Rewşen Fereşîn

Di nava tevgera PKK’ê de mijara herê sereke mijara perwerdê ye. Birastî jî mirov bi riya perwerdê re di xwede hişyar bûyînan di de ava kirin. Di mirovan de lebitandina hebûnê ava dike. Refleksê zindîtiyê pêş dixe.

Cardin perwerde mirovan xwe di de hesandin. Bêguman perwerdeyên PKK’ê di mirovan de mijarên pir giring ava dike. Lê, perwerdeyên pergala baviksalarî berûvajiyên van mijarane di mirovan de ava dike. Pergala kapîtalîzm ji bo mirovahî hişyar ne be ji tirsan rêbaz û şêwazên pir qirêj li hember mirovahî yê bikar tîne. Lê, pergala Serok APO avakirî jî her tişt ji bo zana bûyîna mirovahî yê di afirîne. Tirsa pergalê ewe ku qirêjiya ku ew li hember mirovahî yê bi kar tîne derbikeve, ji ber derbikeve êdî nikare xwe domdarî bike. Lê, pergala Rêber APO dayî avakirin jî ji bo xwe zanist kirina mirovahiyê, nirxê mirovan cardin xistina destê mirovande bi taybet jî li ser zanist kirina jin pergala xwe û jiyana xwe di afirîne. Hemû kedê dide raber kirin jî tevahî mirovahî di serî de jin û ciwan ji nava wê qirêjiya pergala bavik salarî derxistine. Dema mirov dinava wê pergala qirêj de bû van mijarane nizane û fêm nake jî.

 

 

Me di perwerdeyên  xwe yê zivistanê de li ser paraznameyê Serokatî a “Parastina Gelekî” perwerde dît. Birastî jî mijarên pir giring hate dest girtin û nirxandin. Ev perwerde ji bo tehlîl kirina min ya malbat, kesayet û civakê pir baş bû. Di vê parasnameyê de asta xwe tehlîl kirin, civaka xwe tehlil kirin û bi taybet jî mijara avakirina “PKK’ê”ji bo min mijarên herê sereke bûn. Di virde pirsa ku min ji xwe kir jî “çima PKK ava bûye.” Bi riya perwerdê û nîqaşan re min fêm kir ku tevgera PKK’ê li hember pergala baviksalarî û modernîteya kapîtalîzmê weke alternatifekê pêş ketiye. Weke ku Rêber APO ji bo modernîteya kapîtalîzm di bêje; “weke kurmekê ketiye dinava me de.” Weke nexweşiyeke. Ji bo ku em bikaribin pêşiya vê nexweşiyê bigrin,vînekê xurt bidin pêşxistin û tekoşînek xurt pêş bêxin pêwîste beriya her tiştê em tevlê bûyînek rast bidin çêkirin. Ji bo xwe partî bûyînê esas bigrin û kesayet, hişmendî û fîkrê xwe rast bigrin dest rast tehlîl bikin û xwe di partî bûyînê de kur bikin. Em bikaribin li hember vê pergalê rexnedayînên rast pêş bêxin. Mijara ku min fêm kirî jî xwedî nirxên xwe derketine. Ji ber ku ev kapîtalîzm xwe li ser nirxê jin ango yê mirovahî yê pêş xistiye. Ya di jî hemû hewildanên wê ewe ku deshilatdariya xwe li ser civakê bide meşandin. Li hember vê hişmendiyê Rêber APO paradîgamaya “xweseriya demokratîk”ava kir. Hemû hewildanên me ewe ku em jî xwe di vê paradîgmayê de ji nû ve ava bikin. Ez bi xwe qanî bûme ku mirov bi her awayî xwe ji nûve ava neke xwe di paradîgma ya Rêber APO de ne şû, wê nikari be bibe milîtanê APOCÎ  

Mijara din jî ya ku min têde lêhur bûyîn dayî ye çêkirin jî mijara jinê û rastiya wê ya dîrokê bû. Li ser vê jî lêhurbûyînên min pêş ketin. Dema mirov dinav pergala baviksalarî de jiyan dike tu tiştek nizane. Di bê je qey pir tişt dizane lê, mixabin tu tiştek nizane. Di bin navê zanînê de xwa xwapandin heye. Ger xwe xwapandin ne bûya me yê rastiya pergala baviksalarî yê ku jin her tim weke amorekê ji bo xwe bikartîne bi dîta. Di pargalê de her tiştê mirovan pir bi teşeye. Manewiyet, heskirin nîne. Ji bo ku mirov ji cewherê xwe derxe her cûrên êrîşên ku ji derveyê mirovatiyê pêş dixe. Ev jî di despêkêde li ser jin di ceribîne, dema jin de encam girt ew dem li ser tevahî mirovahî bikar tîne. Birastî jî dema ez wê pergala qirêj de bûm min ne dizanî jin xwediyê ewqasî nirxên pîrozin. Her wiha min nedizanî jin aferînera mirovahiyê ye. Bêguman hen tiştên ku me li gor pergala baviksalarî dizanî hebûn lê, me dît ku ew jî ne rastin. Ez ketim wê zana bûyînê de ku di pergala baviksalarî de mirov demên pir bê wate derbas dike. Ji xwe qiymetê tu tiştekî nîne. Birastî jî mirov ewqasî deyndarê Serokatî di be ku nayê gotin. Bi taybet weke jinekê wê hemû hewildanên min ew be ku ez xwe ji pergala bavik salarî ango modernîteya kapîtalîzmê qut bikim. Hevdîtinekê rast dîroka xwere ango ya jinê re û ya mirovahiyê re bidim çêkirin. Wê divan mijarande hên zêdetir lêhurbûyînên min û kur bûyînên min were çêkirn. Ji ber ku min di riya perwerdeyên Rêber APO xwe nas kir, his kir û min zanî ku ez kîme ji bo wê jî ez di bêjim perwer de ji bo me mijarê herê serekeye. Mirov bê perwerde nikare bigihîje armancên xwe. Ji bo vê ez di bêjim perwerde xwe nas kirine. Ew dem hûn çi di bêjin, hûn tevlê min di bin?

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê