Tirkî  |  Erebî

Hindistan Penaber

Qelîştekên her çiyayek, di hundirê xwe de bizrê destanek vedişêre. Di her latek wê de, dendika bêrî kirin û heskirinê mezin dibe. Pir zû mezin dibe. Lê, ji derveyî gerîla, kes nizane çawa mezin dibe. Ji ber tenê gerîla nepeniya xwe,

li van çiyayên bi heybet vedişêre. Gerîla, yên li ber rizdeyên çiyan, li gel awaza wawik û çûkan bi hebûn dibin. Ji derveyî hîva kevan, gelawêja rûgeş a aso, xemla stêrkan, rûyê asîman kes wana nas nake, nabîne, nabihîse. Lê, kes wana nebîne, nebihîse jî, çiya wê bi axivin. Çiya wê wana bîne ziman. Vaye yek ji wan rojên ku tevlî vê nepeniyê bûye ez ê vebikim. 

Em di demsala zivistanê dene. Baya ji lûtkeyên çiya diherike, xwe ber dide dilê me. Çrûskên hîva kevan ya li nav biriqîna berfê, wek şewqa rojê xwe li dilê gerîla yê heskirî dide.

Di gerîla de demsala herî zehmet û dijwar demsala zivistanê ye. Gelek caran li rastî bablîsokên firtoneyî, yên bixefk ên demsala zivistanê tên. Lê, demsala herî pir têde gerîla bi aram û keyfxweşe jî demsala zivistanê ye. Ji ber wexta dibêjin zivistan, ev tê wê wateyê dengê kewa wê ji ber rizdeyên çiya kêm nebin. Zivistan, nîşaneya demsalek biharî û vejînê îfade dike. Ji lewra bi ruxmê hemû zehmetî û dijwariyê, demsala zivistanê di gerîla de rengek e. Hem demsala leyîstokê, hem jî demsala amedekariyê ye. Zanistiya ku gerîla di şevên zivistanê yên dirêj de li ber fanosan bi dest dixin, xwedî wê hêzê ye ku rê li ber hemû bablîsok û bagerên zivistanê bigre. Ji lewra gerîla û zivistan ji bedenên hevdu ronahiyê diafirînin. Germahiya dilê gerîla, dijwarbûna bablîsokên zivistanî bê bandor dihêle.

Dema zivistan tê, tişta destpêkê tê bîra gerîla çêkirina berfeşîr (dondurma) û leyîstoka berfê ye. Şilopeyên berfê yên bi narintiya xwe diherike ser bedena gerîla, dilê gerîla bi aram dike, bi heskirin dihêle. Wexta berfê kirasê xwe yê spî li ser bedena vê erdnîgariyê pêça, ew dem di cîhana gerîla de rengên cuda rû dide.

Lê, ev zivistan ji hemû zivistanên din cudatir bû. Hîn me xwe ji bo leyîstokê amede dikir û em di hewla çêkirina berfeşîrê debûn, me dît ku nema berf barî. Hun jî dizanin wexta berfa destpêkê dibare, em dibêjin ev berf qirêje, bila ev berf bihele, berfa duyemîn ya lêkir em ê ji xwe re pê berfeşîrê çêbikin. Lê vê carê, mixabin em li wê berfa qirêj jî digerîn bi destê me nediket. Berfa ku em pê razî nedibûn, êdî  ew jî  bi destê me nediket.

Serê vê zivistanê wexta berfa yekemîn lê kir, em li wezîfeyekê bûn. Ji ber sedemê lûtkeyên çiya yên bilind xwe bi xemla spî pêçandibû, rê hatibûn girtin. Derfetê me yê zêde tevbigerin nîn bû. Em li noqteyek a gerîla bûn. Helbet deverên çiya yên bilind berf pir lê barîbû, lê wexta mirov ji lûtkeyên çiya berê xwe dide deştê, li deverên deştî berf heliye. Noqteya em lê diman, li lûtkeyên çiya yên bilind bû. Lê, ev cihê ku em ji bo wezîfê jî hatinê, deverek deştî bû.

Dema nîvro bû. Tîrêjên rojê yên li ser berfa spî li weciyê me dida, her demî bêhna biharê ji mere dianî. Ya rastîn jî me zivistan zêde jiyan nekir. Ev demsala zivistanê yan bêhna biharê, yan jî bêhna payîzê ji mere dianî. Bi gelek gerîlayan re em rûniştibûn û me sohbet dikir. Me dît ku gerîlayek kal ku ji xetên eniya wî diyar dibû gelek salên xwe di vê şoreşê de daye, hat cem me. Piştî merheba û silavdayînek germ, ew gerîlayê kal jî tevlî sohbeta me bû. Ji gotina ev hewa ne hewaya zivistanê ya biharê ye, sohbeta me hat li ser demsala zivistanê. Her yek ji me di derbarê zivistanê de xwedî nêrînek bû. Ji bo pirsa çima îsal berfê zû û pir lê kir, em li bersivê gerîn. Hinek ji me gotin salek zû û pir berf tê, salek jî dereng û kêm tê. Hinek ji me gotin ji ber sedemê zêde bikaranîna teknîkên maddeyên kîmyewî dengeya xwezayê xera bûye. Hinek ji me gotin başe ku zivistan zû hat, ji bo em zû bikevin biharê û her weke din… Piştî her yek ji me bû xwedî nêrînek, me dît ku ew gerîlayê kal dest bi gotinê kir. Ji xwe dema dest bi gotinê kir, bi bêdengiyek kûr me hemûyan li wî gerîlayî guhdar kir. Ji ber ew ji me hemûyan bi ezmûntir bû. Li nav rastiya jiyanê pijiyabû. Gerîlayê kal, bi vî rengî dest bi gotina xwe kir, ‘‘li cem me gotinek bav û kalan heye. Heya min ev gotin ji dayîka xwe bihîstiye, dibêjin BERFA SERHEJOK, DÛV HEJOKA WÊ NÎNE.’’ Yanê ger serê zivistanê berf zêde lêbike, piştî wê yan wê kêm were, yan jî wê qet neyê. Ev gotin gelek bala min kişandibû. Ji vê gotina bav û kalan diyar dibû ku pîr û kalên me bi rastiyên xwezayê re gelek yekbûne. Zimanê xwezayê dizanin, nas dikirin. Gelek ji me niha li benda barîna berf û baranê ye. Dibe ku gelek kes jî gumana ger berf an jî baran lê neke, wê hişkahî çêbibe jiyan dikin. Me meha Sibatê jî li pey xwe hêla, lê ne berf ne jî baranê lêkir.

Li cem me jî, ji meha Sibatê re dibêjin, sibatoka dînik. Yanê ne diyare kîjan rojê wê çi bike. Rojên xwe carna tave, carna pele ewre, carna barane, carna jî berfe.

Belê, berfê zêde lê nekir, lê barana ku çemên avê bi xwe re diherikandin, em perîşan kirin. Dema dibêjin gerîlatî hem zehmetî û hem jî xweşiye, dibe ku qala vê rastiyê jî dikin. Mangeyên em tê dene, hemû bin erd in. Her ax wek hev jî nîn e, hinek ax sistin  zû av digrin, hinek jî hişkin zû bi zû avê venaxin. Mixabin wargeha me li cihek wisa ye, weke ku hema li benda baranê be. Çend dilop baran jî lêbike, divê van dilopan têxe mangeyên me. Yan jî hedera wê nine.  

Wargeha ku em lê dimînin, hemû hevalên jin in. Hemû heval jî kevn in û salên xwe yên dirêjin di hundirê tekoşînê de cih digrin. Rojek ji van rojên bi baran bû. Mangeyên me hemû av ketinê. Yek mangeyek me av neketibûyê, ew jî ji tirsa wê av bikeviyê xew bi çavê me nediket. Pêşiya avê girtin zehmet e. Ji ber dilê avê kuderê bixwaze, wê li wê derê rêya xwe ya herikînê bibîne. Çi hikmet be, vê carê rêya xwe ya herikînê di mangeyên me de dîtibû.

Wê roja ku av kete mangeyên me, em hemû ketin nava tevgerê. Hinek heval ji bo dîwarê mangê hilneweşe, çît ji bo dîwar çêdikirin, hinek heval ji bo çît were çêkirin dar kom dikirin. Hinek heval jî ji bo binê mangê zuwa bikin, li axa zuwa digerîn. Ya herî esas jî hevala me ya wê rojê xwarinpêj bû, çaya germ ji hevalan kêm nedikir. Wê rojê bi çaya wê ya germ, dilê me germ dibû.

Me tiştek ji wê rojê fêm nekiribû. Ji ber hemû bûyer di wê rojê de bi serê me hatibû. Van tiştên min li jorê nivîsandî danin cihekê, vê carê xortuma me ya avê jî li ber çem çûbû. Em du heval jî ji bo çêkirina xortumê ketin tevgerê. Lê, çi felekat, lêhî ewqasî rabûye mirov nikare xwe nêzî avê bike. Lêhî, bi dengê xwe yê xum xum, ji mere dibêje, nêzî min nebin. Weke ku bixwaze bibêje, ti kes wê nikaribe şideta min bisekinîne. Lê, em ji wê bi înadtir bûn. Em neçar  bûn xortûmê çêbikin. Ji ber li noqtê av nema bû. Di encam de me xortûm çêkir, me vê carê alîkarî da hevalên din.

Em ji serî heya lingên xwe şil bibûn. Ji ber sedemê em di nava liv û tevgerê debûn, em germ bûn. Piştî wê şilbûnê diviyabû em nesekinin. Ji ber em bisekinin, em ê bi cemidin. Ji bo wê jî me got, em her şil bûne, em hinek dar jî ji bo sobê bişkînin. Ji her derê cihokên avê diherikîn. Em nikarin bivir bikarbînin. Bikaranîna bivirê, dihat wê wateyê ser û çavê te hemû bibin çipikên herî. Lê, me dest jê berneda, her çendî ser û çavê me, cil û bergên me ji çipikên herî hatin şuştin jî, me wê rojê gelek dar jî şkandin. Ji xwe me wê kêliyê henek bi hevdu dikir, me digot ser vê rewşê re em hinek torsîl li ser cilên xwe bikin, bi xwezayî wê ev baran cilên me jî bişû, pêdivî pê namîne ku dubare ev cil were şûştin.  

Wê rojê heya êvarê hemû heval şil bûn û gelek westîn.

Lê, ji bo derbaz kirina van hemû westandinan hun dizanin çi pêwîst bû? Germahiya agirê sobeyên dara yên deng pê dikevin û tama çaya çaydanê bitenî ya li ser wê sobê dikelî. Li kêleka qepe qepa şalûl û bilbilên ber rizdeyên çiyan, dengê tevdana îskanên çayê, wê westandina me daba ji bîr kirin. Li gelek ciha sobeyên dara nîne, lê li cem me hebû. Bi jiyan kirina vê rojê re, me dubare tama gerîlatiyê girt. Ji xwe yê reng dide jiyana gerîla, ev kêlî ne. Ev kêlîne yê ti carî nayên ji bîr kirin û tama wê her dibin diranan de dimîne. Her çendî em wê rojê gelek westiyan jî, lê hilma agirê dara, tama çaya gerîla, westandina me dabû ji bîr kirin.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê