Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

PENUSA JIN 2018

Gelo dildarî çî ye, mirov çawa dibe dildarê welat, xak û gelê xwe? Ew dem heskirin çî ye, ew heskirina ku te berbi xwe ve dikşîne bê ku tu bizanibî. Ya ku tevahî ruh û bedenate nava çeperên xwe yên ku te dorpêç kiriye de di hêle. Min dildarî û heskirin di şexsê hevalan de di asta herê jor de dît. Heskirinek wisane ku tu astengiyan nas nake, ji bo vê yekê ye ku her yek ji cihekê tê

lê di ruh û fikir de dibin yek.

Erê di meşa me ya îro de em derbasê yekineyekê xweser yên hevalên jin bûn. Ji ber me cih nasnedikir ji bo wê du hevalên jin hatin pêşiya me da ku em bi hevre derbasê yekineyê bibin. Gava em gihiştin gel hevalan xêr hatin li me kirin û piştê wê jî hewildan çenteyên pişta me hilgirin. Lê me got hêja em ne westiyane gava em westiyan emê bidin. Navê hevalên ku hatine pêşiya me jî Mizgîn û û Arîn bû. Rêheval Arîn bejin dirêj û narîn bû, eslê xwe ji geverê bû, gerîlayek çiqasî fedekare di tevahî tevgerên wê de xwe dida der. Ji bo ku em zêde ne westin jî her çend deqîqe carekê navber didayê. Hevala Mizgîn jî koçer bû, hema li me meyze dikir û di keniya, wisa xwiya dikir ku ji kenê gelek hes dikir. Di jiyana xwe ya derbas bûyîde her tim koçertî kiriye. Pirsa min ji bo wê ew bû ku PKK'ê çawa dît û ji bo xwe çawa dinirxîne? Heval pirsa min bersivand û got; "ez ji nûde dayîk bûm û min nas kir ku ez jiyan dikim. Her wiha min tama jiyanê li vir dît."

Her çiqasî em hildikşiyan ewqasî efsuntiya qada Xakurkê jî xwe dida der. Bêguman di lûtkeyan de derdorê xwe meyze kirin jî cudaye. Her ku em di meşiyan heval Arîn û heval Mizgin ji me re di gotin; “cihê me gelek xweşe hûnê bi ecibînin." Gava em gihiştin cihê hevalan tevahî heval ji bo silav dayînê derketin ji derve. Çawa ku em bi dîtina wan kêfxweş bûn, ew jî bi dîtina me kêfxweş bûbûn. Di çanda gelê Kurdan de mêvan perwerî gelek di pêşdeye, ev çand di gerîlayan de jî di asta herê jor de xwe dideder.

Heval weke werzê biharê zindi û geş bûn. Weke ku her yek ji wan ji bo nubûyînan ji nû de dibişkivîn. Çawa ku di werzê biharê de dil û ruhê mirovan dikeve nava aramiyekê ku mirovan di firîne ber bi asîmanen şîn ve nava yekineyê de min vê hestê jiyan kir. Her hevalek weke melodiyên ku nava dengbêjiyê de xwe bi awayekê cuda, carna veşartî, carna di peyvekê de, carna jî bi ew dengê kûr ya ku ji raboriyê berbi dema niha ve tê derdikeve. Carna jî dibe newayek, ya ku ji bilindahiya lûtkeyan ve xwe berbi bayê berdidin û çiya çiya digerin.

Navê yekine yê Şehîd Axîn Meşkan bû. Rêheval Axîn Meşkan di sala 2016'an de li qada Şemzînan li hember artêşa Tirk şer dike, berxwedanî dide meşandin gava cepxaneya wê na mîne ji bo ku dîl nekeve dest xwe ji zinaran tavê je. Ango di qada Xakurkê de di şexsê jin de dîrok cardin zîndîbûye. Ev yekineya hevalên jin jî weke ahenga renga bû. Ewqasî reng bi reng bû. Di çavê yekê de coş, di yekê de meraq, yekê de hêvî, ya din de heskirin, a din de jî hirs û kîn xwe bi awayekê şînber dida der. Ya rast her yek di şibiyan welatê xwe, ew welatê xwe yê dewlemend, ew welatê ku ji herkesê re dibe yar, dibe henaseya jiyanê, ji bo her kesê di be dilopekê av ya ku ruh û jiyan dide. Belê heval jî wisa bûn. Lê heskirina wan ya li hember jiyanê jî vegotinekê cuda ye da ku mirov bi ziman bibe û bîne ser ziman.

Ya rast ew û welatê xwe bi hevre mezin dibin. Hest û heskirinê wan ji çavkaniyekê bi hêz dihat ku dikariyan heskirina ewqasî mirovahiyan nava dilê xwe de rabikin. Erê giraniya heskirinê ne weke tu giraniya ye ewqasî girane ku tu kes nikare rake. Heval  bê sînor tevlê jiyanê dibûn. Ji ber jiyan ya wan bû, bi tu jiyanê de qandî vê jiyanê ne bûne aîdê xwe û ewqasî bedew jî nebûne. Di be ku li tu deran qandî li vir xwe aram û bi nirx his ne kirine. Li vir xwe hesiyane, li vir tekoşîna bûyîna aîdê xwe û bûyîna xwe didin. Çavê wan gelek mezin li jiyanê meyzedikirin, ev jî mezinahiya dilê wan dihat. Mirovên ku dilê wan mezin be, meyzekirin û heskirina wan jî mezine.

Belê ma ez qala kîşan hevalê bikim û nekim nizanim. Her yek ji wan bi zimanekê cuda xwe bi lêv dikirin. Bi yek peyvê re sînordar ne diman, dizanîn ku yek bê ya din nabe. Ji bo vê yekê jî xwe li hember xeta rêheval Bêrîtan Hêvî lê pirsînê re derbas dikin û rojane lêhûrbûyîn di kesayetiya xwe de pêşdêxin. Bêguman jiyana vê yekineyê gelek bi nîzam bû, ji xwe her yek baş kar û erkên xwe dizanîn. Ma ez qala Destan bikim ya ku bi ew çavên xwe yên mezin re jiyan û evîna xwe mezindike. Bi heycan û coşa wê ya jiyanê di tevahî tevgerên wê de xwe dida dar. Ya heval Dersîm, ya ku li hember tevahî paşverû û şaşitiyan her tim nava Raperînê de bû. Na pejirîne kêmasî û şaşitiyên li hember jiyanê.

Yekineya xweser li hember her curên êrişê bi awayekê gelek nîzam xwe amadekiribûn. Jiyan û nizama wan gelek xweş bû. Ji xwe cihê ku yekine lê bû di mirovan de îlhamek kûr avadikir. Morel, coş û heycana wan gelek bala me kîşandi bû. Amadekartiyên wan jî weke coş û heycana wan gelek kûr bû. Rastî jî me di yekineya Şehîd Axîn de rojên gelek xweş û bi wate derbas kirin. Di her hevalekê de me tiştên gelek xweş girt. Cardin min fêm kir ku em bi hevalên xwe û bi jiyana xwe hene. Her çiqasî me ne dixwast jî lê em çend roj şûnde em ji yekineyê derketin.  

Rêwitiya me ya rojekê ji ya din xweştir a qada Xakurkê bê navber berdewam dike. Rêhevala min ya ku em pêre rêwitî dikin Sara jî her tim bi ew çavên xwe yên dagirtî li derdorê xwe meyze dike. Êêê ne şaşe jî, ji ber bedewiya wê mirov mest dike. Heman demê de me wateyekê cuda jî da peyva Xakurkê. Di hen herêmên Kurdistanê ji welat re dibêjin Xak- welat. "Kur" re jî dibêjin ax-herî. Ew dem mirov dikare bibêje Xakurkê heman demê de tê wateya "AXA WELATÊ MIN" ya jî "WELATÊ MIN" jî.

Ez dixwazim nivîsa xwe ya vê carê bi gotinekê ya/yê pêşiyên me re bi dest pêbikim. Pêşiyên me Kurdan dibêje; "pişta xwe bidin ya mirovekê esil ya jî çiyayekê bilind." Di her gav avetinekê min de min vê gotinê ji kûrahiya ruh û hişê xwe de his kir û min vê rastiyê jî ji nêz de dît. Bi taybetî jî gava ez welatê me nas dikim û dibînim. Bi taybetî jî ev gotin weke ku ji bo Serokatî hatiye gotin. Ango ew mirovê esil. Em gelek bextewarin ku xwediyê her du nirxên mezinin. Em baş bizanin ku em çiqasî mirovên bi şanazin ku xwedî Rêberekê weke Serokatî heye.  

Belê rojekê ji wan rojê xweş yê biharê em cardin ketin rê. Di rêwitiya me de gelek mijarên ku me ferq kirin û bala me kîşandi bûn çê dibe. Hem di hêla xwezayê de hem jî di hêla hevalan de. Gava em nû derbasê qada Xakurkê bûn, ew dem xweza hêja jî ne vekiribû, ewqasî xwe ne xemilandi bû, dar hêja nû di bişkivîn lê, niha dar vebûne, xwe bi awayekê gelek narîn nûxumandine. Ya rast di wê demê de jî xweza gelek bedew bû, lê tişta ku min ferq kir ew bû ku, her meh bedewiyek cuda li ser xwezayê dide avakirin weke ku her meh ji meha din re, bedewî û nepeniya xwe bide xuya kirin. Ya ku me dît jî wisa bû, ango her meh bi narîn, zelalbûyîn û ahenga xwe re ji meha bê re tiştekê dihêlê. Ango meha tê xwe li ser ahenga bedewiya meha din dewlementir dike. Erê xweza bi çiyayên bilind re, xwe digihîne asta bedewiya herê jor. Ya ku tu bedewî nikare asta wê bedewiyê.

Her çiqasî me vê bedewiyê bi rêya qadrajên xwe girtibe jî, lê tu qadraj nabe weke çav û hişên mirovan. Gelek kêlî û bedewî hene ku tu qadraj nikare wê bigre. Ya rast yê me jî wisa bû. Mirov nava wê bedewî û nirxande gelek bedew dibe. Her çiqasî ez digerim zêdetir nepeniya hevalan, jiyan û çiya nas dikim û fêm dikim. Wê demê fêm dikim ku ev bedewiya wan ya ku mirov dibêje qey ji kûrahiya dîrokê tê xwe li her derê dorpêç kiriye. Ya rast jî wisane ji kûrahiya dîrokê tê, ji ber gelê Kurd xwedî dîrokek gelek binirx û leheng ve dagirtiye. Ev lehengtî ne tenê ji bo xwe, ji bo mirovahiyê ye. Her çiqasî nava wê de deqên reş hebe jî lê tu carî ew deq pêşiya pakbûyîn, zelalbûyînê ne bûyê asteng wê tucarî ne be asteng jî.

Di vê rêwitiya me de li ser her şîveriyek em bi hevalan re rû bi rû dihatin. Gava em li ser şîveriyek di meşiyan rêheval Sara bi henek got; “ya ew Erdoğanê derewker, sextekar û desthilatdar di got emê gerîla di meha Nîsanê de xilas bikin. Maşalah heval jî weke biharê aj dide û di bişkive.  Ya rast gelek aligirên wan jî bawer dikirin û bi wê hêviyê jiyan dikirin. Lê nizanin ku ew her roj û her kêlî tunedibin.”Li ser vê jî me got em dilê Erdoğan nehêlin emê li ser vê gotinê bisekinin, bi pênûs û bi kamerayên xwe serkeftin û hêzbûyîna hevalan nîşanê wê, wan bikin.

Erê rêwitiya me ya ku em gelek meraq dikin ka emê çi bibînin, jiyan bikin heya niha bê navber û bê astengî berdewam dike. Ez bawerdikim ku hûn jî gelek meraq dikin weke me. Belê ez nivîsa xwe ya vê beşê bi kenê heval Rewşen yê ku di çiyayan de deng vedide xilas dikim.

We qet mirovên ku nava çavên xwe de jiyana ku dixwazin bi afirînin û avabikin dîtiye? Jiyanek wisane ku tevahî bedewiyê û xweşiyê xwe gihandiye kamilbûyînê. Ev kamilbûyîn hest, raman, ruh û aqlê civakbûyînê ye. Jiyanek ji tevahî sextekartî û derewan dûr. Aqilek wisane ku hêza civakbûyînê û heskirina mirovahiyê bi rêya çavên xwe de belav dike. Yên ku wê jiyanê nizanin jiyan bike, fêm nekin, his nekin û bi tevahî bedena xwe de hisnekin nava wê de di fetisin. Ya rast min ew çav dîtin, ketim nava wan çavan de, jiyana wande bi wan re jiyan dikim, lê cardin jî nikarim bi hevokên xwe re pênase bikim.

We kêliyên ku gotin û peyv li hember heskirina ku tê jiyin qerisiye jiyan kiriye, ya jî we şahidiyê wê kêliyê re kiriye. Ya rast tu heskirin weke heskirina ku nava jiyana me de heye nîne. Ji ber nava wê de, rastî, heskirina welat, maneviyet û cewherekê hûndirîn heye. Ango sezgiyê ku bi heqîqetê re dibe yek û xwe digihîne cewherê mirovan. Ya rast çi bo ev heskirin… Gelek cara ne aqil ne jî dilê kesê nikariyê vê heskirinê penase bike. Tenê ew kes dikarin pênase bikin ya ku vê ji dilde jiyan dikin. Heskirinekê bê nave, bê gotine, bê peyve tenê tê jiyan kirin di kûrahiya dilde.

Ev heskirin wisane ku dil û ruh li hember wê heskirinê di malzaroka xwe de nikare bisekine. Belê ewin rêwiyên bê rawestgeh yên ku ji bo heskirinek bê dawî dilê xwe dixin nava keva destê xwe de û gav bi gav digerin bê ku tu astengiyan nas bikin. Di her gav avetinekê wan de heskirina xwe mezin dikin. Gava nava çavên hev meyze dikin, wê kêliyê peyv lal û ker dibe, pêwistiyê bi lêv kirinê na mîne. Gava ji hev re dibêjin heval di wê kêliyê de gerdûn disekine û wê dengê guhdar dike. Ew dengê ku heskirin xwe nava wê de dibîne, tevahî hestên ku hatine winda kirin û ji bîr kirin xwe nava wê dengê û nava wê peyvê de dibînin. Gelo we qet şahidiyê ji ew kêliya ku ji heskirin û ji rêzdayîna li hember hev peyv winda bûne û di cîh de cemidîne kiriye? Min şahidiyê wê kêliyê re kir. Ew kêliya ku ji rêwiyên bê rawestgeh ji bo jiyanek azad, wekhev û heqîqetê bi hevre ketin rê, di vê rêyê de hev naskirin, li ser bingehek rast bi hevre hevaltiyekê ku qet ne hatiye dîtin û ne hatiye jiyan kirin jiyan kirin. Ji bo wan heskirin û rêzdayîna hev tu peyv qet pêwîst nake, ji ber bibîkê çavê wan dibe zimanê tevahî peyv û hevokan.

Di rêwitiya me de em derbasî yekineyekê yê hevalan bûn. Ev yekine amadekartiyên xwe ji bo çalakiyê dikirin, bêguman me ne dizanî, lê rasthatinek gelek baş bû. Hirs û kîna ku li hember dagirkeriyê û desthilatdariyê jiyan dikirin dihişt ku di wan de hirsê tol girtinê mezin û bi hêz bibe. Di her gotin û di her peyvekê hevalan de ji derveyê peyva “ Tolgirtin” û “Serkeftin”ê tu gotin nîn bû. Tevahî heval ewqasî bi coş û kelecan bûn ku, mirov jî li hember ew coşa wan di kete nava kelecanê de. Ya rast enerjiyek gelek pozîtîf li derdorê xwe belav dikirin.

Her yek karekê dikir, ango bi awayekê gelek kolektîf bi hevre kar û xebatên xwe dikirin. Yên ku ber karên xwe re stran di gotin, yên ku serpêhatiyên xwe, ya jî bîranînên xwe yên xweş bi hevre parvedikirin. Dîmenên gelek bi reng bû, ji xwe jiyana hevalan ahenga renga û dewlemendiya pir alî bû. Ya din jî gelek balkêşiya xwe jî hebû, heval gava çekên xwe paqij dikin, çawa çekên xwe re qise dikin cardin, hen heval ji rextên xwe re di gotin, xemla bejin û bala min. Belê rêwiyên azadiyê kêlî bi kêlî xwe digihînin gelek bedewiyên bê hempa. Ji bo wê yekê ye ku jiyan û kesayetiya wan jî bê hempane. Lê min di vê rêwitiya xwe de cardin dît ku, mirovên ku ezîzê ber dilê dayîka xwe ne, dibin dildarê welatê xwe jî. Gelek gotin di lê min de derbas bû, lê gotinekê ez dixwazim bi lêv bikim, “çiqasî hevalên me bedew, hêja û xweşikin. Ya herê giring jî gelek bi nirxin.

Gava heval xwe amadedikirin wê navberê de min jî bi hevalan re qisedikir. Heval Şervan hebû, di cihê xwe de ne disekinî ewqasî enerjîk bû. Di çavên wê de ew kesên ku ji nû de jiyanê û xweşiya jiyanê dihesin bi awayekê gelek eşkere derdiket. Jiyan ji bo wê ji nû de weke rojê hildida. Ji xwe heval Şervan jî bi xwe nava gotinên xwe de dida diyar kirin ku; “ji bo min beriya PKK’ê û piştê PKK’ê heye.” Cardin hevala Delîla hebû, gelek rûken bû, her tim kenekê hevrişîmî xwe li ser rûyê wê dida der. Gava ew dikeniya tevahî hevalên wê jî pêre dikeniya. Ya rast bejnek ser bû, ez bawerim şitla rihanê li hember bejna heval Delîla ne tutiştek bû, ewqasî bejnekê bedew lê bû. Mirov di got weke ku wênesaz bi rêya pênûsa xwe li gor dilê xwe heval Delîla xîz kiribû. Dilê wê weke baskê ew çûkên ku nû fêrî firdayînê dibin lez bi lez lê dida. Bedewiya wê di hişê me de xwe cîh kiribû. Delîla weke welatê xwe bû, ango Delîla di bo Kurdistan, Kurdistan di bû Delîla…

Erê her tişt ji nû de gav bi gav di ruhê min û hişê min de aj dide. Di her kesê de û di her cihekê de xwe dibînim. Ev amedekartiyên hevalan ji bo me rasthatinek gelek bi wate û baş bû. Belê, bi rasthatinekê din ya hevalan re em dibêjin, bi ruhê rêwiyên bê rawestgeh re bijîn.

                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                              

       

Kategori: Ji Pênûsa Jinê