî rêxistina xwe nakin; li ser kîjan zemînê be, li gorî wê mêzekirin heye. Ew jî bi xwe re nêzikbûnekê dide diyarkirin.

Nêzikatiyeke din ku em rexne dikin jî, li dijî pergala zayendperestî û baviksalariyê têkoşîn dayin heye, lê xwe jê qutnekirin jî heye. Şêwazên reformîst esas digirin. Dibe ku ji bo anarko femînîstan mirov nikare heman tiştî bibêje, lê piranî wiha ne. Ji bo wê Serokatî dibêje; “dema ku mirov li jiyana wan dinêre, xala ku herî zêde xeletî tê de hatî kirin, tiştên ku difikirin û dibêjin di jiyanê de pêk nayînin.” An na nêzikbûn, keddayina wan û hewldanên wan nirxdar in. Gelek bedêl dane, hatine girtin, hatine kuştin; lê divê mirov şaşitiyên wan jî bibîne. Ger mirov şaşitiyên wan nebîne û wisa bipejirîne, bêyî ku em ferq bikin em ê bikevin bin bandora lîberalîzmê.

Lîberalîzim jî bîrdoziya kapîtalîzmê ye. Ji bo ku ew şaşitî xwe dubare jî nekin û şaşitiyên me zêdetir zelal bibin, dîtina van şaşitiyan girîng e. Ew qes hewl dane, lê nekirine giştî, ev xeletiyeke mezin e.

Kategori: Lehengên Jin