Ji penûsa jin
JINEN LEHENG CILEE
Tevgera azadiya gelê Kurd, di bingeha azadî û demokratîkbûna gelê Kurd de, ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bi paradîgmayê nûjen, bi paradîgmayeke ku ji bo pirsgirikê gelan re çareseriyê biafirîne û li hemberê pergala desthilatdar bibe jêderk ve me sedsala 21’an pêşwazî kir. Di sedsala 20. de mezhebên pergala kapîtalîzmê bi têkoşînên rizgariya netewî, reel sosyalîzm
û sosyal demokrasî ve hêvî û bawermendiya gel a bi civakeke bê çîn, bê şer û mijokdarî şkand. Encamê van têkoşînan, şaşitî û kêmasiyên heye hemû tê dest girtin û tê nirxandin. Ji ber ku ev mezhep bi xwe jî di têkoşînên ku meşandine de rê û rêbazên paradîgmaya kevn ango amrazên pergala dewletdar bikaranîn. Lê belê di sedsala 21. de ev rastî bi awayeke eşkere derketiye holê ku, êdî bi rê û rêbazên pergala dewletdar mirov nikare pirsgirêkên civakî çareser bike û xwe bigîhîne civak û pergaleke nû yê demokratîk. Ji ber vê yekê li gor armanc, afirandina pergal û paradîgmaya wê jî pêwîst dike. Di vê çorçeveyê de ger em bi formûla dewlet + demokrasî tevbigerin, pêwîst e em hemû amrazên di bin suxreya civaka dewletdar de hatiye bikaranîn û hîn jî tê bikaranîn, ji gûherîn û veguherîneke re derbas bikin.

Huquq di sedsala 21 de ji bo têkoşîna azadî, wekhevî û dadweriyê dibe qada herî bingehîn û berfireh. Ji destpêka dîrokê heta niha huquq ji bo armanc û berjewendiyên çînên rajer û civaka dewletdar hatiye bikaranîn. Tevî ku huquq ji bo sererastkirina têkîliyên di navbera kesan de hatiye avakirin jî, armanca bingehîn ew e ku qral, împarator an jî rêvebiriya dewletê bikaribe asayî û bêpirsgirek civakê birêvebibe. Ji ber vê yekê jî huquq li şûna maf û berjewendiyên kesîmên rajêr û bindest bipareze bûye amrazê parastina civaka dewletê ango bûye huquqa dewletê. Di sedsala 21. de pêwîst dike ku huquq weke parastina kesîmên rajêr û bindest were bikaranîn. Di vê bingehê de pêwîst e em pirsa huquq çî ye? re bersiveke rast bidin. Ji ber ev bersiv, wê bergeh û ramanê me di derbarê huquq û têkoşînê de diyar bike.

Huquq; bêjeyeke bi zimanê Erebî ye û tê wateya maf û heq. Weke ku wateya wê jî tê fêm kirin huquq, mafê ferd û hemû kesîmên civakî dide diyar kirin. Li gel vê yekê di nav kesên civakî de têkîliyan sererast û rêkûpêk dike. Ji rêzik û zagonên dîtir ên civakî cûdahî û cewaziyê huquqê jî ew e ku rêzikên huquqî bi zora dewletê dikeve nav ewlekariyê. Hêza dewletê dibe hêza pêkanîna rêzikên huquqî.

Huquq, di destpeke de ji baweriyên olî û kevneşopî derketiye holê. Huquqên ewilî jî ji rêzikên rêwîst (ahlak) weke huquqê tê pênase kirin û li gorî van rêgezan tê dayîn. Rêzikên olî jî weke huquqa îlahî tê pejrandin û pêkanîn. Bi vî awayî huquqên destpeke di bin serweriya bîrdoziyan û dewletan de ji bo armanc û berjewendiyan hatiye bikaranîn. Di encama pêşketina civakî û zêdebûna şêniyan (nufusan) de huquq hêdî hêdî bi pergal dibe. Di destpekê de armancê huquqê binêsaziya anarşîk şkandin û jiyana civakî bi aramî dinav nîzameke de domandine. Daxwaziya qral, împarator en jî rêvebiriya dewletê îstîkrara pergalê ye. Huquq jî ji bo vê yekê weke amrazeke herî xurt tê bikaranîn. Û di vê çorçeveyê de şêweyê huquqê bi giştî tê pejrandin. Ji ber vê yekê jî herdem pêdiviya civaka dewletdar bi huquqê re heye.

Di serî de rêzikên huquqî, olî, kevneşopî û rêwîştî tevî ku dinav hev de bû jî piştre huquq ji rêwîşt, ol û kevneşopiyan kut dibe û bi serê xwe dibe qadeke bi pergal. Cûdahiya wê jî rêwîşt ew e, ku rêzikên rêwîştî bi devkî ne û cezaya vê jî ji aliyê gel ve bi rengê şermezarkirinê tê dayîn. Lê rêzikên huquqî nivîskîne û cezaya wê jî bi rêya dadgehan û mûeyeyîdeyên cezaî ê bi zora dewletê tê dayîn. Gelek rêzikên rêwîştî di zagonên huquqî yê welatan de cîh digrin. Tevî ku bi pêşketina civakî, huquq ji ol û rêwîşt veqetiyaye hîn jî mîsyona xwe ya parastina civaka dewletdar winda nekirî ye. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje, huquq huquqa dewletê ye. Ji bo huquq bikaribe bigîhêje fonksiyona xwe ya rastîn yanê hemû ferd û girseyên rajer ê civakê hemêz bike, divê dewlet huquqî bibe û huquq jî bi awayeke gerdûnî bê bikaranîn.

Lê belê dîsa jî rol, xebitîn û peywîra huquqî ya di roja me ya îro de pêktê çavderkirin, bi cewherî huquq dest girtin girîng e. Ji bo naskirina mafên yê ferdî û civakî meşandina têkoşîna huquqî guncawtir e. Binêsaziya aborî, çandî, civakî û ramyarî li ser pergalên huquqî bi bandor in. Pergalên huquqî ligorî şêwazê hilberînê, çînên civakî, kevneşopî, rêwîşta civakî, saziyên rêvebirî û avdaniya bîrdozî ve şêwe digire. Weke nûmûne, di navbera pergala huquqî û pergalên civakî yê koledarî û kapîtalîzmê de cûdahî nîşan dide. Ji bilî vê di navbera welatên kapîtalîst û welatên reel sosyalîst de jî cêwaziyeke diyarker dixûye. Di welateke de huquq rewşa civakî, ji aliyê maf-peywîr û saziyan ve bi nîzam dike, vîna wan pênase dike. Li gel vê yekê huquq dikare hinek normên qedexe jî derbixe holê. Bi vî awayî bi pîvanan, bi rêzikan ve dide diyarkirin û di navbera ferd û civak de pêywendiyên heye dixe nav nîzameke, maf û pêywîra ferd diyar dike.

Xebitîna (işleyiş) huquqî, yek bi rengê rol dayîna diyar kirin, didû nakokiyan gihandina çareseriyê û sisê jî li ser pêşveçûna civak û xebat veneran (denetim) kirin e. Bi vê xebitînê ve pergala huquqî armanc dike ku bi berjewendî û pêşketina madî û manewî ya mirovan ve yekpare bibe. Di vê wateyê de mebesta pergala huquqî ew e ku çalekiyên ferdî, ferd û civakê ber bi armancên bi sûd araste bike.

Dewletên huquqî hemû çalekiyên li gorî venerana darizandinê, rêpîvana raseriya huquqê hildigre dest. Di vê çorçeveyê de rêgezên bingehîn ê dewletên huquqî ê weke zagonîtî, veqetîna hêzan (zagon danîn, meşandin û darezandin), parastina maf û azadiyên bingehîn, bawermendiya huquqê û rêveberî ji bo vênerana (denetima) darezandinê vekirin e.

Mafê mirovan bingehê pergala huquqê ye. Ev maf, mafên xwezayî ne û bi qasî mirovahiyê kevn tê hesibandin. Her mirov li gor mafên nifşa (üç kuşak hakları) ve tê pênas kirin. Mafên nifşên yekemîn, mafên ferdî ne. Di vir de ne civak, ferd tê hîm(esas) girtin. Ferd weke hebûneke manewî dibîne. Parastina van mafane şert û mercên pêş ê dewleta huquqî ye.

Mafên nifşên dûyemîn, mafên çandî-civakî û aborî ne. Tê bawer kirin ku ev mafena jî bi mafên ferd re yekpare ye. Mafên civakî bi armanca derbaskirina newekheviya hatiye sererast kirin. Mafên çandî ne tenê mafên ferdî ye. Mafên çandî ê dewletên federal, herem û hindekayiyan û gelan jî dixe nava xwe. Mafê daxûyandina raman, perwerde, zanistî, hûner, ragihandinê jî di nav mafên çandî de di asta ferdî û civakî de cîh digire. Mafên ramyarî jî mafên welatiyan dide diyarkirin.

Mafên nifşên sêyemîn jî bi pêşketina zanist û teknîkê ve bûye qada azadiya ragihandin, ramanên xwe daxuyandinê. Ev mafana jî ji bo mafên pêşketin û mafên gelan di nav her sê mafên nifşan de cîhê xwe digire. Di hevpeymana mafên siyasal û ferdî de ji bo zarokan, jinan, lawiran, tendirûstî û hwd jî hinek maf hatine diyar kirin.

Tevî nîzam û pergala huquqî, dema ku ji bo welat an jî ji bo hebûna gelan rêbaza şer derbikeve, ji bo çareserkirina pirsgirêkan huquqa şer a navnetewî hatiye amade kirin. Li gor huquqê rê û rêbazê şer naye pejrandin, lewre dema ku maf û hebûna civak û kesayet di nav daxt û zordariyê de ye, şerê parastina rewa tê pêşxistin. Li gor huquqa gerdûnî jî şerê parastina rewa mafeke bingehîn ê civak û kesanî ye. Di vê bingehê de rêzikên şer û mercên vê têkoşînê jî hatiye diyar kirin. Ev jî hevpeymana LaHayê û Cenewrê ne. Huquq rêya bi şer napejirîne, lê belê dema ku şer êdî naye astengkirin û neheqî zêdetir e, di vê rewşê de huquq hinek şeran mafdar û rewa dibîne û di pergala huquqî de ev rêzikana cihê xwe digirin.

Mafdarî ji aliyê huquqî ve têgîneke girîng e, lê belê mafdarî bi serê xwe rewa û mazlûmbûnê vegotin dike. Ji ber vê yekê jî divê hêzekî ku di nava têkoşîneke dijwar de ye bikaribe van rêzik û zagonên huquqî biparêze û pêkbîne. Dema ev rêzik û zagon were binpêkirin, pêwîst e ev hêz bi rola xwe re rabe û bibe hêza mueyyîdeyên cezaî. Lewre gava mafê bingehîn ê ferd û civakekê bê binpêkirin û hêza pêkanîna huquqî bi rola xwe re ranebe, ew dem mafê parastinê derdikeve pêş. Parastina mafên ferd û civakî bingehê huquqa gerdûnî ye. Ji ber vê yekê ketina nav liv û lêbateke mafdar rewa ye. Ev jî mafê xwe yê hebûn û jiyankirinê parastine, û şerê di vê bingehê de bê meşandin, li gor huquqê rewa ye. Ev mafa bikarneanîn bê huquqiyê vegotin dike.

Serok APO stratejiya têkoşîna vê serdemê wisa dinirxîne; “Huquqa xwe neparastin û huquq nebikaranîn, bêhuquqiya herî mezin e. Cihên ku bêhuquqî hebe, di wê cîh de zagonên daristana tê xebitîn. Her wiha bi vê mebestê ve kesayet û civak huquqê binpê kirine. Mafê xwe lêgerîn heta pêwîst bike li hember bêhuquqiyê serî rakirin mafê berxwedaniya herî bi rûmet e. Pêwîst e gel û kesayet li hember bê huquqiyê bêdeng nemîne û serê xwe netewîne. Mafê wan ê wisa nîne. Bêhuquqiya herî mezin, civak û gelan zehîrkirine ev jî çavkaniya xwe ji serê xwe tewandinê digire. Di vê bingehê de parastina rewa, huquq meşandin û pêşxistinê de, mebest û sekneke herî bi huquqiye. Kesayet, civak û gelên ku pêwîstiyên vê yekê pêkneynin, mafê wan ê gilîkirin û xwe mirov hesabkirinê nîne.”

Kategori: Lehengên Jin