Tirkî  |  Erebî

Amadekar: Star

Ji ber ku zilam nekariye di lêgera dîtina wateya jiyanê de, wek endamekî civakê bi têgihîştina hebûna xwe û bi qasî ku hêza wî têrê bike li gor berpirsyariya xwe têkoşîn bike, vê yekê ew ji vîna cewherî ya bihêz bêpar hiştiye.

Lewma jî ji ber ku li beramberî rastiya pergala serdest vîneke bihêz derneketiye, ev jî di zilam de îdeal û israra azadiyê sînordar kiriye. Di vê wateyê de valatiyên di mijara xwe ava kirin û lewaziyên xwe derbaskirin di zilam de hene. Lêgera ku tirs û lewziya zilamtî derbas bike qulipiye. Çavkaniya milk-kirinê pergala îteatê ye. Nexasim milk-kirin bi tevna mentiqê hiyerarşîk re, kombûyîna desthilatiyê di yek destî de tîne ziman. Li ser vê jî xwe navend kirin, ji bo xwe hewla pêşxistina bitûniyê, li ser bê vîn kirina mirovan re serdestî û desthilatbûyîn pêş ketiye. Qebûl kirina cudatiyan, ji van re di nava xwe de cih veqetandin, rêzdarî ji mafê yê dîtir re tê wateya hilweşîna pergalê. Jina bi destên zilam bûye milk, di wateyekê de bi xwe re metabûyîn û ketina zilam di nava pergalê de aniye. Jin anîne asteke ku îteat bike û wiha jî bûye nesneyeke ku zilam bixîne, zilam jî li beramberî pergalê anîne asteke ku îteat bike û hesta xwe ya serweriyê li ser jinê bi mentiqê milk-kirina jinê hevseng bike, ev jî bi xwe re sazîbûn û kûrbûyîna vê ferasetê aniye. Zilamê ku ji hêla pergala desthilat ve bê vînbûye û ji cewherê xwe derketiye, ji ber nizane ku ew bi xwe jî kirine kole û pîrektiyeke mezin dijî, li ser jinê serdestiyeke berfireh pêk tîne. Zilam di zext, şîdet û serdestiya li dijî jinê de, xwe pir zêde bihêz dibîne, ev jî xala zilam ya herî lewaze. Ji ber ku li beramberî pergalê binkeftî ye, nikare vî ruhê binkeftî, bêçaretiyê tehlîl bike, an jî ne di wê hêzê de ye ku wê bihêz bike; herdem bi şaşitiyan re dijî. Li ser vê bingehê jî nabe xwedî îrade. Jin ji hêla pergala desthiladar ve tê kole kirin û ji nirxên jinbûyînê tê tecrîd kirin. Zilam jî bi taybetiyên zilamtiyê tê amade kirin. Zilam, weke desthilatekî teşe didinê û wî fêrî hemû rêyên ku bikaribe tê de serdestiya xwe bide ferz kirin, vîna yên dinê bişkîne û bikaribe hemû hebûnên pêre dijî, dabeşî çînan bike. Karakterê zilam di temenek biçûk de bi rêya çavlêkirinê û bi zorê bi zarok didin fêr kirin û qebûl kirin. Zarokê kur di nava pergala desthilat de di temenekî piçûk de wekî desthilatekî şekl digre.

 

Aliyên ku di karakterê zilam de qels  û bê hêzin, dibin aliyên herî zêde yên ku zilam xwe tê de bi hêz nîşan dide. Zilam xwe dispêre lewaziyên xwe, ji ber derbas kirina van lewaziyan weke bi tevahî xwe bihorandinê fêm dike. Zilam di vê mijarê de bi awayek hişk muhafezekare. Ev nêzikatiya şaş a ji xwe re, dema bi quretiya zilam re dibe yek, lêgera pergalî derdikeve holê.

Sedema bingehîn ku zayendîtî ji bo zilam weke esasê desthilatiyê tê dîtin, ji ber ji hêla pergalê ve zayendîtî yek ji zewqên ku pêşkêşî zilam hatine kirine. Desthiladariya zayendî ya ku zilam li ser beden û ruhê jinê dide meşandin, weke ku vedugehere amûra şidetê, dibe amûra zewqgirtinê. Zilamê ku di binya hegemonya dewletê de diperçiqe, nabe dijberê pergalê, li beramberî pergalê ne metirsî ye, ev bi dayîna hin payeyan ji wî re mumkun dibe. Hakimiyeta li ser jinê, qismê vê payeyê yê herî giran û bingehîne. Zayendîtî jî diyardeyeke her ku rojane bixwaze vê bijî, di her kêliyê de wî tetmîn bike ye. serdestiya zayendî, hestyarî û hizrî ya li ser jinê, dagirkeriya zilam a li ser beden û giyana jinê, bingeha desthilatdariya pergala dewletger a hiyerarşîke. Ango diyardeya ku wê dayîmî dike ye. Zilamê ku xwezabûna xwe wenda dike, ji rastiya xwe dûr dikeve û xwe dixe navenda her tiştî, ji hêla pergalê ve tê xapandin. Zilamtiya ku bûye kole, bi vê xapandinê re nikare xwe û statûya ku li wî hatiye ferz kirin, tehlîl û çareser bike. Di cewher de, kesayeta zilam a stewr kirî li beramberî jinê har dikin, ev stewrî bi xwe jî dibe belavbûna desthilatdariyê. Desthilatiya li ser jinê, zilam li beramberî pergala dewletger a hiyerarşîk dike kole, lê weke sawiyana azadiyê ya ku zilam dest jê naqere, xwe dide pêş. Biruxmî ku ne ayîdê cewhera wî ye jî, her çiqasî zilam li gor vê statûyê tevbigere, dikare hebe, bijî û hebûna xwe bidomîne. Zilam xistine haleke ewçend bêçare ku berovajî vê, wê nekaribe heta azadiya xapînok jî bikar bîne. Vê rewşê jî zilam li xwe biyanî kiriye. Di roja me de qeyran û teqînên di asta civakî yên ku di zilam de diqewimin, mînakên vê biyanîbûnê ne.

Zilam, bê bawer nêzî jinê dibe ku di cihêkirina kirde-heyber (ozne nesne) de xwe dike kirde, jinê jî dike heyber û bi vî awayî wê derdixîne derveyî pergala siyasî û civakî. Bi qasî ku vê rewşê di jinê de pêş bixîne, di cîhana zilam de cih dide wê û bi wiha cewhera jinê tê înkar kirin, wê demê jî tinekirinê ferz dike. Nêzîkatiyên zilam ên bi tirs, bigûman, dudilî yên ku ticar jinê tenê nahêle, ger were jêpirskirin, li pêşberî me tirsa ku hêza jinê ya ku dema zexta zilam ji holê rabe wê jin tola serdemên borî bigre, veşartiye. Ev jî dibe sedem ku zilam hakimiyeta heyî biparêze, ji bo domdariya wê jî her rê û rêbazê bikar tîne.

Mekanîzmaya civakê ya ku hakimiyeta zilam li ser jinê pêk tîne û berfireh dike ‘malbat’e. Li jêra banê malbatê, jin tê elimandin ku “ew lewaz û kêm e, divê ji bedena xwe şerm bike” her tiştê xwe li gorî zilam teşe bidê û ev jî yekane rêya jiyanê ye. Fêrî keçên zarok û ciwan dikin ku dive sekn, şeklê lixwe kirin û tevgera wê li gor zilam be. Dihêlin ku ji xwe û her tiştê derveyî xwe re, bi pîvanên zilam nêzîk bibe. Ev dersên civakî ewçend bihêzin ku heta şêwazê rûniştina zayendan jî diyar dike. Bi vê re ‘zayendîtî’ ji bo tiştên ji zilam dixwaze bidest bixîne, wek yekane rêya ku ji jinê re hatiye hiştin, seyra wê ya xwezayî ya ji jiyanê re ye. Li ser mijara ‘zewacê’ kombûyîn, xala vê ya herî dawî ye. Bi rêya avakirina cewazên nû ku bi tevahî tê wateya fahîşe kirina zayenda jinê re tevlî ya heyî dibin, ev jî bi qasî ku nasnameya jinê dixîne, zilam jî diavêje nava vê geravê. Ji aliyekê ve civakê ber bi tengasiyên aborî dixirikînin, ji aliyê din ve zilamtiyê sor dikin; bi hemû amûrên perwerde, medya, siyaset û rojaneyî ber bi jinê ve dajon, ev jî fuhuşê derdixîne holê ku êdî bûye sektor. Di van têkiliyên ku bedena jinê tê firotin de, bi qasî ku jin weke heyber tê hesab, lê ewçend jî zilamê ku kirde tê hesab gemar dibe, bi qasî fîzîkî ewqas jî nexweşiyên civakî bi vê rêyê zêde dibin. Ev û têkîliyên wiha her diçe di nava malbatê de perçebûyînê pêş dixîne, ev jî di navenda mîkro a desthilatiyê de hejînan çê dike. Di vê rewşê de tişta tê kirin ji bo hejandinê asteng bike, sererast bike û pirsgirêkê çareser bike, an jî malbatekê ji mudaxeleyên pergala dewletê û dadweriyê re vekirî û muhtac e, saz dike. Wiha dixwaze encam bigre. Ji bo zilam xwe û zilamtiya li wî kirine, yekdengiya civakî û teyisîna karaktera xwe di jiyanê de tehlîl û çareser bike, divê dakeve çavkaniya derbasnekiriya avaniyên kesayetên tund ên cir nexweş, bêhuzuriyên civakî, xwe fêm bike û bi vî awayî jinê fêm bike. Bi asta kolebûyîna jinê re koletî hatiye belavkirin û daketiye hundirîn, divê van aliyan bibîne, bûyîna jin tê çi wateyê; fêm bike, ev jî bingeha vê ye. Heke ev mijar neyê fêmkirin, zilam ne dikare azad yek henase bikşîne, ne jî wateyekê bide hebûna xwe.

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê