Viyan Serhad

 Ji bo ku em bersiva vê pirsyarê bidin, di vê em hûr û kûr bigerin. Dinava rûpelên dîrokê de em dibînin ku çi peyveke weke xwedawendan nîn e. Hemû peyv û navnîşan,li derdora peyva xweda hatiye nivîsandin. Di vir de pirsyareke weke gelo, di dîroka heyî de qet xwedayekê jin çênebûye? Ango, ma qet heya niha jinekê negihiştiye asta xwedawendan? Li gel vê yekê, di gelek cihan û gelek caran têgînên weke cadi, sihîrbaz, şeytan û hwd derdikeve pêşberî me. Hemû jî bi jin têne rewa kirin. Gelo çima?

Di vir de nakokiyeke pir kûr derdikeve holê. Gelo, çima hertim mêrbûye xweda û jin dibe şeytan? Taybetmendiyên şeytaniyê çine? Dema mirov hûr dikole, mirov dibîne ku di rastiyê de şeytan kesê ku serhildêre û li himberî rastiya heyî berxwedêre. Di vir de em behsa rastiya hebûna pergaleke desthilatdar dikin. Ji ber ku ev têgîn, piştî derketina desthilatdariyê pêşketine. Yanî şeytan, mirovê ku rastiya pergalekê dibîne û li himberî wî, di rewşeke pevçûn û serhildanê deye.  Di wê demê de bi nav kirina jin a wek şeytan, ji vê rastiyê tê. Lewra jin, rastiya pergala dagirker ne pejirandiye û hertim li himber wî serî hildaye. Her wiha bi şeytantiyê hatiye pênase kirin. Ji xwe rastiya şeytantiyê ku bi civakan dane qebûl kirin jî, di wateya kesê lanetkirî û tê tirsandin, ji bo ku li himberî gazincê metirsiyekê mezin ava dike. Wê demê ji rastiya jina berxwedêr û serhildêr, wiha bi şeytantiya lanetkirî heya roja me ya îro tê pênase kirin. Hîn bi rojane jî em dibînin ku ji bo ku li berxwedaye, rastiya heyî ya dagirkeriyê nepejirandiye, her wiha ji ber jinbûna wê tewanbare û di vê bi her şêweyî were lanet kirine.

Bê guman di vê mirov vê yekê tenê wek pirsgirêkên rojaneyî, lê meyze neke. Yanî çawa bavek ku di hişmendiya xwe de koletiyeke giran dijî, dikare bi wêrekî sê keçên ciwan ku negihane tecawuz bike. Koka van rastiyan jî gelek dûv dirêje. Mîna ku her roj mêr, ango pergala dagirker, tola xwe ji dewlemendiya heqîqeta mêbûnê digire. Lewra çi ji destê wî tê, bê dudilî pêktîne. Di dîrokê de jî bi hezaran û heta bi milyonan mînaka kirinên wiha tên dîtin. Ev yek bi taybet jî dema şkandina yekem heya îro, bi dijwarî tên belav kirin û rewa kirin. Ji ber ku wek em dizanin hêza ku di civakê de bûye xwedî roleke sereke, hêza jina dayîke. Mirovahî li derdora jina bi bereket, berbi afirandina jiyana civakî bûnê ve çûye. Dema ku mirov digihije vê zanabûnê pirsyareke wiha dikeve hizira mirovan de. Gelo, jina dayîk nebûya xwedî lêgerînên jiyanê, wê mirov û ango mirovatî hatiba jiyan din? Ango me yê roja îro bidîta?

Lewma evane pir bi giranî pirsgirêkên kur in. Her wiha di milê din de em deyndarên xwedawenda dayîkê ne. Dema ku mirov mêre xesûk, rih spî û ciwanên civatê ku bi hevre li himber jiyana dayîkê peyman dikin di hizirînin, em dibînin ku hemû bi afirêneriyên wê bi vê peymanê re jê tê standin. Ev yek jî dibe sedem ku yekem şkandina jinê di dîroka mirovahiyê de çêbibe. Bê guman encama vê şkandinê pirî giran bi jinê û tevahî mirovahiyê bi dirêjahiya hezaran sal daye xwarin.

Yanî mirovahî, ji bihişteke rastîn, derbazî dojeheke bi lanet bûye. Bi ruxmê hemû berxwedan û serhildanên cûr be cûr ku derketî, lê hîn ji tu kes ji binî vê yekê nikarîbû derkeve û bihişteke rastîn bide jiyandin. Her wiha ji ber şaş û kêmanî bikaranîna rê û rêbazê encamên neyênîtir vekir. Lewra em dibînin ku di meşa dîrokê de, hêdî hêdî êdî şopa xwedawenda dayîkê ji holê tê rakirin. Her çend gelek serhildanên jin derketin, ev jî metirsiyeke mezin (ku ji kûr ve pergalê dihejand) ava kir. Lewra bi rengên cûr be cûr jin, mehkumê sezaya mirinê hatin kirin. Ji ber ku tirsekê mezin di dilê pergalê de diafirand. Ji bo vê çendê, pergal jî heman tirsê di dil û mejiyê jinan de afirand.

Bi gelek şêweyên êşkenceyên ku qet mirovahî lê rast nehatiye, li ser jin hat sepandin. Mîna bi saxî avêtina agir û şewitandin. Ji ber ku, weke çavkaniya ji rê derketinê tê dîtin. Bi hemû rengan wê biçûk dixin, lanet dikin, bê vîn û kesayet dihêlin. Tenê wek amûra hilberandin û zewqê tê bikaranîn. Sezayê bi lêdana keviran mirin, (recm) serî jêkirin û hwd. li ser jin tê meşandin. Ji bo ku bibe mînak ji civakê re, evan pêkanîna li ser tê meşandin. Her wiha, ji bo biçûk bikeve û teşhîr bibe, gelek leqab hatin lê kirin. Ji bo wê em dibînin ku her çend wek zindiyekê dijî, lê hemû rengên hovitiya dervayî exlaqê mirovatiyê re rû bi rû hatiye hiştin. Cardin hişmendiya dagirkeriyê wê li rastî şkandineke duyem tine. Dema em heya roja îro tên, em dibînin ku êdî çi şopa xwedawendiyê di bîrên mirovatiyê de nemaye. Bi hemû wateyan dîlgirtî maye. Bê guman wê ji pergala kapîtalîst ya roja îro jî bê par nemîne.

Vê carê ne tenê giyan û derûniya wê, hemû parçeyên fizîka wê jî radestî şkandineke sêyemîn kiriye. Di jinbûna wê de çi wate nehiştiye. Li himber fizîka wê jî, tola bi hezaran sal digire. Bê ku têr bibe hemû kîn û nefreta xwe li ser serê wê û ya tevahî mirovahiyê vala dike û dimeşîne.

Êdî em di demeke wiha de dijîn ku çi nirxeke yê jinê nemaye. Tenê dikare bi mejiyê mêr bihizire û xizmet ji berjewendiyên wî re bike. Jin vê yekê jî pir ji dil dike, bê ku li himberî wê çi nerazîbûnê nîşan bide. Ji ber ku baş dizane, li himber derketin wê mehkumî çi dike? Lewma ji bo ku rastiyên wek qirkirinên di dîrokê de dubare neke, di şêwe de mabe jî jiyandina xwe didomîne. Êdî ew bi xwe jî bûye wek kurmekê ku xwe bi xwe tine dike. Wek Rêbertî dibêje ‘jin bi xwe bûye kurmê jin’.

Di rastiya tevgera azadiya Kurd û bi Rêbertiya RÊBER APO de tê xwestin ku ev rastî bi heman awayî neyê berdewam kirin. Çawa ku dagirkeriyê dîroka jin berovajî kir û kir ya xwe, RÊBER APO jî armanc dike ku, dîroka veşartiya jinê derxîne holê û dîrokeke nû bi destê jinê binivîsîne. Rêbertî bi meyzandina xwe ya cîhanê, nepeniya ku her hatiye nixumandin, bi rûyê wê yê tazî derxîne holê. Ji tevahî mirovahiyê re û di serî de jî jin re rastî nîşanda. Lewra di pergala xwe de ciheke sereke dide azadiya jinê. Ji bo ku hêz û vîna wê derxîne holê, artêşeke jin afirand. Di rastiya kesayeta mîna hevala Bêrîtan, Zîlan asta xwedawendiya wê cardin afirand. Ji bo wê jî artêşbûnê destpê kir û ber bi birdoziya azadiya ve anî. Her wiha bi rengên cûr be cûr dahurîn û rêbazên çareseriyê bi kûrahî nîşan da. Ne tenê ji bo azadiya jin, di serî de jin ji bo xilasiya tevahî civakê ye û mirovahiya bindeste. Çi ferd û çi civak çavkaniya çareser kirina pirsgirêkên wan, di azad kirina jinê de dît. Bi ezmûn kirina şkandina sêyem ku wê di mêr de bê pêkanîn, pêşxistina zanabûna herdu zayendan hêza rêxistinbûna jinê pêşde bir. Her wiha ji bo gihiştina azadiyê rol û mîsyona wê pêşxist. Bi hêvî û baweriyeke mezin, xwest wê ji pergala heyî qut bike û pergala xwe bi xwe biafirîne. Di vê warî de gelek destkeftiyên bê mînak bi dest xistiye. Heya îro jî em dibînin, ji bo ku şopa xwedawendiya wê ji nûve zindî bike, hewldanên fireh didomîne. Pêşketina hêza jinê, bi xwe re têkbirina hêza dagirkeriyê tîne. Berovajî jî raste. Lewma çawa ku di destpêkê de, em deyndarê xwedawenda dayîkê bûn, niha jî em deyndarê hewldanên bê hempa yê lawê xwedawendan RÊBER APO ne.

 

 

Kategori: Lehengên Jin