Tirkî  |  Erebî

Akademiya Ş. Beritan

savas kadin 1Akademiya parastina jina azad ya Ş.Bêrîtan sala 2004’an heya roja me îro bê navber xebatên xwe dide meşandin. Her sal bi awayê du vedoran de xwe rêxistin dike. Di heman demê de ev saziya perwerdê

, xwe li gorî şert û zurufên tevgera leşkerî sengerê xwe pêktinîn. Her wiha saziyek wisane ku çavkaniya xebatên birdozî ye. Dîsa ev akademî, di asta kadro û fermandartî de, di zanistiya birdozî de xwe aras kirinê û di leşkerî de jî ragederiyê esas digre. Despêkirina akademiyê torena soz dayinê re despê dike. Şagirtên akademiyê beriya dest bi perwerdê bikin kom bi kom soz didin. Torena sond dayînê û bi awayê kom bi hevre soz dayîn rewşa perwerde di de diyarkirin. Bandorê xwe li ser tevlêbûyîna ferdan yê perwerdê jî dike, her wiha dinava perwedê de sekna kesayetan jî bandor dike. Ji bo vê jî, soz dayînê re despêdikin…

 

Tevgera azadiyê de bi hêsanî soz nayê dayîn, dema hat dayîn jî pêwîste pêdiviyên wê were pêkanîn. Boyî vê giran bûna soz pir mezine. Li ser nirxên herê pîroz soz tên dayîn. Li ser maseyek fireh çek, wêneyên Rêber APO, al û paraznameya Rêber APO tê danîn. Destên xwe daynin li ser wan û soz didin. Nivîsa soz dayînê pir bi wêta dayinek re tê amadekirin. Bi giştî li ser esasen paradigma yê gotin li pey hev tên amadekirin. Her gotin dinava xwe de wateyên pir mezin di hewîne. Piştê ku kom bi kom soz dayîn tê dayîn, bi fermî dest bi bernameya perwerde tê kirin.

Rêxistin kirina jiyana dinava akademî de û sazûmana perwerdê bi giştî li ser esasê rêzname dimeşe. Ji ber ku akademiyek birdozî û leşkeriye, ji bo vê jî avahiyek rêzkari tê xwastin. Bernameya perwer dê pir berfireh tê dest girtin. Paraznameyên ku Rêber APO li Îmraliyê nivîsandine bi xwandina wan re, dest bi pewerdê tê kirin.

Em wek avê diherikin dinava koka jiyanê de

Şîlan Dilara di akademiya parastina jina azad ya Ş. Bêrîtan de, hem wek mamoste hem jî wek ji şagirtên akademiyê behsa perwerdeya ku tê dayîn çi guhertin li ser jinên gerîlla dide çêkirin, bi van gotina tine ser ziman.

savsan kadin 2“ Akademiya parastina jina azad de jiyan pir bi xwezayî ye. Qalip û sinoran derbasdikin, pêwîstî ji vanere nayê dîtin bi vê awayê jiyan berdewam dike. Pergala ku pênc hezar sale di bin desthilad dariya zilam de tê meşandin pir neritên hişk û pergala avakirî de jî hêliştiye ku jin bi xwezayî ya xwe û xwemal tiya xwe durbikeve. Li ser vê çendê, jin xwe pergalek wisa de nikare rêxistin bike û bibe xwediyê vegotinê. Ev rastî jî ji aliyê her kesê vê tê zanîn. Me vê rastiyê nepejirand, ji bo vê em hatin van çiya yên azad. Di akademiyek wisa de jin xwe rêxistin dikin, dibin xwediyê vegotinê û ji pergala desthilad dariya zilam û zordestiya wan dur, wek avê diherikin nava kokên jiyanê de.

Akademiya parastina jina azad ya Ş. Bêrîtan eşkere kirina baxçeyê azadiyê ye. Rêberê me di got; “ jin baxçeyê azadiyê ê veşartiye.” Niha akademiya parastina jina azad ya Ş. Bêrîtan bi hemû cewherê xwe û teşeyê xwe derketiye holê ku ew îdî ne baxçeyên veşartîne, baxçeyên ku hatine aşkere kirine. Cihêke ku hemu reng û deng tên gel hev û ev jî di hêle ku jiyan bibe cihê renga.

Di nava rastiya pergala deshilat dariya zilam de jin tarumar bûye. Hestên wê, nêrinên wê, zimanê wê, avahiya giyana wê di bin zordestî û desthilat dariya zilam de hatiye perçigandin, ji rastiya xwe hatiye dur xistin. Jin wê çawa bijî, wê çawa bi fikri û kîjan wextê wê çi bike zilam di de diyar kirin. Hemû jiyana jin li gor pêwîstiyên zilam hatine diyar kirin. Pergala deshilat dariya zilam û rastiya pergala wê, di giyana me de birînên pir mezin vekirine. Em hewil didin ku ev birînên xwe, bi kedên xwe cihên ku me ava kirine bi taybet zemînên jin de van birînên xwe derman bikin. Hemu tekoşîna me ser esasê, kesayêtên xwe, fikrên xwe, hestên xwe ji qirêjiya pergalê pagij girtinê ye. Ji bo vê akademiya parastina jina azad ya Ş. Bêrîtan, ne wek ew akademîyên klasîkin. Dema di bêjin akademî di çavê her kesê de weneyek çêdibe. Lêbelê, weneya akademiya jina azad ya Ş. Bêrîtan ne ji ew weneyê ku di çavê her kesêde çêdibe. Ev ji wêde tirê ku tê dîtine. Wêneya Akademiya Jina Azad Ya Ş. Bêrîtan, jina azad çawa tê xulukandin û tê jiyan kirine.

Bi taybetî perwerdê de rêxistinkirina jiyanê tê esas girtin, ne tinê di hen aliyên wê û pêşxistina kesayet, di heman de mê de jî kesayeta jin di hemu aliyên wêve tê dest girtin û ruxandinên bi destê zilam ser kesayêtên me dane çêkirin selihandina wê tê dest girtin. Di pergala zilam de nêzîkatiyên herê xedar û zinix jî, di jin de li hember hevdu biyanîbûyînê pêşxistine. Ev biyanbûyîn ne tinê li hember rastiya civakê, li hember rastiya xwe jî hatiye dur xistin, nasnake û haya wê ji hêza wê ti nîne. Di Akademiya Jina Azad Ya Ş. Bêrîtan de li ser esasê bernameyên perwerdê de di her kêliya jiyanê de gav bi gav jin xwe nasdike,hêza xwe dibîne û heqîqeta xwe di bîne. Dema hêza xwe û heqîqeta xwe di bîne baweriya wê bi hêz dibe, coşa wê zêde di be, di keve ferqa hêza xwe de û di heman demê de di be çalakvanê jiyanê jî. Rastiya xwe heye jî dema jin de ev îdea pêşdikeve, rengê jiyanê tê guhertin. Jina ku dinava pergala deshilatdariya zilam de pêşdikeve, weke gulekê çilmisiye. Lêbelê dinava tevgera azadiyê de, bi taybet jî dinava Akademiya Parastina Jina Azad Ya Ş. Bêrîtan de ew gula çilmisiyî her kêlî şîn di be, zîndî di be û xurmîn di be. Perwerdeyên ku Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan de tê dayîn ne perwerdeyên klasîkîn. Pir dewlemend û renklîne. Pêrwedeyên Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan de tê dayîn, mirov dike rêwî û ber bi dîrokê vê dibe. Dîrok bi hemû awayê lîkolîn dike û hewildi din ku xwe bigihijinîn rastiyê. Ev jî di hêlê ku, di kesayeta jin de, feraseta wê de, hestên wê de guhertinên pir mezin were çêkirin. Bêguman, hatina Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan ewqas hesanî nîne. Kî çi demê dixwaze nikare biçe. Pîvan û rêzikên wê hene. Di be ku milîtanê vê rêxistinê bin, lê ji bo ku mirov ber bi deriyê Akademiya Jina Azad a Ş. Berîtan ve biçe hen pîvan hene. Pêwîstiyê wan anîna cih heye. Ger ku, sekna kes ji bo van pîvananan dest digrise ew dem dikare gav bavêje Akademiyê.

Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan ew wêneyê ku klasîk tê zanîn ji holê rakiriye. Wêneya Akademiya Ş. Bêrîtan ê jina û perwerdê pir cudaye. Di Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan de, her kes hem mamosteye hem jî şagirte. Şagirtê jiyana azade. Jiyan di bin vê feresetê de tê rêxistin kirin. Her wiha rêznameyek vê akademiyê heye. Saziya ku vê rêznameyê sazûman dike heye. Kesên ku tên Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan pêwîst dike ku hemû hebuna xwe dayne holê û xwe nu de ava bike. Hem ji bo jiyanê hem jî ji bo bernameya perwerde ji herkesê di asta bilind de berpirsiyarî tê xwastin. Pêwîste hevalên li wir, xwe coşekê mezin bibînîn. Li wir hêza xwe xistina nav giştî tê xwastin. Her wiha qalibên li ser fikir hatî ava kirin tên şikandin. Mînak, her timî yê hen bêjin ezê guhdar bikim, yê hen bêjin ezê pêkbinim, ji bo jiyanamin çi were gotin ezê wisa jiyan bikim hwd… Di akademiyê de bi xwe di bêje, bi xwe rêxistin dike û azadî jî ji xwe tê xwastin. Di Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan de feraseta ku ji bo jina azad were avakirin, sazûmanê perwerdê ji bo vê zemînekê pir mazin pêşkeş dike. Di akademiyê de biyanîbûyîna li hember heqîqeta xwe tê derbaz kirin. Hem wek jinekê hem jî wek şervanê azadiyê bandorê civaka deshilatdar ser me dayî çêkirin derbaz bûna wê gav bi gav tê çêkirin. Dîsa rastiyên ku ne aîdiyên mene û ne cewherê me ye em daynin aliyek û ber bi heqîqetê xweve diçin. Jiyan ji bo vê bingehek mezin ava dike. Pergala zilamê deshilatdar li ser fikir pir qaliban çêdike. Wek jin nikare jiyana xwe rêxistin bike, cihê ku jin lêbe bilav bûyin heye dîsa di bê je cihê ku jin lêbe rêxistin bûyîn nabe. Ev nêzikatiyek pergala zilamê dashilatdare û nêrînên wane. Me van nêrînane hemu beru vajî kir. Çima jin nikare were gel hev, çima jin nikare jiyan rêxistin bike, ma ji dîrokê heya niha rêxistin bûyîn bi destê jin ne hatiye pêşxistin? Ev rastiyek dîrokiye. Lêbelê li ser vê rastiyê bi destê zilamê deshilatdar hatiye nûxumandin, ne hatiya nivîsandin û perde serde berdane. Mejî xistin hevparê van derewên xwe. Lê, me îro di zemînê akademî de, jin bi destê xwe vê kedê da raberkirin ku, jin di karin werin gel hev, xwe rêxistin bikin. Dîsa, rastiya akademî da nişandan ku cihê jin lê be nizam heye, rêxistin û rêzik heye. Jin bê ku pişta xwe bide hen kesa dikare jiyana xwe rêxistin bike. Cihê jin lê be rêxistin bûyin heye. Ji bo vê minakê herê bingehîn jî, Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtane.

Jiyana akademiyê ser esasê rêzîknameya ku hatiye amadekirin tê rêxistin kirin. Her sibeh bi rojbaşê ji xwey di rabin û bi werzişê dest bi jiyanê dikin. Çawa ku girink bûyîna perwerde ya birdozî û leşkerî heye, ewqas girink bûyîna werzîşêjî heye. Çima werzîş? Ger ku em, ji bo jin di milê mejî de pêşketina wê girink digrin dest, di milê beden de jî pêwîstiya pêşketina wê heye. Girink bûna pêşketina hêza beden jî heye. Ev jî parçeyek jî pêrwerdê yê. Pişti werzîşê jî dest bi perwerdeya birdozî dikin. Perwerdeya birdozî heya nîvro, dîsa piştê nîvro jî berdewam dike û heya seatên ber êvarê. Perwerdeyên me yên birdozî navarokên wan piranîn li ser esasê paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadî xwaziya zayenda tê di tîn. Waneyên me bi gişti, xwe paradigmada kurkirin û xwe kirina milîtanê paradîgma yê tê armanc girtin. Waneyên me pir dewlemen de ji dîrok heya ilme civakî, ji felsefe heya xwazayê hemu qadên fikri tên esas girtin. Ji bo xurt bûyîn û ronak bûyina jin hertişt tê armanc kirin.

Di her kêliya jiyanê de, mirov li hember nûbûyîna tê. Bi qandi perwedeyên birdozî, di ilmê leşkerî de jî kur bûyîn tê kirin. Dîsa, ji berhemên serdemê jî sud jê girtin tê çekirin. Ji dervey perwerdeyên em di bînin, mijarên giradayî perwerdeyên me hene em wan xebatan jî di bînin. Mînak wek wêje, çand û hûner. Berhemên ku van milane de derdikevin jî hene. Ji bo ku derheqê dîrok te lêkolîn were kirin pirtukxane heye, her wiha pirtukxaneyek pir dewlemende. Rêhevalên me yên jin ji xweya xwe kêm dikin di xwunin û perwerdeyên xwe yê tekakesî di bînin. Film û belgeselên hundirê wan tijî tên temaşekirin. Tehlîlatên Rêbertî bi awayê kê bi sazûman tê temaşekirin. Dîsa xebatên şano tên kirin. Em tinê xwe di milê fikrî de pêşnaxin. Di her qadên jiyanê de em xwe pêşdixin. Hemu hewildanên me rûxandinên li ser beden û fikrên jin hatine avakirin ji hole rakine. Jin hêz di be, li hember xwe baweriya wê pêş dikeve û dinava hilberînê de dimîne. Di civakê de, qiymeta hest û hilberîna ku jin di milê fikir de di de çêkirin pir zêde nîne. Lê belê, em di Akademiya Parastina Jina Azad a Ş. Bêrîtan de hemu hilberînên jin di nirxînîn. Rojnameya me ya dîwar heye, di wê rojnameya dîwarê de mijarên girêdayî perwêrdê nivîs, helbest û di cihana hestên jin de çi hebe tê dagirtin. Di heman demê de ev dibe zêmînekê heval hevdu teşvîk bikin. Wekî din jî, rojaneya Akademiyê heye, hevalên ku rojane dinivisînîn hene.

Lîstikên wek voleybol û santraç tên leyistandin. Pir lîstikên cuda jî hene ew jî tên leyistandin. Ev lîstîkane di hêlê ku kesayeta jin de pêşketin jî çê bibe. Rêberê me jî girink bûyîn dida pêşbirka. Pêşbirk wek dibistaneke. Çawa ku mirov di saziyên perwerda de xwe nasdike, pêşdixe, pêşbirk jî mîsyonek bi vê awayê di leyîze. Rêberê me qadên pêşbirkan ziviran di bû qadên perwedê. Ev kevneşopî di Akademiya Ş. Bêrîtan de xwe berdewam dike. Bedena jin jî bê rêxistine, hêza xwe ya beden nasnake. Çawa ku hêdî hêdî di milê fikirde pêşketin çê dibe di milê beden de jî pêşketin çêdibe ev jî xwe ser tevgerandinê jî di de çêkirin. Hêza jin ya veşartî her kêlî xwe zîndî dike û di be herikandina jiyanê. Ji bo vê hevalên ku tên Akademiya Jina Azad a Ş. Bêrîtan na xwazin der bikevin. Dema hevalên jin nû tên gel hev di despêkê de gumanên wan çêdibe, ewqas hevalên jin wê çawa bi hevre jiyan bikin. Lê dema xwe, hêza xwe, hêza jin nasdike ev gumanên wê hemu derbas dibe. Hevalên jin li ver hevaltiyên pir xwezayî pêşdixin û nêrînên xwe pir rehet û bi coşekê mezin tênîn ser ziman. Ma kîjan jin dî xwaze xwe ji ev bayê azad, saf û pak mahrum bi hêle.                                

Kategori: Lehengên Jin