Tirkî  |  Erebî

 

Heke mirin ji bona her kesê rastiyeke ku  jê nayê revandin be wê demê a ku divê bê kirin jî di hemû kêliyên jiyanê de oxira baweriyên xwe de çi ji dest bê pêk anîn e. Eger di tevahiya kêliyên jiyanê de emê her tim bi bîranînên nemir re rû bi rû bên wê çaxê a girîng şopên ku ti carî neyên ji bîr kirin li pey xwe hiştin e.

Bi navê armancên bi nirx şop hîştin û bi navê mirovbûnê li pey xwe şopên bi nirx hîştin e. Wek jin bi navê jiyanê li pey xwe şopên jiyanê hiştin û qîrîna ‘Ez jiyan im û her hebim’ dayîn wê ti carî neyên ji bîr kirin. Li cîhên ku şopên jiyanê bihêlî wê her tim jiyan bidome. Li cîhên ku tu heyî de mirin tenê çûyînekî bi demkî be ji ber ku jiyan her dewam dike.

Wê demê mirin tine ye.

Şopên ku te li pey xwe hiştiye dibe ku peyvên herî watedar, fikrandinên herî kûr, bîranînek ji dil an jî kêliyekê çalakiyê be. Jiyan, di kêliyên wiha de an di peyv û fikir de an jî wê di bîranîn û çalakiyê de bê ziman. Wê hewl bide ku rastiya hebûnê bidomîne. Heke jiyan kirin tenê ne nefes girtin û dayîn be wê demê gelo kî/ê me pê da bawer kirin ku; ‘dema ku nefes bi dawî dibe wê jiyan xilas dibe’ Heke wateya mirinê tinebûn be wê demê jiyan, bê dawîbûn e. Eger ku pêkhatina mirinê nayê wateya dawiya jiyanê wê demê rastiya jiyanê nabe ku ti carî bi mirinê re bigihîje encamê. Gelo çawa tiştek ji holê winda bibe windabûneke teqez jiyan dike? Bêguman xweza her tim xwe nû dike wê çaxê gelo ev hêza bêmiriniyê çavkaniya xwe ji ku derê tê? Di vê mijarê de Manî dibêje; ‘Tu li ku derê jiyan dikî bila bike ti carî ji bîr neke ku tu ji bona jiyana xwe deyîndarî pirpirokekê yî’ Ger em ji bona jiyana xwe deyîndarê pirpirokekî bin wê demî gelo mirinê me jî di pirpirokekî de negîhîje jiyanê? Em jê ne qut in an jî di hevsengiyên xwezayî de em jî cîhekî hêzê ne.

Û mirin tine ye.

Ji ber ku jiyan; civakî ye. Hemû heyînên gerdûnê di nava civakbûnên xwe de digihîn wateya jiyanê. Mirov, nebat, ajal, atom û hwd. Dibe ku di heman astê de feraseta civakûnê nîn be lê bi zekayê hestiyarî û hestan re di astekî de civakbûn heye. Mînak; çawa ku çilmisandina gulekê nayê wateya tinebûna femîlyayê gulan. Heta ev yek ji bona bihara pêşîn amadekarî be wê demê gelo em dikarin bêjin; ev mirin an jî dawiya jiyanê ye? Ev tinebûnekî fîzîkî ye lê ev ne dawiya gula ye. Heman demê de gulên ku xwedan xweşikbûnên bê hempa ne bêguman bedewiyên xwe deyîndarê gulên ku di demsala berê de çilmisîbûn e. Bi vî awayî rastiya hebûnê her tim didome ango jiyan dewam dike.

Heke mirov jî di nava rastiyên civakî de digihîje mirovbûnê, eger bêyî civakîbûn em nikaribin behsa mirov bikin wê demê wateya mirinê wekî ku Serokatî jî dibêje; ‘Mirin; tenê bîranînekî jiyanê ye’ Ji ber ku heke ji bona rastiyên civakî hêza jiyanê ava dikin wê demê di hemû zindiyan de domandina jiyanê tê wateya berdewamiya jiyanê. Bûyîna civak an jî civakîbûn heman demê de ji bona derdora xwe jiyan kirin, ava kirina jiyanê ye. Dema ku em bigihîjin zanebûna afirandina jiyanê wê demê tu yê bigihîjî wê zanebûnê ku ên din jî ji bona hebûna te dijîn. Di wir de; ji xwe dayîn, xwe feda kirin û bêdawîbûn heye. Heke wateya bêdawîbûnê; her tim daxwaza jiyan kirinê be wê bi zanebûna ku; civak her tim bijî re dikarin bigihîjin vê rastiyê. Ji ber vê yekê mirovên civakî dikarin bigîhîn bêdawîbûn û bêmirinî yê.

Bi zanebûn an jî bê zanebûn em her tim di nava hewldana vê de jiyan dikin. Herî zêde li welatê me digihîjin wataya vê rastiyê. Ji ber ku em di welatekî wiha de dijîn ku jiyan; her tim bi tinebûnê re rû bi rû tê hiştin lewra îddaya jiyanê herî zêde li welatê me bi hêz e. Em dizanin jiyan; azadî û lêgerîna azadiyê ye. Enerjiyeke wiha mezin heye ku nikare bê girtin an jî mehkum kirin, her tim hewl dide ku yê heyî derbas bike, ti sînoran nas nake. Dibêjin ku; ‘Her qedexe dijraberê xwe dafirîne’ Di nava rastiyên ku; her tim bi mirinê re rû bi rû jiyan dike û di her kêliyê de bi qedexeyan re dijî re wateya jiyanê; lêgerîna bêmiriniyê a gelê Kurd û serhildan e. Di welatekê wiha ku; êdî mirinên fizîkî gihîştiye astekî ji rêzê de em mirovên ku herî zêde girêdayî jiyanê ne û herî zêde jî em girêdayî jiyanê ne lewra em fedayî yên jiyanê ne. Ji xwe wateya fedayîbûnê herî zêde jî bêmirinî ye. Ji ber ku jiyan ne ji bona xwe ji bona her kesê ye.

Eger ku hûn di hevalekê nû de ruhê gerîlayên ku gihîştine asîmanan dibînin wê demê em dikarin qala mirinê bikin? Ber ku PKK tevgerekî wiha ye ku mirinê tine dike ji ber vê yekê civakbûna wê jî her tim bi hêz e. Ji ber vê yekê di nava PKK’ê de ji bona gihandina bêmiriniyê bawerî heye.

Amargî Arhat Ba

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê