Tirkî  |  Erebî

 

Agirê ku geş bû heman demê de bû; hêz, bawerî û vîna ku xwe gihand lûtkeyên çiyayan de mîna lehiyekî bê eman li ser mêtîngeriyê de herikî. Ev qirîn di birînê de dinaliya û xwîna xwe ber dida li ser axa Mezopotamya yê. Çiyayên bilind ji êşa dil û mêjiyê dihesiya, berê xwe dida wargehê xwedawenda.

Dayîka Zagros û Toros bi heybet e. Diqiriya û digot ev çi janekî bi êş û bê eman e ku tevahiya mirovahî, xweza û gerdûn pê hesiyane. Ev dem bû tevahiya zindiyan diketin nava raperînan da ku ev raperîn ji bîr bike ew kêliyên xemgîn û dil bi şewat. Lê mixabin qey tê ji bîr kirin îxaneta ku li xweza, gerdûn û cîhanê hatiyê kirin. birîna Enfal, Geliyê Zîlan, helepçe û Dersîmê xwe cardin zindî kir.

Ev hemû jî ne çarenûs in. Wê carê bi hezaran dilgerim, dilsoz û dilşadên hest û vîna azad serî hildan. Bêyî ku du dilî bijîn li ser li ser welatê roj û agir sond xwarin da ku di fêrgeha te de bi mebesta rêwîtî di şopa heqîqetê de ev birîn, nalîn û jana mirovahiyê bidin ji bîr kirin.

Ev dîlgirtin, dîlgirtina rukeniya dayîkane. Dîlgirtina hêviya çavên zarokan e. Dîlgirtina hestên mirovahiyê û îxanetekî bextreş e ku ne gengaze bê ji bîr kirin.

Ji vê hestê tolhildêr bi hezaran keç û xort bûn rêwî û berê xwe dan welatê rojê û em hemû fêrbûn ku ev dîl girtin tê wateya dîlgirtina hizra azad a ku ew, di her kêliyê de jiyan ji nû ve dafirîne, miriyan zindî dike û tevahiya lewaziyan xurt dike. Ev dîlgirtin di rastiyê de dîl girtina Rojhilata Navîn û nirxên mirovahiyê ye.

Dilê te bû dergûşa hezaran mirovahî ku tê de di nava azadî û bextewariyê de bûn. Dilşadiyên ku bi hezaran sala jê xerîb mabûn carek din bi rukenî pêşwazî kirin lê mixabin pir bûn, bêbext û xayîn. Xwestin bişkînin hêviyên evîndarên te. Lê nekarîn tine bikin, ne evîna Rêberê gelê mirovahiyê ne jî şopdarên evîna te. Ew dem bû ku tevahiya zindiyan li xwe mikûr hatin û bêyî ku tu astengiyan binasin candan û qîriyan; “Xwezî ji canê me bûhatir tiştekî din hebûya me ji bona te feda kiribaya.”  Ji ber vê her ku dem derbas dibe ramanên te digihîje tevahiya cîhanê.

Rêberê min bi salan e gelê Kurd her bi jan û keser jiya, her firmêskên ji xwîn barand, êdî ken ji bîra wî çûbû, êdî tevahiya mirovahiyê dilşadî ji bîr kiribûn. Lê bi hatina te re tevahiya gelên bi hêvî weke ku ji nûve zindî bibin berê xwe dan ronahiyeke bê dawî. Lewma her mirovek bi taybetî milîtanên heqîqetê bendewarê asone ku hilde û bi te re li ser Sura Amedê govenda azadiyê bigrin.

Rêberê min pêtên agir û dilên ji pola li dora te mîna xelekên ji agir digerin ku neyar nikaribe zilim û mijokariya xwe li ser te bisepîne. Ji vê çembera ji agir gelek kes bûn agir û firiyan ezmanê dilê te.

Ji ber wê ti carî dil napejrîne dîl girtina te. Rêberê min PKK wateya hebûn û jiyanê ye. PKK berhema destkeftiyên we ye. Ez jî wek jineke şoreşger bextewarim. Bi felsefe û ramanên we re hebûna xwe digerim.

                                                                         

                                                                                                                                                                                                                                                        Sorxwîn Amed

Kategori: Ji Pênûsa Jinê