Tirkî  |  Erebî

Hindistan PENABER

Kurdistan bi çar hêlên xwe ve çîrok û efsaneyan xwedî dike. Her çiya û geliyekê Kurdistanê bi navêkê tê bi bîranîn. Ji lewra pelçimekê jî li ser erdnîgariya Kurdistanê bilive,

ev tê wateya awaza hinek tîştan bilêv dike. Livîna her pelçimekê weke ku diber guha re stranên destanî bibêje, bi dengekê gelek nazik diherike. Dengê hêdî ya ji livîna pelçiman derdikeve, volkanên gelek mezin di hundirê xwe de jiyan dike. Dibe ku li Kurdistanê gelek tişt bi bêdengiya xwe ve werin nasîn. Lê, hinek bêdengî hene, qêrîn û bangên gelek dîrokî di hundirê xwe de vedişêrin. Ji ber wê çendê ketina cîhana vê bêdengiyê û vê bêdengiyê rast dayîna binav kirin, hêz dixwaze, wêrektî dixwaze.

Li Kurdistanê gelek çiya û gund binavê jinan tê nas kirin. Ev dide diyar kirin ku li her bihostek erdnîgariya Kurdistanê keda jin dayîkê heye. Ji ber wê çendê ji bo ku rastiya jin dayîkê were vekirin, di vê westandinekê gelek mezin li ber çavan were girtin. Ger westandin û ked neyê dayîn, li Kurdistanê ne mûmkîne xwe gihandina hinek rastî û nepeniyan were çêkirin. Ji ber wê çendê ji bo danasîna cihekê were çêkirin di vê mirov li wê erdnîgariyê bigere û bi hemû bedewiya wê ve wê rastiyê hîs bike. Vaye yek ji wan cihên ku bi bêdengiya xwe ve dixwaze hinek rastiyan bibêje û were nas kirin, li qada Berwariya çiyayê binavê kelha Qumriyê ye.

Kelha Qumriyê li Kurdistana başûr qada Berwariye. Tê gotin berê çend sedsalan li vê qada Berwariyan gelek mirovên ji bawermendên cuda li gel hevdu jiyan kirine. Ji bo rêvebirina van şêniyên herêmê jî melîkek heye. Ji bo ev melîk bikaribe venêrînê li ser hemû şêniyên herêmê bike, li ser çiyayekê bilind ku qada Berwarî ji her aliyê wê ve bê xuya kirin bi cî dibe. Ev melîk ji aliyê hemû şêniyên herêmê de tê heskirin. Ji ber ku melîk bi wekhevî û edaleta xwe tê nas kirin. Ji ber ku pir bawerî di nava gel de daye çêkirin, ji aliyê gel de jî pir tê heskirin. Ji ber wê çendê li ser wê xakê aramî heye. Di heman demê de melîk weke hekîmekê ku ji her derdî re dibe derman jî tê dîtin. Ji ber wê çendê gel ji bo êmîn kirina birînên xwe jî, her demî serî li melîk didin. Dibêjin Zagonekê melîk hebû. Çi kesê ku biçûya cem melîk, hemû amrazên li ser xwe yên zirarê didin datînin li ser mermerê û bi wî rengî derbazî cem melîk dibin. Ji ber sedemê melîk ji gelê herêmê bawerî qezenç kiribû, bêyî ku ti parêzvan bigre gel xwe tenê di odeya xwe de dimîne.

Lê, weke ku her demî di dîroka Kurd de bûye, ev car jî berxwedanî û xiyanet bi hevdure tê jiyan kirin. Ger ev xak cih dabe mirovên bedew, li kêleka wê jî mirovên xêrnexwaz jî jiyan kirine. Tê gotin yek ji kesên ku li vê qada Berwariya jiyan kiriye, navê xwe Îbrahîm Axa ye. Îbrahîm Axa ji ber xwe li ber aramiya li ser vê erdnîgariyê tê jiyan kirin ranagire, bêyî ku ti sedemekê bibîne dest bi derxistina isyanê dike. Ji bo melîk vê bûyerê fêm bike, bang li Îbrahîm Axa dike ku were cem wî. Wexta Îbrahîm Axa tê cem melîk, bi sedan kesên ji eşîra xwe li derdora kelhê bi cî dike. Wexta Îbrahîm Axa diçe cem melîk, her tiştê li gel xwe datîne ser mermerê. Lê, ji tirsa ku melîk wê Axa bikuje, Îbrahîm Axa li cem xwe kêrekê dihêle û bi wî rengî derbazî cem melîk dibe. Li gorî tê gotin, wexta Îbrahîm Axa diçe cem melîk, bi kêra li gel xwe melîk dikuje û bi wî rengî jî alîgirên Îbrahîm Axa yên li derdora kelhê bi cih dibin, êrîşê kelhê dikin. 

Di vî şerî de dibêjin ya herî pir rola xwe leyîstiye û nexwestiye kelh bikeve destê Îbrahîm Axa, keça melîk a binavê Qumriye. Qumrî keça melîk ya bi jêhatî û kêrhatîbûna xwe tê nas kirine. Bi ruxmê Îbrahîm Axa gelek bangawazî dike ku ger Qumrî şer neke, ew ê tiştekê ji Qumrî nekin û Qumrî serbest bihêlin jî, Qumrî radest nabe û li ber xwe dide. Wexta Qumrî dibîne ku kelh dikeve destê Îbrahîm Axa, ji bo Qumrî dîl nekeve dest, xwe di latê de diavêje û jiyana xwe ji dest dide.

Jinên Kurd her demî bi berxwedêriya xwe tê nas kirin. Jinên Kurd li himberî hemû êrîş û zextên heyî her demî kariye li ber xwe bide. Ji bo ku radest nebe, dikare xwe di latan de jî bavêje. Ji ber wê çendê ruhê radestiyê di jina Kurd de ticarî nayê dîtin. Jinên Kurd yên her demî bi azadîxwaziya xwe tên nas kirin, di her kêliya dîrokê de bûne xwedî tekoşîn û berxwedêriyên mezin. Ji ber wê çendê bêyî ku gumanekê were jiyan kirin, bi mîsogerî di her rûpelekê dîrokê de jinekê Kurd bi ruhê xwe yê berxwedêriyê demxeya xwe lê daye. Ji ber wê çendê ger mirov bibêje dîrok bi berxwedêriya jinên leheng hatiye nivîsîn, wê ne nêrînekê ji derveyî rastiyê be. Jina civakê ava kiriye, ji bo bi dest xistina mafê xwe û welatê xwe di her kêliyên jiyana xwe de bûye xwedî tekoşîn. Ji ber vê çendê jinên weke Qumriyê ku navê wan bi berxwederiyê derketine, her demî li ser van xakan mezin bûne.

Jinên şopdarên Qumriyan îro jî li serê çiyayên Kurdistanê, li devera herî pir tekoşîn lê bi hêz tê meşandin tekoşînê didin. Gelek jinên bi lehengiya xwe nav û dewsên xwe li çiya hiştin, ji bo radest nebin xwe di latan de avêtine. Ev kevneşopî xwedî dîrokek kevne. Kevneşopiya ji Qumriyan destpê kir, bi Bêrîtan’an şitilda. Îro jî jinên mîna Sema, Zîlan’an li quntarên çiyayên Cudî ji bo radest nebin, heya dawiyê şer kirin, li berxwedan. Wexta guleya wan jî nema, vê carê jî xwe di latan de avêtin û gihiştin merteba şahadetê.

Ger dîrok îro cardin gernasiya jinan di nava rıûpelên xwe de dinivîsîne, ev bê guman ji wêrektî û lehengiya jinên Kurd tê. Ji ber wê çendê jin li kuderê be, li wê derê tekoşîn û berxwedanî  heye.

 

 

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê