Tirkî  |  Erebî

Hevpeyvîn

jınen leheng malperTê zanîn di 3’ê Tebaxê di sala 2014’an de li ser gelê me bi destê çeteyên DAIŞ’ê re fermana 74’an pêk hat. Di vê fermanê de weke her tim yê ku êş jiyan kir û bi her awayî bi qirkirin, kuştin û destdirêjiyê re rû bi rû man cardin jî jin bûn. Li ser vê bingehê me bi rêhevalên hêzên parastina jinên Şengalê ( YJŞ) re li ser vê mijarê hevpeyvîn hate amadekirin. Mizgîn Şengal:

Birastî jî gelê Êzidî gelek hovitiyan re rû bi rû maye. Bi vê komkujiyan re me fêm kir ku, ger em bi xwe nebin yek û parastina xwe nekin tu kes alîkariya me nake û me na parêze. Mînaka vê di fermana 3’ê Tebaxê de eşkere bû. Ji derveyê hevalan ango PKK kes xwedî li me derneket û  parastina me nekir. Heya roja me ya îro jî heval me di parêzin. Bi taybetî jî di fermanê de yên ku herê zêde bi hovitiya DAÎŞ’ê re man jin bûn. Ji ber armanca çeteyan ewe ku bi civakan û gelan tune bikin, ev jî bi riya kuştin û qirkirina jinan re dixwazin pêkbînin. Li ser vê bingehê jî ji bo ku em xwe bi rêxistin bikin, zanabikin, parastina xwe bi xwe bikin û tola xwe rakin YJŞ hate avakirin û em jî niha di nava wê de weke keçên Êzidî cihê xwe tê de digrin.

Em hatin xapandin û me bixwe jî xwe di xapand. Me digot; “kesên parastina me bikin peşmergene PDK ye.” Lê rastî derket holê ku yê me frotin û di piştê de me xistin ew bûn. Niha li vir di çeperê de gerîla jî hene û peşmerge jî hene. Lê gava şerek pêşdikeve peşmerge xwedide paş. Lê gerîla ango heval ji bo ku Şengal û gelê Şengalê biparêzin xwedidin pêş û canê xwe feda dikin. Em vane bi çavên xwe dibînin û jiyan dikin. Ji bo vê bitaybetî jî weke jin emê ji îro pêde bi xwe bibin hêza parastina xwe. Ger jin bi xwe ne rabe li hember deshilatdariyê xwe rêxistin neke û parastina xwe neke wê her tim jin komkujiyan re rû bi rû bimîne. Niha li vir yekineyên me avabûne, em perwerdeyên xwe yên birdozî û leşkerî dibînin.

Navê yekineyê me jî navê Binevş Agale. Rêheval Binevş bi xwe jî keçikek Êzidî bû. Ji bo parastina xwe, gelê xwe û ji bo jin li hember neyar serî rakir û têkoşîn da meşandin. Heya em saxbin wê roja 3’ê Tebaxê ji bîra me neçe. Emê bibin hêza bingehîn yê tol girtina jinên Êzidî û nirxên Êzidî. Emê ji tevahî cîhanê re, hişmendî û pergalên ku dibêjin jin nikarin xwe biparêzin û çek rakin bidin diyar kirin ku jin çawa xwe rêxistin dike, ji bo azadiya xwe û welatê xwe şerdike.

Vînar Armanc: Her tişt ji nezantî yê tê serê me. Tişta herê xirab nezantiye. Nezantiya herê mezin jî parastina xwe û canê xwe xistina destên kesên cûda de. Bêguman me vane berê ne dizanî. Ya herê giring jî min bi xwe ti carî ne hêvî dikir, ne bawer dikir û ne jî xeyal dikir ku wê rojek rêxistinekî jinên Êzidî jî çêbibe emê ji bo azadiya xwe şer bikin û tola xwe bigrin. Her tim me pişta xwe da zilaman lê me dît ku rastî ne wisane. Ji bo wê gava min bihîst ku rêxistinbûyîna jinên Şengalê avabûye û wê jinên Şengalê xwe di nava wê de bi hêz bikin ew dem ez gelek kêfxweş bûm. Birastî jî min digot; “tiştek wisa nabe gelek zehmete.” Nirxek pir mezine ku jinên Êzidî xwe bi xwe rêve dibin, yekineyên xwe avakirine û şer jî dikin.

Ger ku jinên Êzidî xwe zanebikin û nas bikin tu tişt û tu hêz nikare pêşiya wan bigre. Ji xwe di yekineyên me yên ku hatiye avakirin de mijara herê bingehîn yê ku li ser tê seknandin jî zanakirina jinane. Di yekineyê de ji bo xwandin û nivîsandinê jî xebat tê meşandin. Ji ber piraniya me ne çûye dibistanê. Di destpêkî de em zehmetî jiyan dikin lê piştê ku em fêr dibin ew dem em gelek şa dibin. Ji bo ku em Serokatî nas bikin û rast bixwînin pêdiviyê herê bingehîn jî xwandin û nivîsandine. Em çiqasî zehmetî jiyan bikin jî lê ya herê giring em bigihîjin armanca xwe.

Gelê Êzidî bi xwe jî ji bo vê mijarê kêfxweş dibin. Ji ber ku ew jî ti carî tiştek wisa hêvî ne dikirin. Tevahî xeyalên wan jî rizgar kirina Şengalê ye. Ji bo jinên Êzidî jî serbilindiyeke. Yekineyên jinên Şengalê wê xwe li herderê rêxistin bike û tola jinên ku niha di destê DAÎŞ’ê dene bigre. Tevahî armanca min ewe ku em Şengalê rizgar bikin û azadiya jinên Êzidî bînin. Hêvî û baweriya min heye ku emê vê pêkbînin. Çawa ku me piştê fermanê rêxistina YJŞ, emê bikaribin azadiyê jî bînin. Ji ber ku em ji kesê re nakin em ji xwe re û ji bo parastina xwe dikin. Heya niha tu kes me zana nekir û ji bo parastina me ked ne da. Lê Serokatî me zanadike û ji bo ku em xwe bi hêz bikin jî kedên gelek mezin dide raber kirin. Emê êdî vîna xwe nexin destê tu kes û hêzan de.

Viyan Royal: Beriya her gotinê ez kesên ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînim û soza tolgirtina wan didim. Birastî jî em demên gelek bi êş re derbas bûn. Di encamê van êşên girande ya giring ewe ku em dost û neyarê xwe baş nas bikin û li gor wê jî têkoşîna xwe bi hêz bikin. Ger em rast van êşên xwe çareser nekin emê nikarin şerekê rast jî pêşbêxin. Lê di virde ya giring zanakirina jinên Êzidî ye. Jinên Êzidî çiqasî zanabibin û pêşengtiyê ji civaka Êzidî re bike wê ew dem civak jî zanabibe û li hember neyarê xwe jî şer bike. Piştê vê fermanê em çiqasî xwe zanabikin, bi hêz bikin emê ewqasî bikaribin tola jinên ku niha di destê çeteyên DAÎŞ’ê dene bikin.

Li her derê di destpêkî de êriş li ser jinan pêktê. Ji bo vê pêdivî heye ku jin xwe bi parêze. Civaka Êzidî civakek gelek girtiye, bi taybetî jî jin di vê civakê de di fetise. Yê ku herê zêde li hember vê wehşetê û êrişan şer bike jî pêwîste jin be. Avabûna YJŞ jî li ser vê bingehê bû. Tevlêbûna me jî weke keçekêk Êzidî em xwe zanabikin û tola jinên Êzidî ya bigrine. Em çiqasî zehmetî jiyan bikin jî lê em ketin wê zanabûnê de ku tu tişt bê zehmetî nabe. Ya giring ewe ku em xwe zanabikin, xwe ji nezantiyê û zincîrên koletiya civakê û malbatê rizgar bikin. Birastî jî ger em li gor armanca xwe tevger bikin wê ew demê civaka Êzidî rizgar bibe û tola nirxên xwe rake.

Zîlan Gîvara: Ti carî me di xweyn û xeyalên me de derbas ne di bû ku wê rojek were emê li ser çiyayê Şengalê çek rakin û li hember neyarê xwe şer bikin. Ya herê giring jî me ne dizanî ku neyarê me di nava me deye û wê rojek were di piştê li me bide. Ma dihat hişê ku wê rojek civaka Êzidî fermanek wisa re rû bi rû bimîne û wê jinên Êzidî li Şengalê çek rake û têkoşîna azadiya xwe û welatê xwe bike. Birastî jî me ne dizanî ku em çiqasî kolene, bindestin. Lê gava me di perwêrdê de dîroka jin guhdar kir û nîqaş kir ez gelek bandor bûm. Bi taybetî jî berxwedanî û têkoşîna jinên ji bo azadî û mafê xwe dane meşandin bala min kîşand. Em jî weke jînên Êzidî emê heya dawiyê berxwedanî bidin meşandin û emê tola welatê xwe rakin.

Bi fermanê re em gelek bêhêvî bûbûn. Lê bi hatina hevalan re em cardin zindî bûn û hêviyê me pêşket. Gava ez çek digrim destê xwe de û li hember çeteyên hov şer dikim di min de baweriyek gelek bi hêz ava dibe. Em ticarî komkujî û fermana Şengalê ji bîrnekin. Her ku em rastiya neyar fêm dikin û nas dikin ew dem nefret û hisê me yê tol girtinê zêde dibin.         

Kategori: Lehengên Jin