Tirkî  |  Erebî

 

PENUSA JIN ROJHILAT

Rojhilata Navîn demeke dirêj piştî Xirîstiyantiyê, amadekariya derketineke xweserî xwe, li nîvgirava Ereb de da destpêkirin. Di derbarê şêwazê jiyana qebîleyên Ereb ku beriya şoreşa Îslamê belav dijiyan de, nêrînên cihêreng hene. Jê re pêvajoya ‘cahiliye’ were gotin jî, Ereb bi eserên xwe yên wê demê,

zimanê xwe yê dewlemend nîşan didin ku ewçendî jî ne cahîl bûne. Li rûpelên dîrokê wiha têbînî hatine dayîn ku, di wê pêvajoyê de jin bênirx hatiye dîtin, bi saxî hatine çalkirin, di pevçûnan de bi zorî û qirkirinan re dûçar mane, bi taybet jî jinên feqîr û hejar bi vê yekê re rû bi rû bûne. Di wê demê de statûyeke jinê derveyî zayîna zarokên şivan û şerker tine bûye. Di vê pêvajoyê de Hz. Muhamed bi nîqaşên ku bi rahîbên Yehûdî, Nestûrî û kesên di lêgera Henîfî de bûne meşandî, ramana yek-xwedayî pêşdixîne. Belavbûyîna civaka Ereb, teşeyê baweriyên tevlihevbûyî, dejenerîtiya ku vê derxistî holê, li ser bingeha zihniyeta yekbûyîn çênedibû û zehmetiyên ku vê bi xwe re derdixistin holê, her wiha dezavantaja avanekirina çandeke nû ya madî bi dînamîkên cewherîn, dema ku li ser vê rewşê zêde bû, pêwîstî û mecbûriyeta derketin û avêtina pêngaveke nû ya birdozî ferz kir. Rêbertiya me derketina Îslamî wek “mezheba radîkal a kevneşopiya olê Îbrahîmî” bi nav dike. Ev ol, li erdnîgariya Ereban de wek encama kaosa ku bi perçebûyîna di navbera cudabûyîna qebîle û baweriyan girêdayî pêşketiye.

Hz. Muhemed wek nûnerê herî dawî yê rahîbên Sûmeran, kole û jin nêz xwe hesibandiye. Ev jî nîşan dide ku meyla wî di destpêkê de wiha bûye ku li kêleka xwe beşên bindest ragire. 99 sifetên xwedê dikare weke razberkirina (soyut) di asta herî bilind a rastiya civakî were şîrovekirin. Ev ne têgeheke razber a besît e û ev jî lêgera Hz. Muhamed dide nîşandan.

Derketina Hz. Muhamed encama pêvajoya lêgerên demdirêj, çavdêrî, lêhûrbûn û tehlîlkirina civakî, siyasî û aborî ye. Hz. Muhamed mentiq û vîna xwe bi rêxistin û tevger dike û wek hêzeke tevgervan ji peyxemberên din cuda dibe. Wî pir baş dîtiye ku yekbûyîn bi xwe re hêz tîne û wiha jî bang li hemû qebîleyan dike ku di têgeha “tewhîd”, yekîtiya xweda de bibin yek. Armanca Hz. Muhamed ne ew bûye ku qralîyet an jî Xanedantiyekê ava bike, heke wiha bûya dema dijiya dikarî vê pêk bîne. Ruxmî vê jî faktora bû sedem heya evqas salan hîna jî dîroka wî û ew were bibîranîn; yekirina çanda Ereb, şênberkirina têgeha dewletê li vê erdnîgariyê ye. Wê ev yekîtî erebên nîvgiravê ji put û hevnekirinên di nava qebîleyan û ji serdegirtina çolan biparêze û li derveyî çolan ji bo ber bi xeyala bihûştê ve -ku ev bihûşt Mezopotamyayê pênase dike- ber bi qadên jiyanî re rê veke, hêz bide wan. Herwiha li kêleka xeyala bihûştê di Îslamiyetê de di navbera vê cîhanê û cîhana din de hevkêşiyek heye. Bi wedeya bihûştê mirov li mirinê nayêne şertkirin, ev di aliyekê de pêşketin e, lê belê rê li ber yekdestên bazirgan jî vedike. Li van sedemên birdozî yên saxlem, dema ku hêza şûrê jî zêde bû, ti tişt wê pêşiya herikîna Îslamî nebe bend, wê hemû av tevlî çemê Îslamê bibin û şaristaniyên din jî bide ber xwe û pêşde biçe. Bi Îslamiyetê re li helqeya ‘însan nikare bibe xweda’, helqeya ‘qasidê xwedê’ hate zêdekirin. Xweda parêzvan û efûkar e, afirîner û mihreban e. Hebûnê dide, xîzaniyê dide, hewce bike siza dike. Di Îslamiyetê de têgeha xweda, di wateyekê de razberkirina cewherê pêşketina civakî ku ji dîrokê herikiye û hatiye, temsîl dike. Rîtûelên perestîna xweda, piştevaniya civakî ku yek ji xebata cehwera exlaqî ya her olê diteyisîne, terbiyekirina nefsê xwe, an jî ji şêwazên jiyana ku ji asta pêşketina civakî çavkanî digre, pêk tên.

Di sala B.Z. 681’an qirkirina Kerbela dawî li paşmayiyên ola Hz. Muhamed aniye. Di kesayeta Huseynê hatî kuştin de jî damarê dawî yê rastiya Îslamê hatiye birîn. Ji wir pêve şerên desthilatiyê bi taybet desthilatî û tehekuma kesên xwedî zihniyet û rihê dij-Îslamê, ye. Ji ber Îslam ji cewherê xwe derketinê jî wêdetir, tam werdigere dijberê; aştiya di wateya peyv de jî diçe, bi şûna wê li Rojhilata Navîn şerên bêdawî tên. Civak û kesayet, jin û zilam, kesayet û pergal û bi vê re di her mijarê de pêşdikeve, ew qelişîna ku bi pergala baviksalar re destpêkiribû, bi Îslamiyetê re dibe terîş.

Îslamiyet ku ji zemînê civakî dûr dikeve û dibe desthilatî, wiha derdikeve derveyî civakê, xwe bi sazî dike û împaratoriyên bihêz ên Îslamî avadibin. Herçendî hatibe gotin ku “Raseriya Ereb li ser Ecem tine ye” lê belê di pêşketina netewperestiya Ereb de rolê Îslamê qet nabe mijara nîqaşan jî. Ev di astekê de ye ku di gelên din ên Misilman de, hevesa Erebûyînê çêdike. Ji ber qewmê Ereb “qewmê necîb e”. Yek ji ferqa Îslamiyetê ji Xiristantiyê di wê de ye ku navbeyna derketin û bûyîna desthilatiyê de zemaneke kin heye. Lewma jî teşegirtina civakî ya olê Îslamê di eksena desthilatiyê de bûye. Herçendî armanca olan ne şaristanî be jî, bûne amrêz di destên şaristaniyê û bi şerên bi qilfê olî, bi îstîsmareke mezin a şaristaniyê re rû bi rû mane. Piştî Îslamiyet li desthilatiyê hate barkirin, ayetên Quranê jî bûn wek zagonên dewletê, wiha jî dogmatîzm di asta herî jorê de pêk hat. Dengên dijber ku li beramberî hêmanên olî ku di destên serdestan de ber bi rizînê ve diçin, wek mezhebên ola ku bûne amûra îstîsmara siyasî, di destên civaka şareza de derdikevin, wiha jî çanda berxwedaniyê dom dike.

Ji ber Îslam ola desthilatan e, Sûnîtiya beşên arîstokrat ku xwedî şîroveya rast (sağ) in, tê wateya hukumkirin li ser xîzanên qebîleyan. Ev beşên xîzan hinekê li ber xwe dabin jî di aşa desthilatiyê -ku yekdestiya heqemonîk a dij-Îslamê ye- hatine hêrandin û ew bi vê pergalê re kirine yek. Îslamiyet, bi yekdestiya leşkerî û bazirganî re li Rojhilata Navîn digihîje lûtkeyê û li herêmê yekrengiyê bi ser dixîne. P.Z. ji 1.400’an pêve hêza xwe wenda dike, navenda hêza hegemonîk jî ber bi Rojava ve dişemite û bi demê re serwerên ku mêrên (hevser) Rojhilata Navîn bûn, dikevin asta pîrektiya rojava. Ji ber Rojhilata Navîn ku ji B.Z. 10.000’an heya B.Z. 3.000’an ji şaristaniyê re dergûşî kir, li jêr pelxîniya van salan mehiyabû, bê henase mabû û ne di wê astê de bû ku pêşengiyeke nû bike. Bizavên Şîe jî ku li ser bingeha dijbertiya desthilatiya mezheba serdest Sûnitî pêşket, bi avakirina desthilatdariya xwe re, nekarî xwe ji bûyîna rûyeke din a dij-Îslamê xilas bike.

Hejmareke zêde ramyar wek Mensûrê Helac ku digotin “Enel heq”, Sûhrewerdî, Elkîndî, Nesîmî û hwd. di nava olê Îslamê de bûne nûnerên jiyana civaka xwezayî û komînal. Bi zehmetî xwe perwerde kirin, safîbûna raman û jiyanê di xwe de şênber kirin û di vê rêyê de gihîştin şehadetê. Ev tesavufkar, dane diyarkirin ku nabe ol zorê bike. Gihîştina xweda jî ne bi pirtûkan an jî fetwayên ji destên Împarator dertên in, encex bi dilê mirovan bixwe dibe. Bi giyana xwe re jî bedîla vê dan. Fîlozofê Îslamê Ferabî ku di salên navbera P.Z. 870-950 jiyaye, dide diyarkirin ku “Sehekiya (sezgî) di zihnê mirov de hêza mêjî ye û encex bi rêya sehekan dikarin bigihîjin zanebûna dawî.” Her wiha Mensûrê Helac ku di sala 922’an de çermê wî tê jêkirin, bi felsefeya ‘Enelheq’ bi gotina “Ez xweda me” bi bihayê giyana xwe tîne ziman ku “Mirov dikare bilind bibe û di gerdûnê de jî muqabeleya vê bilindiyê heye.” Weke wî Sûhrewerdî ku di sala 1191’an de hatî kuştin, tenê guneha wî ew bû ku bi pêşxistina felsefeya ‘fenafîllah’ re da diyarkirin ku “Mirov, dikare di rastiyê de bihele, di hebûna xwe de wenda bibe û wiha jî hebûna mutleq bijî.”

Derketinên wiha û şîrovekarên din, belku nekarîn ruxmî bihayê giyana xwe Misilmanan ji dogmatîzmê rizgar bikin, lê belê ew mîrateya berxwedaniya wan ku ji dîrokê re hiştin, ji bo me manîdar e. Ramanên azad ku di vê pêvajoyê de pêşdikevin, her li dogmatîzmê diqulipin, piştî demekê jî rêyên nîqaşkirin û diyalogan tênegirtin. Nîqaşkirina rastiyên olî bi sizayan re rû bi rû dibe, ev jî dihêle ku dawî li pêşketinên li jêr şemiya Îslamiyetê were û li her devera ku Îslamiyet hakim dibe jî, li pêşiya hercûre pêşketinan wek bendekê bilind dibe.

Di derketina Hz. Muhemed de rola Xedîcê û têkîliya wê di rastiya civaka Ereb a wê demê de hin sererastkirin anîbe jî, ne ewçendî bingehîn û demdirêj bûye. Xedîce ku ji çîna jorîn e, piştî dibe hevsera pêxember, pozîsyona wê bi tevahî tê pîrozkirin û wek dayîka Misilmanan tê hesibandin. Ya rast tişta ku Xedîce û Hz. Muhemed dikin ewe ku, di bazirganiya Rojhilata Navîn de pêngavên nû davêjin, bi pêngavên Îslamî re zemînê vê yê manewî çêdikin û wiha jî li beramberî beşên Sûryanî û File yekîtiya Ereb avadikin. Ezmûn û zanebûna Xedîcê di jiyanê de di pêxemberbûyîna Hz. Muhemed de xwedî ciheke girîng e. Mijara herî sereke ku wê demê tê nîqaşkirin, hatina pêxemberekî nû û meşandina Ereban bûye. Pêxemberê li bendê jî, wê yê herî dawî be, ev bixwe jî mijara sereke û demdirêj a nîqaşan e. Ya ku mirov li bendê ne; hemleya herî dawî ya xwedayîtiyê ye. Bi îhtîmala zêde ya ku Hz. Muhemed teşwîq dike ku bibe bersiv ji van bendewariyan re û kelemên li pêşiya wî radike Xedîce bixwe bûye. Jixwe zewaca wan jî yekirina beşê hejar û ya jorîn, wiha jî avakirina beşa navîn e.

Zewaca Hz. Muhemed bi hejmareke zêde jinan re, ruxmî ku were gotin bi armancên siyasî ye, lê vê rewşê di demên paşê de zemîn vekir ku hem herem (harem) çê bibin, hem jî di hereman de hejmareke pir jin ji ber zilamekî, li hev nekin û wiha jî di nava zayenda jin de perçebûyîn pêşbikeve.

Di rewşa jinê de hin pêkanînên erênî ku wek reform werin hesab hebin jî, ji ber ne derketinke bihêz a guhertina statuya jinê ye, bi mirina Hz. Muhemed re, jin jî di şerên desthilatiyê de tê bikar anîn. Bi taybet tiştên ku hevsera piçûk a Hz. Muhemed Eyşê dijî, vê rewşê îfade dike. Eyşê ku di temeneke pir zarok de dibe hevsera pêxember, dema digihîje kemalê êdî Hz. Muhemed zilamekî pîr e û ji bo wê ji zilamekî ku pêre bijî wêdetir, ji pêxemberbûna wî sûd digre û wiha jî ji bo bicihkirina xwe bikar tîne. Eyşe ku bi van tiştna difikire, bi qasî ku di nakokiyên di nava qebîleyan de jî tê şuxulandin, di kefteleftên desthilatiyê ku piştî mirina Hz. Muhammed çêdibin de jî cih digre. Ew jineke ku di komployan de jê re roleke girîng tê dayîn.

Di demên paşê de ji vîna jinê qet şopek jî nayê hiştin, ji zilamê ku li beramberî hişliserîbirina  (baştan çıkartıcı) jinê bi îrade be re bihûşt tê wededayîn. Herçend ji bo bihûştê “mekanê evdên mûmîn” were gotin jî, wer hatiye qenaet kirin ku, wê jin nikare biçe bihûştê, lewma jî ji bo tetmînkirina zayendîtiya zilam bihûşt wiha hatiye amade kirin. Di wekhevîtiya di navbeyna zayendan de di îbadetê de erk wekhev bin jî, lê maf cuda ne. Jinbûyîn ne nasnameyek e, encex hevser, keç an jî dayîkbûna zilamekî xwedî wate ye. Di vê wateyê de jî jin bi awayê sî, paşketî û ji ramanê bêpar hatiye sînorkirin. Ev sifet jî didin diyarkirin ku her jinek ayîdê zilamekî ye. Xwe nixumandina jinê jî eşkere dike ku, zilam tehemûl nake ku heta jina ku ya xwe dibîne, bi çavên kesên din re parve bike. Dema reglê jî wek qusûr û lekeyeke jinê tê dîtin, ji ber jin gemar tê hesab, di wê demê de pêkanîna îbadetan jî qedexe ye. Di olê Îslamiyetê de ku şêwazê jiyana siyasî, civakî û aborî bi yekbûyî pêşdibîne û form didê, hêza zilam jî bi kontrolkirina jinê re tê pîvandin. Zayendîtî nayê qedexekirin, lê belê li jêr kontrol û înîsiyatîfa zilam de ye. Heke di vê mijarê de jin gunehekê bike bi keviran re tê kuştin, lê zilam bi zewicînê re ji vê rewşê rizgar dibe. Ruxmî ku ji îlankirina Îslamiyetê 1400 sal borî ne, îro ya ku li Rojhilata Navîn bi gelemperî tê jiyîn, zewaca zilamekê bi çend jinan re, mîrasê kevneşopiya Îslamiyetê ye û ev rewşe wextê li gor berjewendiya zilam be bi hêz tê parastin.

Elewîtî ku weke sosyalîzma Îslamê tê pênasekirin, wek derketinên mezhebên din bi şêwazê berxwedanê pêşketiye, xwe ji klîka şer-deshiltî ya mezheba Sûnî ku şîroveya rast (sağ) a kevneşopiya Îslamê ye, şermixandiye. Hilbijartina Elewîtiyê ji hêla beşên bindest û hejar ve, sekna wan li derveyî desthilatiyê û dijîtiya wê pejirandin e. Di nava Kurdan de jî Elewîtî ji formeke olî bêtir, li bermaberî êrîşên Îslamê, îfadeya berxwedana çandî ye. Em dikarin ji vê re hewldana zindîhiştina kevneşopiya Zerdeştî jî bêjin. Hem Zerdeştîtî, hem jî wek ku heyî nepejirandin û nejîna Îslamê, li ser Elewîtiyê bandora wê mijareke lêkolîna psîkolojiya civakî ye. Elewîtî ku li ser bingeha parastina bindestan teşe werdigire, wekhevî, xweşbînî û rêgezên dadê esas digre. Girêdayî vê di Elewîtiyê de cihê jinê jî cuda ye. Hurmeta ji ked, mirov û axê re di asta pîrozbûyînê de tê bilind kirin. Di wê baweriyê de ne ku, ruxmî her tiştî jinê safîbûna xwe dewam kiriye. Di Elewîtiyê de jin bitûnîker, danehevker û xwedî roleke diyarker e, lewma jî li malên Cem ku îbadetxaneya Elewiyan e, her du zayend bi hevre îbadet dikin. Diyardeya jinê wek bitûnîker, temsîla hurmetê tê bi destgirtin. Her du zayend jî ji ber ji birdoziya serdestiya Sûnî muzdarîb bûne, li ser hev nabin xwedî serwerî.

Şîroveya rojane ya Sûnîtiyê ku mezhebê desthilatdariya fermî ye, a Elewîtiyê ku navenda berxwedanê pêk tîne, mijarên pir cuda ne. Wê şaş be heke were gotin ku nêzîkatiyên bingehîn ên Elewîtiyê îro jî bi tevahî hatiye parastin, an jî Elewîtî bi tevahî ji bandora pergala tehekumkar bêpar e. Ji ber ku civaka şareza, di her pêvajoya qeyranê de di mijara ku navend an jî mezhebên berxwedana li dijî xwe, di nava xwe de bihelîne, xwedî hostehiyeke taybet e, wiha jî hebûna xwe xistiye bin temînatê. 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê