Tirkî  |  Erebî

Gulan AVRÊL

Em çiyê xwe di ecibînin? Jiyana xwe, zana bûyîna xwe, ruhê xwe, bedena xwe, fikrê xwe h.w.d? Gelo, ma jin yê xweye? Ma qey em di bêjin çima jin di her karê de tê xebitandin

ango tê bikar anîn? Na nayê pirskirin? Ne civak ji xwe pirs dike ne jî jin? Civak na bêje çima dinava min de ewqasî qirêj bûyîn xwe di hewîne. Ma ne ezim xweşik bûyîn, ezim exlaq, ezim hêz û ezim parazvanên nirxên xwe. ya girink jî nabêje ma ne ew jin bû ku min xist civak, ji bo ku ez jiyanek rast, wek hevî, bi nirx, pak jiyan bikim xwe kiriye siper û mamosteya hebûn û pêşaroja min. Ma qey civak di bêje ev qirêjî yên dinavamin de der dikevin wêrektiyên xwe ji çi digre?  Dema mirov derya meyze bike, mirovê bikari be paqijiyan bibîne. We baş temaşe kiribe yê were ditin ku, tiştên ku ne dinava derya de bin bi pêlên xwe dinava xwe de derdixe û tavê je. Lê, em dinava xwede, mala xwe de, nava hevalên xwe de, dibistanê de, civakê de û h.w.d çiqasî qirêjiyan jiyan dikin û didin jiyan kirin. Ewqasî pergalek bi ti jî qemare. Lê, çavên me kor kiriye, dil û rihê me qeşa kiriye em ne xwe di bînin ne jî derdorê xwe. Em meyzedikin lê belê em nabînin. Em jiyan dikin lê em his nakin. Me xistiye ximbil. Hûn dizanin ximbil çiye ne wisa? Gelo ma em ji xwe pirs dikin taybetmendiyên ku mirov dike mirov çiye? Pergalek ewqasî qirêje ku, ji dervey mirovahî yê her tişt di hûndirê xwe de di hewîne. Rêbazê ku bi kar tine jî pir binbinkîye. Xwe dixe nava xwîna mirovan de. Pir behsa vampir dikin, ango pergal behsa xwe dike. Xwîna mirovan di mije. Ez dixwazim çend mînakan bidim. Hun ji bo çi çil û bergên xwe di ecibînin. Ji bo derdor ma ne wisa? tê gotin derdor di ecibîne an ne, na bêje ez di ecibînim an ne. Dema hûn rêzefilm temaşe dikin di we de çi pêş dikeve? Hûn ji bo xwe çi xeyalan pêş dixin? Mirovên ku hûn ji bo xwe dixin mînak kîne? Hûnermenda ne wisa? lê, ew hûnermend kîne û ji bo kî xebat dikin. Tu carî nayê pirskirin çima zilam nêçîrvane û hertimê jî li ser civak û jin nêçîrtiyê xwe pêk tîne. Ma kiye û kîne. Mirov çiqasî pirs bike xilas nabe. Lê, em pergalek ewqasî paşverûde jiyan dikin ku, tirsa ku di dilê mirovan de dayî avakirin rê li pêşiya pirsa digre. Lê, em pir baş bizanin ku tirs bi xwe jî pirse.

 

 

 Belê em pergalek bi vê awayî de jiyan dikin. Hebûn, vîn, fikir û serbixwe bûyîn ne be mirov dikare wê jiyanê re bêje jiyan. Ez dixwazim mînakek di jî bidim. Çanda arabesk çavkaniya xwe ji çi digre.  feraseta tengasî û çarenûsê ji kîjan hişmendiyê tê? Pergal ji bo ku xwe di çavê me de şîrin û xweşik bike her aliyan de xwe di xemlîne. Bêguman dikeve çav û ruhê me de. Her wiha ev çand tinê li ser hûner pêş nakeve, şêwaz û weke çande kê xwe dixe nava beden û jiyana mirovan de. Mirov dikare weke bakterî binav bike. Ruxmê ewqasî tiştan jî em xwe di ecibînin. Lê, em çiqasî ferqa wê dene ku, em koletî û bindestiyê di ecibînin. Ji bo ku em nebin ximbil pêwîste mirov çi bike. Xwe nas bike, pergal nas bike, dîroka xwe û ya pergalê nas bike. rêbazên ku li ser me ciwanan, civak û jin tê meşandin em pir baş tehlîl bikin. Ew dem emê bikaribin rastiya şîrove bikin. Dema me xwe û dîroka xwe baş naskir, wê demê wê di me de hêstên mirovahî yê jî pêş bikeve. Em tucarî ji bir nekin ku, pergala hişmendiya zilam, her tim ciwanan weke maşa bikar tîne. Hemû leyîstikên xwe li ser ciwanên Kurd û gelê Kurd di ceribîne. Taybetmendiyê pergala hişmendiya bavik salarî ango kapitalizm ya herê pêş de derewe. Ango xwe li ser derewa ava dike. Ew dem jî jiyana ku em jêre di bêjin jiyan û jiyan dikin, derewe. Ew dem em ji bir nekin ku, em hem bawer dikin û hem jî tên xapandin. Mijara herê girink jî, yê ku ev pergala derewker û xapînok ser linga dihêle ji ciwanin. Çima ciwan? Ji ber ku wek me jor jî gotû bû pergala bavik salarî vampîre. Ji bo ku jiyana dayî avakirin domdarî bide jiyan kirin pêwîste kadroyên xwe ava bike. Ciwan jî ji bo her tiştê vekirine. Ango xwîna wan paqije, mejiyên wan vekiriye û h.w.d. bi riyê dibistanan, bi riyê rêzefilman, cihên weke cafeteryan her wiha esrar, ango ajoyan dayîna pêş û cur be cur, rêbazan bi kartîne. Rêbazên din jî hûn bi xwe rêz bikin.

Bêguman em qirna sedsala 21.min de jiyan dikin. Dem ne ew deme ku, mirov xwe bixe ximbil, ne ew kêlîne ku xwe bide bikar anîn.  Her tişt pir vegirî li ber çavên me ne. Ji bo vê yêkê em li xwe bizivirin û meyze bikin. Jiyanek bi çi awayî benda me ye û me jiyanek bi çi awayî pişt xwe hêlaye.     

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê