Tirkî  |  Erebî

Hêlîn Garzan

PENUSA JIN SIBAT

Piştê komploya navnetewî îro cara yekeme wêne yê Rêbertî ji me re hat. Em gelekî kêfxweş bûn, ji ber piştî demekê dirêj me rûyê Rêberê xwe dît. Ev di me de hestên cuda jî pêşxist. Her hevalekê wêne yê Rêbertî girt destê xwe û lê mêyze kir. Di aliyekî din de jî fikrandinên cûr be cûr di min de da avakirin. Gelo rewşa Serokatî çawa ye, ji bo me çi di fikire û çi gotinên Serokatî

ji bo me hene. Her çiqasî fikarên me pir be jî lê, ew coş û kêfxweşiya ku me ji wêne yê Serokatî girtibû di me de hêzekî pir mezin da avakirin. Belê Serokê min; we ji bo me jiyanek azad afirand. Ji bo ku em vê jiyana azad çawa bijîn û bidin jiyan kirin gelek perspektif û dahurandinên we pêşketiye û pêşdikeve jî.

Serokê min; tevahî kêliyan ez ji xwe pirsa ku, ezê bikaribim xwedî li bîranînên we derbikevim dikim. Lê ez bi xwe, rêhevalên xwe û ji birdoziya me gelek bawer dikim ku emê xwedî li tevahî bîranînên we û nirxên we derbikevin. Ji ber em milîtanên wene Serokê min, yên ku me ji nû de avakiriye jî hûnin. Erka tevahî milîtanên PKK’ê yê sereke jî xwedî li nirxên xwe yê azadiyê derketine.

Dibe ku Rêbertî bi fîzîkî ne li cem me ye, lê di tevahî jiyan, ruh, fikir, raman, hestê me de ye. Tevahî kêliyên jiyanê em bi Serokatiya xwe re jiyan dikin û henaseya jiyanê ji Serokatiya xwe digrin. Mercên esaretê û tecrîta girankirî ya 18 salan ku îsal dikeve sala 19. an, bi hemû giraniya xwe didome. Dijminên gelê Kurd bi her awayî dixwazin Rêber APO û gel ji hev qut bikin. Lê nizanin ku ev ne gengaz e. Di serî de jin, gelê Kurd ji bo pergala Îmraliyê a qirkirinê têk bibin û sînorên di navbera xwe û Rêbertiya xwe de ji holê rabikin, bi îdiayeke mezin di nava berxwedanê dene. Ev berxwedan wê bigihêje serkeftin ê     

Kategori: Ji Pênûsa Jinê