Tirkî  |  Erebî

17 06 18 jin

Mirov dema ji tiştekî pir hez dike û dema dixwaze wê tiştê an wî cihî pênase bike tişta ku penase dike weke organîzmeyeke zindî digre dest û dema ew cîh bi dilê te re dibe yek wê demê vegotinkirina wî cihî pir cûda dibe.Yek ji wan cihên ku bi dilê min re bûye yek eyaleta Wan’ê ye.

Birastî jî di dilê min de xwe bi rengên cûrbicûr bi cih kir û yek ji wan rengên ku di kûrahiya dilê min de xwedî wateyeke pir cûdaye hevalên ku em bi salan li wê herêmê bi hev re man û piştra gihiştin merteba şehadetê ye. Li ser axa wê a pîroz bi destê xwe pir hevalên xwe yên hêja min spart axa wê û min bedenê hevalên xwe radestî pîrozbûna wir kir. Ji bo min careke din çûndina Wan’ê yê pir cûda be, ji ber ez ê biçim cihê ku heval lê şehîd ketine û ez ê destê xwe bidim xwîna wan ya ku li ser axa Wanê rijiyaye. Ew ji bo min manewiyateke pir cûda ye û îmaneke pir mezine, yê ku min li ser lingan digire ew e. Eyaleta Wan’ê di nav xaka Kurdistan’ê de xwedî cihekî cûda ye. Ji ber vê sedemê her tim ji bo hevalan bûye yek ji wan warên pîroz. Erdnigariya Wan’ê pir dewlemend e. Zozanên wê yên fireh, daristanên wê yên six û şikêrên wê yên bilind hene. Ji ber fersendên wê yên zêde di Wan’ê de her gerîlayek dikare gêrîlatî bike. Feraşîn navenda eyaleta Wan’ê ye. Ango mirov dikare ji Feraşîn’ê re bêje dilê Wan’ê ye. Çiqas dilê Wan’ê ango Feraşîn lê bide Wan ewqas heye. Kato dibe çavên Wan’ê, bi heybeta xwe dibêje ez endamim, ez eniya Wan’ê me. Destê wê Elbak (Başkale) e. Destekî wê heya Rojhilat Kelareş dirêj dibe û destê wê yê din jî digihije Xerzan’ê. Min rojeke xwe sex da ji bo ku hêjmara kaniyên Feraşîn’ê fêr bibim. Ez siharê zû derketim û li kaniyan geriyam, di navbera her 10 an 20 deqan de min kaniyek didît. Bi giştî ez gihiştim 24 kaniyan. Kaniyên wê ji keviyê gopala Berê Reş destpê dike, silsîle silsîle ber binya Çiyayê Reşkê ve diçe û ji Leyîzoka biçûk heya Leyîzoka mezin tê Kela Beşg’ê, ji wir di dome heya liwînê diçe. Ew kanî wisa diherikin, xwe berdidin nav dilê deşta Feraşîn’ê û weke marekî bi tevgerîna çep û rast ji nav dilê Feraşîn’ê xwe ber bi Beytû-l Şebab’ê ve diherikîn e.

Berfa wê ya ku heya biharê nahelê dema tav lê didê ew berf dilop dilop dihelê û xwe dixe nav axê. Feraşîn jî xwe wîsa berdide nav dilê me. Milê Feraşîn’ê yê dîtir jî bi gîştî zozanin, hînek boxaz hene di navbera Çaylanê û Feraşîn’ê de ne. Dema koçer pezê xwe ji bo çêrînê derdixin bi kerwan kerwan ber bi Elbak’ê ve diçin. wê demê tu dibêje ku tu di bihûştê de yî. Dengê pez û mirovan li deştê belav dibe. Di nav keviyên berfê de ava ku bi hatina biharê xwe radestî tavê kiriye diherike. Hin bêrî di nav şînkahiya wê de diçin û tên, wesayeta xwe berdidin nav Feraşîn’ê. Wê demê mirov dibêje qey wêneyek ji bihûştê daketiye ser rûyê erdê. Seatên siharê dema ku mirov zû radibe, pişta xwe dide kevirek ji deştê. Koçer, bêrî, çadir, pez û hespên derdor mêze dike, herî dawî jî çaya ku ji qirşikan hatiye çêkirin vedixwe. Wê demê ew wêneya di xeyal de di van kêliyan de zindî dibe.

Gelê Wan’ê gelekî welatparêze û berdelên pir mezin dane vê şoreşê, ji ber ku ne gel dikare bê gêrîla jiyan bike û ne gêrîla dikare bê gel jiyan bike. Gelê Wan’ê di dîrokê de bi fedakartiya xwe tê naskirin û heya niha jî qampên hevalan yên pir kevin hene. Li Çiyayê Reşkê mînakên van hene.Tu li kudera Wan’ê be dema gel te dibîne weke zarokê xwe nêzî te dibe û wisa te hemêz dike. Ji ber van nêzikatiyên gel yê germ mirov xwe li wir biyanî hîs nake. Bi vê hêza ku mirov ji gel digre dikare li hember her tiştî meydan bixwîne. Di navbera Feraşîn û Çaylanê de dema ku mirov berê xwe dide milê çepê û rêka xwe berdewam dike tiştekî veşartî li wir heye. Dema ku mirov ji dûr ve lê dinêre xuya nake, lê belê dema çavên mirov lê dikeve mirov matmayî dimîne. Dîmena ku me matmayî dihêle xweşikbûna gola Çalyanê ye. Quntarê wê dema digihije jêrê dibe weke çalekê. Li kêleka vê quntarê keviyên berfê dihelin û xwe berdidin nava gola Çalyanê. Ava wê a sar li ser hinavê te, bayê wê yê hişk li ser rûyê te bandor dike, lê belê tu heyran dimîne. Mirov dibêje qey bi desta hatiye çêkirin. Herikandina avê li ser axa wê mîna xwîna ku di temarê mirovan de diherikê ye. Hinek cihan de dol teng dibe, dengê avê tê, lê belê av xuya nake. Dema ku çavên te li kaniyê dikeve spîbûna kaniyê tevahî balê dikşîne ser xwe û dema ku tu vedixwe tu jê têr nabe. Piştî wê jî tu dimeşe li ser axa wê a nerm. Feraşîn ne bi giştî zozan ne jî merg e, di navbera wan de ye. Feraşîn di navbera Wan, Colemêrg û Şirnex’ê de ye. Mîna behrekê ye. Cihekê wê heye, jê re Berê Sîh tê gotin. Kevirên vir hemû ketine rêzê û dema ku tav li milekî dide milê din dibe sîh. Tav berê xwe bide kudere milê beramberî wê dibe sîh. Ji ber vê jê re dibêjin Berê Sîh. Di pêş de Çiyayê Reşkê heye, silsîleya wê dirêj dibe, xwe berdide Tozekê. Yek ji wan xweşikbûnan jî Çele Beş e. kevireke spî û mezin e. nêzî Beytû-l Şebab’ê ye. Dema ku mirov diçe ser her der xuya dibe. Ji her cihî cûdatir Feraşîn li ber çavên mirov hîn balkêş û cûda xuya dike. Mîna cihekî ku nehatiye keşîf kirin. Navê wê jî dîrokî ye. Firne Şîn tê gotin. Hinek dibêjin şîne û fireh e hinek jî dibêjin berê de firinek şîn û mezin li wir hebû. Di pêvajoya Asûriyan de li wir hatiye çêkirin. Lê belê piraniya xwe jê re dibêjin Ferah şîn. Şerê li ser vê axê her tim dom kiriye. Dema tu silsîle silsîle dom dike tu xwe ber dide nav bileh û binevşan. Di serî Lêwîna de berê xwe dide milê çepê dîsa bileh û binevş tên pêşiya te. Dahol e, Qirnês e. mîna tîrekê dirêj dibe di nav wan zozanan de. Gola Qirnês’ê heye. Havînê jî ava wê pir sar e. ava wê xwe berdide boxaza Nebirnavê. Warê Cembelî û Binevş e. Cembelî kurê mîrê Hekarî ye. Colemêrg dikeve binya wê. Çiyayê Sûmbûl tam li beramberî te ye. Serê gupikê wê xuya dibe. Ji ava Zap’ê di nav de diherike û diçe. Wisa xwe digihîne zozanên Elbak’ê. Beriya ku bikeve Wan’ê diçe geliyê Masîro. Jê re ser Elbak tê gotin. Ser Elbak jî dibe sînorê Rojhilat. Li kêleka Feraşîn û Çalyanê zozanên Tirşînê jî hene. Qirê Tirşînê li wir heye, bajarekî kevnar e. çiyayekî reş e, li ser bajar serwer e. me her tim digot; “em ê danê êvarê biçin ser wir û çayekê vexwin.” Bayeke cemidî li rûyê te dikeve. Dengê pez her derî belav dibe, di nav vê liv û tevgerê de mirov henaseyeke tije kêfxweşî dikşîne hundirê xwe. Ser Hesin mîna pîramîdekê radibe. Kêleka wê Çelenîqa, jê re dibêje; “ tu yî yê ku dirêjî asîmana dibe. Ez jî heme.”li ser Kanî Şikêr di nava Feraşîn’ê de dirêj dibe. Sûlava Marînosê heye, şeş milên wê hene. Pênç bû me xist şeş. Me xeteke nû jê re vekir. Ji ber ku ji bilindahiyê dadikeve jêr dema mirov dimeşe dilopên wê li rûyê mirov dikeve û di binî de bûka baranê çêdibe. Zivistana wê jî pir dijwar e. Di meha gulanê de berfa wê rê dide. Di meha pûşperê de jî berf li ser zozanên wê bariye. Çiya bi çiya re daxive. Çawa ku sosin û nergis dikevin nava şer de û herî dawî dibêje ; “şaha kulîlkan ezim” girên wir jî di nav pêşbaziyekê de ne. Dema dibe bihar deşta Feraşîn’ê tije sîrik dibe. Bi hezaran mirov dikevin wê deştê, lê belê ji ber ku deşt pir firehe li ser bandor nake. Di nav behrê de mîna dilopa ne. Bi wê xweşikbûna xwe me hîn bêhtir dike evîndarê gerîlatiyê. Meşa ku tu li ser axa wê dike di mirov de westandin çênake. Tu gupikekî derbas dike, diçe ser gupik bayeke wisa hînik li rûyê te dikeve, tu hemû westandina xwe ji bîr dike. Dema ku bi her awayî Kurdistan’a me rizgar bû mirov dikare wargehên tev xwezayî ava bike. Di nav mêrgên wê de heywan jî ji kêfa nizanin çi bikin. Xwe ji cihekî davêjin cihekî din. Di nav wir de mirov li ser hespekê be, zengilek bi hesp ve be û wisa tu di nav zozanan de bigere. Ji xwe ew hesp bi xwe naxwaze bisekine. Tu werîsê hesp digre, lê belê ew nasekine, her dixwaze bibeze. Mîna evînekê ye. Wateya hezkirinê hîn xweşik dibe û mirov hîn bêhtir hez dike. Hebûna me tevahî bi wan deran ve girêdayiye. Şehadeteke me hebe bila li ser axa wê a pîroz be.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê