Hebûn çiya

JINEN LEHENG ILON

Min di sala 1991'an de rêxistinê naskir. Bi taybetî jî bi ruhê serhildanên di salên 1992'an de pêkhatin di me de jî ruhê welatparêztî dabû avakirin. Ev serhildanane li ser min gelek bandor dabû çêkirin. Hem şahadetên hevalan hem jî çalakiyên ku

pêkdihatin di tevahî gelde ruhê serhiladan û raperînêpêşxistibû. Di nava civakê de ruhek gelek cuda hatibû avakirin. Di tevahî bajarên Kurdistanê de her wiha di bajarên Tirkade jî bandoriya xwe avakiribû. Ji bo wê di wê demê de gelek beşdarbûyînên ciwanan ji bo qadên gerîla pêşdiketin. Di wan serhildanan de di jinên Kurd de ruhek û zindîbûyînek pir cuda pêşketibû. Ev bi awayekî eşkere derdiket pêş. Birastî jî di wê demê de naskirinekê kûr û bi zanist yê naskirina Serokatî û rêxistinê nîn bû.

Sala 1992'an di biharê de ez beşdarê nava refên gerîla bûm. Me perwerdeyê xwe yê şervanê nû qadê Zapê de dît. Heya şerê zapê xilas bû jî ez wê herêmê de mam. Sala 1992'an heya 1997'an li Zagrosê mam. Piştê wê jî derbasê perwerda YAJK'ê bûm. Bihara sala 1998'an de derbasê herêma Botanê bûm. Heftanîn, Besta, Beyşebap û Colemêrg ê mam. Piştê agirbesta ku Serokatî da destpêkirin jî ez derbasê herêma Kela Reş bûm, demek şûnde jî em derbasê Qendilê bûn. Heman demê de herêma Xakurkê jî mam.

Artêşbûyîna jin di dawiya 1993'an hate avakirin. Ew dem em taximek hevalê jin li Çiyayê Reş bûn. Di wê demê de weke şexs û weke tevgera jin jî me zêde fêm nedikir emê çi bikin û nêzîkatiyên çawa pêşbêxin. Ji xwe wê demê Serokatî gotibû pêwîste hevalê jin werin gel hev, xwe ji hevalên xort qut bikin. Bila bi xwe di nava xwe de rêveberiyên xwe avabikin, jiyana xwe plansazî bikin û birêxistin bikin.  Gelek hevalan de ferasetên cuda jî pêşketin, gelek heval tenê temaşe dikirin. Lê ruxmê wê jî heycan û coşek jî di tevahî hevalan de hebû. Emê bi xwe jiyana xwe rêxistin bikin, bi xwe ewlehiya xwe bigrin, her wiha perwerdeyên xwe bi xwe bidin û hwd. cardin Serokatî gotibû bi xwe bila rêveberiyên xwe derbêxin di wê demê de jî bi artêşbûyîna jin re di nava jin de fermandarên yekineyê, taxim, alîkarvanên wan derdiket. Di wê demê de fermandarê yekineya me rêheval Têkoşîn bû. Rêheval Têkoşîn ji Sêrtê bû û herêma Cudî şehîd ket. Gava em tenê man ew dem me tevahî kar û xebatên xwe bi tena serê xwe kir çawa ku em fêrî tevahî karên partîkê bûn, her wiha bû wesîleya ku em xwenas bikin, hêza xwe û xulîkartiya xwe jî derbêxin holê. Ji sala 1993'an de Serokatî pergala binerd xisti bû rojeva me de. Me hevalên jin tevahî manga û sixinexên xwe dibin erd de çêkir, bi tena serê xwe. Wê demê jî me hevalên jin şkefta birîndara digirt. Wê derê cihekê gelek stratejîk bû, me tepeciyên xwe derdixist wê derê, her carê taximek di çû. Heval gelek baldar nêzî ewlehiyê, jiyanê dibûn. Birastî jî di hevalê jin de bawerî, vîn, lêhûrbûyînên jiyanê, şer û perwerdeyê pêşketibûn. Ya herê giring jî êdî jin ji hev bawer dikir, ji bo hev pêşxistinê têkoşîn didan meşandin. Êdî jin bi xwe sengerên xwe yên şer, plan û keşfên xwe yên çalakiyê dikirin û şer dikirin. Di jin de aliyê birdozî û fikrandinê de jî gelek pêşketin dihat avakirin. Ev pêşketin her roj, her gav di nava jin de dihat pêşxistin. Ev dihişt ku jin xwe di her qadê jiyanê de pêş bêxe û nasnameya xwe xwedî derbikeve. Mirov dikare bibêje ku têkoşîna jin ya li hember zilam jî û dinava xwe de jî piştê artêşbûyîna jin pêşket. Êdî jin bûyer û neheqtiyên ku li ser dihatin meşandin qebulnekirin, ji bo vê jî têkoşînek didan meşandin. Berê wê jî têkoşînek hebû lê ji zanebûyîn, birdozî û rêxistinkirî ne dûrbû. Jin êdî ji bo xweseriya xwe têkoşîn dida meşandin, di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser dikin, dahûrandinan re derbas dikin. Ev pêşketinên dîrokî bûn.

Bêguman di wê demê de mijarên ku me têde zehmetî jî jiyan dikir hebû. Mînak di aliyê perwerdê de me zehmetî jiyan dikir. Ji ber heya wê demê hevalên jin perwerde ne dabûn, her tim hevalên xort perwerde didan û dibûn komîsyonên perwerdê. HevalêN jin ji bo vê mijarê gelek ked dan raber kirin. Ji ber di vê aliyê de kêmahiyên xwe dîtin û ji kûr de jî hiskirin ku pêwîste xwe di aliyê birdozî û paradîgmeya Rêber APO de xwe zana bikin û hevdû perwerde bikin. Ji xwe wê demê weke roja me ya îro ewqasî derfet jî nîn bû, heval li ser dahûrandinên Serokatî xwe kûr dikirin perwerde didan. Cardin heval ji bo ku şev jî demê xwe binirxînin çira çêdikirin û li ber çira xwe amadedikirin. Êdî di hevalê jin de nêzîkatiyê roja ne jiyan kirin ji holê rabûbû. Pêşeroja xwe, kêliyên jiyanê bi wate û tijî jiyan kirin hatibû avakirin.

 Tevahî pêşketinên ku dihatin kirin ewqasî hesanî çênebûn. Di encamê gelek ked û bedelande êdî jîn bû xwedî vîn, însiyatîf, baweriya wê ji bo wê pêşket û ji bo pêşeroja xwe û jiyana xwe fikrandin û xwe zanabûyîn da avakirin. Her wiha berê artêşbûyînê taximên hevalên jin nîn bû, weke manga li ser taximên hevalên xort disekinîn. Cardin fermandarên jin yê manga hebû lê yê taxima nîn bû. Di sala 1992’an de di hen herêman de cih bi cih taximên hevalên jin cuda diman. Lê di Başûr de gelek herêman de taximên hevalên jin xweser disekinîn. Di pratîkê de hevalên jin weke tîm disekinîn. Ziviztana sala 1993’an de hevalê jin piştê şerê Başûr êdî taxim di sekinin.Ew dem hevalên jin piranin dikşandin Herêma Zelê. Mînak weke herêma Zagros ewqasî mezin û berfireh du taximên hevalên jin tenê man. Lê gava em derketin pratîkê cardin em dibûn tîm, ji xwe gelek cihan de jî fermandarên manga heman demê de dibûn taxim. Cihê ku min jiyan kir piranî ya xwe bi vê awayî bû. Di Başûr de pergala taximê hebû, lê di Bakur de piranîn tîm di sekinin. Di sala 1995’an de di Kongreya YAJK’ê de biryara cihên guncaw de yekineyên hevalên jin were avakirin hate girtin. Wê demê li Zagrosê herêma Gerdiya de, Cîlo yê biçûkde, Heftanîn û Botan de yekineyên hevalê jin hatin avakirin. Li gor erdnîgarî û şertên şer taxim, manga û yekineyên hevalên jin xweser di sekinîn û mevzîlendirmeyên xwe çêdikirin.

Mirov bibêje hevalê jin her tiştê di pejirandin ne raste, li hember gelek tiştan serî rakirin û ne pejirandin hebû lê şêwaz û rêbazê têkoşîn kirinê de kêmasî derdiketin. Birastî jî piştê ku artêşbûyîna jin hate avakirin di jin de ji xwe bawer bûyînek pir cuda derket holê. Ji ber êdî rêxistinbûyîna wê hebû, artêşa wê avabû û hwd. Pêşketinên ku di hevalê jin de derket holê ji aliyê hevalên xort de jî bi awayekî şînber dihate dîtin. Cardin jin di her qadê jiyanê de bû xwedî maf, vîn û bi têkoşînê xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Ev jî di siya rêhevalên me yên pakrawan de hate avakirin. Jin gihiştiye wê astê ku êdî pêşengtî ji tevahî jinên cîhanê re dike û xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Di artêşbûyîna jin re êdî jin çalakiyên xweser pêktanîn, kes mûdehelaya wan û jiyana wan ne dikarî bikin. Çalakiya jin ya yekemîn kir a xweser jî sala 1994’an bû. Rêheval Sozdar Xelîla pêkanî bû bi panzerê de mayînek teqandibûn li herêma Cudî. Çalakiya duyemîn jî rêheval Delîla Goyî li Zagrosê pêkanî bû. Rêheval Delîla di sala 1998’an de li Amede şehîd ket. Ew dem tam nayê bîra min operasyon bû an çalakî lê rêhevalên jin bi serê xwe şer dikin û wê demê heft çek jî li ser neyar rakirin.

Artêşbûyîna jin hişt ku êdî jin bixwe dîroka xwe ji nûde binivsîne û çarenûsa xwe bide diyar kirin. Bi vê re heman demê de hem xwe pêşdixe, hem civakê hem jî zilam. Di jin de ew ruhê berxwedêr û têkoşînê hat rêxistinkirin. Her wiha cardin di jin de ji bo heqîqetê şer kirin û têkoşîn kirin derket holê. Her tim Serokatî ji pirsgirêka jin re stratejîk nêz bû. Ji bo wê pêdiviyek pir mezin dît ku artêşbûyîna jin, partiya jin bi rêxistin bike û bi afirîne. Birastîjî di salên 1992’an de tevlêbûyîna jin ya di nava refên gerîla de gelek zêde dibû. Pêwîstî hebû ev hêz were rêxistinkirin. Ji bo wê Serokatî dahûrandinên herê bingehîn jî ji bo ku jin xwe nasbike esas girt. Ji ber ger jin xwe rast nas neke û heqîqeta xwe nas neke wê nikaribe li hember hişmendî û pergala zilam jî têkoşîn bide meşandin.

Ger ku jin nebe aîdê xwe, bi vîna xwe, bi zanabûyîna xwe bi xwe biryara jiyana xwe nede wê nikaribe têkoşîn û berxwedaniya xwe ya azadiyê jî bide. Ger ku têkoşîna azadiya jin bi rêxistin ne bûya, stratejîk ne hatiba destgirtin wê di roja me ya îro de ewqasî mezin, kûr û gerdunî ne dibû. Piştê ku Serokatî artêşbûyîna jin avakir YAJK da avakirin. Bi rêxistinbûyînê re jin xist partî, ji ber birastî jî partîbûyîn dibe çavkaniya jiyanek azad û demokratîk. Her wiha birdoziya rizgariya jin pêşxist. Bi mezinbûyîna rêxistina jin re Serokatî jî gav bi gav mezinbûyîna jin esas girt. Ev jî weke ku mirov bi avê nebatek avdan bide û bi hêle ku ew nebat hertim şîn bimîne. Weke çawa ku av pêwîstiyek gelek giringe ji bo tevahî zindiyan xweza û gerdûnê birdoziya rizgariya jin jî heman tişte ji bo jin. Cardin Serokatî rêgezê qutbûyînê danî pêşiya jin. Ev jî ji bo ku jin çawa bikaribe xwe ji pergal û hişmendiya pergalê baviksalarî di aliyê ruh, fikir, hest û hwd.de qut bike. Ya rast ji bo ku jin xwe ji ew çarenûsa ji bo xwe qebûl kiriye û li ser jin ev pênç hezar salin hatine ferz kirin qut bike. Heman demê de ji bo ku jin bi xwe jî xwe ji koletiya ku tê de jiyan dike rizgar bike li hember xwe jî têkoşîn bide meşandin rêgezekê bingehîne. Ger ku jin bixwe jî xwe rizgar neke û xwe ji pergal, hişmendî û jiyana modernîteya kapîtalîzm ser daye ferz kirin qut neke wê nikaribe li hember zilam jî şer bide meşandin.

Artêşbûyîna jin li hember neheqtî, bê maftî û tûnebûyîna netewa jin hate avakirin. Ev jî bi kedên Rêber APO û yê rêhevalên me pakrawan pêkhatin. Serokatî mîrasek gelek bi nirx û dîrokî teslîmê jin kir. Pêwîste jin jî bi kedek gelek mezin xwedî vê mîrasê pîroz derbikeve. Em bi tevlêbûyîn, pêşketin û bi guhertinan re rexnedayînek rast bidin Serokatî û dîrokê.

Kategori: Lehengên Jin