Zaxo Zagros

jınen leheng puşber 2

Azadî û parastin mîna du cêwiyane di xwezayê dene. Di her hebûnekê li ser rûyê gerdonê de xwesteka azadî û xwe parastinê heye. Ji ber bêyî wan jiyan û hebûn an nabe an jî ji mirnê xirabtire. Lewma ciyê ku lê ev herdu diyarde nebe li wir alozî û qeyran heye. Li wir şer û pevçûn heye. Her weha li wêderê koletî û dest hilatî heye. Hebûnên ku van

herdu taybetmendiyan bi awayekî xurt dihewînin bi vîn jiyandikin û bi rengên xwe gerdonê zengîn dikin, lê hebûnên ku van taybet mendiyan wenda dikin an dawî li jiyan wan tê û bin ax dibin, an jî ji nasname û kirdeya xwe dûrdikevin û dibin dagirkeryekî dijwar de jiyandikin. Dema mirov li gel û zayindeyên bindest dinere, ev rastî li berçave. Hêzên dest hilatdar dema êrîşê dibin ser gelekî an zayindeyekê berî hertiştî pergala wan a parastinê hildeweşînin. Ne tenê di warê fîzkî de, her weha di hemû waran de tê meşandin. Ji warê zihnî bigre heta warê civakî, ji warê çandî de bigre heta warê aborî. Hêzên mêtinkar berî hertiştî hêzên bindest ji xwerêvebiriyê bêpardike û hemû amûrên jiyanê bi xwe ve girêdide. Bi vî rengî civakeke bêvîn tê afirandin. Ev rastî herî zêde ji bo zayenda jinê derbas dare. Dema mirov li dîrokê meyzedike derdikeve holê ku desthilatiya mêr pergala civaka xwezayî a ku li ser nirxê jinê avadibû êrişî nirx û sembolên civaka xwezayî dike. Her weha dest datîne ser hemû amûrên ku civak xwe pê di parêze. Dîsa tişta herî balkêş jî ewe ku ji bo ku desthilatiya mêr bikare civakê teslîm wergire hemû rengê tund û tûjiyê bi kartîne û ji bo ku civaka xwezayî nikaribe li berxwe bide, bi riya avakirina artêşan tund û tûjî dike perçeyekî ji pergala baviksalarî. Artêşa yekemîn di dîrokê de artêşa Sargone. Wê neşaş be ku mirov bêje yekemîn artêşa ku ava bû li dijî civaka xwezayî û li dijî pergala dayiktiyê bû. Ev artêş ji destpêkêve bidestê mêr hate avakirin ta ku jin û civakê kole bike. Tevî ku jinê civakbûn pêşxist û li dijî hemû xeteriyan parast lê çawa jin dervî hemû aliyên jiyanê ma, her weha û pir bizanebûn dervî pergala parastinê jî ma. Ji bo jin herdem belengaz, hewceyî mêr û bindest bimîne, mêr herdem hewlda ku jinê ji amûrên parastinê dûr bigre. Û heta ne tenê veya, jinên ku dixwestin di artêşan de cî bigrin jî, bi zanebûn hatine teşhîrkirin û serî li hemû rêbaz û dek û dolaban dane ta ku wan dûrbixin. Lewma gotinên mîna “jin darê şikestiye” “divê zarok ji malzaroka wê, dar ji ser serê jinê kêm nebe” jin zayindekê nazike” “ leşkerî karê mêrane” hemû jî ji hêla pergala mêr mîna zagonên civakî hatine bi cîkirin û jin li gor van kevneşopiyan ciyê xwe di jiyana civakî de digre. Ev gotin ji xwe ve ne derneketine holê, ji bo jinê ji amûrên xwebûnê bêpar bikin û bikin wekî berdewamiya mêr pir bizanebûn ev hevok hatine hilbijartin. Lewma her axaftin an jî metlokek di nav xwe de şîfrên pergala baviksalarî di hewîne.

Rastiyeke berçav heye ku kes nikare inkar bike; azadî ne ji bo her kesê koleye wekî ku Rêber APO jî di bêje; “azadî ji bo kesên ku di ferqa koletiya xwe dene” lewma jî berî hertişt di vê mirov li ser aliyê ronak bîriyê raweste, jin û mêrên ku ji rewşa xwe razîne, an jî ne di ferqa pergala koletiyê dene ew kes nikarin gavan ber xwebûna xwe de bavêjin.  Di vê derbarê de zanista azadî gelek girînge. Rêber APO dema ku xwest artêşbûna jin pêşbêxe, tişta herî zêde li ser radiwestiya jî mijara zanista azadiyê bû. Her çiqas me digot em kolene, an jî bindestin, lê di hundur de me koletiya xwe pir jî qebûl nedikir. Yanî heta radeyekê ji xwe razîbûn hebû. Lewma di salên 1992-1993’an de di helsengandinê (çözümleme) xwe de, di xwest bime bide naskirin ku em kolene û em mulkin û ti vîna me nîne. Ji ber ku hişmendiya me a dîrokî û civakî nebû, lewma Rêber APO bizimanekî sade û şênber jiyaname, têkiliyên di civakê de, rewşa jinê vedigot. Ji ber didît ku em pir ne bi kînin li dijî pergalê, hewldida ku em rastiya pergalê fêm bikin ta ku em biryar bidin li dijî wê şerbikin. Her weha di wê demê de em ne ji bo azadiya jinê ji bo azadiya netewî tevlêbibûn û me azadiya xwe di azadiya netewî de didît wekî jin. Lê belê, bi demêre û encama hişmendiya ku felsefa Rêber APO di kesayetiya me de pêşxist derket holê ku,  ger em xwe wekî jin ji hişmendiya zayendperest rizgarnekin em nikarin têkoşîneke dijwar ji bo pirsa netewî bidin. Ji ber miroveke kole nikare şerê azadiyê bide. Wê neşaş be ku mirov bêje Rêber APO di wan salan de şerekî dijwar li himber hişmendiya me a kevneşop da meşandin. Lewma gava yekemîn a artêşbûna jinê, avakirina hişmenidya azadiyê bû. Xwe naskirin, mêr naskirin, pergala baviksalarî naskirin û ketina ferqa rewşa xwe de bû. Di gava duyem de û mijara herî zêde Rêber APO li ser radiwestiya rêxistinbû. Rêber APO di bêje; “gelê ku xwe rêxistin neke koleye, zayenda xwe rêxistin jî neke koleye û bi hesanî Jî nikare xwe rizgarbike.” Ji bo ku tu bikare li dijî pergaleke weha şerbike û bi serkeve, divê tu teqez xwedan rêxistinbî. Çawa gelên bindest bê rêxistin nikarin xwe bigihînin azadiya xwe her weha jin jî bê rêxistin nabe. Hêzên desthilatdar herdem hewildidin ku hêzên bindest perçebikin, belavbikin ta bikarin wan bikin kole. Ji ber cihê ku lê yekîtî û hevgirtin hebe li wir hêz heye, berxwedanî heye. Lewma jî bi hemû rêbazan  pergala baviksalrî nehiştiye ku jin werin gel hev, bi riya rêbazên taybet hesûdî kirine taybetmendiyên sereke ên jinê da ku jin ji hev dûrbibin. Her weha ji bo du jin neyên gel hev, hemû amûrên wê ji holê rakirine. Jin di çerçoveya malê de hiştin jî encama vêyekê ye. Ji bo jinan cihê kolektîf û jiyana komînal qedexekirine. Camî, siyaset, karê derve, huner, werzîş, dibistan û di  artêşê de cîhgirtin û hwd. ji bo jinan cihên qedexene. Jiber li wan ciyan ihtîmalê ku jin werin gel hev û derdên xwe bihevre parvekin û têkevin ferqa rewşa xwe de. Mêr pir ji jinên rêxistinkirî di tirse. Lêbelê bi demêre ji bo azadîyê rêxistina xweser, jiyana xweser çiqas pêwîste me biçavên xwe dît. Me dît ku jinek bitena xwe nikare li himber pergaleke ewqas zalim li berxwebide. Her weha di jiyanê de isbat bû ku rêxistin hêze, bi xwe baweriye û rêya serkeftinêye. Cihê ku jin lêrêxistinkirî be, li wir mêr tu car cesaret nake ku jinê bigre himber xwe, lê dema jin perçe û belavbin mêr karin hemû rengên dek û dolaba li ser jina pêşbixe. Mirov dikare bibêje artêşbûna jinê asta herî bilind ya rêxistinêye. Lewma ev gav ji bo tekoşîna azadiya jinên Kurdistanê gavekî herî radîkal û dîrokîbû. Ji ber ger jin di warê leşkerî de xwe bigihînin asta artêşbûnê wê demê di hemû warê jiyanê de dikarin xwe bikin rêxistin.  Gavekî radîkale jiber di cihekî wekî Rojhilata Navîn û Kurdistanê de biryarekî weha girtin tê wata ku ev şoreş ne tenê şoreşa mêre ev heman demê de şoreşa jinêye jî, û tê wateya biryara jiyan û pergalekî nû. Yanî ji jiyan û civaka yek deng, yek reng, yek ling û yek aqlî derbasbûna jiyaneke pir deng, pir reng dibe. Jin piştî 5000 sal careke din derfeta ku di nava civakê de cihbigre bidest dixe, ev jî mizgîniya şoreşeke nû bû. Hen kesan, an jî hin hêzan bi zanebûn bê zanebûn xwestin vê gavê biçûk bixin, bê wate bikin an jî tenê wekî gavekî leşkerî bidin pênasekirin. Lê dibingeh de ne wehabû, ev gav wê biba tovê artêşbûna jin di hemû waran de. Ger îro jin di warê siyasî, civakî û çandî de, di civaka me de ewqas bi hêze teqez bi vê rastiyê ve girêdayiye. Bawerî û hêza ku jinê ji gava artêşbûnê girt, hişt ku heta dawî bi cesaret gav ber bi aliyên din de jî bavêje. Dema mirov li mezin bûn û fireh bûna artêşê jinê meyzedike diyardibe ku ev gav dicîdeye, lewma wekî giloka berfê heroj mezintir û bi hêztir dibe. Gava ku bi YAJK’ê dest pêkir îro li her çar perçê Kurdistanê bûye artêşên siyasî, civakî, çandî û leşkerî. Pêşketina ku YPJ li rojavayê Kurdistanê çêkir û tevahî cîhan hejand bingeha xwe ji vê rastiya dîrokî dige. Ger bingeha bîrdozî, hişmendî û asta rêxistnê ewqas xurt nebûya YPJ nikarî bivî rengî û li himber dijimenekî ewqas hov li berxwe bidaya. Her weha ger herkes li himber jina Kurd kumê xwe datîne ne tenê ji ber di şer de qehremane, ji ber ew utopya ya jiyaneke nûye û ev utopiya derbasî jiyanê dibe û derfetê serkeftinê diafirîne. Lewma jî ji bo hemû jinên cîhanê heycan û coşekî mezin di afrîne. Her weha şoreşa Rojava jî ger îro hemû cîhanê bandordike sedema wê hebûna jinêye. Heta niha hemû şoreşên çêbûne, mêr mohra xwe lêdaye. Ji ber ku şoreşê mêrin, lewma desthilatiya mêr diafirînin. Lê ev şoreş ji bo jinê ji bilî zilm, zor, mêtinkarî û koletî ne anîne. Hemû şoreşên ku çêbûne mêr bilind kirine jin jî li bin guhê erdê dane. Lewma sira serkeftina Rojava di tevlêbûna jinê deye. Ger îro em behsa şoreşa civakî dikin li Rojava teqez bi tevlêbûna jinêve girêdayiye. Eşkereye ku ger jinan di kozikên pêşde cîh negirtina û şerê jiyanê nedabana, wan nikarîn di aliyê jiyanê de bibin xwedan maf. Ji ber maf bi hêzê tê girtin, bi rica û belengazî kes mafê mirov nade ev jî tê wata ku kilîta azadî û wekheviyê di zanistî û hêzêdeye. Ew teoriya ku di got; “şoreş çêbebe wê jin jî rizgarbibe” di gelek welatên rohjhilata navîn de vala derket. Ji ber ger jin xwebûna xwe bi dest nexe, bi ramanên xwe ên serbixwe, bi rêxtistina xwe, bi çalakiya xwe û bibiryarên xwe têkoşîn nede ji xwe rizgar nabe.

Tişta herî girîng jî di mijara artêşbûna jinê de ewe ku jin gihaşt hêza bixwe xwe birêvebibe. Ji ber azadî di wateyekê de xwebirêvebirine. Gel û zayendên ku xwe bi rêvenabin ew kolene. Jin bihezaran sal ji hêla mêr ve hatin bi rêvebirin. Herdem mêr biryardaye û jinan pêkaniye, mêr diaxivin jin guhdardikin. Lê bi artêşbûna jinêre, êdî çanda ku jin xwe birêvebibe pêşket. Ger îro pergala hevserokatî li Kurdsitanê pêşdikeve û ruhê hemû damarê civakê dide bingeha xwe ji vê rastiyê digre. Lewma wê neşaş be ku mirov bêje bingeha vê pergalê artêşbûna jin çêkir. Tekoşîna bisalan hişt ku jin nirxên xwe ên civakî vegerîne û bibe hêzeke polîtîk.

Ev tekoşîna azadî ne tenê li ser rewşa jinê, her weha bandora xwe li ser hemû aliyên civakê pêşxist. Mirov di kare bêje derbeyekî mezin hem li dijminê gelê Kurd da, hem jî li zihinyeta zayendperest a mêr da. Neyarê gelê Kurd ji bo civaka me dîl wergire û nehêle ku ji kontrola wî derkeve, bi riya şerekî taybet pîvanên feodal di civaka me de pêşxist, her weha malbata Kurd mîna qereqolekê ji bo xwe bikar anî û têgeha namûsê di çarçovoya bedena jinê de fetisand. Ax, azadî, welat û rûmetên civakî hatin jibîrkirin, ji ber şûna wan ezezî, jiyana maddî, jiyana bênirx û kolecitî hate tijîkirin. Mêrê Kurd kir serokê malê û bi jiyanekî erzan da razîkirin. Jin jî ji xwe hebûn û tinebûna wê ne diyarbû. Rêber APO ev rewş serûbinî hev kir. Malbat, jin û mêr ji nûde pênasekir. Mirov di kare bêje ku Rêber APO bi pêşxistina artêşbûna jinê derbeya herî mezin li pergala mêtinkariyê a li ser civaka Kurd da. Bi guhertina malbata Kurd, bi xistina jinê nav refê gerîla, bi hilweşandina pergala mêr di Kurdistanê de, kela herî bingehîn a ku dijimin ji bo xwe çêkiribû têkbir. Malbat pîrozbahiya xwe a sexte wendakir, mêrê klasîk ê ku xulamtî ji neyar re dike û zilmê li ser jinê dike iflaskir û rastiya wî tazî bû, jina dinav çar dîwara de derxist û tevlî jiyanê kir. Netenê veya; jin kir artêş,  bi çek kir û li himber neyar da şerkirin. Bi vî rengî derbeya herî mezin li pergala mêtinkariyê a dewletên dagirker da. Ev guhertina civakî hişt ku baweriya gelê Kurd pê were û tirs di hûndirê xwe de bikuje. Artêşbûna jinê cesaretekî mezin da civaka Kurd. Qehremaniya jinên Kurd li dijî artêşa Tirkan her weha li di jî DAİŞ’ê, di civaka Kurd de vejîneke nû afirand. Di warê pîsîkolojîk de gelê Kurd ji rewşa xwe a şermezar derket û bawerî bi xwe anî.  Ji bo ku rê li pêşiya vê şoreşê bigre bi taybet dewleta Tirkî û hêzên dagirker hemû rengên şerê qirêj bikartînin, teşhîrkirina cenazê rêheval Ekîn Wan û bi dehan hevalên wek wê dîsa kiryarên DAİŞ’ê li dijî jinên Şengalê yek ji van rêbazaye. Ew vîna ku derketiye holê dixwazin bişkînin. Dixwazin civaka Kurd li pîvanên kevneşop vegerînin. Lêbelê derket holê ku êdî civaka me nema bivan rêbazan tê dîl wergirtin. Hişmendî û exlaqê azadiyê roj bi roj li Kurdistanê serwer dibe.

Dîsa yek ji serkeftinên artêşbûna jin guhertina ku di zilamê Kurd de avakiriye. Rewşa zilamê Kurd di rastiyê de ji rewşa jinê ne baştire, heta di hin mijaran de hîn xirabtire. Ji ber ew heta radeyekê xwe azad dibîne û ne di ferqa rewşa xwe debû. Lê bi bilindbûna têkoşîna azadiya jinê re, neçarma ku xwe biguherîne. Heta niha hemû tişt dibin kontrola mêr de dihate birêvebirin. Di şer de, di siyaestê de, di aliyên civakî de. Lêbelê dema ku dît hêza jinê çêdibe û jin jî dikare bibe xwedan rol, di hişmendiya mêr de guhertineke mezin avakir. Mirov dikare bêje piştî 5000 sal, cara yekêye ku hişmendiya zayedperest bi şikandinekî weha re rû bi rû dimîne. Çawa di dema xwedavendan de û ji ber ku jin sitûna jiyanê bû hemû peyker ên jinê bûn. Îro jî jin bûne semolê jiyana nû. Li herderê peykerên jina carekedin tên danîn û bi destê mêran. Yanî jin careke din pîrozbahiya xwe qezencdike û ev tiştekî gelekî girînge ji bo civakekê. Zilam cara yekêye xwe mukir(itiraf) tê û hêza jinê a civakbûnê di vê astê de di pejirîne. Jin wek berê ne diyarde ye (nesne)  ew êdî kîrdeye (özne). Bêguman ev bi hesanî çênebû û hîn jî xeterî pirin. Ji bo ku ev yek bibe pergal, bibe sazî û bibe çand û felsefa jiyanê, hîn rêyek dûdirêj li pêşiya me ye. Ev pêşketin bi bedelên mezin çêbûn. Ji bo em tevlî şerbibin me şerkir, ji bo em tevelî jiyanê bibin me şehîd dan, ji bo em xwe isbat bikin ku em nebarin me bi dehan şehîd dan. Lewma ji bo em pergala azadiya jinê avabikin û mayinde bikin, divê em pergala xwe a parastinê xurtbikin û fireh bikin. Biqasî ku hêza parastinê a jinê di hemû warê jiyanê de xurt bû û zilam bawerkir ku nikare têk bibe wê demê wê mecbûrbimîne ku dest ji êrîşan berde. Di vê em yek kêlî jî ji bîrnekin ku pergala baviksalarî zû bi zû dest ji kiryarên xwe bernade û heta hêviyeke biçûk bibîne ewê hewlbide ku me dîsa vegerîne pergala koletiyê. Di vê hem jin, hem jî mêrên azadîxwaz li gor vê rastiyê pergala xwe bihûnin û biparêzin.

                               

Pergala baviksalarî her kêlî xwe nûdike ta ku di şerê li himber pergala azadî de bi serkeve, lewma divê em jî her kêlî çalakiya xwe a azadî di ruh de, di raman de, di rêxistinêde û di jiyanê de pêşbêxin, di vê kedê me xurt û berdewam be. Di vê em di xwestek û daxwazên xwe de bi israrbin. Ji ber şerê azadî ji şerê fizikî bêtir şerê vînêye. Roj bi roj divê em pîvanên jiyan û têkiliyên azad di xwe de bi afirînin. Di vê em şerekî mezin rojane li dijî xwe bidin. Biqasê ku em di şerê hûndir de biserkevin emê ewqas li dijî neyarê derve jî ewqasî biserkevin. Her yek ji me di vê bibe artêşek, di vê em di jiyana xwe de wekî artêşekê bi hêz, bidisîplîn, bi tempo, kollektîf û bi armanc tevbigerin. Ger me van pîvanana di xwe de pêkanîn tu artêş û ti hêz nikarin me binbêxin. Ji ber azadî zanestiye, hêze,rêxistine û artêşbûne. 

Kategori: Lehengên Jin