Tirkî  |  Erebî

Jiyan Cudî

Gerîla di Cîlo de çawa jiyan dikin? Berê ku derbazî bersiva vê pirsa xwe bibim, dixwazim hinekî danasîna xwezaya bedew ya Cîlo bikim. Cîlo warê bilind, wargehên xwedawendan.

Dilnizm û bi heybet.  Bi qasî bilind bûn û heybetiya xwe, ewqasî jî bedew û xwedî nepeniye. Ji ber ku her kevir û şkêrekî wê bi eserên dîrokî hatiye neqişandin. Li ser her şîverêyên wê, şûnpêyên bi hezaran sal hene. Ma Cîlo bi vê heybet û bilind bûna xwe, malxwêtî ji kêre nekiriye? Ji xwe ji ber wê yê, ewqasî dil li ser dîtîna wî har bûne, dîtina wî di dilên gelek kesan de bûye mirad. Ji xwe ev e dihêle ewqasî Cîlo bal bikişîne. Ji xwe ev e dihêle, celadên botreş li ser xakên Cîlo negihin mirada xwe.

 

 

Cîlo wargeha xwedawendan, bi rengê jinê hatiye ava kirin. Dema ku mirov li navên gundên li Cîlo dinêre, mirov dibîne ku çiqasî jin bi keda xwe Cîlo bedew û balkêş kiriye. Gund di quntarên çiyayên Cîlo de hatine çêkirin. Navên gundên wê yên weke Zêrane, Bazê, Alantûs, Perîxanê didin nîşandan ku xwedawenda dayîkê, li ser van xakên bi heybet jiyanê pîroz hêlane. Darên wê yên fêkî, dêrên wê yên îbadetê, keviyên wê yên berfê, şahidî ji gelek kêliyên zehmet û yên xweş re kiriye. Destana gelek mirovên gernas di qelîştekên kunberfên xwe de hilandiye. Ji lewra dema mirov gav diavêje li ser wê xakê, weke xak bi mirovan re di nava hevpeyvînekî debin, hewl dide çîrok û efsaneyên wê yên dîrokî bibêjin. Kanî û çiyayên wê yên bilind, weke ku li ser rûpelan hatibin xêz kirin, ew qasî bedew in.

Bi hezaran kîlometreyan cûkên avê hatine kişandin û av birine nava gund. Ji wan avan zeviyên pir mezin hatine çêkirin. Dêrên xwe yên bin erd hene. Di dêran de cihên îbadeta rahîban pir taybet hatine çêkirin. Yek ji wan dêran jî, dêra Lebenan ya li gundê Bazê ye. Ew dêr li himberî gund hatiye çêkirin. Li gorî tê gotin, mirovên feqîr diçin ber deriyê dêrê rudînin, bi rêk û pêk her roj malbatekî ji wan re xwarinê dibe. Ev dêr mirov dikare bêje, bi navê xwe yên din hem yekitiyê dide çêkirin û hem jî alîkarî ji kesên feqîr re dide. Dema mirov di şîverêyên wê de dimeşe, bêhna kedê tê mirovan. Ya rastîn jî Cîlo bi navê xwe yê din, warê kedê ye.

Cîlo, meskenê xwedawendane. Ji ber xwedawendan agirê vejîn û xwe parastinê li ser singa Cîlo pêxistine. Bi ew agirê ku xwedawendan di Cîlo de pêxist û dergehê parastinê ava kirin, bûn mamosteyên jiyanê. Edalet, heqîqet û wekhevî, dibin pêşengî û hişmendiya dayîkê de, li ser van xakan belavî mirovahiyê bû. Bi vê keda xwe bûn pêşengên jiyanê.

Belê, piştî hatina pergala mêr a serdest ya li ser rûyê cîhanê, gelek caran celadên botreş hewl dan van xakên bûne derguşa mirovahiyê dagir bikin. Lê, her carê jî dayîka xwedawend û şopdarên wê bi berxwedaniyekî mezin li himberî van êrîşan rawestiyane, şerên bê eman li himberî van êrîşan dane meşandin. Sal, sedsal, hezar sal li ser van kêliyên dîrokî re derbaz bûn, lê hîn jî ev xak şahidî ji berxwedaniyên mezin re dike. Piştî dayîka xwedawend peyva berxwedanî û xwe parastinê li ser rûyê erdê belav kir, di dilê gelek kesan de weke şop man. Ew şop heya roja me ya îro jî xwe berdewam dike. Gelek keç û lawên gelê Kurd li ser şopa dayîka xwedawend di van xakan de bûn şahidên gelek berxwedaniyan. Vaye ew agirê ji aliyê dayîka xwedawend de hatiye pêxistin, piştî hezaran sal ji aliyê gerîlayên jin yên Kurd ne tenê weke çrûskekî, bi pêtên gelek bilind geş bûye. Li ser van xakan gerîlayên jin êdî bûne şopdarê dayîka xwedawend û şervanên heqîqetê.

Zor û zehmetiyên Cîlo pir in. Zivistanên xwe pir dijwar in. Ji ber bi lêkirina her berfekî re, bi mîsogerî aşût tê xwar. Aşût bi hatina xwe re gelek kevir û darên mezin di nava pêlên xwe de tîne xwarê. Bi hatina xwe re xum xum bi wan geliyên kûr dixîne. Bi hatina zivistanê re, Cîlo cilên xwe yên spî li xwe dike. Gelî û newalên wê tije berf dibin. Rêyên Cîlo pir dûr û dirêj in. Ji lewra gerîlayên jin ji bo di wargehên xwedawenda dayîkê de jiyan bikin, bi xwezayê re hem di nava tekoşînê dene, hem jî dibin yek. Bi ezmûnên xwe li himberî talukeyên xwezayê xwe diparêzin. Cîlo ji xwe xweşik e, lê wexta dewsên gerîlayên jin yên Kurd jî li ser şîverêyên wê zêde dibe, hîn bedewtir dibe.

Gerîlayên jin di wan xakan de li ser şopên pez koviyan, çiya bi çiya, şkêr bi şkêr digerin. Geh dimeşin, geh navber didinê. Bi barên giran çenteyên xwe didin pişta xwe û bi rojan dimeşin. Ji eniya wan xuhdanên kedê dirijin. Di çenteyê wan de hemû pêdiviyên ji wana re pêwîst e, bi xwe re digerînin. (îskan, çaydan, erzaq û pêdiviyên weke vana…) Demjimêr û kêliyên navber bidinê hene. Gelek caran cihekî ku qet mirov hêvî neke de, gerîla navber didinê. Çaya xwe dikelînin û li derdora pizotên agir dest bi stran gotinê dikin. Bi rûxmê gelek westandin jî, lê kêliya gerîla westandina xwe ji bîr dike jî, ev kêliye. Ji lewra ji van kêliyan heyecan û moralekî pir mezin tê girtin. Her gerîlayekî bi keyfxweşiyekî mezin van kêliyan pêşwazî dike. Daxwaziya her gerîlayeke ku van kêliyan jiyan bike. Bi hêvî û baweriyek mezin li himberî zor û zehmetiyên xwezaya Cîlo têdikoşin û di vê tekoşîna xwe de bi ser jî dikevin. Ji xwe ji ber wê çendê ye, ev bi salane gerîlayên jin bi çekên di destê xwe de hebûna xwe ya li ser wan xakan didin çêkirin. Gerîlayên jin weke gulên Sosin, Berfîn û Nêrgizên li derdora keviyên berfê, her roja diçe bi hêviyên mezintir şîn û geş dibin. Ji ber Cîlo bi çar demsalên xwe ve gerîla himêz dike.

Yek jî di vê ez ji bîr nekim, gerîlayên jin hem wateyê soryazên ber rizde û pezkoviyên li quntarên Cîlo ne. Di çiyayên Cîlo de, gerîla û pezkovî bi hevre jiyan dikin. Gerîlayên jin û pezkovî bi hevre hildikşin ser latên bilind û nobedariya azadiyê digrin. Ji lewra mirov bi nimûneyekî dikare taybetmendiyên pezkovî û gerîlayan bişibîne hev.

Dema pezkovî dikevin tevgerê, hemû bi yek ruhî derdikevin li ser latên Cîlo yên bilind. Ger hemû pezkovî di mexelê xwe de di kêlyên navber dayînê de bin, bi misogerî yek ji wana di hişedariyê deye, çavdêriya derdor dike. Bi kurtî bi ruxmê her tiştê, dîsa ewlekariya xwe dixe bin venêrînê. Gerîla jî wisa ye, çi dibe bila bibe, ji bo parastina rêhevalên xwe û wê xaka pîroz, gerîla li ku dibe bila bibe, ji bo ewlekariyê hişedarên xwe derdixin. Lê xalekî din ya balkêş jî heye, ji ber rêhevaltiya gerîla û pezkoviyan bi hevre xûrt bûne, pezkoviyên Cîlo bi ti awayî ji gerîlayên wê derê narevin. Berovajî gerîlayek li kû be, bi misogerî li wê derê mexelên pezkoviyan jî hene. Ji ber pezkovî jî dizanin, Cîlo bi gerîlayên xwe ve jiyana wan digirin bin ewlekariyê, ew jî bi serbestî li ser zinarên Cîlo digerin.

Di Cîlo de yek ji eraziyên herî pir bi bedewiya xwe balê dikîşine, erdnîgariya çiyayê Simbile. Eraziyê Simbil eraziyekî pir xweşik û ji her tiştî re dest dide ye. Şkêrê herî mezin yê çiyayê Simbil rengê xwe zere. Di nêvinga wê şkêrê de kevirek bi rengê qehweyî wek pêlên avê heye. Şkêrekî ku dişibe Hespê Truva jî li himberî çiyayê Simbile. Ev Hespê Truva jî bi hebûna xwe, xemleke cudaye li ser çiyayên Simbil. Di navbera Truva û Simbil de golekî avê heye. Ji wê golê re tê gotin, Gola Xwînê. Derdora golê bi gulên Şilêr û hezaran gulên reng bi reng hatiye xemilandin.

Di her berbanga sibê de gelek gerîlayên jin, derdikevin ser wan şkêrên bi heybet û li derketina rojê temaşe dikin. Ji xwe yek ji kêliyên gerîla yên herî xweş jî, bi rojbaşê re wexta hildikşin ser şkêrên bilind û li derketina rojê temaşe dikine. Roj bi germahiya dilê gerîla re bilind dibe û hêdî hêdî germahiya tîrêjên xwe li ser singa Cîlo belav dike. Li aliyekî gerîla, li aliyê din jî pezkovî. Mirov dibêje qey bi hevre di nava pêşbaziya ka bê kîjan di destpêkê de wê li tîrêjên rojê temaşe bikin dene. Ji ber her du jî di heman demî de hildikşin ser zinarên mezin û hêviyên xwe bi derketina rojê germ dikin.

Belê, ji bo mirov qala bedewiya Cîlo bike, ne pênûs û ne jî lênûs têre dike. Ji ber bi gotin û nivîsînê nayê îfade kirin. Lê, li ber her kevirek Cîlo, li her geliyekî Cîlo, li ser her girekî Cîlo, li ser her şîverêyên Cîlo keda bi hezaran hevalan heye. Li her cihekî ku mirov têde derbaz dibe, bîranînek wan heye. Ji lewra Cîlo bi bedewiya xwe li ser rûyê gerîlayên jin hêvî û xeyalên wan yên ji bo welatek azad kêm nekiriye.

Gerîlayên Cîlo, xwedî armancên pir mezin in. Jiyan kirin û tekoşîna wan di çiyayekî bi vî rengî de, ji bo armancên mezin in. Ji xwe kesên armancên xwe mezin bin, encex dikarin di van xakan de jiyan bikin û bi bedewiya xwezayê re bibin yek. Ji lewra gerîlayên jin yên di Cîlo de meznahiya armancên xwe li ser dilê Cîlo dane kolandin. Armancên xwe li ser şkêrên Cîlo dixemilînin. Bi vê hêvî û armancê li ser singa Cîlo têdikoşin. Van têkoşeriyên xwe jî, bi hesreta dîtina RÊBER APO re wergerandin ser rûpelên dîrokê. Gerîlayên jin di Cîlo de bûn şervanên Rojîn’an, bûn hêviya dilê Rûken’an. Mîna gulên berfîn şewq didin li nav keviyên Zagros’an.

Li Zagros û Toros’an vê carê wana agirê azadiyê bilind kirin. Li ser rûpelên dilê xwe destana heqîqeta jinan nivîsandin. Bi ronahiya rojê re, bi bayê azadiyê re dilê me jî zindî kirin. Xemla çiyayên Cîlo jinan keşif kir û wana jiyan bi wate kirin. Ji lewra bi têkoşerî û berxwedaniya xwe bûn şervanên heqîqetê.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê