Tirkî  |  Erebî

Elîf Ronahî

Di pêvajoya artêşbûna jinê (sal 1993) çalakiya yekemîn a xweser, di navbera herêmên

Cizîr, Cudî û Şirnex’ê de tê li darxistin. Çalakiya yekemîn ku hatî li darxistin, çalakiya rê qut kirinê bû. Pir tevlîbûnên jinê yên ji bû çalakiyên cuda tên çêkirin. Lê belê, ev çalakî tenê ji aliyê hevalên jin de tê li darxistin. Ev çalakî bandoriyekê pir mezin dide çêkirin. Hevalên jin rê qut dikin, nasname qontrol dikin, propaganda dikin û wesayîtan jî bi vî rengî derbazî cihên xwe dibin. Ev bi serê xwe wateyekê pir cuda dide. Bi vî rengî jî her ku dem derbaz dibe, pêvajoya çalakiyên hevalên jin ku li darbixin, bi pêşdikeve. Gavên çalakiyên bi vî rengî jî pêşketinekê di derbarê artêşbûna jinê de jî dide çêkirin.

 

 

Tevlîbûna hevalên jin ya di nava rêxistinê de, weke ya hevalên xort meşîn tenê têre nake. Ji ber ku rastiya civaka ku me tê de jiyan kiriye û bingehê tevgerên jin yên di nava cîhanê de hatiye avêtin heye. Di van şoreşan de rol û wezîfe ji jinê re tê dayîn. Lê belê, bi vê tenê nêzîkatî dayîna çêkirin, wê azadî, vîn û rastiya jinê dernexîne holê. Rastî û xweser bûna jinê, bi berjewendiyên şoreşê re esas girtin di van şoreşan de girtina dest heye.

Dema ku şoreşa giştî hate avakirin, weke ku wê pirsgirêkên jinê çareser bûye digirin dest. Lê, di cewherê jinê de ev nakokî û pisgirêk ne hatiye çareser kirin. Ji bo wê jî rastiya rojhilata navîn û Kurdistan ê jî cuda ye. Hertimî hatiye xwestin ku gelê Kurd ji mirovahiyê dûrbixînin. Di artêşê de tevlîbûna jinê a hêsanî, wê ne mûmkîn be ku vîna jinê derbikeve holê, wê nikaribe bi hêza xwe ya heyî bi hese û vê hêza xwe derbixîne holê.

Serokatî dibêje; ‘di Kurdistanê de malbat bûye girêkekê kor’. Pêngava şoreşê ya ku hatiye destpê kirin, pirsgirêka Kurd girtina dest û çareser kirina wêna ye. Wê pirsgirêkên wê yên azadiyê çareser bike. Ji bo ku ev ya jî were kirin, pêwîstî bi guherandinekê bingehîn heye. Ji bo ku di bingeh de hinek tişt were guhertin, di civakê de jî guhertinekê were çêkirin, civakekê xwedî rûmeta jiyana xwe derdikeve holê, di serî de partiya ku pêşengtiya vêna dike, pêwîst dike ku hinek nêzîkatiyan di destpêkê de di xwe de bide şkandin. Ji bo ku ev ya jî pêk were pêwîstî bi tekoşînekê pir dijwar, rast û bi rêxistinî heye.

Ev guhertin ji bo jinê jî pêwîst dike. Ji bo ku jin xwe nas bike, pêwîste ji zilam qut bibe ku bikaribe nasnameya xwe a azad derbixîne holê. Pêwîstiyên jinê yên bi rastiya xwe dîtin heye. Pêwîst dike ku zilam ji xwe re hêz nebîne û bikaribe bi hemû awayî tevlîbûnên xwe bide çêkirin. Misyonên ku di nava civakê de ji jinê re tê dayîn heye. Pêwîst dike ku jin vê mîsyonê bişkîne. Di civakê de çawa ku ji jinê re tê gotin rabe dirabe, rûne di rûne. Nêzîkatiyên zilamên Kurd yên ku di hundirê civakê de ji jinê re tê çêkirin, heya dawiyê tine kirina jinê ye.

Serokatî di hundirê dahurînên xwe de dibêje; ‘‘ger em qezenç bikin, em ê di vir de qezenç bikin. Ji ber ku malbatên Kurd di vê xalê de hatiye tine kirin’’. Di bin navê malbata pîroz de, Serokatî vê pêvajoyê pir lêkolîn dike û li ser vê jî pir dahurîn dide pêşxistin. Bi rêya malbatê jin û zilam çawa hatiye xistin diveke. Ji bo ku jin vê rastiyê bibîne, pêwîst dike ku bibe xwedî rêxistinekê cuda. Ger rêxistinekê cuda ya jinê neyê avakirin, wê cardin jin zilam ji xwe re hêz bibîne. Wê çareseriyê di zilam de bibîne. Tiştên ku zilam dixwaze, wê heman tiştê pêkbîne û pêre bi meşe. 

Ji bo ku evan nêzîkatiyan ji holê rabin, jin bikaribe xwe li ser lingê xwe bigire, vîna xwe derxîne holê, ew mîsogere ku di hundirê rêxistinê de artêşbûyîna jinê were ava kirin. Di encama meriyetên ku derketiye holê de, jin karibûye vîn û nêzîkatiyên ku ez jî dinava vê rêxistinê de heme, daye nîşandan. Weke kesayet kariye evan pêşketinan di xwe de bide nîşandan. Lê bes ev ya tenê têre nake. Bi rûxmê vêna jî xwe bê çare dihêle. Di van salan de Serokatî hertimî vêna ji bo jinê gotiye, ‘‘bi rêxistinî, ji xwe bawer bin û vîna xwe derxînin holê.’’ Ji ber ku di vê demê de meriyetên çetetiyê yên ku li ser rêxistinê hatine ferz kirin hene. Di rastiya Serokatî de civakê ji bingeh de girtina dest heye. Pêwîst dike ku lêhûrbûnên pir rişt li ser van pêvajoyan were çêkirin.

Serokatî dibêje; ‘‘yê ku li vir tê tehlîl kirin ne şexs civake, ne kêlî dîrok e.’’ Kesê ku dîrokê nas neke, di dîrokê de kûr nebe, wê nikaribe roja me ya îro jî tehlîl bike. Pêşeroja xwe nikare tehlîl bike.

Di hundirê şoreşên ku tên çêkirin de, du lingên xwe yên bingehîn heye. Dîrok û civak e. Pêwîst dike ku derxistina rastiya van ya holê were çêkirin û tehlîlat li ser were pêşxistin. Di hundirê van rastiyan de kesayetên ku xwedî li Kurdîniya xwe derneketin hebûn. Ger xwedî derketinekê hatiba çêkirin jî, weke ku xebatekî gunehbariyê ye, lê dihate nêrîn. Gelê Kurd vê nêzîkatiyê di hundirê xwe de ne pejirandiye, lê belê hêzekê xwe yê ku bikaribe li himberî vêna tekoşînê jî bide meşandin jî tine ye. Ger derketinekê hatibe çêkirin jî, her timî darbe xwariye. Ji ber ku pêşengên bîrdozî tine ye. Ev pêşengtî nebe, çi qasî şer were kirin û di wî şerî de serkeftin jî werin bindestxistin jî, wê ev serkeftin demdirêj nebe.

Lêkolînên Serokatî yên li ser dîroka gelê Kurd em ê bi çi rengî derxînin holê çêbû. Di hundirê van rastiyan de jî, derxistina rastiya jin ya li holê hate çêkirin. Li ser vî bingehî jî Serokatî got; ‘‘Artêşbûna Jinê.’’ Mekanizmaya biryarê a ku jin cihê xwe têde bigire, wê bi vîna xwe tevlî bibe û derxîne holê. Wê bi xwe bibe hêza biryar girtinê. Ger rengê jinê di mekanîzmaya biryara şoreşekê de tine be, wê ew şoreş cardin bi sernekeve.

Marks dibêje; ‘‘ger mirov bixwazibe civak û asta pêşketina civakekê nas bike, di asta pêşketina jinên wê civakê de, bi awayekê hêsanî mirov dikare bibîne û nas bike.’’ Asta pêşketina jinê, asta pêşketina civakê ye. Pêwîst dike ku mirov vê astê di destpêkê de tehlîl bike. Ji bo ku mirov asta pêşketina civakê rast derxîne holê, rastiya jina ku ne hatiye tine kirin û hatiye perçiqandin wê were dîtin. Ji bo wê jî pêwîst dike ku jin xwedî dîrokê ku yê xwe û vegerîn li rastiya xwe bide çêkirin. Ji bo vê rastiyê jî, bi mîsogerî pêwîstî bi artêşbûna jinê heye. Di van pêvajoyan de asta jinê a di şer û bîrdozîk de pir lewaz bû. Di pêvajoya destpêkê de asta jinê ya di vî derbarî de ji rêzê ye. Tekoşîna jin ya li himberî zilam di astekê ku jêre bibêje, şer ne tenê yê te ye, yê min e jî. Çawa ku pirsgirêkên te yên welatê xwe azadkirinê heye, weke jin yê min jî heye. Ger tu dixwazî kesayeta xwe azad bikî, pêwîstiyên min jî bi azadiyê heye.

Di sala 1994’an de Serokatî dibêje; ‘‘me ne difikirî ku jin wê ew qasî tevlî şoreşê bibe. Lê belê, di heman demê de ev tevlîbûnên ku tên çêkirin jî, wê pirsgirêkan bi xwe re derbixîne holê jî. Ji ber ku têkilî wê ji hev du qut bin. Jin, zilam weke xilasî û hêz dibîne. Jin pêwîst e vê tehlîl bike û hêza xwe ya çareser kirinê bide nîşandan. Pirsgirêkên cuda yên ku derbikeve jî, pêwîst dike ku ji vê re bibe hêza çareser kirinê.’’

Di civaka Kurd de ne zewicîn weke ku tiştekê pir hêsaniye nayê dest girtin. Tevlîbûna jin ya ji şoreşê re hêza red kirina zewacê derdixîne holê. Di kesayeta jinê de tekoşînekê pir bi hêz tê xwestin. Ji bo ku jin bikaribe vê hêzê di xwe de derbixîne holê, pêwîstiyên wê yên bi artêşbûn û rêxistiniyê heye. Jin wê hêza xwe ji vêna bigire. Li ser vê hêza ku mirov di xwe de ava dike, tekoşîn tê dayîn. Ji bo wê jî tekoşînên ku jinê daye, xwedî şêwazên cuda ye. Di salên destpêkê de li kuderê çi çêbû û bi çi rengî hatiye kirin, di hate dest girtin. Tenê teknîkî dima. Ji bo ku bi awayekê rast bikaribe bûyeran şîrove bike, pêwîstî bi hêzekê bîrdozîk, leşkerî û civakî hebû. Tekoşîna ku di hate meşandin, jin ne di zanabûna wê de bû. Ji bo ku bikeve zanabûna wê jî hêz tine bû. Ev jî ji rêzê bû. Lê, di roja me ya îro de tekoşîna vê baş dayîn û di cihê wê de dayîna rûniştkandin pir girîng e. Ji bo vê dîroka derbazbûyî ji xwe re xistina bingeh, pir girîng e. Jinên ku xwe nas nake, êdî xwe nas dike. Pêvajoya ku jin xwe nas dike, êdî destpê dike. Dîroka ku me jiyan kiriye, em hîna jî jiyan dikin û wê berdewam jî bike.

Dema ku di kesayeta jinê de nêrînekê hevbeş, yekitî û feraseta çalaakiya jinê derdikeve pêş, asta pêşketina jinê derbikeve pêş û jin dibe xwedî hêz. Di hemû waran de serkfetinekê dide çêkirin. Li her çar perçeyên Kurdistanê, jin di mercên cuda de jiyan dike. Evan jinan jî piranî tên cem hev û bi yek dengî dibêjin, ‘‘em jiyaneke hevbeş dixwazin.’’ Gav û bingehê vê avêtin, ked û hewldanekê pir mezin dixwaze. Di roja me ya îro de mirov dikare wateyekê pir bi hêz ji pêvajoyên derbazbûyî re bide. Jinên ku xwe zana kiriye û xwe pêşxistiye, di hemû astên xebatên xwe de bi serkeftiye. Jinên ku ji derveyî vê rastiyê derketin, pêwîst dike ku em tehlîl bikin. Tiştên ku em di kesayeta xwe de winda nekin û nekevin kêmasiyan, gavên destpêkê yên ji bo rêxistinbûna jinê hatiye avêtin pir girîng e. Bi nasnameya xwe û bi rêxistinî tevgerîn, vê ji xwe re xistina bingehekê rast wê serkeftinan bi xwe re bîne. Asta leyîstikên ku dijmin li ser gelê Kurd daye çêkirin, ji vê tecrube û dersên mezin girtin pêwîst dike. Di hundirê civaka Kurd de, herêmên ku Kapîtalîzm neketiyê, (weke herêma Botanê) hîna jî kevneşopiya xwe parastine. Li ber vê çendê jî bi hestiyarî li ser girêdana bi axa xwe re mezinbûyîn heye. Pergal yekser nekariye bandoriya xwe li ser zêde bide çêkirin. Ne ku qet bandoriyên xwe tine ye. Lê belê, dişibe demên neolotîk ê. Ji ber ku bi xwe dikare çanda jiyan kirinê bide ava kirin. Di herêmên bi vî rengî de jinên ku tevlî dibin çêdibe. Dema ku tevlî jî dibin, li ser heman çarçoveyê tevlî dibin. Hêza xwe ya ku bikaribe bi xwe bike heye. Di hemû aliyan de dikarin tevlîbûnên xwe bidin çêkirin. Lê, dema ji herêmên ku bandoriya Kapîtalîzmê li ser çêbûyî tevlîbûn tên çêkirin, bi tevlîbûnekê li gorî xwe ji şoreşê re didin çêkirin. Ji ber wê jî evan her du nêrîn û tîp dema ku têne li cem hev, bi xwe re hem pirsgirêkan tîne, hem jî alîkarî û hev du temam kirin jî çêdibe.

Di hundirê civakê de tevlîbûnên ku bi radîkal û bi milîtanî tên çêkirin, li ser wan tevlîbûnan jî hewldan û rêbazên dijmin yên cûr be cûr derdikeve holê. Ev pêvajo bandoriyekê li ser ciwanan jî çêdibe. Lê belê, di wan salan de pergala dijmin ya di hundirê jiyanê de ew qasa bi bandor nebû. Ji ber ku Kurdan xwe ji vê bandoriyê dûrxistiye. Ev nêzîkatî jî dîtinekê sade û cuda bi xwe re tîne. Di roja me ya îro de ji bo ku em vê ji xwe re têxin bingeh, pêwîst dike ku pergal were tehlîl kirin û rast were fêm kirin. Ne weke jiyana rojane a ku me di malbatê de jiyan kiriye. Ev ya hîn bêhtir bi plan û tanzîm dijmin bi pêş dixîne. Bandoriya pergal ya di wan salên destpêkê û yên dawiyê de bi çi rengî li ser jinê daye çêkirin tehlîl kirin, wê bibe bingehê meşeke rast.

Roja me ya îro pêwîst dike ku ji wê qut neyê dest girtin. Ger em ji dîrokekê destpê nekin, wê xeteriyekê pir mezin be. Asta tekoşîna me ya îro, bingehê xwe ji wan salên destpêkê digire. Nêzîkatiyên ku em ji hemû tiştî re amedene were çêkirin, wê nêzîkatiyekê pir çewt be. Wezîfeyên hevalan yên wê demê kêm bû. Asta rêxistinê cuda bû. Lê, asta firehî û tevlîbûnên ku di roja me ya îro tê xwestin hîn berfirehtir e. Wê demê armanc ew bû ku em artêşbûn û pergala jinê bidin ava kirin. Li ser vê bingehî jî xwe azad kirin bû. Lê belê, di roja me ya îro jî li kêleka artêşbûnê, pergala Konfederalîzm ê dayîna ava kirin heye. Wezîfe û erkên qadro yên di vê demê de hîn zêdetir bûye. Tenê ji bo xwe pêşxistin û tevlîbûna ji şoreşê re, ji tekoşîna li himberî zilam heya digihe ava kirina Konfederalîzm ê, pêwîstî bi tekoşînekê giştî dayîna meşandin heye. Lingê herî bingehîn yê Konfederalîzm ê parastina rewa ye. Ger em di parastina rewa de cihê xwe digirin û em parastina rewa rast nedin meşandin, wê Konfederalîzm têkeve xeteriyê. Firehiya xebatên qadroyên jin yên îro, du qatê xebatên 20 sala ye. Bi vê zanabûnê pêwîst dike ku nêzîkatî were çêkirin. Ger bingehê vê nebûya, wê ne mûmkîn bûya ku asta pêşketina tevgera jinê heya roja me ya îro hataya. Ji bo vê jî girêdanekê bîrdozîk, diyalektîk û têkiliya azadiyê, hemû di nava hev de pêwîst dike ku were dest girtin. Ji hev qut pêwîst dike ku neyê destgirtin.

Gelek heval di nêz de perwerde li cem Serokatî dîtine. Pir hevalan dahurînên Serokatî xwendine. Pir heval jî bi ceribandinên meriyetî tecrûbeyên xwe çêbûn. Ev ya bi rengekê rast xistina dibin xizmeta tevgera jinê girîng e. Bi hestiyarî nêzîkatî dayîna çêkirin tiştekê cuda ye. Diroka tevgera jinê a ku hatiye vê astê, ne mûmkîne ku mirov li himberî wê hestiyar nebe. Lê belê, hevalên ku wê pêvajoyê tînin ziman jî, ji bîrdoziyê dûr û tenê bi meriyetê dayîn îfade kirin têre nake. Weke xeleka zincîrekê hev du temam dike. Her ku xelekên vê zincîrê tên zêde kirin, erk û wezîfe jî zêde dibin. Ji ber ku pêl bi pêl bi pêş dikeve.

Çawa kevirekê mirov di avêje avê xelekên wê yên biçûk çêdibe û her ku diçe ev xelek mezin dibe, şoreş û tevgera jin jî bi heman awayî ye. 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê