Tirkî  |  Erebî

Leyla Amudê

penusa-jin2Di dîroka gelê kurt de, her timî xiyanet xwe daye pêş. Bi taybet jî di demên şoreşande ev hên zelaltir derdikeve holê. Weke sedemê herî bingehîn jî ji bo binkeftina şorşê ye. Gotinên pêşiyên me hene ew gotin hemû rastiya vegotin dike, dibêjin;

“kurmê darê ne ji darê be dar nakeve; ango wê dar nerize.” Bi rastî jî ev mînak di cîh de ye. Çiqasî dijminê gelê me xurt be jî lê nikaribu bêyi hevkarên xwe yên hundirîn bi serbikevin û bigihêjin meqseda xwe. Yanî tinê bi hêz û bi teknolojiya xwe dijminê derva nikarî vîna gelan bişkînê. Dijminê hundir yê ku xençerê ji piştva lê dide û wî dişkîne û pîşta wî dide erdê. Ev rewş ji bo hemû gelan û şoreşan derbasdare. Yanî dijmnê hundir deh qet ji yê derva xurtire. Heger dijminê derva nebê wê dijminê hundir jî nebe. Berûvajiyê wê jî raste. Yanî dijminê derva bê hevkarê xwe yên hundirîn wê nikaribe serbikevin û hebûna xwe li ser gelan ferzbikin.

 

Di dîroka gelê kurd da qehrmantî û xiyanet bi hevre hatine jiyan kirin. Weke medelyoneke bi du rûyan derketiya holê. Ruyekî sipî û ruyekî reşe. Yek berxwedanî û yek jî teslîmiyetkarî. Gelo çima xiyanet di nava kurdan da ewqasî derketiye pêş? Bi rastî jî mirovan dide hizrandin. Xiyanet tiştekê ku di destê deshilatdaran hatiye çêkirin. Ev xiyanet bi demê re kur bûyê û weke nexweşiya penceşerê dinava gelande belav bûye. Gelê Kurd xwedî çandek û dîrokê kê dewlemende. Her wiha çandekê ku pêşengtî ji tevahî gelan re kiriye. Gelê Arî gelekê asîle. Welatekê hem di bin erdê de hem jî li ser erdê xwedîi dewlemend bûyînên pir pîrozin. Welatê Xwedawandaye. Dema mirov dîrokê rast şîrove bike û bizane wê deme, mirov li hember welatê xwe matmayî dimîne. Lê, roja me ya îro de pergala kapîtalîzmê wisa li gelan kiriye ku bi taybet jî gelê Kurd li hember çanda xwe berûvajî ketiye.

Ji bo vê jî xweşik bûyîn û dewlemend bûyîna welatê me bala herkesê kîşandiye. Dewlemend bûyîna vê welatê bûye sedem ku herkes çavê xwe berdê. Li ser ev xaka pîroz çiqasî xwîn hatiye rişandin. Gelê me hertimî berxwedaye û ti carî xweradest kirinê ne pejirandiye.  Ji bo vê jî çiya her timî ji bo gelan bûye cihê stargeh û parastinê. Tu hêz nikariye vê gelê me bin bêxe û radest bigre. Ji bo wê li pey komployan û lîstokan ketin da ku gel perçe bike. Destê xwe dirêjî nava wî kirin û hevkarê xwe sazkirin. Di nava Kurdan de kesên lewaz, çav birçî û dil xirab ketin xevka neyar de û ji bo neyarê xwe bûn hêz. Ji Enkî dû dest pêkir heya roja îro di partiya xiyanetkar ya KDP ê de berdewama xwe dike. Gelekê bin dest her timî di xiyanetê re rûbirû di mîne. Pir cara rewşên pir tirajik ji dertên holê. Mînakên wisa di dîroka me de pirin. Mînakê herê nêz û ber çav jî komploya ku li ser Serokatiya me hate çêkirine. Di roja me ya îro de jî KDP nûnerê xiyaneta hemdemî dike. Ew xendekên ku li ser sînorê Rojava û Başur çêdikin jî dide diyar kirin ku dixwaze deskeftiyên gelê Kurd derbe bike. Dixwazin kedên Serok APO yê çil salî heder bikin. Lê, ew xafilin û nezanin. Rêber APO û tevgera PKK’ê dîrokê berûvajî kiriye ango dîroka rast derdixe holê ji bo wê jî xiyanet jî têk birine. Ma qey ew nizanin ku PKK li ser çanda berxwedanî û exlaq hatiye ava kirin. Ger ku cîhan tevahî li hember rabe wê nikaribe bin bêxe. Şoreşa Rojava yê Kurdistan li ser kedê Rêber APO û şehîdan hatiye avakirin. Ev ne gengaze ku têk biçe. Xiyanet ketiye dinava rûhê KDP’ê de. Ji xwe li hember dîrokê rû reşin bi van xendakanre hên zêdetir rû reş bûye. Pêdivî heye ku gelê me li hember ev rastiyê bêdeng ne mîne û helwestê xwe pir dijwar deyne holê. Bi taybet jî pêwîste gelê me yê Başur vê rastiyê bibîne û vîna xwe bide nîşandan. Kesên ku di bin navê malbat û eşîran de bi salane li ser me polîtikayan didin meşandin, divê em wan tehşîr bikin û ji wanre bendan deynîn û bi bêjin êdî bese. Em ne Kurdê berêne, êdî em şiyar bûne û kes nikare me bi xapîne. Ew xendekên hîşmendiyê emparyalîzm û kapîtalîzmêne. Di vê ev were ditin ku KDP di bin deshilatdariya van hişmendiyan de tevdigere. Li hember vê hişmendiyê tekoşîn kirin pir giringe. KDP di zane ku temenê wê kêm maye,  ji bo wê jî hewildanên wê ewe ku bi nûkertiyê temenê xwe dirêj bike. Bila KDP û yê ku weke wê tevdigerin baş bizanin ku deskeftiyê gelê me yê, di Rojava de ji bo me rûmet û şerefe. Em ti carî rê nadin ku xiyanet wê darbe bike, em di vê helwestê  xwe de jî zelalin. Emê di Kurdistanê de xiyanetê tune bikin. Emê xiyanetê têk bibin. Mohra xiyanetê ya ku li ser eniya gelê me hatiye lê dan emê bi xwehdan û qehremantî yê bi şon. Di rêgezê me de ti carî li hember xiyanetê bêdeng bûyîn nîne wê nîn be jî. Di virde tekoşîna xwe xurt kirin û xwedî nirxên xwe derketin pir giringe. Ji bo vê jî pêdivî heye ku gelê me, bi taybet jî jin xwedî li vîna xwe derbikevin û tekoşîna xwe xurt bikin. Di xeta Zarîfe, Besê, Leyla Qasim û Bêrîtanan de hemû bi hevre tekoşîn bidin meşandin û berxwedaniyê pêş bêxin. Ji bo ku em bikaribin vê hişmendiya nûkertî û xiyanetê di bingehte pûç bikin, di vê jin xwe bikin mertalên zindî û li hember rûyê xiyanetê bi sekinin. Jinên Kurd hertim li hember xiyanetê tekoşîn daye meşandin û berxwedaniya xwe xurt kiriye. Emê xiyanet û başverûtiyê vale derxînin. Xiyaneta ku 5000 hezar sala tê meşandin û di xeta KDP’ê de bin pê bikin. Emê xeta kevnar mehkum bikin. Emê xeyal û hêviyên xwe pêk bînin. Ew hêz û vîn di dil û ruhê gelê Kurd û jina Kurt de hatiye çandin. Xeta xiyanet pir lewaz bûye yê, azadiyê jî her ku diçe geş û bi hêz di be. Divê herkes di xwede zelal bûyîn bide avakirin. Kesên ku azadiyê dixwazin divê dengê xwe bilind bi kin û yêk bûyînek ava bikin. Divê dinava xwede kesên xiyanetçî û nûkertî dikin ne hewînin. Ji bo vê jî erken pir giring dikeve li ser gelê me yê welatparez û bi taybet jî jinan, destê xwe bidin hev û pêşengtî ji civakê re bikin. Roj roja berxwedanî, lehengtî û tekoşîn kirinê ye. Hêvî û baweriyê me her tim bi hêze wê di Rojhilata navîn de şefeqa roja nû wê bi hêlatin bibe.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê