Zozan ÇEWLIK

lehenge jinFermandarî, yek ji têgehên ku herî pir wê çawa bibe û di vê çawa be, li ser hatiye şîrove kirin.

Li gorî pêwîstiyên karekterê pergala desthilatdar, wexta ku girêdana wê yekser bi şer re tê çêkirin, bê guman pênaseyekî wê ya ku bide pejirandin, hev beş bike û li derdora wê saziyan ava bike heye. Lê bes, bi destpê kirina pergala dewletî ya ku cêwaziya her civakê diyar dike, tîne rewşekî asta kategoriyê. Weke ku di her têgihê de bûye, pêşketin û wateyeke ku vê dixe dualî jî heye. Qadroyekî vê pergalê yê ku bi ti awayî nirxê xwe tine û ji bo berjewendiyên pergalê tê bikaranîn heye. Ev qadro jî hêza bingehîn ya ava kirina saziya wê ye. Di warê din de jî, weke saziyên din dendikek hêzê ya bingehîn ku kesîmên din jî xwe di hundirê vê tekoşînê de bi cî dike heye. Ev kesîm jî xwe bi dayîna vê tekoşînê re pêşde dibe.

 

 

Çêbûnekî ku di warê hakimiyet li darxistin û li mafê xwe gerînê, gelo dibe ku bibe avabûnekî ku berbi azadiyê de diherike? Baş e, ji fermandarê ku hêza birêvebirinê re jî mirov dikare heman wateyê lê bike? Helbet, nabe. Her çiqasî em peyvên ku bi pêşketina şaristaniyê re derkeve bikarbînin jî, îfadeyekî vê ya jiyanî û wateyekî wê ya cuda heye. Divê hebe jî. Yan jî wateya çêbûna wê namîne û bi ruxmê hemû hewldanan jî wê pêvajoyekî dişibe wê pêşbikeve. Ya rastîn jî, di her dest girtinekî de wê lêpirsînekî hîn bêhtir kûr jêre pêwîst bike. Li gorî armancên jiyanê dahurînekî kûr û di karekter de bedenekî nû wê pêwîst bike. Ji ber ku yeke yek feraseta jiyanê, çêbûna felsefe û bîrdoziyê bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Ger ku ev di PKK de rêxistinekî gerîla ya ku xwe ji nû de bi hebûn kir û tekoşîna vê da be, ev girêdan weke neynûk û goşt, weke rayên xwînê yekparebûnekî ji hev nayê qut kirine.

Hêza gerîla, naşibe ti çêbûyîn û artêşên cîhanê. Bi xwe pijandinekî bi hêz, bi dilekî ku xwe bi pergal kiriye, bi yekparebûna vîn, ruh û mejî li himberî wê radiweste. Rastiyên xwe dispêrê, li beramberî pêşerojê hêviya wê, heskirina mirov û ya gelane. Ev hîmê ku esil gerîla bihêz dihêle ye. Ramanên ku dibin vê de radize, ferasetên jiyanê û azweriya wê ye. Dîsa binkeftinekî were jiyan kirin jî, ew ji kêmasî, şêwazê jiyana ku ji xwe re aniye rewşekî karekter bingehê xwe digire. Ji ber wê sedemê gerîlayek û helbet fermandarekî gerîla, bi ti pênaseyên teng ve wê neyê sînordar kirin. Ne tenê hêzekî leşkerî, ne jî qadroyekî bîrdozî û ramyarî ye. Berê her tiştî milîtanekî jiyanê ye û lêgerînvanekî pêwîst yê jiyanê ye. Ji ber vê çendê ji biçûk heya mezinên wê, bi her pirsgirêkekî jiyanê ve têkildar e. Pêwîstiyên ku wexta li jiyanekî nû digere, di serî de xwe û pişt re jî wê li derdora xwe bide ava kirin. Ji ber wê çendê ji beriya her tiştî gerîla, yê ku xwe ji derveyî rewşa pergalê dihêle û ya ku xwe tehlîl dikeye. Xwe dispêre rastiyan, dest dide bêderfetiyan. Ji ber vê sedemê ye yê li himberî gerîla têdikoşe ne yek, gelek neyar hene. Fermandarekî gerîla beriya her tiştî pêwîst dike ku bibe şoreşgerekî xeta ku li himberî elimandinên helwest û nêzîkatiyên paşverû têkoşînê dike. Her wisa di her hewldanê de, di her hûrgiliyê de û di her fedekariyê de pêwîst dike ku pêşeng be. Di rewşekî hêzê ya ku rêhevalê herî baş, perwerdekar, biwêrek û hêza morala bîrdozî û ya xwe di textîkê de kûr dikeye. Di vê derfetan biafirîne, li pey wê bimeşe û wê bi hebûn bike. Kilîda serkeftin û ya ji nû de ava kirinê ev e. Ev ya ji beriya her tiştî hemwateyê ku tiştên di xwe de dide ava kirine. Yanê yan gerîlayek yan jî fermandarekî gerîla, di destpêkê de di rewşekê bi xwe re di nava tekoşînê deye, serkeftina di vê de jî binkeftina dijminê li himberî wê dide nîşandan.

Baş e, gerîlayekî jin, hele bibe fermandarekî jin yê gerîla ferqa xwe çi ye? Dijminê li himberî wê heman dijmin e. Mercên tên jiyan kirin, heman merc e. Wê demê ew ê çi qasî cihê xwe bigire ku mirov îda bike ferqekî ya xwe heye? Ji rastiya pergala pênç hezar sal heya çavikên civakê cot standartiya tê pêkanîn, wexta ku zayendîtiya ku ji zilam re tê kirin mirov bîne berçav, îda kirina ferqekî bi vî rengî û heya mirov bêje gerîla di tekoşîna jinê de digihe lûtkeyê wê ne xelet be. Weke biyolojî, xwe weke gerîlayekî li gorî mercan amede kirin bi serê xwe derketineke. Ev jî tê wateya sekneke dijber. Wexta ku mirov vana bîne ber çav, xwe gihandina encamên wê jî, wê ne zehmet be. Aliyê ku pêwîst dike gerîlayekî jin tekoşîna wê bide, ji bo her demê hîn zêdetir bûye. Di destpêkê de weke jêma (kalıntı) bi salan bê baweriya dewr girtiye, xwe bêhêz dîtin û weke rêbazên tekoşînê yên kevneşop derbaz kirina gelek aliyên paşverû. Bi vêna re yek, li himberî hemû pêşbiryar (önyargı) û nêzîkatiyên paşverû yên xwe xapandinê rawestîn, şerekî ku bi carekî hezar salî bide hilweşandin birêvebirin. Li himberî hemû ferasetên ku bedena wê anîne rewşa amrazekî bikaranînê, ji xwe re dide bikaranîn û hemû nêzîkatiyên ku hewl dide wê bixe binaseya kêmasiyan re tekoşîn dayîna meşandin. Vana hemû jî, bi derketinekî biçûk ku gerîlayên jin li îtîfaka mêr dide, rastiya ku li himberî pêwîst dike ku bisekine, tenê serê rêza dibe. Berê her tiştî cih girtina gerîlayên jin ya di nava şer de, di holên şer de çek girtina destê xwe bi serê xwe di wesfa (nitelik) şoreşekî deye.

Ji ber van hemû sedeman gerîlayî bûna jinê û artêşa jinê ya ku xwe dispêre vê weke hêzekî leşkerî tenê girtina dest, yan jî weke ferqekî binav kirin, wê rûkî (sığ) bimîne. Artêşbûna jinê û tekoşîna jinê ya bi wê re pêşdikeve, li himberî jiyanekî ku red dike, şerê sekneke alternatîf, ava kirina mercên wê û kêlî bi kêlî şerê xwe bihebun kirinê ye. Rêxistina jinê ya xweser bi qasî di warê ramyarî de, heya ji wê zêdetir jî di aliyê wê yê civakî de tekoşînekê kûr tê dayîn. Di parastina xeta bîrdozî û anîna vekirinên sosyalîzmê, çavkaniya bingehîn ya suruşa (ilham) Rêbertiyê ava kiriye. Xeta çete a ku di hundirê rêxistinê de xeta tekoşînê lewaz dixîne, tekoşîna hundirîn ya xeta rêxistinê re, herî zêde gef (tehdit) li karekterê sosyalîst a PKK ê dixe. Di gelek pêvajoyan de tekoşînên azadiyê yên dîrokî bi vê risqê re rû birû maye û gef li meşa wana hatiye xwarin. Artêşa jinê li himberî vê rastiyê bûye hezekî parastinê û tekoşîna xwe di vî warî de pêşxistiye. Têkiliyên Rêbertî û jin ku yek yekê bi awayekî bihêz xwedî dike, di vê wateyê de bûye çavkaniya paradîgmaya îro û vekirinên ku Rêbertî ji bo Sosyalîzmê aniye. Ya rastîn jî, bi çi rengî ji bo rizgariya kurdistanê xwe gihandine rastiyekî ku di ezmûnên agir de derbaz bibin, ji bo jina ku rastiyên mîna Kurdistanê jiyan dike re jî, bi heman perspektîfên Rêbertiyê tevger digere. Bi vî rengî artêşbûna jinê ya ku bi tevgera azadiya jin re bi beden dibe, bi ava kirina jinê re gelekî ava kiriye. Paşverûtiyên civakê yên ku irf, edet û kevneşopiyê diecibîne, bi erdê re xistiye yek, bi civakê henaseyekî nû daye kişandin. Bi bûyîna nûnerê cewherê PKK ê re, îro kariye hêza bingehîn ya xuliqandinê bi serbixe. Wexta ku mirov qadên tekoşînê yên ku pêwîst dike û hemû keliyên jiyan û wezîfeyên li pêşiya wê dide berçav, qadrobûyîna jinê berfirehiya fermandariya pêşengtiyê derdixîne holê. Derbaz kirina hemû şewqdanên bîrdozîk yên xwe dispêre pergala dewlet ya baviksalarî, hemû têkiliyên xwe dispêre îqtîdarê, mirovan xistina kirde, (özne) ji pêkhatina Sosyalîzmê re bûyîna beden şerekî ku di destpêkê de were dayîne. Milîtantiyekî rast, bi Rêbertî re rêhevaltiyekî rast, sekneke dîrokî ya ku xwe naspêre tekoşîna berjewendîperest, xwedî kirin û parastina nirxên azadiyê bi xwe re tîne û xwe di vê rastiyê de pênase dike. Evan hemûyan jî di hundirê fermandarbûyîna jinê de pêwîstiyên pênase kirinekî dîrokî ye. Di vê wateyê de wexta ku di nêvî de dimîne, di warê tekoşîna azadiyê de fermandar bûyîna jinê rayên jiyanê yên ku pêşerojê îfade dikeye.

Bê guman ji vê re jî, îdayên mezin, meşên dîrokî û berdêlên mezin pêwîst dike. Wexta ku dîroka xwe pê îfade kirinê be, şopekî herî biçûk ji wî re nemaye. Mirovahî bi xiyanetekî mezin re rû bi rû maye. Vê ya xuliqandin û derxistina zanistiyê di nirxên zagonên jiyanê de wateya xwe îfade dike. Ji ber vê sedemê bi qasî gotinê, pêkanîna wê ne hêsanî ye. Ji bo bibe delîlê rastiyekî herî biçûk ji bo xwe û ji bo tekoşînê, wê pêdivî bi xweliya ku ji nû de bi xuliqandin û biryardariyekî mezin ku bikaribe bi qasî parçeyên atomê mezin perçe bike hebe. Wê pêdivî bi derbaz kirina sînoran, hevdîtina bi dîrokê re û bi dîrokê re jiyan kirinê hebe. Weke destpêk jî, ger ku weke mînakek ne kirina nirxandinên avabûnekî jî, cihekî weke ji sifrê de destpê bike bi xwe re tîne. Ji pêşketina rastiyên ku hene zêdetir, rastiyên ku ji tekoşîn û ji yên fêrdibe, li ser encamên ku derdikevin pêşketin hatine çêkirin. Bi nimûneyî salên destpêkê yên fermandarbûyîna jinê, ne di perspektîfa vê roja xwe deye. Jin ji texlîde zilam xilas kirin û ji bo ku bigihe rengê xwe, bi dehan bedel dane. Ji vê ye ku ji artêşa jinê re bûyîna pêşeng, tenê bi cih û demekê re nehatiye pîvan kirin. Bi qasî jiyan kiriye, nûnertiya wê jî kiriye. Di hundirê artêşbûna jinê de, gelek kesayetên ku li gorî xwe nêzîkatî dan çêkirin, ketina nava helwestên ku xwe bi rayeya xwe ve dixapînin û gelek kesayetên ku bi zihniyetê zilam di pîvanên fermandariyê de tevgerîn çêbûn. Lê, jinên ku bûn delîlê vê rastiyê, ne bi gotinên xwe bi tiştên jiyan kirine rastiyê dan artêşbûna jinê. Mîsyonê tevgera azadiya jinê bi vî awayî bi pêşengên rastîn ve gihiştiye rastiyê. Fermandariya jin çiqasî nûneriya cewhera jinê bike, wê bikaribe binê pênaseya ku şêwe dide rêgezên azadiyê dabigre. Bi vî rengî jî di yapiya jin de li gorî vê nirx qezenç kiriye û cihê xwe dîtiye. Di vê wateyê de di her rûpeleke tekoşînê de bûn nûnerê jinên pêşeng yên ku bi berxwedaniya xwe, bisekna xwe, bi tiştên xuliqandine re bûn rênîşanê dîrokê, pêşketinekî dîrokî yê mezin afirandin. Tekoşîna azadiya jin bi şopandina rêya wan re rê berbi mezin bûn û pêşketinê de girtiye. Tiştên ku ji cîhana hest û rihê xwe ava kirine, weke taybetmendiyên rastîn yên ku nasnameya jinê pênase dike, hemû vegeriyane rêgezê. Artêşbûna jinê, di bin fermandariya wan de heya roja îro hatiye. Di şexsê jinên Kurdistanî de, baweriya ku Sosyalizm di azadiya jinê de derbaz dibe, bi hêz kiriye. Hilweşandina hemû nirx û bîrdoziya pergala bavik salariyê bi serxistiye. Hemû şîrove û pirsgirêkên di çarçoveyekî teng ya pergala bavik salariyê de hatiye girtin derbaz kiriye, di şênbera kurdistanê de baweriya xwe ya bi sosyalîzm û mirovahiyê parastiye û bi vî rengî bûne pêşevanên xwediyê vê rastiyê. Xwe li derdora Rêber apo ava kirine, di rêya tekoşîna rêbertiyê de xwe anîne rewşa nirxên dîrokî û bi vî rengî jî rêhevaltî kirine.

Di şexsê her hevaleke ku taybemendiyên pêşengtiyê têde heye, bûne nûnera qonaxekî. Bi nimûne, bêyî ku serî li radestiyê bide berxwedaniya ku nîşan dide, di cewhera ku me dixe me, israr kirin re rêhevala Bêrîtan bûye nûnera ruhekî neyê hejîn. Bi xêz kirina zanistiya kur ya Rêbertiyê, di sekna xwe ya leşkerî û bîrdozî de yekparebûna ku şanî daye û biryardariya xwe ya tekoşîna dijwar, bêyî ku tavîzê bide bûye kesayeketeke lêgerînvan ya her demî. Bi kesayeta xwe bûye çavkaniya artêşbûna jinê û bûna nûnerê artêşbûna jinê biserxistiye. Yên li pey wê, Zelal’an, Mizgîn’an, Şervîn’an, Agirî’yan, Cîhan’an, Nucan’an, Sorxwîn’an, Çîçek’an, Rozerîn’an, Arjîn’an, Yildiz’an, Roza’yan ji heman cewherê hatine xwedî kirin û bêyî ku ji zehmetiyekî jî birevin, bûne kedkar û hewldanên sazî kirina artêşbûnê. Jina ku di bedena Bêrîtan de pîvanên fermandariyê belav kirine, bûne delîlkê ku ti têgeh neyên înkar kirin. Di rastiya Zîlan de evan xêzan gihane lûtkeya ku di vê were gihandin. Rêhevala Zîlan ya ku bi sekn û çalakiya xwe, xwe gihandiya azadiyê, ji pirsa jina azad ki ye û di vê çawa jiyan bike re bûye bersiv. Weke jinekî em ê çawa jiyan bikin, em ê çawa şer bikin û em ê bi çi rengî li gorî pêwîstiyên vê rêyê tevbigerin, ji mere bûne ronahî. Gotina Serokatî ya ‘‘ew fermandar e, em jî şervanên wê ne’’ gihandiye îfadeya wê ya rastîn. Qonaxa partîbûna jinê ya ku bi rêhevala Zîlan destpê kir, bi rêhevala Sema re di wateya bîrdozî de xala sertapê girtiye. Asta dahûrîna kesayeta rêhevala Sema ku bi gotina xwe ya, ‘‘bêyî pesindarî, ez nakokiya bi hezaran salan di xwebûna xwe de jiyan dikim’’ bi xwesteka xwe ya ku xwe di pêtên agir de derbaz bike re, bûye îfadeya zanîstiya azadiyê ya herî paqij û dilsoz. Ji agirê dansa wê, ev zanistî herikiye dilê bi milyonan jinên Kurd.

Di kesayetê fermandarên jin yên bi vî rengî de, meyl dana azadiyê qet ne hêsane. Lê belê, wexta ku bi carekî baya henaseya wê tê bêhn kirin, rastiyekî ku bi qasî av û nan mirov pêwîstiyên xwe pê dibîne. Bi ruxmê gengeşeya mercên tekoşînê jî, pêdiviya sekneke sade derxistine holê. Ji asta îro de, bi dehan, sedan rêheval di meşîna rêya wan de, dibin xwedî ked û hewldan. Tenê di vê mehê de, bi hêjmara ku mirov nikaribe li ser rûpelê nav binivîsîne, bi sedan şehîdê me yên jin yên ku nûnertiya jina azad dike hene. Weke kedkar û lêgerînvanên bê eman yên nirxên azadiyê derxistine holê, Berwar’an, Meryem’an, Zinarîn’an, Binevş’an, Zeynep’an, Êrîvan’an, Medya’yan, Çidem’an, Sarya’yan, Ronahi’yan bûne kevirên rêyên tekoşîna ku em têde dimeşin. Ji bo xuliqandinê, ewana bûne bedel û di kesayetê xwe de rêgezan diyar kirin. Her yek ji wan, bûn nûnerê rêgezên îfadeya jiyanê. Weke ku di duh de bûye, îro jî dema em nêzî cewherê pîvanên fermandariya ku wan di kesayetên xwe de dane diyar kirin dibin, bi derketinên gelek cuda re bûne rênîşanê vê û berdewamî li vê rûhê. Ewana pîvanên ku em xwe têde dibînin û didin lêpirsîn kirin in. Weke ku wana gotiye û bawer kiriye jiyan kirin, ji bo ku vana her demî bi hebun bikin, bûne navê bêyî ku ti rev ji bedeldayînê bidin çêkirin, fedekarî, xwesteka jiyanê û pêşdîtinê. Bi paradîgmaya şerê gel yê şoreşgerî, weke rêxistin, di warê polîtîk, ramyarî, bîrdozî û leşkerî de ji her demê zêdetir milîtantiyekî komple tê xwestin. Xuliqandina mercên vê ku weke duh bûye, îro jî ketina nava hewldanên di neynika (ayna) wan girtiye de xwe dîtin, xwe di pêxistina agirê wan de şewitandine. Di vê em ji bîr nekin, fermandarên xwe yên ku bisekna xwe nûneriya bîrdoziyê dikin, ji xwere xistina nimûne û jiyanî kirin, kilîda serkeftinê ye. Di pêvajoyekî ku herî pir nêzîkatiyên ji derveyî tevlîbûnên bi cewher û rê li ber şemitînan vedike re, wê berê me li wana be û em ê xwe ji nû de bidin lêpirsîn kirin. Ji ber vê sedemê bi zanistiya ku tenê ev e mercên serkeftinê, di kesayetên şehîdên Cotmehê de em girêdana xwe diyar dikin û em soza xwe ya ku nirxên wan ava kirine biherikînin pêşerojê nû dikin.

 

Kategori: Lehengên Jin