Tirkî  |  Erebî

Yekîneya Ş. Viyan 

Ji bo ku em bersiva vê pirsyarê bidin; di vê em hûr û kûr bigerin. Dinava rûpelên dîrokê de em dibînin ku çi peyveke weke xwedawendan nîne . Hemû peyv û navnîşan li derdora peyva “xweda” hatiye nivîsandin.

Di vir de pirsyareke weke gelo di dîroka heyî de qet xwedayekê jin çênebûye? Ango ma qet heya niha jinekê negihiştiye asta xwedawendan? Li gel vê yekê di gelek cihan û gelek caran têgînên weke cadi, sihîrbaz, şeytan û h.w.d derdikeve pêşberî me. Hemû jî bi jin têne rewa kirin. Gelo çima?Di vir de nakokiyeke pir kûr derdikeve holê. Gelo çima hertim mêrbûye xweda û jin dibe şeytan? Taybetmendiyên şeytaniyê çine? Dema mirov hûr dikole mirov dibîne ku di rastiyê de şeytan kesê ku serhildêre û li himberî rastiya heyî berxwedêre. Di vir de em behsa rastiya hebûna pergaleke desthilatdar dikin. Ji ber ku ev têgîn piştî derketina desthilatdariyê li pêşketine. Yanî şeytan mirovê ku rastiya pergalekê dibîneye û li himberî wî di rewşeke pevçûn û serhildanê deye.  Di wê demê de bi nav kirina jin wek şeytan ji vê rastiyê tê. Lewra jin rastiya pergala dagirker ne pejirandiye û hertim li himber wî serî hildaye. Her weha bi şeytantiyê hatiye pênase kirin. Ji xwe rastiya şeytantiyê ku bi civakan dane qebûl kirin jî, di wateya kesê lanetkirî û tê tirsandin. Ji bo ku li himberî pergalê metirsiyekê mezin ava dike. Wê demê ji rastiya jina berxwedêr û serhildêr weha bi şeytantiya lanetkirî heya roja me ya îro tê pênase kirin. Hîn bi rojane jî em dibînin ku ji bo ku li berxwe daye, rastiya heyî ya dagirkeriyê nepejirandiye, ji ber jinbûna wê tewanbare û di vê bi her şêweyî were lanet kirine. Bê guman di vê mirov vê yekê tenê wek pirsgirêkê rojaneyî, lê meyze neke. Yanî çawa bavek ku di hişmendiya xwe de koletiyeke giran dijî, dikare bi wêrekî sê keçên ciwan ku jîn yên hîn negihane tecawuz bike. Ji xwe jî koka van rastiyan gelek dûv dirêje. Mîna ku her roj mêr ango sîstema dagirker, tola xwe ji dewlemendiya heqîqeta mêbûnê digire. Lewra çi ji destê wî tê, bê dudilî pêktîne. Di dîrokê de jî bi hezaran û heta bi milyonan mînaka kirinên weha tên dîtin. Ev yek bi taybet jî dema şkandina yekem ve û heya îro bi dijwarî tên belav kirin û rewa kirin. Ji ber ku wek em dizanin hêza ku di civakê de bûye xwedî roleke sereke, hêza jin a dayîke. Mirovahî li derdora jina bi bereket berbi afirandina jiyana civakî bûnê ev çûye. Demak u mirov digihije vê zanabûnê pirsyareke weha dikeve hizira mirovan de. Gelo jina dayîk nebûya xwedî lêgerînên jiyanê, wê mirov û ango mirovatî hatiba jiyan din. Ango me yê roja îro bidîta. Lewma em pir bi giranî pirsgirêkên kur in. Em deyndarên xwedawenda dayîkê ne. Dema ku mirov mêre xesûk, rih spî û ciwanên civatê ku bi hevre li himber jiyana dayîkê peyman dikin di hizirînin, em dibînin ku hemû bi afirêneriyên wê bi vê peymanê re jê tê standin. Ev yek jî dibe sedem ku yekem şkandina jinê di dîroka mirovahiyê de çêbibe. Bê guman encama vê şkandinê wê pirî giran bi jinê û tevahî mirovahiyê bi dirêjahiya hezaran sal bide xwarin.

Yanî wê mirovahî ji bihişteke rastîn, derbazî dojeheke bi lanet bibin. Bi ruxmê hemû berxwedan û serhildanên cûr be cûr ku derketî, hîn jî ti kes ji binê vê yekê nikarîbû derkeve û bihuşteke rastîn bide jiyandin. Her weha ji ber bikaranîna rê û rêbazên şaş û yên bi kêmanî, encamên neyênîtir vekir. Her çend gelek serhildanên jin derketin, di meşa dîrokê de hêdî hêdî şopa xwedawenda dayîkê ji holê tê rakirin. Ji ber sedemê jin metirsiyeke mezin di civakê de ava dikir û pergalê ji binî de hejand, bi rengên cur bi  cur mehkumê cezayên mirinê hatin kirin.

Jin tirsekê mezin di dilê pergalê de afirand. Pergal jî dixwaze heman tirsê di dil û mejiyê jinê de bide ava kirin. Bi gelek şêweyên êşkenceyên ku qet mirovahî lê rast nehatiye, jin pêre rû bi rû ma. Weke bi saxî avêtina nava agir û şewitandin!...

Ji ber ku weke çavkaniya ji rê derketinê di hate dîtin. Bi hemû şêweyî wê biçûk xist, lanet kir, bê vîn û kesayet hêla. Tenê wek amûra hilberandin û zewqê bikaranîn. Bi sezayên kuştina bi kevir (recm) û serî jê kirin jêre rewa dîtin. 

Ji bo ku biçûk bikeve û were teşhîr kirin, gelek leqab lêhatin kirin. Her çend weke zindiyekê jiyan dike jî, hemû rengên hovitiya derveyî exlaqê mirovahiyê li ser hatiye ferz kirin. Di roja me ya îro de jî bi awayên vekirî, mînaka vê derdikeve li pêşberî me. 

Hişmendiya dagirkeriyê bi kiryarên weha re, jinê li bi şkandina duyem re rû bi rû dihêle. Dema em heya roja me ya îro tên, em dibînin ku êdî çi şopa xwedawendiyê di bîrên mirovatiyê de nemaye. Bi hemû wateyan dîlgirtî maye. Bê guman wê ji pergala kapîtalîst ya roja îro jî bê par nemîne. Vê carê ne tenê giyan û derûniya wê, hemû parçeyên fizîka wê jî radestî şkandineke sêyemîn kiriye. Di jinbûna wê de çi wate nehiştiye. Li himber fizîka wê jî tola bi hezaran sal digire. Bê ku têr bibe, hemû kîn û nefreta xwe li ser serê wê û ya tevahî mirovahiyê vala dike û dimeşîne. Êdî em di demeke weha de dijîn ku çi nirxeke ya jinê nemaye.

Tenê dikare bi mejiyê mêr bihizire û xizmet ji berjewendiyên wî re bike. Jin, vê yekê jî pir ji dil dike bê ku li himberî wê çi nerazîbûnê nîşan bide. Ji ber ku baş dizane ku li himber derketin wê mehkumî çi dike? Lewma ji bo ku rastiyên wek qirkirinên di dirokê de dubare neke, di şêwe de mabe jî jiyandina xwe didomîne. Êdî ew bi xwe jî bûye kurmekê ku xwe bixwe û tine bike. Weke Rêbertî jî dibêje; ‘‘jin bi xwe bûye kurmê jin’’.

Di rastiya tevgera azadiya Kurd û bi rêbertiya Rêber APO tê xwestin ku ev rastî bi heman awayî neyê berdewam kirin. Çawa ku dagirkeriyê dîroka jin berovajî kir û kir ya xwe, Rêber APO jî armanc dike ku dîroka veşartiya jinê derxîne holê û dîrokeke nû bi destê jinê binivîse. Rêbertî bi meyzandina xwe ya cîhanê, nepeniya her hatiye nixumandin bi rûyê wê yê tazî derxîne holê. Ji tevahî mirovahiyê re û di serî de ji jin re rastî nîşanda. Lewra di pergala xwe de ciheke sereke dide azadiya jinê.

Ji bo ku hêz û vîna wê derxîne holê artêşeke jin afirand. Di rastiya kesayeta mîna hevala Bêrîtan, Zîlan de, asta xwedawendiyê hat afirandin. Ji artêşbûna jinê destpê kir û ber bi Birdoziya Azadiyê ve anî. Her weha bi rengên cûr be cûr dahurîn û rêbazên çareseriyê bi kûrahî nîşan da. Ne tenê ji bo azadiya jin, di serî de jin ji bo xilasiya tevahî civakê ye û mirovahiya bindeste. Çi ferd û çi civak, çavkaniya çareser kirina pirsgirêkên wan di azad kirina jinê de dît. Bi ezmûnkirina şkandina sêyem ku wê di mêr de bê pêkanîn, pêşxistina zanabûna herdu zayendan hêza rêxistinbûna jinê pêşde bir. Her weha ji bo gihiştina azadiyê rol û mîsyona wê pêşxist. Bi hêvî û baweriyeke mezin xwest wê ji pergala heyî qut bike û pergala xwe bi xwe biafirîne. Di vê warî de gelek destkeftiyên bê mînak bi dest xistiye. Heya îro jî em dibînin, ji bo ku şopa xwedawendîtiya wê ji nûve zindî bike hewldanên fireh didomîne. Pêşketina hêza jinê, bi xwe re têkbirina hêza dagirkeriyê tîne. Berovajî jî raste. Yanî pêşketina dagirkeriyê bi têkbirîna hêza jinê re li pêşket.

Çawa ku di destpêkê de me deyndarê xwedawenda dayîkê bûn, niha jî em deyndarê hewldanên bê hempa yê lawê xwedawendan RÊBER APO ne.

 

 

 

 

Kategori: Lehengên Jin