Tirkî  |  Erebî

Zelal Edessa

8mart2Em cardin ketin rojeke nû ya 8’ê Adarê, ev roj ji bo jinan xwedî wateyeke girînge, lê belê em dibînin ku tenê bi rojekê jiyan bi gîştî rizgar nabe. Dema ku em li pirsgirêkên ku jin bi awayekî giştî jiyan dikin mêze dikin, em vê rastiyê hîne baştir dibînin. Li cihê ku jin têde her roj rû be rûyî kuştin, tacîz, destavêtin û tundiyê be, gelo mirov dikare bêje ku jiyan li wir heye? wê demê hem jin, hem jî zilam pêwîste çi bikin? Bi taybet jî ew zilamê ku ji rewşa îro jin tê de ye berpirsiyare, êdî pêwîste ji bo ev rewş bê guhertin hinek tiştan bike û bikeve nava lêgerînan. Ji bo bi jinê re jiyaneke azad û bi wate bê jiyîn çi pêwîste bê kirin? Jiyanek wiha wê di jîyana civakê de çawa pêşbikeve? Em çawa vê pirsgirêkê bigrin dest? Pêwîste bersivên van pirsan werin dayîn. Ji rewşa heyî tê fêmkirin ku ji pirsgirêkê re nêzîkatiyake seqet heye, ji ber em dibînin ku pirsgirêk her ku diçe rewşeke kur û daîmî digire. Sedêma herî bingêhîn ya pirsgirêkê ewe ku dîyardeya jin ne fêmkirine, di nav jiyanê de nirxê wê ne zanîn û mafe wê ne dayîne.

 

Dema îro em li jiyana civakê dinêrin tişta ku tê li pêşberî me karekterê modernîteya desthilatdar a paşverû ye. Moderîntêya Kapîtalîst jiyan bi gîştî kirîye bin bandora xwe, yanî ev pergal ji bo çanda xwe bi bandor bike her di nava hevildanekê de ye. Jiyana bi wate ku bi jinê re berê dihat jiyîn ji re derxistîye, anîye astekî herî ketî, herî bê wate û rewşeke ne li gorî nirxên civakê yê exlaqî çêbûye. Ev rewş bi taybet di bajarên mezin û yên tên naskirin de hîne kurtir tê jiyan kirin. Li wan deran bandora pençeşêrê ya bajarvanitiyê (kanseroljî) li ser têkîliyê civakê gîştiye asta herî bilind û xwe bera nava hemû şaneyên wê dayî. Sedema vê moderniteya ku hemû nirxên civakê yê exlaqî binpêkiriye û tunekiriye, û pirojeyên despot ku di vê çerçuveyê de li pêşxistiye. Her wiha misyona ku fereseta despot ya bazirgan, diz û yekdest ji jinê re dayî ye. Ji ber ku di tu demên dîrokê de, jin evqas ji her alî ve ji ling heta serî nehatîye meta kirin. Bi vê ecêbê çi di asta herî biçûk de(malbat) çi di asta herî mezin de bi gîştî di dewletê de, weke koleyekî pergalê yê erzan, weke makîneyeke zorokanînê, weke metayeke seksê nehatiye bi karanîn û dîtin. Bi tunebûna jinê re civakê jî tînîn asta tunebûnê. Jiyaneke bê jin naye hîzrîn lê belê, jiyana ku bi kuştina her jinekê re jî tê kuştin jî mirov naxwaze bibîne. Her roja ku diçe windabûna wete û qirbûna civakdê kêlî bi kêlî di kesêyata jinên ku tên kuştin û qirkirin de tê jiyîn û hîne kûrtir dibe. Pergal, zayendparêzîya civakî bi zanebûn pêşdixe. di serî de çapemenî bi riya bernameyên zewacê, bi riya rêzefîlîman, kilipan...hwd re vê yekê kûrdike û qirkirinê bi zanebûn pêşdixe. Pergal bi vê riyê dixwaze berteka jinê û hestên wê yên têkoşînê lawazbike, têkbibe û bi qasî wê jî hewldide ku zilamtiyê gur û harbike. Ji bo vê yekê pergalên desthiladar ji dîrokê û heta roja me ya îro her dem feraseta kuştina jinên ku têkoşîna îdeolojîk û siyasî li beramberî qerekterê wan ê destpot dimeşînin li gel wan di meriyetê de ye û herdemî ye. Bi taybet jî, pergal jinên şoreşger ên ku azadiya tevahiya jinan ji bo xwe esas digirin û têkoşîna îdeolojîk dimeşînin ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dibînin. Polîtikaya pergalê yê bingehîn ku li beramberî jinên ku têkoşîna wekheviyê di her firsendeke siyasî, civakî de dimeşînin, bêtehemûlî nêz bûne û bi riya komplo hatine kuştin. Roza luxsemburg, Olmpe De gues, û hevala Sakîne Cansiz(Sara), Fîdan, Leyla yên ku -tevî ku di dem û mekanên cuda û ji gelên cuda ne- lê ji bo heman armancê ji bo têkoşîna rizgarkirina jinê misyonên dîrokî dane sermilê xwe, çima hatin qetilkirin. Ev ji bilî feraseta pênc hezar salî ya zilamtî tu tiştek din nîşan nade, heman zihniyet li ku dibê bila bibe bi tu awayî qet firsendê nade pêşketina azadiya jinê. Ji ber ku pergal bi tu awayî jina ku serî radike qebûlnake. Siyaseta pergalê ya ku hewildide jina ku bi pergalê re bûye yek û entegreyî pergalêbûye avabike. Ji bo mirov vê rastiyê bibîne û bikeve ferqa wiya de temaşekirina nûçeyên di derbarê jinan de bese. Weke qirkirina civakî, bi şêwazekî din li ser netewa jinê tê pêkanîn. Ji ber wê jî her roj di qanalên TV de em rastî komkûjiyên jinan tên. Çapemeniyê jî dikin hevkarê wê komkujîye. Şêwazê nûçedana bûyeran ango zimanê wê zimanekî têşvîqkarê heman tiştiye. Weke ku ji zilaman re vê peyamê bide “binêrin yê ku di hûndirê wî de meylê kuştînê heye ne tenê hûnin, her kes jina xwe, evîndara xwe, keça xwe dikuje, bi gûrkirina meyla tuntiyê ya di hûndirê zilaman de pêşwaziyê ji wehşêtên nû re amededikin. Ji ber ku her roj bi dehan jin tên qetilkirin û qatîlên wan an serbest tên berdan an jî ji wan re ceza kêm tê dayîn. Rewşa ku jin dijî bi gîştî di tevahiya cîhanê de bi vî rengiye. Kuştina jinan, tacîz, tecavüz û tundiya ku li dijî jinan tê kirin asayî tê dîtin.

Ev nêrîna Rêber APO rewşa îro jin jiyan dikin îfade dike “ vaye li ser jinan qirkirneke çandî tê meşandin. Jin tenê weke amûreke cinseltiyê û berdewamkirina zuriyetê tê dîtin, herwiha nirxê wê tenê weke artêşa karkerên bi mûçeyên erzan heye. ji hêza xwe ya cewherî ku pê bikaribe xwe di warê fîzîkî, exlaqî û wate de biparêze mehrûm hatiye hêştin.” Ji bo vê yekê her roj jinên ku ji ber hovîtî û çewsandina zilaman direvin ji aliyê bav, bira, mêr û evîndarê xwe... di encam de ji aliyê zilamekî ve li ber deriyê malê, di nava kolanan de, di malê de bi kêran û guleyan tê kuştin. Di dinyaya zilaman de weteya jiyanê ji bo jinê eve. Her roj mirin, komkujî, tundî, tecawîz, tacîz û zilim e. Cînayetên ku li dijî jinan tên kirin li ser hev bi dehêcaran di sergoterê nûçeyan de tên dayîn. cinayetên bi tirs ên ku em di fîlman de temaşe dikin di jiyana civakê de pêktên û dizivirin rastiyê. Di aliyê din de reklama ku çapêmenî dike jî di çarçuveya jin çawa weke mal tê firotin û çawa şerefa wê bi erdê re dibe yek de ye. Mediya bi riya dayîna encamên anketa ku dide xuyakirin ka bê çend hezar jin xwastine di malên gîştî de bi sîgorta kar bikin, hewil dide vê bêşerefiyê bi civakê bide qebûlkirin. Qaşo gava dixwazê bide nişandan bê çiqas bi pirsgirêkên jinan re eleqder dibin û çareser dikin, lê belê ev bê exlaqtiye û civakê pê dixapînin. Ev pirsgirêk ji alîyê dewletê ve bi zanebûn bê bersiv tê hîştin. Ev rewşeke ku bi zanêbun tê pêşxistine. Ji ber ku ji bo sistemê xwîna taze kûrkirina zayendparêziya civakiye û qirkirina jinê ye.

Ji bo vê yekê têkoşîna rizgariyê ji bo jin û civakê pir girînge. Di hemû jinan de lêgera azadiyê û bertek li beramberî pergala zilam pêşketiye. Lê belê, ev têkoşîna jinan ya li hemberî pergalê ji hevdu qute, yanî yekîtiyeke têkoşînê hîne bi awayekî gîştî çênebûye. Li hemberî sîstema zilam ya desthilatdar rexistineke ku jinan bi hêz bike û keda wan bike yek pêwîste pêşbikeve. Ji dîrokê heta roja me ya îro pergalê beriya her tiştî jin ji aliyê mejî û ruh ve dîl girtîye û piştre li dijî wê komkojî û qirkirina fîzîkî pêkaniye. Ji ber wê jî pêwîste jin di serî de di alîyê hizirî de xwe li pêşbixe û li beramberî zihniyeta zilamê despot têkoşîna xwe ya îdolojîk, rêxistinî mezinbike. Îdeolojîya Rizgarîya Jinê ji bo gîştî jinan hatîye pêşxistin. Ji bo jina Kurd buye şanseke mezin, ji bo jinên cîhanê jî deriyê hêviyekê mezin ya azadiyê vekiriye. Jinên Kurd bi rêxistinên xwe yên cewherî ku di alîye îdeolojîk, sîyasî, lêşkerî, civakî de li pêşxistine, ji bo Kurdan deriyê ji bo bi jinan re jiyaneke bi wate û azad bijîn vekirine.

Îro şoreşa Kurdan a azadî û rizgariyê bi pêşengtiya jinan de mezin bûye. Ji ber wê Rêber APO lêgerînên feraseta xwe ya jiyana bi jina azad re daîmî kirye. Herî dawî di Manifestoya Civaka Demokratîk de ji bo azadîya jinê projeyên nû pêşxistiye. Li şûna “femînîzmê” têgeha “jineolojîyê” (zanista jinê) baştir armanca me îfade û pêşwazî dike. Rastiyên ku jineolojî derxîne holê; bawer dikim wê ne kêmî teolojiyê, askatolojiyê, polîtîkalojiyê, pedegojiyê... û gelek beşên din ê sosyolojiyê bin. Bê guman jin, di xwezaya civakî de hem di aliyê fîzîk de, hem jî di aliyê watê de beşa herî berfireh pêk tîne. Wê demê ev beşa girîng ya “xwezaya civakî” çima nabe mijara zanistê?

Rêber APO bi wê xebata xwe dixwaze ji pirsgirêka jin û civakê re ya ku her roj kûr dibe re çareserî bîne. Girînge ku hemû jinên ku daxwaza wan a azadiyê û rizgariyê heye li ser bingehê vê felsefê bikevin rê û têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe pêşbixin. Heger jin di dirêjahiya demên şarîstaniya dewletî de di têkoşîn û berxwedana xwe ya li dij pergalê de bi serneketine, sedema wê rast netehlîlkirina wê ya pirsgirêkê ji aliyê zihniyetê de ye. Ji ber wê jî felsefa Rêber APO ya azadîya ji bo gîştî jinên cîhanê nirxekî dîrokî ye.

Ji bo jinan qezençkirina rojêkî bi bedelên mezin bûye. Ev rastî aşkere ye ku azadî ji bo jinê ne hesanê û hêsan jî nabe. Ji dîrokê jî em derdixin ku azadî bi tekoşînê hatîye qezenç kirin. Ti serdestî heta niha azadî diyarî koleyekî nekiriye. Pêwîste tevahî jin bi vê zanebûnê tekoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku tu tiştê ku jin bi bilindkirina têkoşîna xwe ya azadiyê wendabike nîne. Encamê ku jin ji têkoşîna xwe ya li beramberî qirkirina fîzîkî, rûhî û zihnî qezencbike azadiye. Jin pêwîstîya azadiyê ji kûrahiya dilê xwe his bikin. Ji ber we jî li hemberî pergalê di asta cîhanê de bertekên wan pir xorte. Lê bele, mirov dikarê bêje ku ji hemû deman zêdetir pêdivî bi têkoşîn û rêxistinbûyîna jinê di asta gerdûnî de heye. divê hemû jin bi vê rastiyê bang û qîr bikin û têkoşîneke xort raberbikin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê