Tirkî  |  Erebî

Nameya yekem, ji Qendîlê

onderapo 2017Di serî de merheba dibêjim, Rêberê min. Ev nameya min a destpêkê ye ya ku ji we re dinivîsînim. Nêzî salek çêbû ez tevlê bûme. Beriya niha jî min xwest ji te re name binivsînim, lê min cesaret nekir. Gelek caran min pênûsa xwe girte destê xwe û hewlda ku binivsînim. Lê cardin min nekarî…

Ez, pênûs û lênûsa xwe bi seatan me li hev meyze kir. Ew li benda min bûn. Ez jî li benda wan bûm. Me wisa bi heyret li hevdû meyze kir. Lê em hersê jî bêdeng man.

Vê carê min biryar da ku binivsînim... Her çendî dizanim ku wê ev gotinên min, nikaribin hest û ramanên min ên di derbarê we de îfade bike, lê cardin jî ezê binivsînim. Vê carê ezê şa bikim dilê pênûs û lênûska xwe. Dizanim di van kêliyên ku hest û ramanên min bi te re dijîn, tu li Îmraliyê di nav çar dîwaran de yî. Dibe ku ev rastî be ya ku cesareta nivîsandinê nedida min…

Ez niha li çiyayên Qendîlê. Di van rojan de em di perwerdeyeke berfireh re derbas dibin. Di vê perwerdê de armanca min a sereke ewe ku xwe perwerde bikim û bi paşverûtiyên xwe re şerbikim. Ji bo ku ji nûve xwe biafrînim, di nav tekoşîneke mezin de me.

Tu zanî Rêberê minê hêja! berê min qet hestên ji te dûrbûnê jiyan nekiribû. Yanî min girêdana xwe ya bi te re dianî ziman lê… Piştî bûm gerîla ev hestên min, girêdana min a bi we re cûdatir bû. Li serê van çiyan çavên min her li we geriyan. Her ku li xweşikbûna van deran dinêrim, dibêjim diviyabû hun li vir bana. Herî zêde we jiyana li vir heq kiriye. Ev der warê we ye…

Wêneyeke te ya biçûk li cem min heye. Her lê meyze dikim. Wisa hîs dikim ku çavên te bi min re diaxivin… rê nîşanê min didin. Wê demê hêviyên min mezintir dibin. Dibe ku gelek caran hestiyarî nêz dibim. Lê ger ev girêdan û hezkirina min a ji bo we neba, weke jinekê ezê ewqas pêşneketima. Mina hemû kêliyên jiyanê ewqasî watedar û tije tije jiyan nekiriba. Ev hêz û bawerî min ji we girt Serokê min!... Ev baweriya ku we bi min, bi me daye qezenc kirin, wê herdem rêya rast a jiyan û tekoşînê nîşanê min bide. Bi hêviya siberojên azad ji dil û can te hembêz dikim.

Li Amedê jî nameya yekem

Bi rojane em dimeşin. Hema hema meheke me tije bû. Me bi coş û kelecaneke mezin xatir ji hevalên xwe yên Başûr xwest û me berê xwe da çiyayên Dersimê yên asê. Di rêde em rastê gelek zehmetiyan hatin,  lê bê ku van zehmetiyan bixim asteng her dimeşiyam û di hizrê min de her hun hebûn.

Rewşa giran a hun tê de ne, min pir bandor dike. Her şev, bi şemitîna her stêrkê re, hesret û bêrîkirinên xwe ji te re dişînim. Bi baweriya ku xweza jî dengê dilê min dibihîse, min daxwaza xwe ya hevdîtina bi we re pêre parve kir.

Niha jî bi hêvî û baweriya ku hunê rojekê van nivîsên min bixwînin, hestên xwe bi we re parve dikim… Dixwazim tevahî kêliyên jiyana xwe bi we re bijîm. Lê vê baş dizanim ku hevdîtina herî watedar, a herî ji dil û rast ewe ku em felsefeya we ya jiyanê rast bixwînin, rast jiyanî bikin û li gor wê tekoşîna bilind bidin meşandin. Wê demê wê hevdîtina bi we re jî nêz bibe.

Serokê min, di van rojan de her li ser mijara tekoşîna cinsî dihizirim. Her dihizirim ka gelo ezê çawa xwe ji paşverûtiyên pergalê rizgar bikim û bibim xwedî kesayeteke serbixwe. Her wiha li ser rê û rêbazên tekoşînê dihizirim. Ango rêya rast a xwe ji van paşverûtiyan xilas kirin çiye, ezê bibim xwedî kesayetek çawa, pîvan û rêgezên min ên jiyan û tekoşînê divê çi bin?... Bi giştî lêhûrbûnên min li ser van xalan...

Li ser vê bingehê jî min di dil û mejiyê xwe de dîwarek saxlem li dijî paşverûtiyan avakir. Di vê mijarê de hê jî bi xwe re tekoşînek mezin didim meşandin. Lê vê dizanim ku ezê êdî destûr nedim ti paşverûtiyan. Ezê heya dawî bi van nêzikatiyên çewt re şer bikim.

Di van kêliyan de hemû heval xwe amade dikin. Emê cardin bikevin rê. Piştî demeke kurt emê bighêjin Dersimê. Lê rojekê ji bo pêşwazîkirina we, ezê careke din vegerim paytexta me Amedê… Bi hêviya siberojên azad êvar baş ji we re Serokê min...

 

Vê carê jî ji Dersimê nameyeke tije hesret û bêrîkirin

Ji warê Seyît Riza, Zarîfe û Besê'yan, ji çiyayên Dersimê yên asê, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji we re dişînim û dibêjim merheba Serokê min…

Ji dema hatim Dersimê heya niha her we di xewna xwe de dibînim Serokê min. Ji zivistanê heya niha tişta herî zêde li ser fikrîm û mereq dikim, rewşa we ye. Li van çiyayên bedew ên Dersimê, her dem hîs dikim ku zêdetir nêzî we me… Bi vê coş û kelecanê van hevokên xwe dinivîsînim.

Kurt be jî dixwazim xewna xwe bi we re parve bikim. Di xewnê de em çûbûn navenda Dersimê. Li ser rêya giştî ya Dersimê, Serok ji erebeyekê dadiket û bi rûyek li ken destê xwe ji min re vedikir. Serok pir ciwan û xweşik bû. Ez jî bi tevahî kelecana xwe berbi Serokatî ve dibeziyam û min wî hembêz dikir. Ji kelecana zêde, min dengê lêdana dilê xwe dibihîst.

Tam di wê navberê de heval Tîjda ez şiyar kirim. Heya du deqeyan bi ser xwe ve nehatim. Dema rabûm ji kelecanê dilê min bi xiz lêdida û ez dilerizîm.

Xewneke pir xweş bû û ez bi kelecan kirim. Xwezî ev xewna min rastî ba... Di kêliya min Serokatî bidîta minê êdî ew berneda. Ezê her bi wî re li van çiyayên Dersimê yên asê bigeriyama… Hêvîdarim ku wê rojekê ev daxwaza min pêk bê…

Silav û rêzên şoreşgerî

Şehîd Silav Rover

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê