Şehîd Şayan Cudî

 Xweza di demsala Payîzê de xemgîn e. Ji ber temenê gelek tişta temam dibe û reng diguherîne. Mîna pelên daran

yên zerbûyî û weryayîn,mîna gula sewihayî, her wiha mîna çiyayên hezîn ku hêdî hêdî xêliya xwe a sipî li ser xwe de berdide. Bi vê xemgîniyê, xweza dikeve zivistana dirêj. Lê, li Zagros’an tenê payîz ne xemgîn in. Bihar jî xemgîn dibin mîna bihara 2010 an. Belê, vê carê xweza ne xemgîn e. Lê, xemgîniya di rihê mirovan de xwezayê jî bi xwe re xemgîn dike. Bi vê xemgîniya dijwar re, li Zagros ê mîna berê Kartal di nava xwe pêşandana deye, kovî nema li ser latan ji xwe re dileyîzin, Avaşîn û Basya jî nema bi hêrs diherikin. Ew xemgîn in û ketine şînê. Ji ber xemgîniya keçên çeleng. Li ser van axan ango li Zagros’an, bihar bi Adarê destpê dike û her tişt rengîn dibe.

Me jî bihara îsal bi hevala Adar re li Zagros ê destpê kir. Belê, her jinek ango her keçek çalak cîhanek veşartiye. Hevala Adar jî biharek veşartî bû. Xwedî hestên dewlemend, xwedî nêrînên bi wate û çavkaniya heskirinê bû. Lê, di kuraniya dilê wê de, xemgîniyek veşartî jî hebû. Ji ber wê jiyan bi êşan re naskir û her êşek ji xwe re xiste waneyekî (ders) jiyanê. Lê, bi vî rengî bihar bi dawî nabe. Ji ber biharên van deran jî temen dirêj in. Li hinek deveran bihar nû destpê dike. Adar jî destpêka bihara me bû. Lê, piştî wê hevala Esra, Avaşîn, Ronahî û Melsa jî hatin. Ewana bûn yek ji xelekên destana Zagros ê.

Hevala Esra Urmiye, nêrgiza latên asê, koviya latên Zagros ê û keça şerker. Rêwîtiya te heya vir bû ku bêyî tu soza pêşerojê ji mere bidî. Ma bi vî rengî qutbûn ne zû bû Şenga çiyan? Te bi coşa xwe reng dida hemû yekîneyê û dibûyî çavkaniya tevahî hevalan. Dîsa tu keçek Egîd bûyî. Mirov di rojên zor û zehmet de hevdu baştir nas dike. Te jî, ev rastî careke din misoger kir. Bi tevlîbûna xwe ya jiyanê jî, her dem nimune bûyî. Di çalakiyê de jî, bi hêza serkeftinek mezin û tililiyan çûyî ser sengeran. Ev jî, nîşaneya wêrektiya te ye rêhevalê. Lê rêhevalê, te jî li peyî xwe xemgîniyên bê hempa hêla. Ev jî êşê dide me.

Avaşîn Irmak bêriya Zagros ê. Çavkaniya heskirina hevaltiyê. Ma gelo, bê heskirin jiyan misogere? Mixabin, te jî bi heskirin jiyan kir û da jiyan kirin. Bi vî rengî te heskirinek mezin û zanistiyek mezin jî diafirand. Vê heskirina te jî, heskirin çêdikir ji hawirdora xwe re. Dîsa, heskirina te a ji bona Zagros ê bê hempa bû. Lê, rastiya şerê li Kurdistan ê pir dijwartir e. Di vê nêçîrvan bî ji bo dijminê xwe. Di vê tu agir bî û bi dijminê xwe de bişewitînî.

Dîroka li ser piya û zindî Ronahî Adiyaman. Serpêhatiya her jinekî li serê van çiyan dijî, dîrokek ango destanek e. Dîrok, ne tenê paşeroja me ye. Carna dîrok, em bi xwe ne. Hevala Ronahî jî parçeyek ji dîroka jinê a nehatî nivîsandin e. Dîsa mamosteya jiyanê bû rêhevala Ronahî. Ji ber temenê xwe hemû di nava vî şerî de derbaz kir. Wateya jiyanê jî pir baş dizanî. Ji ber wê jiyan bi keda xwe, bi zor û zehmetiyan naskir. Mîna fêkiya pijyayî, ew jî di nava vê jiyanê de pijiya bû. Ji ber wê çendê, ew mamosteya me ya jiyanê bû. Hevala Ronahî jî di nava vê têkoşînê de gelek zor û zehmetî kişand. Lê, di encama van hemûyan de derketinek pir xurt jiyan kir. Wateya hatina wê ya Zagros ê jî ev bû. Lê mixabin, tenê du mehan ma li van dera. Ev jî bê şansiyek mezin bû ji bo me. Lê, divê mirov ji bîr neke. Wekî RÊBER APO gotî; ‘‘cihê ku ketîbûnên mezin lê hatî jiyan kirin,  derketinên mezin jî li wê derê çêdibin.’’

Hunermenda çiyayî Melsa. Deryaya hestan bû rêhevala Mesla. Wekî gerîlayek jin, lê di heman demê de wekî hunermendekî jin jî li vê jiyanê dinêrî. Dema ji kuraniya dilê xwe strana ‘’çavên Ocalan hêjane’’ distira, hestên deryaya dilê wê dibûn pêl diherikiyan. Deryaya dilê wê, mîna volqanekî tim dikeliya. Ji ber wê çendê, mirov dikarîbû keserên ku ji kurahiya dilê wê derdiketin bixwendaya. Di dilê heval Melsa de, tenêbûnekî veşartî hebû. Ev yek eşkere ne dikir, lê nêrînên çavên wê yên melûl nedikarîn van rastiyan veşêrin. Bi qasê ku dil bi kul bû, ew qasî jî xwedî hêzek mezin bû. Hêz dida xwe û xwe ava dikir. Yek ji jinên dîrokê yên xwedî hêza xwedawenda dayîkê bû.

Belê pênç keçên çeleng, pênç gulên bihara xemgîn. Pênç stêrkên asîmanê welatê min, hun niha rêçên rojê ne û em jî bi germahiya rojê dijîn. 

 

Kategori: Lehengên Jin