Tirkî  |  Erebî

Hejin Baban

jinen-leheng-resimDema mirov di nava rastiyan de jiyan dike, hîn zêdetir bi wate nêzî bûyeran dibe û fam dike. Ji ber ku rastî dîtin û jiyan kirin, hêza wate dayînê di mirovan de keşf dike. Mirov çi qasî fêm bike an jî wate bidiyê, ew qasî jî bi pratîk dike. Ev ji bo her tiştê derbasdar e. Ji tiştên mezin heya tiştên herî biçûk jî bi vî rengî ye.

 

Gelek caran gotinên hêja yên RÊBER APO tê ser lêvên me û ji bo ku em hîn zêdetir rastiyan bi hevdu bidin fam kirin, an jî parve kirinek bidin çêkirin, evan gotinan dibin manîfestoya me ya jiyanê. RÊBER APO dibêje; ‘‘asta zanabûna civakek bi asta zanabûna jinê ve girêdayî ye.’’ Ji bo ku em asta civakek fêm bikin, pêwîst e em di destpêkê de li rewşa jinê binêrin.

Felaketên ku îro di nava civakê de çêdibin, bi taybetî di civaka Kurd de, her roja derbaz dibe, feleketên bi vî rengî zêde dibin. Hemû rastî di rewş û asta zanabûna jinê de veşartiye. Ji ber ku jin hebûneke ku gelek rastiyên civakî û gerdûnî di nava sirûşta xwe de digre. Bi mezin bûna jinê, bi azadbûna vîna jinê, evan rastiyan derdikevin holê. Heya hebûna jinê weke mafeke gerdunî neyê dîtin, wê her roj siruşt ber bi mirinê ve biçe.

Di nava civaka Kurd de, bi şêwazên cuda êşkence li ser jinê tê meşandin. Bi hovîtî û nêzîkatiyên dûr li hestên mirovahiyê, her roj hestên bi hezaran jin tê perçiqandin.

Em dema berê xwe didin rewşa jinên li başurê Kurdistan’ê jiyan dikin, rewşa wan gelekî metirsîdare. Bi avabûna pergala ABD a dibin navê ciwantî, dibin navê exlaq û azadiyê de hatiye ava kirin, bêexlaqî û koletiyek herî mezin tê jiyan kirin. Jin hatiye astek tenê navê jin li ser maye û cewherê wê her roj berbi wind bûnê ve diçe. Ev jina ku di hundirê pergalê de tê perçiqandin, her ku diçe jiyanê jî bi xwe re dixeniqîne, civak ji nirxên xwe dûrdixîne. Ger li cihek jin ji cewhera xwe dûrketibe, bê guman em nikarin behsa nirxên civakî jî bikin.

Pergala ku dibin fikrê dagirkeriyê ya ABD de hatiye damezrandin, di destpêkê de xwest jin bigre bin destê xwe û pişt re jî civakê felç bike. Rewşa di başurê Kurdistanê de tê jiyan kirin bi vî rengî ye. Jiyan di destpêkê de dibin pêşengiya jin de, li ser cewherê ciwan û jinan hatiye ava kirin. Civak hatiye astek ku hêdî hêdî berbi helandinê ve diçe. Ji ber ku jin ji azadî zêdetir, temsîla koletiyê dike. Rêyên çareserî hemû ji jinê hatiye girtin. Rêyeke ku jin bikaribe xwe jê xilas bike jêre nehiştiye. Ji ber wê çendê an jin wê xwe întîhar bike, yan jî wê tenê binavê jin bi cewherê zilamê dagirker jiyan bike. Jineke bi vî rengî jî tê wateya, her tim dibin vîna zilam de wê bimîne û bi wî rengî wê jiyan bike.

RÊBER APO dibêje; ‘‘dema çûkek di nava qefasê de rizgar dibe û diçe, berê xwe nazivirîne û difire. Lê belê, berbi kûve difire nediyare.’’ Niha rewşa jinê em dikarin di vê çarçovê de binirxînin. Yanê di roja me ya îro de dibin navê ku azadî heye, deriyê qefesa jinê hatiye vekirin. Lê, sînorê wê ya firînê hatiye diyar kirin. Kengî were xwestin, deriyê wê dîsa jî tê girtin.

Rewşek dinava ku bi radeyake zêde di başurê Kurdistanê de tê jiyan kirin, diyardeya ‘‘Sûnet’’ kirina jinê ye. Ev diyardeyeke ku dibin navê zihniyeta kevneşop yê baviksalarî de tê dewam kirin, êşkence û hovitiyek pir mezin e. Ev diyarde bi serê xwe pîskolojiyeke cuda liser jin dide ava kirin. Wisa li rûhê jin dike ku hemû vîn wê xwe dispêre zilam û hemû hêz di zilam de dibîne. Jin bi vê pîskolojiyê her tim xwe weke milkê zilam dibîne. Ne tenê jin, ev pîskolojî di heman civakê de bandorek mezin li ser zarokan jî dike. Civak li ser vê pîskolojiyê jiyana xwe didomîne. Sedemê ku jin di başur de tê Sûnet kirin jî, armanca ku jin li ser xwe hakim bibeye. Lê, ev rewşa ku desthilatdariya mêr li ser jin dimeşîne, jiyana jin bi her awayî dixe nava xeteriyan. Sûnet kirina jinan ya di temenekê biçûk de, rê li ber nexweşiyên cûr be cûr vedike. Dibe sedemê ku bedena jin li gorî xwezayî bûna xwe tevnegere. Bi vê rewşê bunya jin dikeve û lewaz dibe. Ev rewş bandora xwe li ser zarok anîna wê jî dike. Ev çand hîn jî di başur de berdewam dike. Ji lewra li ser vê rewşa heyî gelek jinên di başur de berbi întîharê de çûne. Jinên li rastî bûyerên bi vî rengî tên, pergal ti rêyekê ku xwe jê xilas bikin nehêlaye. Rêya çareseriyê tenê di tevgera azadiya gelê Kurd PKK de dibînin. Jinên ku serî li vê rêyê jî didin, ji aliyê derdor de tê reş kirin. Ji ber sedemê jin rêya çareseriyê di PKK de dibînin, berê xwe didin tevgera azadiyê. Zihniyeta serdest a mêr ku ji vê rewşê ne rihet dibe, dibin navê ku jin diçin nava PKK û xerabiyan dikin, hem ew jin û hem jî malbata wê reş dikin. Ji bo ku reee li pêşiya tevlîbûnên jinan bigrin, rêbazên bi vî rengî bikartînin.

Ger di vê cîhanê de cihekî lê were jiyan kirin, ew jî jiyana PKK ye. Ji derveyî tevgera azadiyê ti jiyaneke din a birûmet ku mirov jiyan bike tine ye.

Lê, bi ruxmê van zorî û zehmetiyên mezin, berxwedaniya di cewherê jinê de heye, her demî bûye mijara gotinê. Her çi qasî di wê civakê de jin bi êşkenceyeke mezin re rû bi rû ye jî, dibin siya tevgera azadiyê a PKK de careke din cewhera jin xwe nû kir û xwe zindî hêla. Jinan careke din bi rûhê Leyla Qasiman xwe ava kirin. Di başurê Kurdistanê de, ev tevlîbûn herî zêde ji aliyê jinan de li rastî eleqeyekî mezin hat. Ji ber wê çendê gelek tevlîbûn ji bo tevgera azadiyê çêbûn. Ji ber ku ev tevlîbûn, bû baweriyeke bi hêz di nava jinê de. Bû deriyeke çareseriyê ji jin re. Her çi qasî kêm be jî, lê xebata jinan gihişte astekî. Ev jî bê guman bandorekî mezin li ser derdor û civakê dike. Ew jina ku hemû hêza xwe ji zilam digirt, îro bi vîna xwe di nava civakê de ji bû bi destxistina mafê xwe xebat dike. Ew jina ku ti carî serê xwe dernedixist ji derve, îro li hemû kolanan serî hildide û xebat dike. Bê guman ev jî bandarokî mezin li ser civakê dike. Dihêle civak bikeve nava lêgerînê. Li cihekê ku jin hatibû xeniqandin, îro li wê derê di pêşengtiya jinê de şoreş tê ava kirin.

RÊBER APO dibêje; ‘‘şoreşa başur, şoreşa jinê ye.’’ Li cihekî ku jin hatibe xeniqandin, encex careke din bi destê jinê civak were rakirin û şoreşeke civakî were kirin.

Kategori: Lehengên Jin