Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla

qutbunQutbûn weke şevên şkestî bê rehm in. Ji ber qutbûn di nava kêliyên bêrehm de xwe di nava deryaya çavan de te dîl digre. Em di gelek pirên qutbûnê re derbas bûn tevî me dizanî em careke din hevdu nabînin.

Me bi vê zanebûnê xatir ji hev xwest. Me got bi qasî em fêr bibin em ê wate bidin xwe û jiyanê. Û me navê hev kir bêrîkirin. A niha jî dema peyva bêrîkirinê tê bilêvkirin, yekser hevaltiya di nava kêliyên hewaya sar, di nava qeşayê de û hinek caran jî di kela germahiya pevçûnên şer ên dijwar de tê bîra min.

Divê sedemeke vê hebe, ma ne wisa ye? De ka were em hinekî dûrî xwe li xwe binêrin û bêrîkirinên xwe yên bê dawî ji hev re vebêjin. Hele ger tu li çiyan bî, ev hest xwedî wate û pîroziyeke cûda ye. Dibe ku li serê van çiyan tu bi hin hevalan re tenê rojekê, yan jî tenê çend seatan dijî. Lê dema qutbûn dikeve rê hemû wekhev dibin, heman êşê bi te dide kişandin. Ger fêrbûn gengaz ba dibe ku em ji zû ve fêrî qutbûnên bê dem û bê wext bibûna.

Ew hêza mirov a mezin jî nekariye ji vê re bibe çareserî û bersiv. Lê di oxira hevdîtineke daîmî de tu hemû zorî û zehmetiyan didî berçav, tu qutbûnên herî dijwar dijî, tu bi rojan birçîtî, tenêtî, bêrîkirin, bêxewî û êşê mîna pêşbirkekê dijî. Mayîn û neman pêşbirkeke jiyanê ye ji bo me gêrîla. Dibe jiyan ji bo gelekan êşkence, yan jî valatiyeke mezin be. Lê ji bo me gerîlayan jiyan tekoşîne, şoreşe, şere, êşe, xweşî û şadî ye. Rûkeniya di rûçikên hevalê me de ye jiyan. Hezkirine, bêrîkirine, veqetîne û ji nûve hevdîtine jiyan.

Hele dema tu gerîla bî û ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya mirovahiyê rêyên herî dirêj bigrî berxwe û bimeşî, jiyan ji bo te dibe hevalê te. Ji ber ew êdî her tiştê te ye, ew jiyana te ye. Dibe ku demên herî zor gelek kes pişta xwe didin hev û diçin. Lê gerîla pişta xwe dide hev û ji bo parastina hevdû singa xwe ji êrîşên herî dijwar re dixin mertal ji bo hevalê xwe. Di kêliyên wiha watedar de em hevaltiyên pîroz, hezkirin û bêrîkirinên watedar dijîn. Her hevalek dibe hêza hestan ji bo hevalê xwe yê din. Her çendî ew hest weke behreke bê binî be, gelek caran hêza peyîtandina wan dibe hevalê te.

Lê ya rastî di van hemî kêliyan de, kêliya herî zor veqetîne. Ger hun bawer nekin, hun dikarin bi xwe jî lêkolîn bikin. Di serê van çiyan de, di nava jiyana gerîla de hesta herî zor û ku gerîla ti carî fêrê nabe, qutbûna ji hevalê xwe ye. Êş û jana qutbûnê di dilê hemû rêhevalan de heman êş û jane. Ji xwe dema dilê te di derbarê êş-jan û dilxweşiyan de di heman wextê de lêda, tu dizanî ku wê demê yekîtiya giyanî ya ku qala wê tê kirin pêk hatiye.

Ez bi dîmen û kenên li ser lêvên hevalên xwe, bi hêviya di çavên wan de diteyîse jiyanê bi wate dikim. Lê hevalên min ên hêja, her çûyîneke we dilê min careke din dixe deryaya êş û xeman. Piştî her qutbûnekê xemên hevdîtinê min dixe nava ta û lerzê. Ji hev dernaxînim çûyîn û neçûyîna we… Weke ku hun her hene û dê hertim hebin tevdigerim. Weke ku ez awirên xwe dirêjî rê bikim ez ê hema we bibînim bi qedera bêbext re rû bi rû dimînim. Hun dizanin piştî çûyîna we hemû bîranînên me yên bi we re li gel me zindî dibin. Kêliyên me bi hev re jiyan kirî dimînin. Ger ew kêlî nebûna dibe ku qehra çûyîna we qidûmên me bişkanda. Lê hun bi wan kêliyên xwe di hemû kêliyên jiyanê de bi me re nin.

Çûyîna we perdeyeke ewre li ser jiyana me, her çendî em bi wate bikin jî di watedayînê de bi ti awayî xwe îqna nakin. Bi rastî jî em ti carî îqna nebûne ku hun ji me qetbûne. Di ser dema çûyîna we re gelek dem û dewran derbas bûn lê, weke îro hatiye jiyîn taze ye roja veqetînê. Me karî bi hemû şer, pevçûn, zorî û zehmetiyan lê, me nekarî bi qutbûn û dûrbûna ji we hevrêyên min ên delal.

We xwe di ti temenan de bicî nekir heval. Hûn nebûn ne aîdê vir ne jî aîdê serdemeke din. Weke kêliyeke jiyana ku bê jiyîn û ti car neyê jibîrkirin. Mîna bablîsokekê, hun ketin dilê me û we xwe bicih kir. We hêla ku em careke din armanca jiyankirina bi we re di reşika cavên xwe de û di nava evîna dilê xwe de bidin ber lêpirsînê.

Heke min zanîba ku wê ji destdayîna giyana min we li min vegerîne, minê her parçeyeke canê xwe bi qasî serdemekê ji we re bibexşandiba… Nizamin hun dizanin an na, lê hemû kêliyên jiyana me bi rastiya we watedar dibe.

Her çûyîneke we dihêle em wateyeke mezintirîn li jiyan û gerduna xwe bar bikin. Wate çiye gelo? Wate nirxa di giyana mirov de ye. Mirov bi wate dayîna xwe û jiyanê re dikare jiyaneke rast û watedar bidest bixe. Di vê mijarê de hun dîsa dikevin nava risteyên me yên jiyanê. Ji ber jiyana me bi we watedar e û xwedî mane ye.

Piştî çûyîna her yek ji we em dubare dubare wateya jiyanê digirin dest. Piştî çûyîna her hevalekê barê me girantir dibe. Vê carê bar dikeve ser milê me. Ji xwe di her hevdîtin û veqetînê de me soza serkeftinê dida hevdû. Me digot, çi dibe bila bibe, em ne li cem hevbin jî emê ji bo serkeftinê, ji bo azadiyê têbikoşin… Bi vê bîr û baweriyê, bi van hestên watedar ve em rêya xwe her berbi serkeftinê ve dewam dikin. 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê