Tirkî  |  Erebî

Ayten Dersîm

jınen leheng gulan

Derketina tevgerê li ser bingeha civakê bi taybetî jî li ser bingeha jin hem di aliyê çekdarî de, hem jî di aliyê rêxistin bûyînê de. Tevgera me ya azadiyê xwe dispêre civakê û jin. Di vê wateyê de çiqasî têkoşîn pêşdikeve tevlêbûyîna jin ya di nava tevgerê de pêşdikeve. Her wiha tevahî xebatên ku rêxistin pêşdixe di her qadên civakê de û qadên cuda de jî gelek ked û bedel hatin dayîn.

Di carekê de çûyîna artêşbûyînê ne hat çêkirin. Bêgûman mîsyona ku Serokatî di de jin heye. Çiqasî civaka Kurd tê tehlîl kirin di nava vê dejî jina Kurd, rol, mîsyona wê, dîroka  wê her tim di aliyê Rêber Apo dahûrandinan re tê derbas kirin. Mijara herê zêde dewleta Tirkiye modernîteya Kapîtalîzm li ser disekine jî civaka Kurd û tevahî civakan yekser pijavtinan re derbas kirine. Ji bo ku civak dîroka xwe ji bîr bike, cewherê xwe derbikeve, hestê welatparêztî û berxwedanê bişkîne tûne bike êrişeke mezin tê meşandin. Di civaka Kurdan de yê ku welatparêztiyê di parêze, zimanê xwe di parêze, bi çanda xwe re jiyan dike jine. Ji ber yê ku yekser bi dewletê re tu têkiliyê wê nîne, nabe memurê wê jine. Bêguman ev ji bo derketina tevgerame potansiyelekê mezin û giringe. Bêgûman di nava gerîlade jî her ku çû tevlêbûna gerîla jî zêde bû û dahûrandinên Serokatî jî, da diyar kirin ku artêşbûna jin mijarekê herê darûriye û ev ji aliyê Rêber APO ve tê tespît kirin. bêgûman artêşbûyîn ji gotinên klasîk wêdetire. Ji ber gava dibêjin artêş desthilatdarî tê bîra mirovan, tundî û çewisandin dikeve hişê mirovan de. Ji xwe tespîtên Serokatî jî ji bo artêşê heye. Serokatî dibêje; “cihê ku artêş hebe li wê derê, tundî, zilim û tewisandin heye.” Em weke tevger jî têşeyê artêşbûyîna me jî ne li ser vê ye. Ji ber em tevgera azadiyê ne. Weke tevgera jin jî em ji derveyê ew gotinên tundî û tewisandinê ne.

Gava Serokatî artêşbûna jin pêşxist tişta herê zêde esas girt jî hem fikir, birdozî, siyasî û hem jî aliyê wên yê rêxistinbûyîn bû. Em tenê ne hêzekê zûha çek destê wêde şerdike. Gava mirov rastiya civakê tehlîl dike û dikeve kûraniya wê de ya ku herê zêde kuştin û tundî re rû bi rû dimîne jine. Niha artêşa gerîla sengerên ku girtine heye. Di heman demê de hêza jin ya îradî avakiriye, cardin di nava pratîkê de baweriya ku avakiriye heye. Serokatî vane hemûyan çavderî dike, dibîne û tespît dike ku wê artêşbûyîn, jin bigihîne hêzekê mezin. Di vê wateyê de Serokatî artêşbûyîna jin xist rojeva me de. Bêgûman gava Serokatî xist rojeva me jî em weke tevger û weke hêza jin jî em ne di wê zanabûyînê de bûn, ji wê tespîtê dûr bûn. Ji ber piranîna tevlêbûyîna me netewî bû. Sekin û nêzîkatiyên ku derdiketin jî li ser wê esasê bû. Serokatî dahûrandinên vê kirin, tişta ku Serokatî dixwaze bi artêşbûyîna jin re çi derbêxêne pêş, îradeya ku di jinde hatiye tûnekirin e. Ji ber gava mirov dîroka tevahî civaka meyze dike, cardin tevgerên azadiyê yên ji derveyê me de jî derketine di nava xwe de astekê de rêxistinbûyîna wan pêş ketiye lê di asta birdozî de jin di asta tevgerekê dest girtinde lewaz mane. Ji bo wê jî tevgerên rizgariya netewan li hember hêzên desthilatdar bûyîna hêz de lawaz mane. Ji bo vê jî gava Serokatî van tevgeran dest digre û di nirxîne rexneyên xwe pêşdixe. Serokatî ji bo wan dibêje; “ji derveyê pergalê derneketine.” Ji ber ji desthilatdarî û dewletê qût nîne. Li hember wê weke dewlet û şêwazê desthilatdariyê dide avakirin. Em weke tevger gelek ji vê dûrin. Di vê wateyê de Serokatî gava artêşbûyînê destdigre, hêza jin destdigre vane hemûyan tehlîl dike. Ji ber di artêşêde bi taybetî jî di zurifên çiya de jin wê bi serêxwe tevger bike ev ji mevzîlendir me, xwecîh kirin, aliyê wê yê şer bigre hwd, ji ber pênç hezar sale jin dibin desthilatdariya zilam de dimeşe. Ji vê qûtbûyîn wê bihêle ku bigihije hêza xwe ya cewherî, fikrê xwe yê cewherî û tevahî hêza xwe ya hişmendî ya ku hatiye tepisandin dikare derbêxe holê. Di vê wateyê de tenê yek alî nîne ango aliyê leşkerî nîne. Di nava jin de gotinên weke, ji xwe artêşekê me heye çi pêwîstiyê artêşek din jî heye dihat axiftin. Di me de zanabûyîna cins nîn bû û nehatibû rûnîşkandin jî. Gava Serokatî artêşa jin jî pêşxist lingê wê ya herê esasî jî zanabûyîna cins pêşxistin bû. Serokatî bawerî û hêviya ku jin dikarê bê zilam bibe hêz û xwe li ser linga bigre astekê jor de bû. Di gelek qadan de ev nêzîkatî xwe da der. Weke wê çawa di tevgerekê de tu artêş hebûn wê çawa xwe rêxistin bikin vê girtina dest de ferasetê cuda derketin. Nakokî û ferasetên cuda hatin jiyankirin mînak weke xwe bicîhkirinde, wê çawa jin bikaribe bi serê xwe xwecîhbike. Ji ber têşe û ferasetekê ku pênçhezarsale girtî heye. Derbas kirina wê ewqasî ne hesane. Bêgûman ev sanciyên wê bûn dihatin jiyan kirin. Bêgûman cara yekeme Serokatî van mijarane dide diyar kirin, ji bo wê jî jin di vê aliyê de nakokiyan jiyan dikir. Her wiha nêzîkatiyên ku di zilam de xwedida pêş jî bi vê awayî bû, cih bi cih biçûk dîtin, hesan nêzbûyîn ji ber ew jî cara yekem bû tiştek wisa re rû bi rû dihat. Nêzîkatiyê wan jî yê weke feodal hestiyarî û bê bawerî pêşdiketin. Cardin şertên ku şer bi xwe re avadike heye. Ev sanciyane heya demekê berdewam kir. Lê Serokatî vane hemûyan dizaniya, ji xwe zanabûn vêkir. Di nava têkoşîna azadiyê de têkoşîna azadiyê kirin wê bi xwe re zehmetiyan jî bîne. Ewqasî rêyek rehet û hesan nîne, rêyekî ku gelek astengî di pêşiya wê de ye. Lê ji bo azadiyê jî wê bi vanere têkoşîn kirin jî hebe. Serokatî di gelek dahûrandinên xwe de û pirtûkên xwe de aniye ser ziman û dibêje; “min baş dizanî ku ger ez artêşbûyîna jin avabikim ezê gelek bertek û nêzîkatiyên cur bi cur re rû bi rû werim. Dizanim ku jin ne gihiştiye wê astê ku vê hemêz jî bike. Lê di jinde ev hêz, bawerî, cewher heye. Ger ku derketiye çiya  û çek girtiye destê xwe de û di şertên herê zehmete di meşe û şer dike ew dem asta wê ya ku xwe bi xwe rêxistin bike jî heye. Lê ev ast jî bi gavên xwe yên pratîkî re dikare pêşde biçe.” Ev rastiyeke heya ku jin xwe di aliyê, fikir, ruh, hişmendî, birdozîde û her wiha di aliyê fizikîde ji xortan qut neke, nikare xwe bispêre hêza xwe ya cewherî û rêsixistinbûyîna xwe avabike. Di jin de çiqasî pêşketin avadibe ewqasî di wêde ji xwe bawerbûyîn pêşdikeve. Ji xwe di mirovande wisane mirov çiqasî jiyan bike xwe nas dike, hêza xwe, vîna xwe dibîne û dizane ku çiqasî bi hêze. Em kêmek wisa pêşketin. Plan, proje û rêxistinbûyîna ku Serokatî bi awayekî şînber danî pêşiya jin hişt ku tevgera jin pêş bikeve û mezin bibe. Birastî jî ertêşbûyîn hem di zilamde astekê derxist, di zilam de ew nêzîkatiyên bê bawer û ne cidî girtin hatin gûhertin. Çiqasî di rêxistina jin û di jin de peşketin hatin çêkirin dîtin ku birastî jî jin di wê hêzêdeye ku bi tena serêxwe di kare bimeşe. Ev di zilamde jî zanabûyînek avadike, di nêzîkatiyên xwe de li hember jin bawerbûyîn pêşdikeve.

Ji xwe armancên avabûna artêşa jin ya din jî tundî, û desthilatdariya ku di zilamde xwe dide pêş pêşiya wê bigre. Em weke terger jî karakterê artêşê yê tund na pejirînin û qebûl jî nakin. Lê di qerekterê zilam de hişmendiyekê pênç hezar sale hatiye avakirin heye. Ji bo ku em vê bidinderbas kirin pêwîstiyê perwerdê, têkoşîn û rêxistinbûyînê heye. Jin bi artêşbûyînê re gihişt têkoşînek bi vê awayî. Bêgûman heya jin gihişt vê astê gelek bedel hatin dayîn, gelek têkoşîn û zehmetî hatin jiyan kirin. Mînaka herî berbirçav jî di jiyana me de ya ku herê me perwerde dikir jî tevlêbûna çalakiya bû, ewqasî rehet zilam vê ne pejirand. Di êrişê de cihê xwe girtin di herê pêşde di sengerandebûyîn evne hemû bi têkoşînekê mezinre pêk hatin. Me dixwast em vê bidin diyar kirin ku em di şerdejî çalakin, em dikarin di şer de jî şer bikin. Şer ne yê zilame, ji ber pênç hezar sale hişmendiyekê hatiye rûnişkandin heye. Şer û leşkertî aîdê zilame, artêş aîdê zilame. Pergala desthilatdariya ku derdorê dewletê de ji xwe vê hişmendiyê daye rûnişkandin. Serokatî vê hişmendiyê şkand û perçe kir. Ango şer ne aîdê zilame, artêş bi serê xwe vegotina tundîtiyê nake. Tevgera azadiyê bi şerê xwe yê heya roja me ya îro vê avakir. Bi taybetî jî ewqasî jin cihê xwe di gerîlade girtin vegotina vê bû. Kes nikare berovajiya vê bi parêze. Me hişmendiya artêşê guhert. Şerê me şerê xwe parastinê ye. Em li hember hişmendî û hêza ku te îmha û tûne dike, nasnameyate nasnake, li ser çand, hebûn û dîroka te êrişan pêktîne şer dikin.  Ev jî şerê xwe parastinê ye, çawa ku di tevahî zîndiyan de heye lê ya herê diyargeh jî di civakade heye. Di nava civakê de jî ya herê zêde jî di jin de heye. Ji ber jin hertim hatiye tehşîrkirin, biçûk xistin, di civakê de hatiye terikandin ji bo wê di wê de refleksê xwe parastinê pêştedire.

Taximên hevalên jin yên destpêkî hatine avakirin heye, yekineyê destpêkî jî. Çalakiyên hevalên jin yekem car kirine hene. Di heman demê de her çiqasî kêmasiyên xwe hebejî lê niha di tevahî herêman de taburên xweser heye. Birastî jî ez di wan deman de di qadên cuda bûm lê birastî di wanderan de herê zêde jî rêxistinkirina yekineyên jin dihat bi rêxistinkirin di qadî civakî û siyasî de. Birastî jî heycana wê di asta lûtkede bû. Dihat gotin êdî yekineyên me hene têkoşînekê me yê çekdarî heye. Bêgûman heya wan deman dihat meşandin lê niha cudatire rêxistinbûyîna wê cudaye. Heval digotin êdî emê di nava artêşa xwe de bin, ezê ji bo artêşa xwe şer bikim, hem madî û manevî. Em êdî ji bo artêşa xwe kar bikin. Birastî jî di civakê de li ser guncên herê tenha jî bandorên gelek mezinda çêkirin. Mînak di wê demê de em bibêjin di qada civakî de sed kes beşdardibûn di wan demade dibû hezar û derbas dikir. Ji ber hêza xwe ya cewherî dibîne û cinsê xwe dibîne, dibîne ku di cinsê wêde vîn û hêzek bêhempa pêşketiye. Birastî jî bandorekê xwe yê gelek mezin li ser gada civakî jî da çêkirin. wisa bû bû ku jin êdî bixwe dihat li gelme ji me kar dixwast, di gotin em dixwazin kar bikin. Di wê demê de carna hevalên birîndar dihatin ya jî hevalên ku Serokatî wan erkdar dikir dihatin di wê qadê de. Gava heval dibîhistin ku heval hatine derdorê wan hevalan tijî dibû û pirsên xwe li ser hevalanda di barandin. Tevahî pirsan ji hevalan di kirin weke, hûn çawa çek bikartînin, hûn çawa şer dikin, çawa xweser dimînin, cihê we çawane û hwd. Ji ber jinên ku di civakê  de jiyan dike yekser nizane û agahiya wê jê nîne ji bo wê van mijarane meraq dike û pirsên gelek balkêş dikin. Ev di qadên siyasî de bi xwe re pêşketinên gelek mezin da avakirin. Tê bîramin di salên 1992’an di demên serhildanan de rabûna gel û çalakiyên gerîle tevlêbûnek gelek bi hêz dabû çêkirin. Di sala 1993’an de tevlêbûyîna jin ya herê zêde di vê salêde çêbû. Herê zêde jî jin di van deman de di nava xebatan de bû. Birastî jî bû sedem ku di Jin de teqemeniyê ava bibe. Ev encamê rêxistinbûyîna hatiye avakirine. Ev berhema wê kedê hatiye dayîne. Ji ber em di nava pratîkê de bûn û me van pêşketina ne didît ji bo wê di me de baweriya “em her roj serdikevin û qezençdikin” gelek pêşdiket. Tişta ku mirov qet ne bendê ye û hêvî nake ji nişkeve li hember xwe dibîne. Ev berhem û berxwedaniya ku tevger derxistiye holê ye. Ji ber mirov bi têkoşîna xwe re derb li wê tirsê dide û tu bi têkoşîna xwe re didî diyar kirin ku jin tûne ne bûye. Ev tiştên ku ji rêzê nîne. Ew hêza vîna ku hatiye çewisandine. Birastî jî ev her yek şoreşeke. Tu şoreşên ku nikarin bikin tevgera me pêkanî.

Ev rastiyeke mirov di nava giştîde nikare hêza xwe ya cewherî derbêxe. Di heman demêde bi hezar salane ji tevgerama qut civakekê zayend perestî hatiye avakirin. Heya ku rêxistinekê xwemal pêşnekeve û ava nebe, vîna jin ya cewherî dernakeve. Em tevgerên ji derveyê me meyzebikin, gava mirov wan meyzedike bi şênber xwiya dike. Serokatî vê rastiyê meyzekir, rastiya civaka gelê Kurd meyzekir û artêşa jin pêşxist. Weke min jor jî dabû diyar kirin ev wisa zûha nînbû, ev nêzîkatiyekê birdoziye, aliyê wê yê felsefîk hebû. Ango hêza jin ya aliyê wê yê felsefîk heye. Jin dibin siya hen kesa de bimîne wê nikaribe tu carî hêza xwe ya cewherî derbêxe holê. Weke jin wê nikaribe vîna xwe derbêxe holê. Ji xwe tevgerekê giştî heye, ger wisa be ew dem nabe tevgera jin. Avakirina destpêkî nirx û kedê ku daye diyar kirine. Weke tovekê mirov biçîne, ev jî dibe tovekê nû, dêndikekê nû. Destpêk hertim pêşeroja mirovan dide diyarkirin. Ev tespîtên gelek giringin.

Di heman demêde hişmendiyê zayendperest yê hatiya avakirin şikand û da diyarkirin ku jin ne aîdê hen kesane jin aîdê xwe ye. Di heman demêde di zilam de jî nêrînên zayendperestî û hişmendiyê wê heye. Hertim xwe esas digre, xwe dixe navenda her tiştê de, her tiştê ew dide diyar kirin, ew dizane, wê ew bike û ew xwedî hertiştê ye vê şikand. Êdî zilam ked di wê ferqêde ku êdî ew ne yê ku hertişt dizane, dide diyar kirin e, tenê ne ew şer dike û hwd. di virde Serokatî her du taybetmendiyên paşverû, kole û desthilatdarî tîne li ber hev û di wirde ferdên azad avadike. Ev karekê têkoşînê ye. Têkoşîn şerpêş dixe şer jî vîn pêşdixe awqasî kûr bi hevre girêdayîne. Bêgûman gotinek heye dibêjin tuyê bikevî rabî wisa fêrbibî em weke tevger jî û weke tevgera jin jî wisa fêrbûn û zanabûn. Şer weke ku mirov bi agir re bi leyze. Ger ku mirov tevahî ziraviyên wê nezane wê her roj mirovan bi şewtîne. Em weke tevgera jin gihiştine wê astê ku tevahî zelalbûyîna agir dizanin. Êdî em dizanin ku emê çawa pê bêxin, çawa bi tefînin, ez di wateya şer de vê dibêjim. Em di van çiyayan de gihiştin wê zanabûyînê, wê hêzê ev çiyane van ramanene di me de avakir. Di me de ev zanabûyîn pêşket, gava em têkoşîna azadiyê bidin emê zor û zehmetiyan re rû bi rû werin. Ji bo wê em çiqasî zehmetiyan re rû bi rû werin jî ev hem di şertên çiyade, hem jî yê şerde û her wiha li hember hişmendiya zilam ketine wê zanabûyînê ji bo wê têkoşîn tê kirin. Bêgûman em nikarin bibêjin ku em gihiştine asta azadiyê û hertişt xilas, azadî rastiyekê şînber nîne, têkoşînekê bê dawî di nava xwe de di hewîne. Ji bo wê jî pêwîste hertim mirov di nava têkoşînê debe. Birastî jî zanabûyîn di mirovan de îrade û bawerî ava dike. Ji bo wê Serokatî dibêje; “tu çiqasî zanabibî, ewqasî ronî dibî ev ji dihêle ku tu bizanibî tu ji bo çi têkoşîn dikî. Ji xwe ketina ferqa xwe jî eve. Jiyan ji bo me mamoste û ya giring ewe ku mirov jiyanê rast bixwîne. Ji xwe gava Serokatî me tehlîl dike dibêje; “hûnê jiyanê çareser bikin, rast bixwînin, fêm bikin, bi wate dagrin. Ew dem hûnê bigihijin di wê astede ku hûn jibo çi têkoşîn dikin.

YJA Star jî berhema ked û nirxên wandeman û wan bedelane. Di roja me ya îro de jî YJA Star hêza parastina tevgera jine. Lingê tevgera jin yê birdozî heye, siyasî heye û hêza wê ya parastinê heye. YJA Star jî vegotina vê dike. Di vê wateyê de di van çiyan de hêza ku nûnertiya artêşa jin dike YJA Stare. Hêza parastina tevgera jin YJA Star e. Di heman demê de li hember tevahî jinên civakê de jî berpirsiyare. 

Kategori: Lehengên Jin