Elîf RONAHÎ

Ji bûna ku jin azad bibe, keda ku Serokatî ji bûna jinê dide, jinên ku di xwestin di eniyên xwe de bersivê bidin vana xwe gihiştandin kîjan qehremaniyan, ev qehremantî di her demê de û heya roja me ya îro jî berdewam dike.Dema dîroka jin tê gotin, bi rastiya PKK’e re ne mûmkîne ku mirov qut bigire dest. Di rastiya PKK’ê de tevgera jin ava bû û heya roja me ya îro jî berdewam dike. PKK’e ne bûya tevgrera jin wê bikarîbûya hebûna xwe bidaya çêkirin, wê bikarîbûya bi gihiştana asta îro, me yê bikarîbûya rastiyekê bi vî rengî jiyan bikiraya? Na, wê nebûya, an jî bi bûya wê bi zor bi baya. Ger ku di cewherê PKK’ê de rastiya jin ne bûya, wê ne mûmkîn bûya ku PKK’e jî ev qasa mezin bûya. Partî ne dikarî were astekî bi vî rengî.

Dema mirov dîroka jinê digire dest, di her şoreşekî de jin cihê xwe girtiye. Di şoreşên gelên  bindest ku tekoşîna netewî dayîn, di şoreşên Rusya, Çîn, Viyetnam, welatên Latîn Emerîka û li Avrupa yê jin pir tekoşîn daye meşandin.

Ev tevgera jin xwe dispêre dîrokekê. Evan pêngavan hema di carekê de derneketin e. Mîrateyeke jinan a dîrokî heye. Pir tevgerên jin (tevgerên biçûk û yên mezin) li ser vî bingehî avabûn û xwe bi rêxistin kirin. Li ser bingehê guhertin û veguherandinên ku dane çêkirin re ji pir deman re bersiv dane. Lê belê di heman demê de evan tevgerên ku bersiv dane demê, nekarîn berdewamiya tevgerên xwe bidin çêkirin û nekarîn di bingehê guhertin û veguhertinê de xwe ji nû de avabikin.

Şoreşên ku bi demê re guhertin û veguhertinê di xwe de nede çêkirin, wê rojek ji rojan di dîrokê de winda bike. Lê belê ev ya nayê wê wateyê ku jin di cîhanê de bê tekoşîn maye. Dema ku em bala xwe didin pêvajoya şkênandina cinsê yekemîn heya roja me ya îro, bi pir cûreyan jin xwe bi rêxistin kirin û tekoşîna xwe dan berdewam kirin. 

Cudahiya Tevgera Me, Ji Tevgerên Jin Yên Cîhanê

 

Serokatî, weke ku şoreş ava bibe û şunde pirsgirêka jinê bigire dest nêzîkatî neda çêkirin. Dinava şoreşê de weke ku jin bi nasnameyekê takekesî xwe bide naskirin, Serokatî nêzîkatî neda çêkirin. Bi gava yekemîn a ku PKK’e avêtiye re, tevlîbûnên jinê yên ji bûna tevlîbûna şoreşê vekiriye û karîne rêxistinên xwe yên cuda jî dinava şoreşê de bi pêşxînin.

Jin di hundirê şoreşê de şoreşekê cuda ye. PKK afirînekê xwe ji pêşengtiya Serokatî digire. Rastî û cewherê xwe ji vêna digire. Pirsgirêka şoreşê bi pirsgirêka jinê re pir girêdayî ye. Heya ku pirsgirêka ku jin jiyan dike, hewldanê xwe yê azadiyê bi pêşnexîne, ne di civakê de guhertinekî tê çêkirin û ne jî şoreşekê cuda dikare ava bibe. Gavên ku werin avêtin jî encex bi çareser kirina pirsgirêka jinê re bibe. Eger bêyî ku pirsgirêka jinê çareser bibe, serkeftinekê jî were çêkirin, wê di encam de winda bike. Di vê serkeftinê de jî wê lingekê şoreşê yê bingehîn kêm bimîne. Ji bo vê jî, di tevlîbûnên jinê yên yekemîn ku ji bûna şoreşê hatine çêkirin li ser çi bingehî dibe bila bibe, her tevlîbûyîneke ji me aferînekê xwe cuda ye û rengekê xwe yê cuda girtiye. Di aliyê azadî, rêxistin û vîna xwe derxistina holê de, bi rengê xwe tevlîbûn ji hemû awayên şer û jiyanê re dayîna çêkirin re,  ciyawaziya me ji rêxistinên jin yên cîhanê de dide diyar kirin. Cudahiya xwe di van xalan dide pêş.

Hemû şoreşên jin yên ku di cîhanê de derketine mezin in. Bi çavekê biçûk li wan şoreşan temaşe kirin, wê şaştiyekê mezin bi xwe re derxîne holê. Ne pêwîst e bi çavekê sivik lê were temaşe kirin û ne jî em tevgera jinê bi xwe re destpê bikin û bi xwe re xilas bikin. Ger îro tevgera jin heya van astan hatiye, li ser bingehê mîrateya bingehîn a dîroki ye. ji bûna ku jin tekoşînê bide, mafê xwe bi dest bixîne, azadiya xwe bi pêşbixîne, bi hezaran jin hatine kuştin. Pir bûyer bi serê jinê hatiye. Pir jinên ku li ser navê pîrebûk hatine tine kirin heye. Jin di pir dadgehan re hatine derbaz kirin û destûr nedane ku jin bi fikir, cewher, hest û rastiya xwe tevlîbûn ji jiyan û ramyariyê re bide çêkirin. Ev maf û derfet jêre ne hatiye dayîn. Hîn zêdetir, pirsgirêka jinê di hundirê pirsgirêka şoreşa giştî de hatiye dest girtin. Bi şêwazekê cuda li pirsgirêka jinê ne hatiye temaşe kirin. Vac ev bûye. Dema ku di vac de ev bibe, demokrasî jî bi pêşnakeve, di civakekî de guhertin û veguhertin jî çênabe. Ev jî wê bi civak û jinê bide winda kirin. Ji ber sedemê ku di hundirê şoreşê de cihekê ji pirsgirêka jinê re ne hatiye dayîn, di encam de wan şoreşan winda kirin e. Ji bûna ku jin bi nasnameya xwe tevbigere û di mekanîzmaya biryarê de cihê xwe bigire ev maf jêre ne hatiye dayîn. Ji ber vê sedemê jî nekariye di hemû ciha de nûnertiya xwe bike. Di dîrokê de cara yekemîne ku cardin partiyekê jinê ava dibe.

Di pir welatan de ji bûna ku jin mafê xwe yê dengdayînê bikaribe bikarbîne, tekoşînekê bê hempa dide meşandin. Di encama tekoşînên bi vî rengî de encex jin bikaribe mafê xwe bi dest bixîne. Dîrok çiqasî cih ji vê mîrateyê re nede û her çiqasî ev dîrok bi destê zilamê desthilatdar ve jî hatibe nivîsandin jî, wê jin vê berxwedaniya xwe a dîrokî bide meşandin û tekoşîna xwe bide berdewam kirin. Tevgera me bingehê xwe ji dîroka pênç hezar salan digire. Hemû rastiyên jinê a ku bi pênûsa zilam hatiye nivîsandin bi wê pênûsê jî hatiye tine kirin. Ger jin cewherê xwe ji neolotîkê digire, jiyan li derdora jinê pêşketiye, wê demê bingehê wekhevî û edaleta jinê ji vê dîrokê hatiye girtin. Jin cewherê xwe ji vêna digire, rolê xwe yê sereke di vir deye. Ji bûna wê jî her çiqasî em xwemalê tevgera Kurd jî bin, em cewherê xwe ji pêvajoya Neolotîkê digirin. Ev bingeh ji neolotikê digire û heya roja me ya îro jî tê.

Çawa ku mirovatî dest bi jiyanê kir, bi heman awayî jî jin bi gelek rengên şoreş û tevgeran tekoşîna xwe ya ji wê rojê de heya roja me ya îro daye berdewam kirin. Ger tevgera jinê di dîroka xwe de bi hinek tiştan destpê bike, tevgerên din nasneke yan jî weke ku qet ne hatiye jiyan kirin lê binêre, em ê xwe bi xapînin. Bi nêrandinekê bi vî rengî wê tevger bê qurm bimîne. Bi vî rengî nêzîkatî dayîna çêkirin, wê xeteriyekê pir mezin bi xwe re bîne. Di paşeroj û pêşerojê de ger bi vî şêweyî were şîrove kirin, wê meşeke sivik bibe. Pêwîst dike ku li ser mîrateya dîrokê meş were çêkirin. An bi nêzîkatiyekê berovajî, wê xwedî li derketina mîrateya dîrokî a jinê neyê çêkirin. Ji bûna vê jî em xwedî dîrokê pir mezin in. Bi vê zanabûnê nêzîkatî dayîna çêkirin girîng e. 

Mercên Derketina Rastiya PKK’E Û Jinê

Dîroka jinê, ji dîroka PKK’ê qut nîn e. Di navend û cewherê PKK’ê deye. Dema ku tevgera PKK’ê derket, gelê Kurd ne di astekê xwe parastinê debû.

Li çar parçeyên Kurdistan ê polîtîkayên dijmin yên ku li ser gel dihate meşandin, heya pêvajoya ku PKK’e derket jî evan êrîşane berdewam bûn. Ji ber sedemê ku êrîşên li ser gelê Kurd yê ku hatiye çêkirin, di heman pêvajoyan de 30 raperînên ku li himberî dijmin çêbûne hene. Ji bûna ku bikaribin xwe bi parêzin, dest bi raperînan hatiye kirin. Lê belê dijmin ew dem neda. Dewletên navneteweyî, dewletên ku di rojhilata navîn de û dewletên ku yekser Kurdistan ê parçe kirin û bindest hêlan, politîkaya wana tine kirin û tine hesibandin bû.

Di raperînên ku hatine çêkirin de rêxistinbûyînekê ku firehiya herçar parçeyên Kurdistanê bigire nava xwe ne hate çêkirin. Ji ber sedemê ku nebûye jî, tenê di asta yek parçeyî de hatiye hiştin, evan raperînan nerênî bi encam bûne. Di aliyê ramyarî de tekoşîn ne hatiye meşandin. Evan raperînan hertim di astên cuda de hatine hiştin. Ji ber sedemê ku evan raperînan rêxistinbûnekê di firehiya her çar parçeyên Kurdistan ê de nebû, bi van raperînan re çareserî bi pêş neket. Bi ruxmê zordestiya ku li ser raperînan hatiye çêkirin jî, lê belê cardin gelê Kurd heya astekê hatiye. Ji wê kêliyê û şunde ev gel êdî bê nasname jiyana xwe berdewam kiriye.

Nîmûneya ti gelî weke a gelê Kurd di dîrokê de ne hatiye jiyan kirin. Hertim weke gelekê ku ji bûna tine kirinê amede be, lê hatiye temaşe kirin. Ger gelê Kurd xwe bi rêxistin bike, an jî xwedî li welatê xwe, doza xwe derbikeve, di mercekê bi vî rengî de ji bûna desthilatdariyê, bi taybetî jî, ji bûna rojhilata navîn xeteriyekê mezin e. Ev jî kêmasiyekê pir mezin e. Ji bûna wêna ye ku dibêjin, me Kurd xistin bin erdê, me li ser beton kir û ji vir û şunde nema carekê din Kurdistan ava dibe.

Ji bûna dijmin jî ev ya xapandinekê pir mezin bû. Gelekê ne mûmkîne ku di dîrokê de were tine kirin. Dibe ku di hinekê pêvajoyan de darbe bi xwe jî, di hinek deman de dibin venêrîna dijmin de jî bimîne, lê ne mûmkîne ku tine bibe. Gelê Kurd yê ku dijmin di gote me tine kiriye, di roja me ya îro de jî gihiştiye astekê bi vî rengî.

 Dema ku hîn PKK’e di merheleya grubê de dest bi pirsgirêka Kurd kirin, li pişt wana ti hêz tine bû. Dema ku gruba yekemîn a bîrdoziyê ku Serokatî pêşengtiya wêna dikir, ti mîrateya wan a li ber çavan nebû. Tenê di hat gotin ku me gelê Kurd tine kiriye û me li ser beton kiriye. Dijmin gelê Kurd anîbû astên ku êdî xwe bi xwe înkar bike. Ji peyva Kurd tirs, xof û revekê pir mezin hebû. Ev gel ne amede bû ku rêxistina xwe di dîrokê bide çêkirin û bi vî rengî jî hebûyîna xwe di dîrokê de bide nivîsandin. Ji ber ku di wê demê de vîn hatiye felç kirin. Wusa bibû ku mirovekê Kurd li kuderê bûya, li pey jiyana xwe a şexsî ketibû. Tenê li pey wêna bû ku wê bi çi rengî jiyan bike. pirsgirêka wan hemû ev bû. Ne gelekê ku bi her awayî bikarîbûya xwe di dîrokê bide îfade kirin bû. Rastiya gelê Kurd derxistina ji derveyî mirovahiyê hebû. Di astekê bi vî rengî de Serokatî dest bi şoreşê dike. Pêvajoya ku grub dest bi şoreşê kir, di aliyê ewlekariyê de xeterî hebûn. Ji bûna ku bawerî di gel de bidin çêkirin, li ser vî bingehî alîkariya gel ji bûna grubê were çêkirin, delîl di dest de tine bû. Ne çek û ne jî zemînê ku têde siyasetê bikin heye. Rastiya gelekê ku bi tinebûnê re rû bi rû maye heye. Ji bûna wêna jî tiştekê ku bawerî ji gelê Kurd re were dayîn tine ye.

Lê gel lêhûrbûn li ser roja me ya îro tê çêkirin, rastiya vî gelî pir cuda bûye. Êdî dikare xwedî li azadiya xwe derbikeve. Lê di wê demê de mercekê bi vî rengî tine bû. Ji tinebûyînê hebûn da afirandin. PKK’e di mercekê bi vî rengî ewqasî zor de destpê kir.

Ger hewldanên gelekê ku ji bûna azadiya xwe bi destbixîne tine be, wî gelî ji nû de rakirin û ji nû de dayîna afirandin, wê zorahiyekê pir mezin bi xwe re derbixîne holê. Cudahiyekê di aliyê vê grubê de derdikeve holê. Gruba ku li derdora Serokatî kombûye, grubekê wuha sivik û sereser nîn e. Hemû xwendevan, zana û ronakbîr in.

Tişta ku ferqê dixe nava pêvajoya grubê û pêvajoya ku a niha em têde jiyan dikin, hevalên ku di destpêkê de tevlî grubê dibin, bi zanabûn tevlî bûne. Lê di pirsin, lêkolîn dikin û bi vî rengî jî xebatên xwe didin meşandin. Di vir de gavekê pir bi zanabûn tê avêtin. Tevlîbûnên ku tên çêkirin, li ser bingehekê rast tê çêkirin. Tevlîbûn li ser bingehê tehlîlkirinê ye. Ferqa mezin a ku di vir de derdikeve holê rastiya Serokati ye.

Serokatî bi gotina ‘Kurdistan bindest e’ biryar dide ku dest bi şoreşa Kurdistan ê bike. Gruba ku di destpêkê de tevlî şoreşê dibe, bi zanabûn tevlîbûnên xwe didin çêkirin û bi vî rengî jî li derdora Serokatî kom dibin.

Hevalê Kemal PÎR dema ku cara yekemîn Serokatî dibîne, gotinê Serokatî nîv seatê guhdar dike û di encamê vêna de biryara xwe dide ku tevlî şoreşa Kurdistan ê bibe. Hevalê Kemal PÎR hevalekî Tirk e.

Hevalê Hakî KARER û hevalên din, di pêvajoya ku dibistan dixwînin de tevlî rêxistinê dibin. Bi vî rengî her ku diçe, ev rêxistin gav bi gav û bi pêl bi pêl mezin dibe. Di pêvajoya ku grub mezin dibe de, du jin jî tevlî vê grubê dibin.

Di tevgera jinê de, jina ku di destpêkê de tevlî şoreşê dibe, Fatma ye. Di van pêvajoyan de goftiguyên ku Serokatî bi pêşdixîne, semînerên ku Serokatî li ser zanista sosyalizm, zanista Kurdistan ê dide, bala herkesekî dikişîne.

Pir rêxistinên çepên Tirk hene. Di vê pêvajoyê de weke 30 kesan xwe weke rêxistinekê şoreşgeran binav dikin û bi vî rengî tevdigerin. Dema ku semînerên bi vî rengî li dibistanê jî tên dayîn, bala Fatma jî dikişîne. Di wê demê de ji grubê re di hate gotin, gruba netewî, pişt re gotin Apo’yî û a niha jî bi navê PKK û Serokatî tê zanîn. Dema ku grub bi vî rengî destpê kir, Fatma li vir peywendî bi hevalan re dibîne û li ser vê bigehî jî têkiliyên xwe bi pêşdixîne.

Di encam de ger gelekê bindest be, wê rastiya wê jî ev be.

 

Di Hundirê Rastiya Gelê Kurd Ê Bindest De Rastiya Jinê 

 

Rastiya jinê di rastiya vê civakê de jî bi heman awayî ye.Di astekê xirabtir deye. Mafê jinekê ku ji qedera xwe razî bûyî, pejirandî û li ser vî bingehî jî jiyan dike jêre hatiye dayîn. Jinên ku di malên xwe de jiyan dikin, kîjan maf ji wana re hatiye dayîn, li ser wê bingehî jiyan dikin. Rola herî zêde ku ji jinê re hatiye dayîn, di çarçoveya zarok anîn û meyze kirinê deye.

Di aliyekê de jî, jin ji vê rewşa xwe neraziye. Jin dixwazin aliyên xwe yên netewî û di gelek aliyan de dixwazin xwedî nirxên xwe derbikevin û bi parêz in. Di pir aliyan de jî parastiye. Di wê demê de derfetê ku jin bikaribe tekoşîna xwe bide meşandin, tine bû. Gelê Kurd çawa bindest e, jin jî bi heman awayî bindest e. Di van deman de jî tevlîbûnên jinê yên ji bûna rêxistinê destpê dikin. Ger ku lêgerînekê jinê hebe, wê ji PKK’ê re bersivê bide û rêya xwe ya azadiyê jî di PKK’ê de dibîne.

Cara yekemîne ku jin di danezana PKK’ê de cihê xwe digire. Êdî weke paragrafekê jin dikare dinava tevgera PKK’ê de, tekoşîna xwe binav bike. Di hundirê danezana PKK’ê de tê gotin ku ‘Kurdistan çawa bindest e, jinên Kurd jî bi heman awayî bindest û kole ye. Di şoreşa me de pêwîste jin cihê xwe bigire û em cih bidin jinê’.

Di danezana PKK’e ya yekemîn de, ev gotin bi vî rengî cihê xwe têde digire. Di destpêka grubê de nêzîkatiyekê ji bûna tevlîbûna jinê heye. Tevger ji tevlîbûna jinê re vekiriye. Hem zilam û hem jî jin girtina nava xwe heye. Dinavbera tevlîbûna jinû xortan de tine ye. Ne di fikra ti kesî debû ku tevgera jin wê ewqasî mezin bibe. Ev fikir ne di fikra grubê û ne jî di fikra Serokatî debû. Fikrê wê demê firehiyekê bi vî rengî ne digirt nava xwe. Tevlîbûnên wê demê her çiqasî bi awayê zanabûn jî tevlî bibin, lê asta fikrê wê demê ne di firehiya vê demê deye. Tevlîbûnên jin yên ku di wê demê de hatine çêkirin, hevala (Sakîne Cansız), Sakîne Koçgirî û Fatma tevlî nava tevgerê dibin.

 

 

 

Kategori: Lehengên Jin