Beşa 1.mîn

jinenleheng1

Ji sala 1993’î yan ve heya niha di Kurdistanê de artêşa jin a azadî her diçe mezin dibe, fireh dibe û li her qadê de jî profesyonel dibin. Ev artêş di keve sala xwe ya 20.mîn. Mirov dikare di rastiya PKK’ê de

jî bi bîne, yê ku di komên PKK’ê ê yekemin de, ava bûyîna wê de, artêş bûyîna wê de û bûyîna tevgera gel jî jin erkê herê pêşde dileyize. Her wiha bi tevlê bûyîna jinan jî di hêla ku PKK’e bi be tevgera jin. Ne tinê bi tevlê bûyîna jina Kurd, di heman demê de dinava Tevgera Azadiya Jin ê Kurdistanê de jinên ji netew û gelên cûdatir jî cihê xwe digrin.

 

Beriya her tiştê, pirsa herê tê meraq kirin jî, çima tevlê bûyîna jin ewqasî PKK’ê re çê dibe? Di hen tekoşîna rizgariya netewa de, tevlê bûyîna jinan di astê gê deye. Di heman demê de serkeftina pêvajoyên Şoreşan de, rolê ku jin deleyîze asta ku nayê înkarkirine. Lê belê, jinên ku tevlê bûyîna wan ji bo Şoreşan çê bûyî jî, wekê jinên dinava tevgera PKK’ê de xwe ne gihan dine hêza rêxistin bûyîne. Ev tekoşînên şoreşger her çiqasî rizgariya gelên tên perçiqandin xisti bin hedefê xwe de jî, lê ji ber ku pirsgirêke jin û rêxistin bûyîna wê ne xistinê avahiyek de û girnk bûyîn jî ne danê. Ji bo vê pirsgirêka azadiya jin piştê pêvajoyên şoreşê hatiyê dest girtin, ev jî bandora xwe li ser hedefên şoreşê danîne pêşîya xwe wek guhertina pergal û civakê.

Di vê wateyê de mirov di kare, bê je tekoşînên şoreşger ê ku derketine ji ber ku azadiya jin nexistine çavkaniya guhertina civakê de ne gihiştne serkeftinê. Ji berk u din ava civakê de yê nirxê exlaqî û polîtîk di parêzê, yê k udi hêlê civak di derdorê van nirxanê de xwe rêxistin bike, jiyanekê xweşî, rehetî avabike azadiya jin ve girê dayî ye. çawa ku demê neolotikê li ser keda jin û nizama ku jin pêşxistî de wekhevî, edelet û aşitiya ku hakimê wê demeye heya nihajî mînaka wê tê dayin. Demên piştê wê jî di encamê pergala bavik salarî de, cihê jin ê dinava civakê de, erkê wê, rolê wê bi çi awayî jê tê girtin û tê perçigandin, di encam de şerên bi çi awayî bi xwere tîne mînak tê dayîn. Civak dixin dinava qalibên hişk ê zayendperestî de. Ev jî li dijî jin tê bikaranîn, jin wek kole tê dest girtin, wek amorê reklamê bi kartînin. Jin di bin psîkolojiya evd bûyînê de jiyana xwe berdewam dike. her wiha, di be koley zilam, her tişt ji bo xwe wek çarenûsa xwe di bîne û serî xwe li hember di tewîne, ev jî di be teşe girtina civakê ê kok hûcre. Ne mezin bûyîn û ne pêşketina vê hûcrê, ango di vê hûcre yê de xirabiyek wê li ser hemû civakê bandorê xwe bi de çêkirin. Di rastiya roja me îrode jî em di bînin ku di civakê de desthilatdarî,milîtarîst, nîjadkujî, bijavtin pir zê de bûye. Bi bandorê pergalê ê bi riya çewisandinê ve civak her diçe hilweşandina exleqî jiyan dike u udi keven ava jiyanekê yoz de. Ger ku cihê kê jin tê de hati be tûne kirin, perçiqandin ev gelek di be û civakek jî di be, di asta pêşte wek hevî, demokrasi, azadî û dinava dadmendî de jiyan kirina wan bê derfete. Ji berk u yê van diyardeya temsîl dike rastiya jin bi xwe ye. înkar kirina jin înkar kirina azadiyê, wek heviyê , heqîqetê û dadmendiyê ye.

Belê PKK, tevgerandina xwe li ser rastiya bandorê ku jin li ser civakê di de çêkirin rê dikeve, dikeve zana bûyîna wê de şoreşekê ku jin dinavde ne be, xwe vegotin neke nikare ser bikeve û serkeftin bi xwere bîne bi vê rastiyê re heya roja me îro tîne.

Niha,s berê PKK’ê avahiya civakê û ev avahî ya civakê bandorê xwe li ser jina Kurd cawa kiriye em meze bikin.    

Di Kurdistanê De Rastiya Civakê Û Jina Kurd

Civaka Kurd civakêke ku bijavtin û destrêşka nîjadkujîre hatiye girtin. Nasnameya wê, zimanê wê û çanda wê hatiye înkar kirin, zordariyek wîsa li ser hatiyê çêkirin ku gihiştiye asta bi xwe xwe înkar bike. di dîrokê de bê statu hiştine, ji welatê xwe hatine penaberkirin û ji bo ku xwe radest bikin posber bûyînêre rûbe rû mane. Ji bo Kurdan rastiyên ku dem nedaye guhertin hene. Ya yekêkmin; Kurd hertimî dinava berxwedaniyê de mane û stûyê xwe xwar nekirine. Ya duyemin jî; bi heter xwastine dewisandin û înkar kirinê rederbas bikin. di erdnîgeha Kurdistanê de berxwedaniya ku li hember înkar kirine tê kirin her tim rê li hember şer û pevçûnê vekiriye. Di Mezopotamya de ji bo pêşketina şahristanî û ya civakê rolê herê mezin leyistiye û divan xakanede gelê herê qedim jî gelê Kurde. Lê mixabin di hêle desthilatdariya de ji dervey dîrokê xistine û paşaroja wan jî ji lênûsa dîrokê paqişkirine. Bi pênasekirina Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rastiya gelêkê pênase dike rastiya gelê Kurd “li ser hatiye betonkirin” vejîna xwe û hebûna xwe jî bi riaya berxwedaniya xwere dest xistine. Tevgera ku ji bo vê berxwedaniyê pêşengtî kiriye û hêl dayê jî PKK’e ye. ji bo gelê Kurd tevgera PKK’ê li hember hemû êrişên pijavtin, nîjadkujî xwe nû de dîtin û xwe dî nasnemeya xwe derketine. Di heman demê de xwe parastin, bi nirxê xwe yê çandinîre wê bi çi awayî dest bixe rê û rêbazên wê raber kirine, ji bo vê pêşengtî kiriye û tevgera k udi sedsala 20. Mîn de pêşketîye bûye tevgera herê mezin ê berxwedaniyê.

Gelê Kurd her timi tekoşîna hebûnê dane û tucarî sûtiyê xwe li hember desthilatdariyê ne tewandine. Her timî tekoşîna ji bo gelên ku bi hevre eynî axê de jiyan dikin Erep, Fars, Sûryanî, Ermenî û Tirk wê jiyanek wekhev, azad bi çi awayî bi hevre jiyan bikin di din çêkirin. Erdnîgeha Kurdistanê de sedsala 19. Mîn heya 20. Mîn jî gelek raperîn hatine jiyan kirin. ev raperînane bi riya avabûnên netew dewlet hêzên wan ê artêşêve tê binxistin. Ev raperînên ku her çar perçeyên Kurdistanê de pêşdikevin tevlê bûyîna jina Kurd jî asta ku nayê înkar kirinê de pir di bin. Afirênerê nirxê çandeyî û ji bo têşe girtina civakê de jina Kurd rolekê pir bi bandor dileyize li hember înkar, pijavtin û dagirkirinê di dîrokê de heya niha sekna xwe ya bi rûmet her timi parastiye. Tevlê bûna jina Kurd ê raperîna pir baldigşîne. Rûxmê ku bandorê feodaltiyê û çewisandina olê pire jî lê jina Kurd rûxmê her tiştajî bi hestên xwe yê welatparêzîre bi zilamanre, li hember hêzên ku înkar û tune bûyînê pozber dikinre dikevin dinava şerde. Jin ew cendere û qalibên civak ji bo wan dayî çêkirin dişkine û dide nişandan ku jin jî dikare weke zilam şerbike. Bese û Zarîfe ji bo vê mînakên sereke were dîtin jî lê dinava van raperînande bi hezaran jinên Kurd cihê xwe girtine. Tevgerên Kurd ê di sedsala 10.mîn heya 20.mîn de pêşketine jî di herê pêşte jina Kurd jî cihê xwe girtine. Jina Kurd ji çandeyî ya raperînan tê. Ji bo vê yekê li hember tabû yên ku civakê de hatine avakirin û li hember rastiya pergala desthilatdariyê tekoşînên pir mezin dane meşandin û ji bo xwe rê vekirine. Jinên ku rihên xwe yê raperînê parastine di pêşketina dîrokê re derketine holê û dîrok nivîsandine.

Kategori: Lehengên Jin