Gulan AVRÊL

 Ji bo ziman pirsên hun ji xwe dikin çine? Ji bo we zimanê mirov di jiyana mirov de, çiqas wate dide avakirin?

Çima hun ji xwe napirsin? Ji îro pê de pêwîstiyên me bi xwe fêrkirina zimanê “Dayîkê“ heye? Ez dizanim, lê hun bi xwe bersiva vê pirsê bidin?

 Dema ez  ser  ziman  lêhurbûyînê didim  çêkirin, encamê  ez gîhiştimê  “ziman  çavkaniya  fikrên   zelal in.”  Ji bo  ku  mirov  xwe  nas bike,  pêwîstiyê mirov ya bi zimanê  xwe  hizrandinê  heye.Dema  mirov xwe  bi zimanê  xwe  dide  naskirin, wê  demê  hişmendiya mirov  de jî, sivikbûyîn pêş  dikeve. Ji ber  ku  ziman  û  hişmendî   ji   hev qut nîn e. Pêwîst e em  baş bizanin di gerdunê de  her tiştek  zimanê  xwe  heye. Hun dizanin bê ziman nabe. Em ji  bîr nekin  zimanê  gerdunê  jî  heye. Ez dibêjim  heye, lê hun? Dibe ku guhê me kerbûye. Yê ku  dengê  zimanê  xwe  ne  bihîse, wê  çawa  dengê zimanê  cîhan  û  gerdunê  bibihîse? Baweriya min di van aliyan de hene. Lê, hun çi  dibêjin?  Ziman pir tiştan di nava xwede vedişêre. Pir tiştên  em  nabînin  heye. Rast e,  dibe ku em lê meyze dikin lê, mixabin nabînin. Dema  ez  van  nirxandinan  dikim,  encamê  ez  gihiştimê  didim  diyar  kirin. Mînakên pir  bi  êş em  jiyan  dikin  hene. Mînak, em dibêjin em zimanê xwe dizanin lê, em nikarin pê bi hizirin, em  nikarin  xwe   bi  zimanê   xwe  îfade  bikin. Mînakên wisa pir  bi êş  hene. Ez dipirsim? Em çiqas pirsên  ji bo   ziman  ji  xwe  dikin? Her wiha  bersiva   xwe   didin. Na, pir caran hewildanên me jî  lewaz  dimînin. Ma ne wisa ye? Gotinên me  bê  qusur in, pratîkên  me jî  ji  rastiyan  pir  dur in. Ewqas nakokiyên  mezin! 

Em  baş   dizanin, mêtîngerî  lîstokên xwe  yên  destpêkê li ser  ziman   çêdike. Dema  mirov   zimanê  xwe  ji bîr dike,  tê  wateya  xwe  ji bîrkirinê jî. Xwe ji bîrkirin, ewqas  biçûk  û   hêsanî nîn e. Mêtîngertî   bi  qedexeya  ziman,  pîskolojiyên   pir  cuda  li ser  mirovahiyê   dide  meşandin. Em baş dizanin ku, qedexeya ziman qedexe kirina  nasnamê ye, qedexe kirina  nasname yê ne  naskirina  hebûna  netew  û  civakê ye. Ji  bo  mirovan  jî “hebûn” çavkaniya  jiyanê ye. Pergal, bi  saziyên  xwe  yên  cûr be cûr  û  bi  navên  cuda   leyîstokên   pir  zirav   dide  meşandin.                                                                   

Ev zirav bûyîn ser  hişmendiya  mirov  tevizandineke  wisa  dide  meşandin  ku, mirov  nizane  çawa  dibe. Tevizandin  bi xwere  çi tîne?  Hun çi dibêjin, çi tîne? Bê  nakokî bûyîn,  ev  bi xwere  çi  tîne?  Mirovên  kor, lal, bêhest  û  na bihîse. Mane wisa ye? Em  zanin  ku  nakokî  bi  xwere  lêgerîn  tîne, lêgerîn  mirov  digihijîne  ber  heqîqeta  jiyanê. Ew  heqîqeta  ji  destê  mirovahiyê  hatî  dizîn. Wê demê mirov dikare bêje, ziman  heqîqeta  mirov  dide  diyar kirin. Ev heqîqet çi ye? Hun çi bersiv didin?                                                                                                                                                                                         Bersiva min  jî  “dîrok e.’’ Dîroka  mirovahiyê ye. Yê ku  dîrokê  rast nasneke  û  şîrove  neke, nikare  roja me ya îro şîrove  bike. Ji bûna  vê yekê  RÊBER APO “di pêşketina mirovahiyê  de,  girîngiya ziman, Şoreşa Ziman” bi nav  dike. Wê demê ev şoreş, pir bi lezgînî  ji me tê xwestin. Şoreşa hişmendiya xwe û rihê xwe ji tevizandinan pak kirin û zelal  bûyînê  dixwaze.

Dibe ku pir pirsên cuda serî we de derbas bibe, dibe ku nebe jî? Lê  belê, ez ne dijî xwe fêr kirina zimanan im. Lê, em ji bîr nekin, em ji bo zimanê xwe dibêjin  “Zimanê  Dayîk e”. Ma ne wisa ye? Wê  demê ji me çi tê xwestin? Dayîka  xwe nas kirin. Dema me dayîka xwe bi heqîqeta wê ve  baş naskir, wê demê em ê bikaribin “Dayîkên din jî nas bikin.”

           

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê