Tirkî  |  Erebî

(Akademiya Şehit Beritan ) -II-

savasan kadinresimDi sala 1986’an de, di kongreya PKK’ê ya sêyemîn de biryara xweser tevger kirina rêxistinên jinê

tê girtin. Ev biryara xweser tevgerkirina rêxistinên jinê di Mijdara sala 1987’an de li Avrupa yê bi îlan kirina YJWK’ê dikeve meriyetê.

 

 

Li qadê ku gerilla xwe lê bi cîh dike, xebatên ji bo artêşbûna jinê destpê dikin û di vê mijarê de perspektîfên yekemîn di sala 1989’an de derdikeve. Di destpêkê de li qada Botan ê yekîneyên jin tên damezrandin û bi rengekî lezgîn li hemû qadên gerîlla xwe lê bi cîh dike, Jin bi rengekê xweser xwe bi rêxistin dike.

Jinên Kurd her ku diçin tekoşîna xwe bi awayekê zanist û bi rêxistin kirî pêşdixin. Çiyayên Kurdistanê bi rengîniya qadên jin ên xweser tên xemilandin. Yekîneyên xweser tên ava kirin. Çalekiyên xweser tên li darxistin. Bi awayek lehengî şer dikin. Di bin her şert û mercê de, ne rêhevalên xwe li pey xwe dihêlin û ne jî dîl ketina destê dijmin di pejirînin.

Her wiha dijmin jî li hember vê berxwedana jinên Kurd metel û mat dimînin û ji vê berxwedanê re rêz digirin. Reberê Gelê Kurt Birez Abdullah Ocalan jî li beramberê vê lehengiyê hîn zêdetir girîngiyê dide perwerdeya jin û ava kirina qadroyên pêşeng. Ji sala 1993 û şûn de, êdî fermana artêşbûna jin tê dayîn.

Ji bo artêşbûna jinê di demê pêş de jî çi ji destê me were em ê bikin. Niha hun xwe zane dikin û weke kesayetekê azad tev li pêvajoyê dibin. Ev yek ji bo ku tevgerek xwe li ser bingehê têkûz ava bike pêwîst e, lê belê ne bes e. Piştî ku we qonaxa qadrobûyînê pêşde bir û şûn de hunê li pir qadan de werin erkdar kirin. Heta, hunê weke pêşengekî biçin ser kar de. Rêxistina ku hun pêşbixin û asta serkeftinê bi mîsogerî wê, we nêzî jiyana azad bike’.

‘pêwîst e mirov ne bêje ger şoreş çêbibe jin jî wê ji ber xwe ve rizgar bibe. Gelek şoreşan pirsgirêka jinê bi vî rengî girtiye dest. Lê belê derketiye holê ku jin ji xwe ve rizgar nabe. Weke pirsgirêka netewî di pirsgirêka jinê de jî rizgarî wê bi raman, rêxistin û çalekiya jinan pêşbikeve. Ev tiştekê diyar e. Di vê mijarê de pêwîst e jin hêza xwe yê cewherî derbixe holê û têxe meriyetê. Ev tiştekê girîng e. Şêwazê herî rast ev e. Em nirxekê mezin didin vê. Pêwîst e li ser vê mijarê ji her demî bêhtir fikrandin û nîqaş çêbibin û di derbarê wê de biryar bên standin. Bi taybet jî meriyeta vê yekê, pêwîst e bibe tişta ku herî zêde we mijul dike. Vî şansê xwe baş bikarbînin. Dîrok herdemî vê derfetê nade.

savasan kadinresim1Di encama amedekariyên demdirêj û meriyetekê pêve, di salên 1995’an de artêşbûna jinê bi navê YAJK ê tê danezan kirin.

Bi vî rengî hêzên jin biryargehê xwe cuda ava dikin û dikevin qonaxa artêşbûnê. Reberê Gelê Kurt Birez Ocalan, YAJK’ê weke hewldanên xweser ê jinên di salên 1973’an û heyanî 1995’an cihê xwe di nava PKK’ê de girtine, xwe bi rêxistin kirine, binav dike û binasiyên artêşbûnê jinê bi vî rengî datîne holê.

‘Derketina çiya ji bo gavên sihêm yên berbi azadiyê ve bên avêtine. Derketina çiyayên azad a keçeke ciwan, nîşan dike ku armanca wê ya azadiyê çiqasî mezin e. Ji bo ku em ji zalim, serwer û ji dîktatorên mezin heyanî yên biçûk hesabê bixwazin me derketina çiya pêwîst dit. Ew nikarin destê xwe dirêjî wan deran bikin. Li wan deran de destê wan şkandin hîn bêhtir hêsane. Ji bo vê yekê em keçan ber bi çiyayên azad ve bi rêwî dikin.

çima jin? Ji bo jiyaneke azad jin…

Çima şerê jin, ji bo ku bi her awayî newekhevî û koletî ji holê rabe, şerê jin...

Artêşbûna jinê dibe îfadeya jin a mêtîngeriya zayend derbaz kirî, bengîya xwe ji zilam qut kiriye û li şûna şêwazê jiyana kevneşop, azadiyê ji xwere esas girtiye. Ev gava destpêkê ye. Dûv re jî bi rengekî herî tekoşer û bi gavên serkeftinê mîsoger dike, em xwe bikin artêş. Ger hun vê bi ser bixin, wê demê hun bi hêz in û ji bo ku hun bi hêz in, kêm be jî hun azad in.

Artêşbûna jinê, amrazê nîqaşê ye. Amrazê pîvanên xweşikbûn û nêzîkbûnê derxistina holê ye. Amrazê bi biryarbûyînê ye. Ji pir şaşitiyên zilam re amrazê hêza jin amede kirine. Cewherê artêşbûna jinê a esasî civakî ye û heta çandiye. Ger ev artêşbûyîn di qada leşkerî û siyasî de rola xwe bileyîze, wê demê wê deng vede. Nexwe artêşbûna jinê mirov nikare tenê ji nêzîkatiyekê leşkerî re teng bigire dest û îzah bike. Pêwîst e ku mirov bizanibe artêşbûna jinê têkariya bîrdozî, siyasi, civakî û çandiye. Rêxistinbûyîna azadiyê ye. Artêşbûna jinê ne wek artêşên ku tên zanîn e. Rexneyeke li dijî mantiqê artêş a ku xwe heyanî roja me ya îro dide berdewam kirine.

Wek şexs, tenê xwe bi hêz kirin têr nake. Pêwîst e em weke saziyekê xwe bi hêz bikin. Dema ku we di her astê de artêşbûna xwe û sazîbûna xwe da çêkirin, wê demê li himberî desthilatdariya zilam û şexsan hunê bibin xwedî angaşt. Ez bi bawerim ku hunê vê gavê jî bi awayekê serkeftî bavêjin. Rê heyanî dawiyê vekiriye û hun ber bi çiya de diherikin û ev vê dide diyar kirin. Ji xilasiya jin re rê heye û hêza xwe kom dike. Tişta ku kêm dimine ev bikaranîn, bi rêxistin kirin û ji vê re pêşengtî kirine. Ev jî erkekê ku dikeve li ser milê we ye.

Ev yek, di dîrokê de destpêkeke. Her çiqasî li hemberî fikrê “di hundirê artêşê de artêş ava kirin” berxwedanek pêşbikeve jî, ji bo ku jin xwe ji venêrîna zilam rizgar bike, vîn û hêza xwe ya tekoşînê pêşbixe, ev wekê pêwîstiyeke tê dîtin. Jina Kurd xwe wek garantiya şoreşa Kurdistan ê, dîsa hêza bingehîna a jiyana sosyalist, wekhev û azad pênase dike.

Derketiye holê ku li dijê cîhana desthilatdar a zilam û rastiya dayî ava kirin re şer kirin, ewqas jî ne hêsaniye. Tenê xwe îfade kirin û şer kirin têr nake. Di her şerê xwe de bi nakokiya hezaran salan a hatiye avakirin re rû bi rû dimîne. Her ku pergalê di kesayetiya xwe û zilam de nas dike, hîn bêhtir pêdivî bi şer, rêxistin bûyîn û zanebûyînê dibîne.

Perwerde û lêhurbûnên jin yên xweser li qadên ku Reberê Gelê Kurt lê dimîne her ku diçe zêdetir dibe. ji aliyê Reberê Gelê Kurt Birez Ocalan ve jinên tekoşer ên bi huner û xwedî mîsyonekê ne, lêhûrbûnên taybet re derbaz dibin. Bi van perwerdeyan pêşengên tevgera azadiya jin û artêşa jin, tên amede kirin.

savasan kadinresim2Her wekî din, di qadên şer de, di bingehê biryargehan de perwerdeyên jin tên destpê kirin.

Êdî ti paşverûtî nikare meşa jinên ku xwe bi zanistiya zayend û bi nasnameya jin perwerde kirine û xwe bi hêz kirine, bide sekinandin. Nirx û nêzîkatiyên bîrdozî dema ku ji aliyê jin ve tê fêm kirin û vê yekê derdixe zanabûnê, herî zêde yên ku xwedî li jiyana PKK’ê û şerê wê derdikeve jin in. Jina ku xwe li himber nêzîkatiyên zilam yên klasîk zane kiriye, xwe û cinsê xwe nas kiriye, dizane ku azadiya rast xwe ji hişmendiya zilam a desthilatdar qut kirine û serbuxwe rêxistin bûyîne.

Tekoşîna wê her ku diçe zêdetir dike û bi vê awayî her ku diçe PKK hîn zêdetir dibe partiyek a jin an.

Di salên 1996 an de asta zanabûnê ya ku jin xwe gihandiyê, “Teoriya Qutbûnê” tîne rojevê. Cewherê vê teoriyê ji pergala zilam a desthilatdar û ji paşverûtiya wê ya li ser jin û zilam zelal kirine. Li warê Xwedawendan, warên ku jiyana komînal cara yekemîn lê pêşketiye, dîrok şahidiyê ji vejînekê nû re dike. Şahidiyê ji şoreşekî nû a jin re dike.

Pêşketinên çêbûne û asta ku rêxistin gihiştiyê û dîsa bi perwerdeyên jin re, hêza bi zanebûna zayendî re ava bûye, pêdiviyekê bîrdozîyê derdixîne holê. Di sala 1998’an de “Bîrdoziya Xilasiya Jin” tê ilan kirin.

Bi armanca girêdanek rast a ji şehîdên ku keda wan di artêşbûna jin û azadkirina gel de çêbûye pêk were û dîsa di encama pêşketinên mezin de ew nirxên ku derketine holê bên parastın, pêwîsti bi bîrdoziyekê xweser tê dîtin. Bi vê armancê Reberê Gelê Kurt Birez Ocalan, di 8 ê Adara sala 1998’an de di kesayeta jinên Kurd de “Bîrdoziya Xilasiya Jinê” diyariyê hemû jinên cîhanê dike.

Têkiliyên dinavbera jinan û reberê Gelê Kurt de, têkiliyekê ku bingehê wê kûr e û bi eşqa azadiyê pêşdikeve. Jin jî azadiya xwe bi Reberê Gelê Kurt re dibîne.

Ji bo vê yekê gava ku Reberê Gelê Kurt Birez Abdullah Ocalan, bi komploya navnetewî hate radest kirin û ket bin esaretê bi dehan militanên jin çalekiyên fedayî û çalekiyên xwe şewitandinê pêşxistin.

Jinên Kurd ji bo ku komploya li ser RÊBERÊ xwe vala derbixin, bedena xwe dikin gilokek ji agir. disa ji bo ku komployê vala derbixin û layiqê keda RÊBERÊ xwe ya ji bo azadiya jinê daye bibin, jin tekoşîna xwe xûrtir dikin.

Di sala 1999’an de Partîbûyîna jinê ya yekemîn a binavê PJKK’ê, di bingehê tekoşîna azadiya jinê ya ku RÊBERÊ Gelê Kurt Birez Ocalan di dema pêvajoya Îmraliyê de jêre digot; “ev projeya min a nivçe mayî ye”, hate pêşxistin.

Di encama amedekariyên xwe dispêre bi salan, di bunyata partiyê de partiyeke jin tê ava kirin. Dûv re li ser hîmê perspektîfên RÊBERÊ Gelê Kurt, projeya tevgera azadiya jinê bi navê PJA û PAJK’ê ava bûna xwe didin berdewam kirin.

Jin di sala 2003’an de bi navê YJA STAR artêşbûna xwe ava dikin. Bi ilana pergala Konfederalizma Demokratik re, di sala 2005’an de weke Civaka Konfederal a jinan dibin banê KJB’ê de hemû rêxistinên jinan kom dibin.

Bi ruxmê êşkence û zilma li Îmraliyê ji bo berjewendiyên jinê û yên gelê Kurt, Birez Ocalan tekoşîna xwe xûrtir dike û giringiyê dide perwerdehiyê. Di encama lêhûrbûnên Îmraliyê de rûyê rast ê pergalê, tengasiyên ku şoreşger pêre rû bi rû mane analiz dike û bi paradîgmayekê nû dest bi şerê avakirina hişmendiyekê nû dike.

Bi rêka parêznameyên xwe yên wek manifestoya jiyana azadin, herkesê perwerde dike û ronakbîriyê dide berdewam kirin. Jinên Kurd bingehê dîroka xwe bi rengekî kûr nas dikin û bersiva pirsên ku di dîrokê de ti carî nehatine dayîn, dibînin.

Perwerdeya rast ewe ku zanistê ava dike, hişmendi, hest, kesayet û derûniya mirov vediguherîne. Belê, rastiya ku di van parêznameyan de tê vegotin cîhanekê nû bi hemû kesî re dide naskirin.

Gerîllayên Kurd di vê cîhana nû de dest bi ava kirina ahlaq, çand û jiyanekê nu dike û ji bo vê jî li çiyayên Kurdistanê gelek qadên nû yên perwerdehiyê tên vekirin.

Ev qadên perwerde, di asta perwerdeya akademikte rollekî giring digrin ser xwe. Di heman demê de her akademiyek ji van, di bin navên leheng û pêşengê şoreşa Kurdistane de tenê tevgerkirin. Ji ber ku ew bune sembola tekoşina azadiye kurdistane…

Yek ji van qadên perwerdejî bi navê Keça Kurt û jina leheng Gülnaz Karataş, ango Berîtan Hevî tê veirin.

(Akademiya Jina Azad Ya Şehit Beritan ) -II-

 

 

Kategori: Lehengên Jin