Tirkî  |  Erebî

ji pênûsa gerîla

المرأة كردي 1 2017 copyHerê zêde gerîla bala Marks û Engels dikşîne. Gava seferên Napolyon li ser Ewrûpa pêş dikevin jî armancê xwe ewe ku tevahî Ewrûpa bikin yek dewlet. Dibin desthilatdariya xwe de dixwaze Ewrûpayek nû çê bike. Ji xwe Franse jî weke netewekê mezin bimîne. Marks û Engels vê baş di şopîne. Gava Napolyon bi Îspanya re şer dike ji bo dagir bike.

gelê Îspanya bi xwe bi textîk û şêwazên xwe li hember Napolyon şer dimeşîne. Weke çînên proleterya li hember kapîtalîzm wê bi çi awayî bikaribin şer bikin lêkolînê pêşdixin û lêhûrbûyînê avadikin. Di wê demê de şêwaz û textîkên gelê Îspanyol ferq dikin û di bînin ku şerê gel nahêle Napolyon bi ser bikeve. Her wiha artêşa Napolyon perîşan dike. Gotinên ku di nava gel de pêşdikevin lêkolîn dikin. Di nava gelê Îspanyol de gotina “Guerîlla” heye. Wateya wê jî “şer”e. Şerê ku di asta jêr de tê meşandin, ango şerê biçûk û bê nîzam. Hêzên gerîla ne artêşên dewletan in, bi piranî li hemberê artêşên dewletan şer dikin. Marks û Engels jî vê peyvê ji xwe re esas digrin û bikartînin. Şervanên ku vê şerê di meşînîn jî jê re dibêjin “Guerrîllero.” Bêguman di nava xwe de nîzam heye lê ne weke artêşên dewletê yên bi nîzamin.  Di nava xwe de bi nîzamên xwe şer didin meşandin. Bi hêzên biçûk û belave.

Che Guevara gerîla çawa pênase dike. Ew bi xwe jî beşdarê vê pênaseyê dibe. lê di heman demê de dibêje; “ji bo azadiyê amorê herê bingehîne, têşeyê jiyanek azad jî çavkaniyeke bingehîn e” digre dest. Piştre Mao jî li ser gerîlacitî teorî pêş dixe. Che Guevara û Fîdel jî heman demê de teorî pêşdixin. Di Rojhilata Navîn de jî Filîstîn gerîlacitî pêşdixin. Di aliyê Lîbya de ji aliyê Omer Muxtar ve gerîlayên çolê pêşdixin. Omer Muxtar li hember Îtalyayan şer dike. Di Kurdistanê de jî em dibînin, di tevahî Rohilata Navîn de jî em dibînin şerê ku jê re tê gotin şerê barbaran, qebîleyên wehş ya rast ev gelane yên ku li hember pergala şaristaniya dewletî û kapîtalîzmê şer dikin şerê gerîlaye. Bî taybetî jî ev pirtûka “vegera deh hezaran” di wir de jî gava ev di Kurdistane de derbas dibin ev artêşa Yunanane di navbera Yunan û Persan de ye. Ev alîkariya Persan dikin gava împaratortiya Persan bindikevin jî biryar digrin da ku cardin vegerin welatê xwe. Meyze dikin du rê pêşiya wan heye yek rê lî ser Rojava Başûrê Kurdistanê derbasbikin û derbasî Anatolya bibin ji wirde derbasê xaka xwe bibin. Lê dibêjin ji ber ku wir av nîne, çole û em rê nas nakin emê xilas bibin. Rêya din jî li ser Kurdistana Bakur re derbasbûyîna wane. Ji vir jî wê derbasê Zagros bibin piştê wê biçin Anatolya û derbasê welatê xwe bibin. Di wir de dibêjin em bê av û xwarin jî namînin. Cihekê asî ye lê pirsgirêk nabe. Dibêjin di wirde gelek heye ger ku em xwe ji wê gelê rizgar bikin, sexlem derxin emê bikaribin derbas bibin. Birastî jî gelê Kurdistan û gelê Kurd şêwazê wan tevahî weke gerîlatî ye. Gava ev artêş di gundan de derbas dibe bi taybet roj kes wan nabîne, kes dernakeve. Gelê Kurd xaka xwe baş nasdike gava dibe şev texmîn dikin wê ku ev artêş wê kîjan rê de derbas bibin. Gava ev artêş dikevin gelî û newalên kûr de gelê Kurd şev diçin wan dola de kemîn tavêjin pêşiya wan. Ji ber hêjmara artêşê pire, diçin di piştê de bi tîr kevanan li wan didin û li ser wan de keviran gindir dikin. Bi vê awayî artêş ji hev qut dibe lê haja wan ji hevdû çênabe. Piştê wê jî ev hêzên parastina gund mirov dikare binav bike, li ser kuştiyan jî çek û cepxane radikin. Her wiha şêwazê sizme jî gelek bikartînin. Bi vê rengê heta ji Kurdistanê derdikeve hêjmarek gelek kêm dimîne. Mirov dikare bibêje ev parastina cewherî ya gundin. Ji ber dizanin ku ev artêş ger ku bikeve gundê wan de wê wan talan bikin nikarin artêşek wisa têr bikin. Ji bo ku xwe bi parêzin şerê gerîla dimeşînin. Di destê wan de ewqasî cebilxane jî nîne. Li hember wan şer dikin û encam jî digrin. Di jiyana etnîsîte û qebîleyan de şêwazê gerîlacitî heye. Serokatî di paraznameya xwe yê gelekê de dibêje, nîv gerîlatî jiyan dikin. Ji xwe berê weke roja me ya îro mirov bi milyonan û sed hezaran jiyan ne dikirin. Di gunda de jî bi hêjmarekê biçûk bi hevre dimînin ji bo parastina wê jî li hember şaristaniyê her tim di nava êrişê dene. Bi vê hêjmara xwe ya biçûk re parastina xwe ya cehwerî dikin. Ji xwe di hilweşandina Sumeran de û Roma de bandorê etnîsîte heye. Her wiha hilweşandina Asuriyan de bandorê êrişên etnîsîte heye. Ferqa jiyana xwe de ye ji bo wê her tim jiyana xwe di parêze. Ger ku pêwîstbe parastin dike, ya jî êriş dike. Mirov dikare bibêje ku şêwazê nîv gerîlacitî di nava gelan de heye. Lê piştê derketina netew dewlet şûnde em dikarin bibêjin weke şêwazê jiyanê derketiye holê. Her tim li hember êrişên netew dewletan xwe parastine. Di nava gelek gelan de ji bo ku jiyana xwe li hember êrişên netew dewletan bi parêzin weke şer û şêwaz derketiye holê. Her tim gerîlacitî pêkanîne. Mînak Vîetnam wisane. Amerîka, Fransa û Îtalya serkêşiya vê dike bêguman di dewletên din re jî îtîfaqan pêktînin. Ji bo ku Vîetnam bikin dibin mêtingeriya xwe de. Li hember van hersê hêzên mêtinger gelê Vîetnam bi şêwazê gerîlacitî berxwe didin. Li hember vê berxwedaniyê Fransa û Îtalya xwe paşde didin. Amerîka jî weke hêzê herê mezin heya wê demê binketin jiyan nekiribû. Lê li hember berxwedaniya gelê Vîetnam binketin jiyan kir. Wê demê civak dibînin ku, ev di dîroka şaristaniyê de di modernîteya demokratîk de jî derbas dibe. Ev neslê şoreşgerên çep tê gotin, şoreşgerên 68 piştê ku dîtin Amerîka li hember hêza gel binketiye derketin pêş. Têkoşîn û berxwedaniya gelê Vîetnam bû hêvî ji tevahî gelan re. Tevahî mirovahî dît ku ew Amerîka yê ku ewqasî leşkerên wê hene, tevahî teknîk di destê wê dene, ewqasî aboriya wê bi hêze, tevahî netew dewlet jî pişta wê ne lê li hember gel û gerîlayên Vîetnamê binket. Ev weke pêlek belav  bû û pêşket. Li her derê hewayê şoreşgertî belav kir, gerîlacitî tiştek wisane. Birastî jî ger ku gerîla şêwazê xwe bide rûnişkandin tu hêz nikare wê binbêxe. Li Kûba jî, Çîn, Latîn Amerîka, Vîetnam û gelek cihên cuda bin neketin. Lê hen cîh jî binketin. Çima, ji ber dest ji gerîlacitî berdane. Piştre hêzên Nato dîtin ku gava ev gerîlacitî pêktînin bin nakevin. Ji ber nizanin şêwazê wan çî ye, çi dikin, tevgerê wan bi çi awayî ye.

Dema ku tu şêwaz û tevgerê neyarê xwe nizanibî ew dem mirov ji derbeyan re vekiriye. Ji bo vê Amerîka çi kir ji rê derxistinê esas girt. Ango ji şêwazê gerîla derxistin. Wê demê jî qontra gerîla avadikin. Hêzên ku li hember gerîla hatine avakirine. Hêzên dijberê gerîlane, lê ev hêzane jî wê tevahî şêwaz, textîkên gerîla fêr bibin, bizanin. Li hember gerîla wê bi şêwazê wan şer bikin. Her wiha bikeve di nava gerîla de jiyanek ji nirxê xwe dûr, bê rêgez û ji rêzê bide avakirin. Serokatî şêwazê, Zekî bi vê awayî bi nav dike. Ev çi bû, çetebûyîn bû. Bi destê Amerîka li Latîn Amerîka, fermandarê wane xist dibin bandoriya xwe de piştre bi vane re şêwazê çetecitî dan meşandin, helandin û jiyanekê ji rêgez û birdoziya wan dûr xist di nava wan de. Piştê ku gerîla marjînal bû ji xwe herê dawî îmha û tasfiye bû. Mînak herê dawî li Sîrîlanka vê dan meşandin. Guman û perçebûyîn xiste di nava gerîlayên Tamîl de dibin navê mûzakere de di wande elimandin pêşxistin. Yên ku xwe xilas kirine behs dikin dibêjin;  “salekê sax balafirên keşfê li ser serê me ne di çû.” Wê demê çi dikin, balafirên keşfê cihê wan yek bi yek zelal dike, şewazê wan û tevgerê wan nas dikin. Ji xwe gava gerîla kete dibin çavderiyê neyarên xwe de, şêwaz û tevgerê wan were eşkere kirin, ew dem ew hêzên gerîla mehkumê windakirinê dimîne. Ji xwe gava dema wê jî tê tevahiyan îmha dikin. Di vir de çi derdikeve holê, demek kî gerîla gava ji pîvan û jiyana gerîlacitî qut bibe ew dem îmha dibe û tune dibe. Lê gava gerîlacitî bê meşandin ne gengaz e ku winda bike.

Di nava tevgera me de jî wisane. Em baş dîroka xwe nasbikin emê vê rastiyê zelaltir bibînin. Tevahî çalakiyên ku birastî jî dinav de gerîlacitî baş hatiya jiyan kirin û tevahî rêgezên wê hatiye pêkanîn serkeftin her tim bûye ya me. Mînak şêwazê rêheval Zîlan şêwazê gerîlacitiye. Her wiha şêwazê çalakiya rêheval Zinar yê gerîlacitiye. Di nava neyar de bê ku neyar te bi hese bê ku tu lewaztiyekê xwe bidî destê neyar lê bidî. Diçe di nava neyar de lê dide, neyar wisa lê tê ku nizane çi hatiye serê wî. Cardin çalakiya li Çewlîkê pêkhatî. Serokatî jî mînaka wê da got; “ev gerîlatiye.” Grubekê heval diçin kemîn tavêjin pêşiya neyar û bendê disekinin. Gava neyar tê bi awayekî bi bandor lê dide û çalakî serkeftî derbas dibe. Piştê wê heval bê ku windahî bidin vedigerin cihê xwe. Ev pîvanê gerîlacitiyêye. Gerîla ger ku gerîlacitî bike ti carî wê windahî nede.  

Pêwîste em baş lêkolîn bikin çima ev bala Engels, Marks, Che kêşandiye. Serokatî di dahûrdandinê de dibêje; “hûn dahûrandinan nakin, lêkolîn nakin, hûn modelên cîhanê rast meyze nakin, we ji xwe de hen teoriyên derew derxistiye, weke gerîlacitiyê zivistanê û havînê di nava me de pêşxist.” Demek kî ger ku mirov nezan be tevahî pêkanîna wê jî li gor nezantiya wê diçe. Pêkanîna wê gelek cara ji derveyê gerîlacitî derdikeve.

Marks dîtiye ku gava berxwedanên Îspanyol bindikevin jî li her derê carekê de dernakevin. Belave û dem bi dem derdikevin. Gava di qada şer de jî belave dibin û belave tên di qada şer de jî bi neyar re hatina li hember hev jî cardin amadedibin. Ji ber di arazî de belave sekinîne. Bi hêzekê hên zêdetir bi neyar re şer dikin. Vir de tişta ku mirov dibîne gava mirov arazî baş bikarbîne û belave be wê her daîm encamên serkeftî bigre. Serokatî jî di bêje; “bi awayekî berfireh belavbûyîn. Pêwîste gerîla bi awayekî berfireh belav bibe.” Marks vane dibîne. Ji ber ev berxwedêrane di arazî de berfireh û kûr belav bûne. Ji ber artêşa Îspanyol ji gel ava dibe ji bo wê jî gava darbe dixwarin jî bi lez xwe komê ser hev dikirin. Lê artêşa bi nîzam avantejê xwe yê bi vê awayî nîne. Pergala wan yê emîr û talîmat giran dimeşe. Ji ber hêjmar pire nagihijîn hev. Lê ji ber gerîlayên Îspanyol bi komên biçûk tevgerdikin, xwedî însiyatîfîn ji bo wê avantejekê wan yê wisa hene. Ji ber şêwazê lêdanê wan jî “lê bide, bireve” ji bo wê çiqasî teknîk di destê artêşa Napolyon de hebû encamek zêde nedigirt li hember vê şêwazê wan. Ji bo vê kêm windahî didan, gava arazî telef dikin jî pirsgirêk ne dibû, ji ber araziyek cuda dikarîn bikarbînin. Ji xwe Marks jî vê dibîne, erdê ku ji destê wan derdikeve zêde ne xeme, ji ber tevahî welatê wan hatiye dagirkirin, bindestkirin ji bo wan ax girtin û berdan zêde ne xeme. Her tim di tevgerê dene. Ev jî di hêle ku artêşa Napolyon her tim di nava bê moreliyê de û stresê debin. Ev di hêle ku di nava artêşê de belavbûyîn jî derbikeve holê. Ji bo wan rewşa dibin desthilatdariyê de jiyan kirin mirine, mirin jî tu wateya xwe nîne. Ango ji mirinê na tirsin viya ferq dikin. Ji bo ku xwe ji mirinê rizgar bikin mecbûr dimînin şer bikin. Artêşa Napolyon pir giran û hantale, bi nîzame û gelek elimandinan tevdigere. Li hember komên biçûk yên bê nîzam, belavene. Ev komên biçûk jî nerm, bêtirs, çeleng û dikarin pêşde biçin. Marks encamek wisa derdixe ger ku em her du hêz bênin gel hev encamên ku mirov jê derxe ya ku herê esnek, çeleng, bi însiyatîf wê encam bigre ji xwe encam jî girtiye. Ya din jî viya lêkolîn kiriye û dibêje; ya ku artêşa Fransa ji hêz xist û bin xist ne şer bû. Şer û pevçûn ewqasî artêşek tar û mar nake. Ya ku tar û mar dike neyarê ku nayê dîtin e. Ew neyarê ku ne dihat dîtin lê bê navber jî lê dida. Ev artêşa Nanpolyon gelek ji quwet xist. Neyarê ku nayê dîtin û êrişên wan yên bê navbere. Dibêjin gava artêşa Fransa li pey vane diketin ev hêz xwe dixistin di nava gel de winda dikirin û ji nişka ve jî derdiketin êriş dibirin ser artêşê. Ji bo vê zilamekê Fransiz şerê gerîla şipandiye çîroka şêr û pêşî. Gava pêşû bê navber êriş li ser şêr de dibe herê dawî şêr ji hêz dikeve û dimire.

Bêguman binketina gerîlayên Îspanyol jî çêbûye. Ev hêz heskirina gel kêşandine ser xwe, gel wan di ecibîne. Lê ne karîne vê heskirinê veguherînin hêza gel a rêxistinî. Gel tenê ji wan hesdike. Rêxistin, alîkarî û piştevaniya gel ava nekirine. Ev jî hiştiye ku li hember Napolyon sernekevin. Encamê ku ji vê derdikeve jî, gerîla ger ku dixwaze di şerê xwe de bi ser bikeve pêwîste ne tenê heskirin û sempatiya gel bikşîne ser xwe. Pêwîste hevkariya gel bi gerîla re û şer re bi awayekî rêxistinkirî çêbike.

Belê heval weke dîroka gerîla encam û lêkolînên hatine kirin mirov dikare bi vê awayî pênase bike. Em dixwazin ji wir jî werin di roja me ya îro de gerîla nîqaş bikin. Ji dahûrandinên Serokatî hen mijar me girtine em ser wan bisekinin. Di vê wateyê de ez dixwazim nêrînên hevalan bigrim. Birastî jî em bi xwe gerîla çawa pênase dikin. Gerîla çî ye? Her çar perçeyê Kurdistanê her wiha gerîlayên çolê jî bînin ber çave xwe. Ji xwe di çolê de jî gerîlacitî hatiye jiyan kirin. Mînaka Lîbya, Iraq û Sûrî heye. Cihê herê germ Efrîqa jî gerîla hatiye meşandin. Cardin cihê herê sar weke Çeçenîstan gerîlacitî hatiye meşandin. Cihekê weke Kurdistan her çar werz tê de tê jiyan kirin û çiyayên wê jî hene gerîla tê de heye. Berovajiyê wê cihên ku çiyayên wê nîne di nava bajaran de gerîlacitî dikin weke Îspanya, Îrlanda gerîlacitiyê bajaran jî heye. Gerîla li her derê gerîlaye. Lê gelo ev gerîla çî ye? Heval çawa pênase dikin.    

              

Kategori: Lehengên Jin