Tirkî  |  Erebî

 Ş.Çîçek Kiçî

Îro roja hevdîtinê ye û hevdîtin çêbû. Rastî ez bê sebir li benda hevdîtina roja welatê rojhilat im. Di hevdîtina derbazbûyî de RÊBER APO xewnekî dîtibû

û RÊBER APO di xewna xwe de hatibû Amedê û derketibû ser sûrên Amedê. Dema xwestibû dakeve di lingê wî de sol nebû, nekarîbû dakeve.

 

Roja welatê rojhilat hemû xewna xwe negotibû. Pêwîst e ku di vê hevdîtinê de bîne ziman. RÊBER APO digot, ‘‘ew ne xewn bû, rastî bû.’’ Rast e, roj wê were RÊBER APO wê azad bibe û wê were Amedê û hemû gelê Kurd wê hesreta dilê xwe di Amedê de bibînin, pêre henaseyekî azad bistînin û rêberê xwe himêz bikin û ji kurahiya dilê xwe henaseyek azad bigrin.

Di vê demê de gelek şahadetên zû çêbûn. Dil û mejiyê min ti cara napejirîne. Ji ber ku we em wisa fêr kirine. Dema hun çûn şahadetê, bi kenekî dengê we bilind hun çûn. We di wê kenê xwe de digot; ‘‘yan azadî yan azadî.’’

Êşa tekoşîna azadiyê çiqasî mezin jî be, her çiqasî êşa çûna we di dilê min de birînekî mezin vekiribe jî, lê ez soz didim ez ê li nava vê tekoşîna nasnameya netewa Kurd û şerê şeref û heysiyeta mirovahiyê de bi moral û keyfxweşî cihê xwe bigirim. Da ku erkên xwe yên dîrokî û netewî û wekî jinekî şervan erka xwe ya azadiya jin û civakê bê kêmasî pêkbînim. Bi rika neyar û dagirkera ez ê ti carî moralê xwe û kenê xwe kêm nekim. Dîsa em ê êşên tekoşînê bizivirînin, bikin hêza bilind kirina tekoşînê û em ê ti carî rondikên çava nebarînin. Berovajî em ê hemû êşên bedelê jiyana azad bibînin û êşa dîroka netewa Kurd, dîroka mirovahiyê ya bi êş û dîsa êşa koçberiya welatê xwe û êşa hezaran şehîdên tekoşînê û êşa mezin ya Îmraliyê bi zivirînin hêza bilindkirina tekoşîna azadiya RÊBER APO û gelê Kurd.

Dîsa bi zanistekî kûr û lêpirsînekî hesabên dîrokê tola xwe ji neyara rakin. Ango tola xwe ya netewî, mirovahî, çandî, civakî û xwezayî ji dijmin rakin. Îro dem diçe û roja reş nêzî dibe. Du roj mane. Lê belê, ji bo min hemû rojên tekoşînê li himberî neyaran û hêzên bêbext rojên întîqamêne. Rojên xwe derbaz kirinê ye. Rojên întîqama  xwe ji cahîltiyê rakirine û jiyana koletî lanet bikin. Hemû roj ji bo min 15’ê Sibatê ne. Kîna min her diçe zêde dibe û nefreta min li himberî cahîltiya min mezin dibe.

Sindûqa Îmraliyê encamê cahîltiya dîroka reş û zalima ye. Ya bê edaletî, desthilatdarî û bêmafiya di dîrokê de li ser gelan hatiye meşandine. Ev di asta civakî û mirovan de nemaye. Vê hêrsa dagirkeran, êrîşên mezin û bê exlaq li ser xwezaya jî dane meşandin.

Dîsa bêbext çavsorbûne. Ji derveyî xwe jiyanê mafê kesî nabînin. Dîsa dîn bûne û harbûne. Pergala desthilatdaran ji derveyî xwe tu kesî û netewên ku dixwazin azad jiyan bikin, wan dikin hedefa êrîşên xwe. Kesên zanist û rêberên civaka ji bo mafê xwe yê mirovahiyê têdikoşin, ji aliyê bêbextiya ve bi rê û rêbazên bê exlaq ve hatine qetil kirin. Yan jî şerên bê zagon ji armancên wan derxistine û ji cewher vala derxistine. Ger hêza wa têre nekiribe jî, dîl girtine û bi rêbazên ji derveyî mirovahiyê di girtîgehan de dirizînin.

Em îro bi rengekî zindî rastiya Îmraliyê pergala bê zagon û bê exlaq ya li ser RÊBER APO tê meşandin, li ber çavê xwe dibînin. Lê belê, pêwîst e hemû pergal û hêzên dagirker baş têbigihijin ku em wekî şervanên azadiyê û civaka Kurd rastiya Îmraliyê wekî qeder nabînin û napejirînin, rondikên çavan nabarînin. Em ê weke şervanên azadiya netewa Kurd, hemû rûreşiya zihniyeta desthilatdar vala derbixin. Li şuna wê jî zanista felsefeya RÊBER APO serwer bikin. Em ê bi hemû awayî li himberî cahiltiyê şer bikin.

Belê rêhevalên hêja, dayîkên dilşewat, zarokên welatê me yê ku rondikên çava dibarînin. Bedelê ava kirina rojên xweş û şadî giran in, êşên wê pir mezin in.

Ji gund û çiyayên welat, ji çem û kaniyên giran biha dûrketin, gelekî zehmet e. Jiyana li metrepolên mezin de pir zor e. Lê, pêwîste ku em wan rewşa hemûya wekî bedelên azadiyê bipejirînin û wekî êşên xwe gihandina takekesekî bi vîn, şerê nefsî li himberî xwe bidin û xwe ji nû ve ava bikin.

RÊBER APO êşên cahîltiya me hemûyan û dîroka mirovahiya ku bê edalet re şer dike û êşên me dikişînin. Di vî şerî de cîh dana me jî bextewariyek e. Erkekî mezin dikeve ser milê me. Ev erkekî ku bê kêmasî pêkwere ye. Berpirsyariya me ya mirovahî û civakî ye. Deynê me yê li himberî sindoqa Îmraliyê ye. Bedelê vê çi dibe bila bibe, em ê ji her demî zêdetir wan bedelan himêz bikin. Van bedelan ji her demî zêdetir bi keyfxweşiyekî mezin bidin. Belê, deynê me sindûqa Îmraliyê parçe kirine, di demekî kin de RÊBER APO li Amedê pêşwazî kirin e. Ger wisa nebe, wê dîrok ti carî me efû neke. Ji ber di dîrokê de tu kesî û ti ramanî kedekî mîna ya RÊBER APO di ber mirovahî û civaka xwezayî de nedaye. Me gelek êş û berdêlên giran da. Dema ku vê dibêjim, ez ew keda ku di dîrokê de hatiye dayîn biçûk nabînim.

Lê belê RÊBER APO kombûna hemû kedên di dîrokê de hatine dayîne. Ango senteza hemû evînên mirovane. Ji bo azadiyê canê xwe feda kirine. Lewra RÊBER APO îro dîl di destê zaliman deye. Ji ber cîhana zaliman li dora xwe cihekî teng ava kiriye. Cih ji rêbertiya mere nehêlaye. Dil û mejiyê rêbertiya me gelekî mezin e. Mirovahiyê, xwezayê û gerdunê bi giştî himêz kiriye. Ji lewra zalim û rûreş ji vê mezinahiya raman û ilmê pir ditirsin.

Lewra hemû zalim û zihniyetên desthilatdar (ango cahil) bûn yek û êrîşê RÊBER APO û tevgera azadiya netewî PKK’ê dikin.

Lewra RÊBER APO, li himberî hemû artêşên dagirker, çekên wan yên pêşketî û teknolojiya wan ya mezin re şer kir. Ev rojên azad ji bo me ava kir. Dil û mejiyê tekoşîna azadiyê di mede ava kir. Wêrekiya çûna ser neyar di mede çêkir, dîsa cahîltiya me zivirand zanistiya felsefîk û bîrdoziya vîna azad. Lewra azadiya RÊBER APO, azadiya me hemûyane û jiyana bê RÊBER APO koletiye û bêrûmetiye. RÊBER APO vîna me ye, ramyariya jiyana me ya azad e. Hinceta me ya şer û aştiyê ye. Jiyana bêyî RÊBER APO, nefes girtina bêyî RÊBER APO ixanet e, cahîltiya reş e. Qet û qet em ê jiyaneke bêyî RÊBER APO nepejirînin. Ji lewra panzdehê Sibatê roja întîqamê ye. Şerê ku em bi cahîltiya xwe re didin, pêwîst dike ku em dijwartir bikin û ser bikevin.

Lewra hemû roj, demjimêr û kêliyên jiyana me şerê tolhildanê ye li himberî zalim û neyaran. Rast e, artêşa wan pir mezin e. Çekên wan pêşketine. Pol û perê wan pir in. Lê, ji bîr nekin zihniyeta wan paşketiye. Dil û mejiyê wan zingar girtiye û cemidiye. Çavê wan tariye. Pêşiya xwe nabînin. Rûmetên mirovahî û vîna civaka nas nakin. Ji ber ku pir cahîl in.

Ti carî wê bandora pergala gemar li ser me neke. Ji ber ku me dil û mejiyê xwe daye azadiyê.

Yê ku mehkumê têkçûnê, pergala zaliman e û dil û mejiyê wan yê cemidiye.

Mîmarê şaristaniya civaka demokratîk RÊBER APO, manîfestoya sedsala 21. wekî xelata azadiyê da hemû cîhanê. Em ê weke şervanên APO’yî û gelê Kurd di tekoşîna RÊBER APO de ji her demî zêdetir, zanabûn cihê xwe bigirin. Tirsa me nîn e. Yên ditirsin hêzên bêbext in. Baş dizanin wê rojekê hesabê êşkenceya Îmraliyê ji wa bê xwestin. Lanet û sed lanet li cîhana bêyî RÊBER APO were.

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê