Ji pirtûka jina azad kiye

jina azad kiyeDi pênaseya desthilatdariya zilam de, zanîna rastiya ku ev pergal ne pergaleke ku tenê jin di bin desthiladariyê de dihêle û di navbera zilaman de têkîliyên wekhev û azad henin, wê di warê destpêkirina mijarê de girîng be.

Di rastiya civaka heyî de dema ‘mirov’ tê gotin zilam dikeve mêjî. Dema dibêjin zanist, siyaset, aborî, ol, huner dîsa yê ku di mejî de bi teşe dibe ev cureyê mirov e. Dema baskên pîşeyî û karên bingehîn wek doktor, mîmar, muhendîs, dadwer û hwd… tê gotin, tenê zilam dikeve hişê mirovan. Dema dibêjin ‘zilam’ bi yekser tê wateya xwediyê çîneke jorîn. Di pergala civakî de îşare bi cihê yekemîn tê kirin. Ew hêmana civakê ye ku taybetmendiyên desthilatî, xuluqkarî, xwedîbûn, vîna rêvebirî, her cure hêz, kotrolgerî, cudabûyîn û qabîliyet lê tê barkirin. Ew bikarhênerê xwezayî yê desthilatiyê ye ku mafdare bikire-bifiroşe, bidize, lêxe, bişkîne û dest biavêje.

Di civaka xwezayî de, di pêvajoya civakîbûyînê de rol û erka zilam di pêkhatina karakterê zilam de diyarker bûye. Di pergala bi eksena jinê de zilam li gor xuliqkarî û behreyên xwe tevlî jiyanê bûye û di nava hevpariyê de bûye, lê bi demê re ji vê taybetmendiya xwe dûr ketiye, xuliqkarî û behreyên xwe ji bo hilweşandina pergala dayîksalar bikar aniye. Zilam li beramberî fîzîka pêşketî ya jinê, zayandin û xuliqkariya wê, hestên kêm mayîn û nuqsaniyê jiya ye. Bi demê re ev hest ber bi hesûdiyê ve çûye û paşê jî zilam bûye kesayetekî fêrbaz, mêjiyê analîtîk bêtir pêş xistiye, bi rê nîşandêriya kesên kal re jî entrîka pêş xistiye. Di encam de bi nêzikatiyên fet û fûn û komployên li ser bingeha derewan re, li ser zayenda jinê yekemîn şikandin çê kiriye, pergala tehekumkar a li ser bingeha çînbûyînê îcad kiriye. Ji ber cudatiyên fîzîkî, rewşa zayîna zarokan û reglbûyîna jinê, di zilam de li beramberî fîzîka xwe bêbawerî pêş xistiye. Bi ruxmê hemû hewldan, fonksyona wî ya siyasî û civakî jî, lê ji ber ku ne xwedî vê taybetmendiyê bûye, di wî de ramana kêmbûyînê pêşketiye, bi vê ramanê re jî di aliyekê de zilam jinê pîroz dike, di aliyê din de di kûraniya kesayeta xwe ya kêmdîtî de, ber bi acizî û hesûdiyê ve çûye. Ji xwe piştî ku ev taybetmendiyên xwedayî şikestine wek gemarî, lewazî û kirêtiyê teyîsandiye, ev jî ji bo biçûkxistina jinê, kirina wê wek zayenda duyemîn, mîna hincet pejirandiye. Lê ev bi xwe jî diyarkirina vê hesta zilam e. Hêza rêvebirî, rola nûnertiya jinê di civaka xwezayî de û xwedawendîtiya wê, tê şikandin. Wiha jî seyra pêşketina xwezayî ya civakê derbe xwariye, şoreşa dijber pêşketiye. Di vê wateyê de zilamê fêrbaz û bihêz yekem car li ser jinê hêza xwe daye îsbatkirin û ev jî ne tesadûf e.

Ji zilam re derûniyeke wiha hatiye fêrkirin weke ku ‘ew her tiştî dizane, ji her tiştekî fêm dike.’ Heke nizanibe jî mafdare weke ku dizane biaxive. Fêm neke jî xwedî însiyatîfa ku li ser bipeyîve û biryar bide. Heke şaş be jî divê lê were guhdarkirin, nêrînên wî werin esasgirtin, heta heke mumkun be, bêyî ku jêpirs bibe, divê gotinên wî pêk werin. Bingehek dîrokî ya vê rewşê heye. Zilamtî hêza dayîk-jinê bi derew, hîle, hêz û fêrbaziya derbas kiriye, lewma ji zayenda xwe re roleke stratejîk daye û di vê pergala hiyerarşîk de vê dayîmî dike, hevsarê vî karî jî dide destê wî zilamî ku di civakê de yê herî bihêz, herî fêrbaz û entrîkager be. Ew tiştên ku bi şikestina dîrokî re dane destên zilam, têgihîştina vê rastiyê ji bo tehlîlkirina avaniya karakterîstîk a zilam girîng e. Ev tehlîl jî bi tehlîlkirina ketina jinê ya civakî ve girêdayî ye.

Di civaka organîk de, hemû ferdên ku vê civakê pêk tînin, di berdewamkirina jiyanê de bi awayek xwezayî xwedî erk in. Her takekes jî beşeke xwezayî ya civakê ye ku cûdabûyîna wê/wî berçav tê girtin. Ev tevlîbûn ji ber bi xwe re nêzîkatiya ku jiyanê ayîdê xwe dibîne, tevlîbûneke dayîmî û giyaneke hevpar tîne, lewma jî hemû parvekirin hevpar in. Hev hîskirin û empatî hîna li pêş e. Ji ber bingeha vê şêwaza jiyana organik, bi jinê re tê afirandin. Ji ber vê jî dij-şoreş di bingeh de, jin xistiye hedefa xwe. Jinîtiya ku bingeha civakbûyînê pêş xist, hate tunekirin, li şûna wê jî li bingeha şarmendîbûyîn û çînayetiya zilam dane rûnişkandin. Xîmê zilamsalariyê hate avêtin. Zilamsalarî li serê jinê bûye hêz, her hebûnê dike heyber (nesne), zilam jî dixîne bingeha şaristaniyê. Lê ji ber nekariye jinê bi tevahî tine bike, ew kiriye kole û ji cewherê wê dûr xistiye. Pîrektiya paşverû ava kiriye û ew kiriye jêr xizmeta zilaman. Lema êdî xwedê zilam e û ev xwedatî bi zilamê mêr (hevser) re mîkro dibe, saziya ‘mêrîtî’ di wateya empozekirina hiyerarşiyê, li ser civakê dikin bela serê civakê. Bi saziya ‘pîrektiyê’ ku wê hemû êşa vê belayê daqurtîne, pergala şarmend (uygar) kamil dibe. Koletiya jinîtiyê ku bi civakê jî dane xwarin, encama taybetiya vegirî (bulaşici) a vê koletiyê ye ku tenê bi jinê re, ne bi sînor e. Her wiha desthilatdariya zilam jî li civakê belav bûye, di pir aliyên cuda de ev di têkîliyên civakî de diteyîse. Di vê mijarê de li her dera ku dengekî cuda nebe û yek-dengiya zilam hebe, dualîteya serdest-bindest bi lez pratîze bûye. Di têkîliyên mirovan de cudatiyeke sexte derxistiye, li derveyî cudabûyîna xwezayî, cihêtî ava kiriye. Zilamê ku di statûya serdest de be xwedî îmtiyaz e û bi bikaranîna avantajên xwe dikare di ewlehiyê de, heta bi awayeke nepixandî xwe îfade bike. Lê jina di statûya bindest de ye, ji ber ji xwe bêbawer e, bê îfade dimîne û çewisandinê dijî.

Teşe wergirtina zilam ku di civakê de bi zayînê re destpê dike, bi organê xwe yê zilamtiyê ku di bedena wî de heye û di ya jinê de tine ye, qure dibe. Avantajên zilambûyînê hertim bikar tîne. Zarokê kur bi van telqînan re dibe zilam. Ev zilamtiya ku hundirê wê tam nayê dagirtin, didin her zarokekî kur, di naverastê de endamekî malbatê yê ku hatiye nepixandin, pûç û rastiya xwe nanase, sînorê hêza xwe nizane derdikeve holê. Ev tîpê ku tê afirandin, ji dema ku bi civak û dewletê re aşîna dibe, wê di navbera statûya ku fêrî wî kirine û nasnameya ku nêrînên derve empozeyî wî dikin de hatin-çûyînê (gel-gît) bijî.

Zilam, hiyerarşiyê bi bandora hîyerarşiya li ser teşegirtina însan bi têkîliyên bi dewletê re dibîne, bi vê re dema bi statûya desthilatdar a memûrekî herî piçûk ê dewletê re rû bi rû tê, bi statûya xwe re dikeve nava nakokiyê. Ev pêvajoya nakokiyê, ji bo her zilamekî diyarkerê çarenûsê ye. Ji ber takekes an dê vê nakokiyê bikemilîne (olgunlaştirmak) û bikeve lêgera çareseriyê ku ev rewş tê wateya jêrpirskirina zilamtiyê. Tê wateya bêyî ku serdest be û bike kole; bibe xwedî hewldan ku bi lêpirsînê, ya dîtir (oteki) fêm bike. An jî her du rewşan jî ji nakokbûyînê derxîne û wek bitûnî bipejirîne. Ev jî tê wateya teslîmiyetê. Ji bo statûya efendîtiya di malê de wenda neke, statûya koletiya li derve qebûl dike. Rewşa bi giştî diqewime jî ev e. Tişta derdikeve holê jî tîpekî zilam ê durû, çewisandî, nepixandî, vala, di meyla derewan de, ticar nabe ayîdê xwe û nikare tercîha azadiyê bi teqezî raber bike ye. Zilamê derewker û zalim ji vê bêtercîhiyê derdikeve holê. Xurura vala, nêzîkatiya qaba û dûz, meyla şîdetê ji nejiyîna rastiya xwe çavkanî digre. Herçendî bihêz be jî bedena zilam heya radeyekê dikare tehemul bîne. Zilamên ku aqil davêjin, zarokên xwe û hevsera xwe, herî dawî jî xwe dikujin, beşekin ku kefareta zilamtiya ku nehatî kuştin, didin. Paradîgmayên ku bi zihniyeta zilam ava dibin, li ser mutlaqiyet, ezezîtî, înkar, pîrozkirina egoyan û zayendîtiyê têne saz kirin. Înkargeriya zilam li ser bihêz nedîtina jinê, ezezîtî jî hîna bêtir bi rêya ezotî (bencil) û şikandina vînê şekl girtiye. Diyardeya mutlaqiyetê bi dogmatîzmê re xwe xwedî dike. Bêdawî dîtina hêza xwe û bi vê nêrînê re jî jiyîn, bingehên sereke yên pergala desthilat in. Di zilam de feraseta desthilatdariya civakî bi rêya perspektîfa desthilatyê ya ferdî di nava malbatê de pêk tê. Hewesa (özenti) desthilatiyê di zilam de bi tehekuma ku di sînorên malbatê de li ser jinê pêşdixîne bike, destpê dike. Bingeha sereke ya lêgera hêzbûyînê di civatê de yekser bi asta tehekuma li ser zayenda jinê ve girêdayî ye. Ferdê zilam, ji bo di civakê de cih bigre, bibe xwedî mafê axaftinê û wek kesayeteke bihêz xuya bike, desthilatiya li ser bingeha ezotiyê dike armanc. Ji aliyeke din ve jî dema bi sekn an jî saziyeke ku ji wî bihêztir be re rû bi rû tê, xwe dispêrê û bi wî re dixwaze xwe bike hêz. Xwesteka bûyîna hêz bi yekbûyîn bi pergalê re, ji desthilatdariya wî ya berjewendîparêz çavkaniya xwe digre.

Zilam, nekariye wate bide cudatiya ku di navbera zayendan de pêşketiye, cudatiya xwe jî kiriye sedema serweriyê. Di encama ku neketiye ferqa cudatiya xwe ya civakî, avaniya ramana xwe-navend (benmerkez) derketiye holê. Bi vê diyardeyê re di zilam de ezotî pêşketiye. Lewma jî zilamê ku di pêşxistina têgihîştina berpirsyariyê -ku yek ji şertên civakîbûyînê ye- de kêm maye, di civakê de jî nekariye roleke wekhev û hevseng bileyîze. Ev kêmaniya rola wî jî dibe sedem ku di civakê de li beramberî jinê hîsa qelsbûyîn û kompleksê bijî. Li beramberî taybetmendiyên jinê yên zayokî, xwedîker, parêzger, temamker ku dike hevbeş û bi xwe re bi sînor nake, ev rewşa kompleksa wî hîna kûrtir kiriye.

Wê berdewam bike…

Kategori: Ji Pênûsa Jinê