Axîn Cudî

penusajin-resim1Sal, dem dewran derbas bû. Rojek ji rojan, piştî ewrên reş û tarî li ser axa qeliştî, hesreta avek mayî. Duayên xudawendên zêrîn, bi saf bûna xwe û pak bûna dilên zarokan hêla ku baran bibare

li ser xaka Hîlala zêrîn. Hesret gihiştin hêviya xwe û ew baran jî bi xwe re ruh da hemû zîndiyan. Bi barîna baranê re û belav bûna ewrên reş û tarî re, nalîna welatê min jî rawestiya. Di wê pak bûyînê de, zarokek hat rûyê cîhanê. Navê wê zarokê kirin 15 dey Tebax. Bi derbas bûna rojêre, her di çû ew zarok hemêza dayîka xudawand de li ber lorîn û serpêhatiyan û carna jî rewşên man û nemande mezin di bû. Dema bi baldariye kê mezin wan serpêhatiyan guhdar dikir, fêm dikir ku çiqasî zor û zehmetî benda wêne. Ya giring jî, fêm dikir ku jiyana wê ji destê wê hatiye girtin, pêwîste bibe lêgerîna jiyana xwe ya rast. Lê ev jî ji bo wê rastiyek bû. Pêwîst dikir ku ew zarok bi xwe xwe li ser lingên xwe bisekine. Ji ber ku, ew nêpeniya jiyanê bû. Pêwîst dikir ku, rûxmê hemû bê derfetiyan serbêxe. Ji ber ku ev serxistin wê çarenûsa gelekê diyar bike. Pêdivî heye ku, ew gel ji goristanê derxe rûyê erdê. Ji ber ku ew gel bi ronahiya Zerduşt xwe ronahî dike û çiyayên Kurdistanê jî geşdike. Ji bo ew çruskên ne hatine windakirin cardin geş bibe. Ew zarok ji bilind bûna dengê xwe û dilê xwe yê pak re qîr dike û ji hemû xudayên netew dewlet re di bêje; hun kîne? Ew deng, di dil û mejiyê zarok de wek birûskan lê dixist. Rojek ji rojan ew zarok, di eynika welatê xwe de li rastiya xwe meyze kir. Qîr kir, ew qêrîin bû ruh û kete nava bedenan de. Ew roj roja sala 1984 15 dey Tebax’ê bû.

 

Bêguman, gelek caran wate û girink bûna 15 deyê Tebax’ê di bin mijarên ku em li ser nîqaş bikin. Em dixwazin, kesayeta xwe li hember rastiya 15 dey Tebaxê bigrin dest û bi hezaran pirsan ji xwe bikin. Ji bo ku, em bikevin nava deryayên heqîqetê xwe di nûde ava bikin. Rêhevalên ku xwe dinava vê heqîqetê de helan dine heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo azadiya gelê xwe xwe kirin parçeyek ji agir û heya hestiyên xwe jî helandin. Li hember zordariyê û bê mafiyê tucarî gavên xwe paşte ne avetin. 15 dey Tebax’ê jî bi van wateyên rastiyan re buye efsaneya gelê Kurd.

Rêber APO, ji bo ku ev efsane bigihîjîne rastiya wateyê, rojane tekoşîn da meşandin. Bi rê û rêbazên cudare ew qêrîna zaroka biçûk dubare kir. Bi hezaran pirsên ku bê bersiv hatina hiştin bû bersiv dayîna wan. Em dikarin bêjin, di rizgariya demokratîk de û bi rihê 15 deya Tebaxê gelê Kurd û jina Kurd ber bi azadiya xweve dimeşin. Ew gelê ku xwe nas nedikir, îro di kolanan de heya guhan ker dikin di bêjin, “PKK gele gel li vire.” Bêguman, ev encamên tekoşîna ku rihê 15 dey Tebax’ê dayî avakirine. Her wiha pêngava 15 dey Tebaxê ne tinê pêngavekê leşkeriye. Di heman demê de, pêngava 15 dey Tebaxê civaka ku di xewa mirînê de bû, ji nûde jiyar kir. 15 dey Tebax’ê proto tîpê avakirina civaka exlaqî û polîtîk bû. Kesên ku, xwe di mijara hebûna gelê Kurd de di xapînîn û gelê Kurd înkar dikin ev mînak ji bo wan bese. Li kuderê cîhanê hatiye dîtin ku, ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe, rûxmê ewqasî êrîşên tên kirin jî her timî berxwe didin û tekoşîna xwe pêşdixin. Ji bo tu peyxemberan tu kesî xwe ne şewîtan diye. Lê belê ji bo Rêberê me rêhevalên me xwe kirin topek ji agir. Ev agir bin xistina hişmendiya netew dewlet û pergala wan bû. Ev ruhê ku hatine avakirin, ji hev qut nînin. Gelo, ma ne pêwîste kesên ku ji bo xwe di bêjin em mirovîn û xwediyê wicdanin ji xwe pirs bikin, çima ewqasî keç û xortên cîwan xwe di şewîtînîn. Em ji bîr nekin ku, em rêhevalên di zindana Amedê de dil û mejiyên xwe kirin wekê birûsk û li hember pergala hişmendiyê berxwedaniyek bêhempa raberkirin. Ji ber ku, ji tekoşîna azadiyê bawerdikirin û hêviyê wan hebûn. Di manifestoya wan yê azadiyê de, xwe naskirin û xwe bûyîn hebû. 15 dey Tebax’ê jî li ser vê ruhê, berxwedaniyê û tekoşînê hat avetin.

Ez wek endamek PAJK û PKK’ê, xwe di cîhanê de mirovê herê bi şans dîbînim. Ez di vê maratona azadiyê de weke jinekê Kurd xwe bigihîjînim rêhevaltiya bi wîjdanî ê Rêbêr APO. Em çi mirovên bextiyarin. Armanç û hêviyên me pir mezinin. Emê 15 dey Tebaxê bikin roja azadiya Rêberê me, gelê me û rojhilata navîn.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê