Gulan AVRÊL
Ji bo ziman pirsên hun ji xwe dikin çine? Ji bo we zimanê mirov di jiyana mirov de, çiqas wate dide avakirin?
Çima hun ji xwe napirsin? Ji îro pê de pêwîstiyên me bi xwe fêrkirina zimanê “Dayîkê“ heye? Ez dizanim, lê hun bi xwe bersiva vê pirsê bidin?
Dema ez ser ziman lêhurbûyînê didim çêkirin, encamê ez gîhiştimê “ziman çavkaniya fikrên zelal in.” Ji bo ku mirov xwe nas bike, pêwîstiyê mirov ya bi zimanê xwe hizrandinê heye.Dema mirov xwe bi zimanê xwe dide naskirin, wê demê hişmendiya mirov de jî, sivikbûyîn pêş dikeve. Ji ber ku ziman û hişmendî ji hev qut nîn e. Pêwîst e em baş bizanin di gerdunê de her tiştek zimanê xwe heye. Hun dizanin bê ziman nabe. Em ji bîr nekin zimanê gerdunê jî heye. Ez dibêjim heye, lê hun? Dibe ku guhê me kerbûye. Yê ku dengê zimanê xwe ne bihîse, wê çawa dengê zimanê cîhan û gerdunê bibihîse? Baweriya min di van aliyan de hene. Lê, hun çi dibêjin? Ziman pir tiştan di nava xwede vedişêre. Pir tiştên em nabînin heye. Rast e, dibe ku em lê meyze dikin lê, mixabin nabînin. Dema ez van nirxandinan dikim, encamê ez gihiştimê didim diyar kirin. Mînakên pir bi êş em jiyan dikin hene. Mînak, em dibêjin em zimanê xwe dizanin lê, em nikarin pê bi hizirin, em nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Mînakên wisa pir bi êş hene. Ez dipirsim? Em çiqas pirsên ji bo ziman ji xwe dikin? Her wiha bersiva xwe didin. Na, pir caran hewildanên me jî lewaz dimînin. Ma ne wisa ye? Gotinên me bê qusur in, pratîkên me jî ji rastiyan pir dur in. Ewqas nakokiyên mezin!
Em baş dizanin, mêtîngerî lîstokên xwe yên destpêkê li ser ziman çêdike. Dema mirov zimanê xwe ji bîr dike, tê wateya xwe ji bîrkirinê jî. Xwe ji bîrkirin, ewqas biçûk û hêsanî nîn e. Mêtîngertî bi qedexeya ziman, pîskolojiyên pir cuda li ser mirovahiyê dide meşandin. Em baş dizanin ku, qedexeya ziman qedexe kirina nasnamê ye, qedexe kirina nasname yê ne naskirina hebûna netew û civakê ye. Ji bo mirovan jî “hebûn” çavkaniya jiyanê ye. Pergal, bi saziyên xwe yên cûr be cûr û bi navên cuda leyîstokên pir zirav dide meşandin.
Ev zirav bûyîn ser hişmendiya mirov tevizandineke wisa dide meşandin ku, mirov nizane çawa dibe. Tevizandin bi xwere çi tîne? Hun çi dibêjin, çi tîne? Bê nakokî bûyîn, ev bi xwere çi tîne? Mirovên kor, lal, bêhest û na bihîse. Mane wisa ye? Em zanin ku nakokî bi xwere lêgerîn tîne, lêgerîn mirov digihijîne ber heqîqeta jiyanê. Ew heqîqeta ji destê mirovahiyê hatî dizîn. Wê demê mirov dikare bêje, ziman heqîqeta mirov dide diyar kirin. Ev heqîqet çi ye? Hun çi bersiv didin? Bersiva min jî “dîrok e.’’ Dîroka mirovahiyê ye. Yê ku dîrokê rast nasneke û şîrove neke, nikare roja me ya îro şîrove bike. Ji bûna vê yekê RÊBER APO “di pêşketina mirovahiyê de, girîngiya ziman, Şoreşa Ziman” bi nav dike. Wê demê ev şoreş, pir bi lezgînî ji me tê xwestin. Şoreşa hişmendiya xwe û rihê xwe ji tevizandinan pak kirin û zelal bûyînê dixwaze.
Dibe ku pir pirsên cuda serî we de derbas bibe, dibe ku nebe jî? Lê belê, ez ne dijî xwe fêr kirina zimanan im. Lê, em ji bîr nekin, em ji bo zimanê xwe dibêjin “Zimanê Dayîk e”. Ma ne wisa ye? Wê demê ji me çi tê xwestin? Dayîka xwe nas kirin. Dema me dayîka xwe bi heqîqeta wê ve baş naskir, wê demê em ê bikaribin “Dayîkên din jî nas bikin.”