guncel1 copy

Hevaltî; wek du giyanên ku bi hev re girêdayî ye. Hevdû hîs kirin û hêz girtin e. Hez kirina hevaltiyê ewqasî bi wateye ku rukeniya rêhevalek tenê jî dihêle ku mirov hêza jiyanê bigre û meşa xwe xurt bike. Di demên herî zehmet de hêza têkoşîn kirinê jî cardin bi hevaltiyê re tê ava kirin. Mêyze kirina hevaltiyê wek agirekî geş di dilê mirovan coşekî mezin ava dike.

Wek heyveronê diberiqe, wek stêrkên bedew şewqa xwe dide cîhanê. Hîs dike û bi evîneke mezin hez dike.

Bi hevaltiyeke rast hesretê azadiyê ne. Li ser baskê kevokekî, eniyên hevalên xwe gihandina stêrka ye. Li ser patîkayên dirêj gihîştina armanca azadiyê ye. Rêhevaltî tenê li ser ziman nayê jiyîn, di dil de mezin dibe. Rêgezên jiyana azad e û bi cewhera hevaltiyê re xwe gihandina serkeftinê ye.

Eşqa mezin jiyîn wateya hevaltiyê xurt dike. Ji bona jinên milîtan di jiyanê de tişta herî bi wate jiyan kirina hevaltiya rast e. Parastina hevaltiyê nirxên mezin ava dike. Jiyan bi nirxê hevaltiyê re xweşik dibe. Divê hevaltiya ku bi felsefeya Rêber Apo re pêş dikeve di nava civakê de jî bê pêş xistin.

Hevaltiya jin wate dayîna jiyanê ye û baweriya pêşerojê ava dike. Bi vê ronahiyê re emê gav bi gav ber bi azadiyê bimeşin. Jiyana ku bi hewldanên Rêber Apo re hatiye ava kirin divê bê parastin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê