Jiyan Şer

jinen leheng TIRMEH

 “Artêşbûna jinê; li dijî dîroka arteşa zilam a ku pêşketiye, xwedî taybetmendiyêk hêza rexne û vebijark(alternatif) e. Di dîrok û roja me de artêş, wekî xebat û mijûlbûna zilam tê pejirandin. Xebatên artêşê, di bin sîha zilam de tê meşandin. Heger tu leşkertiyê bidî destê zilam, ev tê wateya afirandina çîna desthilatdar. Pêwîst bû ku, hêvî xwe bigîhîne rastiyê,

PKK partiyeke rizgariyê, azadiyê bû. Ji bo wê pêkanîn û têkoşîna tevahî, hêvî, rastî û xeyalan ev bû. Hêvî PKK bû û bi hezaran jin li pişt hêviyên xwe, dibaziya, wê hemêz dikir û ji bo wê jiyana xwe feda dikir. Şoreşa PKK’ê di vê xetê de ji şoreşên din cûda û cewaz dibû. Ne tenê şoreşa rengê zilam, şoreşa ku bi rengê jinê û di bingehê têkoşîna xwe de azadî û xilasiya jinê ji bo xwe hîm digire.” Nêzîkatiyên jinê yên ji bo vê qadê, hem di milê rêwişt (ahlak), hem jî li gor zagonan û hwd. de hatiye qedexekirin. Pir balkeş e ku, em ji bo vê zogonê bişkînin dixebitin. Artêşên bi karakterê zilam hatiye avakirin, serwerî û dijwariyê di astêkî jor de dijî. Yê ku xwedî artêşe, ew diperçiqîne. Tu bermahiyên peyva artêşa wekhev ve tekîldar nîne. Cihên ku newekhevî lê dijî, artêş di wir de derdikeve holê. Yek artêşa serdest e, yek jî artêşa bindest e. Di cihekî de artêşa tenê ji zilam heye û ev yek tê wateya ku di wir de jin tuneye. Bêguman jiyan vê rewşê piştrast dike. Wê demê bi tespîtekî giştî, divê mirov bibîne ku artêşa jinê ji bo wekheviyê dibe nirxekî bingehîn. Di vê wateyê de artêşbûna jinê, ji xirakirinê zêdetir xwedî taybetmendiya afirandinê ye. Ji bo ku di çavkaniya afirandina artêşa jinê de, wekhevî, aştî û adalet heye, xwedî taybetmendiyêk azadîxwaz e.Artêşbûna jinê; jina ku metîngeriya zayend (cins) derbas dike, girêdana xwe ya bi zilam re dike û şêweya jiyana kevneşopî na, şêweya jiyana azadî bingeh digire, tinê zimên”

 Di vê bingehê de têkoşîna ku pêşkete, bi rengê jinê dihat xemilandin. Piştî ku beştarbûna jinê ji bo tevgera azadiyê zêde bû, pêwîstiyeke ji bo rêxistin û artêşbûna jinê derkete pêş. Heta salên 90, ev pêwîstî hê zêdetir xwe spand e. Bi ceribandinên têkoşînê ve girêday pirskirikên derdiketin pêş pêwîstiya artêşbûna jinê hê bêhtir zelal bû. Di destpeke heta salên 90’î beştariya jinê hebû, lewre di milê hijmar de pir zê de nebû.  Serok APO vê yekê bi awayeke lez dahûrand û çareseriyeke pêşxist.  Şoreşa PKK’ê di vê xetê de ji şoreşên din cûda û cewaz dibû. Ne tenê şoreşa rengê zilam, şoreşa ku bi rengê jinê û di bingehê têkoşîna xwe de azadî û xilasiya jinê ji bo xwe hîm digire. Di vê bingehê de têkoşîna ku pêşkete, bi rengê jinê dihat xemilandin. Gelê ku xwe rêxistin neke, gelekî kole ye. Zayendê ku xwe rêxistin neke û nemeşîne jî kole ye. Em bihizirin; meqanîzmaya me ya parastinê heye. Ev jî beranberê li her êrîşê dijî pergal û jiyana jinê hêza parastinê ye û di her milan de rewatiya xwe diparêze. Di dîrokê de heta niha tişta ku jin hûnda kire, bê rêxistinbûn û bêhêzbûna jinê ye. Ji bo wê jî heta rêxistin û hêzeke mezin neye afirandin, jiyana jineke nakeve bin ewlekarî yê. Di rewş û zîhniyeta cîhaneke wisa de ancax bi arteşeke mezin û hezeke azadiyê ve, jin bikare helwest û seknandineke rast raber bike. Weke din em nikarin azadbûn û hêzbûna jinê bilêvbikin. Helwest û çareseriya rast ancax bi artêş û gîhandina rêxistineke hêz ve gengaz e (mümkündür). Ji bo wê bi taybetî jî di rewşa Kurdistanê de afirandina arteşeke azad a jinê, pêngav û helwesteke pir mezin e. Pêwîst e em nirxandina xwe ya di derbarê artêşbûna jinê de, di vê bingehî de pêşbixin. Weke din em nikarin bigîhîjin rastiyeke bingehîn. Û em nikarin encameke rast derbixin holê.

Di merc û şertên ku Kurdistan tê de dijî de, arteşa jin a azad afirandin, pêngaveke herî mezin e. Di vir de raman, armanc û hêza guhartineke pir mezin derdikeve holê. Ji bo wê jî em dikarin bêjin ku, hilperîna azad a azadiyê bi artêşbûnê ve hatiye avêtin. Artêş, hêz û qûweteke pir mezin e. Ev rastî di rastiya artêşbûna jinê de hêzêdetir derdikeve pêşberî me. Tevgera azadiya gelê Kurdistanê, di vê milî de ji tevgerên şoreşger ên dîtir qut dibe û di vir de cewaziyeke pir mezin di xwe de hildigire. Çimkî tu artêş an jî şoreş, weke tevgera azadiya Kurdistanê, xeta azadiya jinê pêşnexistiye. Di nava şoreşeke de şoreşa herî mezin û bingeh afirandina tevgera azadiya jinê ye. Ji bo wê em dikarin bêjin ku, pêngava 15’dê tebaxê di heman demê de, pêngava azad a jinê ye. Di milê raman û armanc de ne tenê xilasiya netewî an go ne tenê pirsgirikên netewî dixwe rojevê, di bingeh de xilasiya jinê û xeta azadiya jinê ji bo xwe armanc digire û hemû hewl û kedê xwe li ser vê hedefê saz dike.

Di vir de nêzîkatiya Serok APO li hember jinê û meyla wî li ser pirsgirika jinê derdikeve holê. Serok APO bi ramanê xwe ve di rewşê Kurdistanê de pirsgirika jinê girte rojeva yekemîn. Di Kurdistanê de bê ku şoreşa jinê pêkbê, tu şoreşên din nagîhîje serkeftinê. Çimkî pirsgirika jinê ji pirsgirikên netew û civakê hê dijwartire û bê ku pirsgirika jinê bê çareserkirin, tu pirsgirikên din ên civakê naye çareser kirin. Ev rastî bi awayeke zelal berbiçav e. Mirov di destpeke de bi têkçûn û hilweşandina jinê ve hûnda kire. Rewşa koletî û têkçûna jinê, ji rewşa hûndakirina netew û civakê hê xirabtire û di xwe de xeteriyeke pir mezin hildigire.

Di milê din de jî weke ku Serok APO bi lêv dike, “Artêşbûna jinê li hem ber artêşên ku di bingehê zîhniyeta desthilatdariya zilam de hatiye ava kirin vebijark e. (Alternatîf)” Ev hem di milê raman, hem milê hest û hem jî di milê rêgez de wisa derdikeve pêş. Ji bo wê jî artêşbûna jinê di rewşên Kurdistanê de hêza azadiyê ye. Hem ji bo azadiya jinê, hem jî ji bo azadiya gelê Kurd ewlekarî û baweriyeke. Şoreşa Kurdistanê jî di vê bingehê de digîhîjê hêza xwe ya rastîn. Bi beştariya jinê ya şoreşê ve, pêdivî ji arteşeke azad a jinê re derketiye holê. Jin bi lêgerîn, raman û giredana xwe ya azadiyê ve beştarî şoreşa Kurdistanê dibe. Rewşa jinê ya koletiyê, bingeheke mezin ji bo hilperînên nû vedike. Ev jî ji bo azadiya jinê bingeheke herî yekem e. Bi vê ve tevgera azadiya jinê hem di milê hijmar, hem jî di milê hêz de mezin bû û heta roja me ya îro, bi awayeke din rengê xwe derdixwe pêş û xwe domand. Ji bo wê jî artêşbûna jinê pêdiviyeke herî mezin e. Ger artêşa azad a jinê nehatiba avakirin, azadiya jinê jî wê weke xeyaleke bimana. 

Di vir de mijara derketina serê çiya mijareke herî bingehe. Derketina keçêkî ciwan ji bo serê çiya, nîşandana xwestek û ramana azadiyê ye. Li wê derê dijwariya azadî û serxwebûnê vegotin dike. Ji bo wê Serok APO tu kesî dibin navê azadiyê de ji bo ajoyên (güdü) xwe yên desthilatdariyê re çareseriyê bibinin, dernaxîne serê çiya. Li ser navê azadiyê hebûna keçêkî ciwan li serê çiya, li hember mirovê ku beranberê tabû, pêşdarazî(ön yargı), girtîbûn û ajoyan xwe binketiye, îdîaya şerêkî mezin û derketinekî bingehîne. Ev lêgerîneke pir mezin e. Ger em rastiya artêşbûna jinê di vê bingehê de şîrove nekin, bi vê rastiyê ve negirin dest em nikarin têkoşîna artêşa jinê têbigîhîjîn. Di vir de pirsa ji di çiya de çawa jiyan dike û jin leşkereke çawa ye, artêşa jinê çawa hat afirandin? Derdikevin pêş. Ji xwe girîngî û rêgezên arteşbûna jinê jî di vê bingehê de derdikeve pêş. Têgîhîştina artêşa jinê, bi awayeke rast bersivdana van pirsan ve gengaz e. Ev rewşa ku di milê jinê de hatiye avakirin ne ewqas hesane (rahat). Tu tişt ewqas hesanî dernekeve holê. Bi taybetî jî di milê rastiya Kurdistanê de mirov bigire dest û şîrove bike, ev pêngaveke ne ewqas hesane. Di nava civakeke ku ewqas bi namûsa xwe ve girêdaye, bi taybetî jin weke tabûyeke mezin tê dîtin de, di nava ewqas paşverûtiyeke mezin de hilperîn û pêngaveke pir mezin e.  Di nava ewqas bêbawerî û pêşdaraziyan (önyargı) de, derketina jineke ji bo azadiyê li serê çiya, wateyeke pir mezin di xwe de hildigire. Azadî, xwestek û armanceke pir mezin e. Ji bo wê jî pir têkoşîn û bedel pêwîst dike. Jin jî bedelê vê yekê bi awayeke giran da. Bedelên ku heta niha hatin dayîn ne ewqas biçûge. Ne tenê beştarbûna tevgera azadiyê an jî derketina serê çiya, di nava tevgerê de jî têkoşîn meşandin ji bo jineke ewqas hesan nîne û pir zor e. Di destpeke de şereke mezin e û tê wateya şerê dijwar a zîhniyetê. Ger ev şerê zîhniyetê nehatiba meşandin, artêşa di nav tevgera azadiyê de ewqas pêşnediket.

Kategori: Lehengên Jin