Ji pênûsa gerîla

ji penusa jin1Di roja meya îro de têgihên ku herê zêde tê lêpirsîn kirin jî, gerdun, mirov û civake. Gelo gerdun çawa pêk hat, mirov çawa bû mirov. Civak çawa kariye ewqasî mirovan li gel hev dû û li ser axekê bide jiyan kirin. Her yek bi serê xwe

pirsekê ku mirov lêkolînên cûda li ser wan bide çêkirin. Piştê têqîha mezin a bîngbang li ser gerdûnê, qeşa hêdî hêdî heliya û îşaretên jiyan û pêk hatina zindiyan çê bû. Di serî de şênî û mirovên yekemîn wek homusapiyens ango mirovên difikire derdikeve pêş û civaka xwezayî despê dike. Mirovahî her ku diçe pêş dikeve, di pêşengtiya jin de rojbiroj pêvajoya jiyanekê hên pêşketî derdikeve. Her tişt û her kes bi awayekî hev par jiyan dike. Ji bo ku gavên hên pêştedir bavê je dinava berxwedaniyê de avakirina jiyanê dene. Jin weke pêşengê rastiya civaka xwezayî ye. Her diçe pêşketinên mezin di afirîne di firkir de jî pêşketin çê dike. Pêvajoya yekemîn ya civak bûyînê tê avakirin. Li hember van pêşketinên tên çêkirin zilam dikeve nava tevgerê de. Ev mijarane bi zimanê mîtolojî pir tên ziman. Wek şerê dinav bera Enkî û Înana de wê rastiyê nîşan dide. Her çiqasî li hember vê berxwedanî jî hati be çêkirin lê, di pêvajoya sumeran de ev yek bi awayekî kur û bi fermî destê jinê hate girtin. Bi pêşketina pergala Zîgorat, rahîb û şamanan ve ev mûqedes bûyîna jinê ji holê ra dibe. Li şûna xwedawanda dayîk êdî xweda û deshilatdarî di be xwedî rol. Di rastiyê de mirov dikare bi bêje ku êdî civaka ku hemû jiyana xwe bi xwezayî di domîne ji holê ra dibe. Di cihê wê de pergala bavik salarî a mêr pêş dikeve û civak dikeve asta duyemîn de. Her ku diçe mirovahî ji cewherê xwe dur dikeve û hişmendiyê bavik salarî tê ava kirin. Ev pergal her ku diçe civakê ji rengê wê yê rastiyê derdixe û dixe amorê ku ji bo xwe bikar anînê. Di her aliyan de qirkirinekê mezin li ser jin, zarok û civakê tê meşandin. Ev qirkirana mezin a ku li ser civakê tê meşandin di alî çandinî, exlaqî û polîtîk ti carî ji qirkirina dayika pîroz qut nayê dest girtin. Gava ku nirxên dayika pîroz ji destê wê hate dizîn li şûna wê zilamê qurnaz cihê xwe girt.

 

Her ku diçe jin zêdetir dikeve rewşa koletiyê de. Bi jinê re jî civak ber bi tunekirinê ve diçe. Di her serdemê de jin ji bo pirsgirêka xwe çareser bikin ketine dinava legerînek de lê, mixabin tu kes û ti pergal ne kariya pirsgirêka jin çareser bike, berûvajî her ku çûye kurtir kirine. Di serdema yek xwudayî jî xwe weke xilasiyê da xuya kirin lê belê, cardin xistina jin cudatirî tu tiştek nekir. Ango jin bin axê derxist kir dinava qefesê de, xiste bîrekê kur û tarî. Doxmatîzîm jî di serî de jin û tevahiya mirovahiyê bi zincîrên koletiyê ve da girêdan. Modernîteya kapîtalîst jî bi hersê hespên xwe yê manşerê re derketin li ser dîkê ( lîberalîzm, olparêzî, zanistperestî) got ger ku azadiyek ji bo mirovahiyê û civakê hebe wê bi minre pêş bikeve. Lê mixabin, yê ku herê zêde mirovahî û civak bê nirx kir, perçe kir, bê exlaq û polîtîk kir jî ew bû. Bila baş were zanîn ku ger ku wê pirsgirêka civakê were dest girtin ti carî ji pirsgirêka jinê qut nayê desrgirtin. Rewşa ku di roja me ya îro de jin jiyan dike, civak jî pêra ketiye û nirxên xwe îxanet dike. Li ser nirxên civakê yê manevî êrîşên pir hovane tê kirin ew dem mirov dikare bi beje ku li ser jin êrîşên pir mezin heye. Ji bo vê yekî ye ku Seroka APO di bêje; “ger jin azad nebe, civak jî azad nabe.”

Jina ku navenda jiyan û pêşketinê bû pergal û hişmendiya bavik salarî wê xistiye rewşek wisa de nikari be xwe nas nake, nikare bi xwe bi vîna xwe bi fikire, bi zimanê xwe baxive, bi dilê xwe hîs bike. Rastiya jin û jiyanê di rastiya dîroka ku hatiye berûvajî de veşartiye. Jin rêberê civaka xwezayî, jiyana bi wate bû. Afirênerê wê jiyanê bû, di heman demê de parêzvanê wê jî bû. Lê, gava ku jin bê nirx kirin, her tiştê wê jê hate dizîn, civak jî weke ew zarokên ku sêwî di mîne, bê rehber û parastinê di mîne.

Gava mirov li gor rastiyê tevdigere di bîne ku birastî jî rojane jin û civak bi qirkirin, bijavtinê re derbas dibe. Ya bi êş jî wê jiyanê pejirandine. Îro tişta ku herê zêde ciwanan dixe jî hersê tîpa S ye. Bi awayekê herê bi wehşane mirovahiyê ji têgina exlaq û polîtîkayê dur xistiye. Bi rêka wan hersê tîpa S ciwan bi temamî xistine, bê nirx, bê raman û bê ruh hiştine. Ciwan ê ku dînamîk û pêşeroja civakanin ber bi xilas bûyînê ve dibin û weke maşeyek ji bo xwe bi kar tînin. Ev hersê tîpên S mejî, fikir û ruhê mirovahiyê di devizîne û weke narkozê wicdana civakê jî tune dike. Mirovahî ji birça di mire lê, dikarin bi trilyon û milyonan ji bo werzîşan bide û mirovahiyê bi xapîne.

Gelo ji bo ku mirov bikaribe ji vê qirkirin û qirejiyê derbikeve xwe û mirovahiyê rizgar bike pêwîste mirov çi bike? Ger mirov ji pirsên xwe re bersivên rast da ew dem emê bikari bin hem xwe hem jî civakê ji nexweşiya qanserê xilas bikin. Emê bikaribin xwe û dîroka xwe derxin ronahiyê. Lê mixabin post modernîzîm, pergala bavik salarî û çanda modernîteya kapîtalîst mirovahiyê kor, lal û ker kiriye. Weke ku rolê sê meymûna di leyzin. Nizanim, min nedît û ne bîhistiye. Ev nahêle ku civak hêza xwe ya zanabûyînê û hişyar bûyînê derxe. Ji bo ku mirov vegere cewherê xwe pêwîstiya şoreşa Amargî heye. Ango vegera cewhera xwe. Serok APO jî di bêje; “mirov li kur winda kiribe, pêwîste li wir bigere.” Bêguman mirov nikar tenê tiştên ku ber biçav tên dîtin bigre dest. Yên ku nayê dîtin û li ser tên girtin çiqasîne. Ji ber ku êrîşek pir berfireh li ser jin tê meşandin. Di hêlên derûnî, rûhî, civakî û zayendî de êrîşên ku nayê bi nav kirin tên bi kar anîn. Li hember van êrîşane bê helwest bûyîn jî heye. Buyerên ku li ser jin tên meşandin jî pir ji rêzê bûye. Ji bo ku mirov bikaribe vê hişmendî ya ku ji rêzê nêz di be ji holê rake pêdiviyê refleksê mirovahiyê xurt bike ji bo vê jî hisê mirovahiyê xurt û gur bike heye.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê