Tirkî  |  Erebî

 Yekîneya Xweser a Ş. Viyan

Dema ku mirov ji bo vê mijarê sernivîsa xwe digire dest, mirov bi bê dengî û hizreke kûr û dûr dikeve nava rêwîtiya dîroka 5 hezar salan. Di hizirîna xwe de em gihiştin zanabûna gelek tiştan. Wek hemû çîrok, destan û serpêhatiyên ku berovajî û dûrî rastiyan, ji neslan û neslê mere hatina vegotin. Her wuha hizir û hestên ku di jiyana mirovan de hene û bi mirovan dide hîs kirin ku gelek tişt jî nîvçe mane, di me de ava bû. Wek ku mirov gelek mînakên wê yên ber bi çav bibîne, derdikeve pêşberî mirovan. Mînak, jina ku ji xwezaya xwe xerîb ketiye, mirovan berbi lêgerandina rastiyê ve dibe. Di vê mînakê de me hîs kir ku marek xwe dinav hestiyên mejiyê me de gerand û dengek di guhên me de zinge zing kir. Wek ku ev deng ji bilindahiya çiyan û kûrahiya deşt û newalan û bi xux xuma ava Zemzemê ji mere qîr bike û bibêje; ‘lêgerîna pirsyarên rast bi xwere bersivên nêzî heqîqetê tîne’ bû. Di ger û geşta me ya dinava rûpelên dîrokê de, lêgerîna pirsyarên wek; ‘gelo jin çima winda kir, li kûr û çawa winda kir, çawa xerîbtiya wê ya ji xwezayê destpêkir’? di serê me de çêbû. Lê dema mirov kûrtir diçe, pirsyarên din yên weke; ‘ma gelo civak dikare dûrî rastiya xwe, xwe li ser piyan bigire’? derdikevin li pêşberî mirov. Ango civakek bê welat, û bê ax ma dikare bibe xwedî exlaq, vîn û nasname? Bê guman, ev ne gengaze!

Di lêgerîna me de em dikarin bêjin ku bersiva van pirsyaran dinava peyvên RÊBER APO de veşartine. RÊBER APO dibêje; ‘ji mirovahiyê re 5 hezar sal dayîktiyê bike, tiştên pêwîst bi afirîne, di dawiyê de bibe ebd. Di cîhana xwedawenda de her tişt bize û biafirîne, piştre wek parçeyeke paç were bikaranîn û bê nirx bimîne. Hemû xweda û mezinahiyan ava bike, dawiyê de bibe ebda herî bêçare. Hûner, afirênerî ji tevahiya mirovahiyê re bixuliqîne, dawiyê de birçî bimîne. Her cihê bike xanî, piştre bê war bimîne. Bibe mûmek herkesî ronî bike, piştre ji tarîtiyê xilas nebe. Deng, mûzîk û helbestan ji her kesê re ava bike, piştre bikeve rewşa lalan. Ji her kesî re sanayî û hanî çêbike, piştre bibe muhtacê perçeyeke erd. Belê, rojhilata navîn navê vê nakokî û diramatîka mezine. Gelo çima evînî bûye xûlî û dinav vê nakokiyê de veşartî maye? Her wuha bi van nirxan mezin bibe, pişt re bibe cûce. Lê tenê şewitandin dikare vê rastiyê paqij bike. Xweda û xwedawendên yekem biafirîne, pişt re bikeve nav rewşeke herî rezîl û ketî. Lê tenê şewitandin dikare jin û merên ku ketine vê rewşê paqij bike. Belê rastiya jin a trajîk eve’.

Bi van  gotinên RÊBER APO mirov dikare lêgerîna bersivên pirsyarên xwe peyda bike. Mirov digihije zanabûna ku jin li kûr û çawa winda kiriye. Her wuha mirov dibîne ku rastiya jin di dîrokê de ne ew ê ku mirov niha dibîne û rojane dijiye. Rastî, bi gelek hîle û xefkan berovajî bûye. Jiyan li gor afirênerî û berhemdariya jin na, li gor berjewendiyên desthilatdariyê mêr hatiye ser û bin kirin. Dîsa mirov di dîrokê de gelek mînakên din ku rastiya girêdana jin û axê bi hevre diyar dike dibîne. Di vê xalê de em dixwazin vê çîrokê weke mînak bînin ziman.

Rojek ji rojan ax, av û rih dixwestin bi hevre leyîstokekê bileyîzin. Av, xwe tevlî axê dike, rih jî dixwaze şêwe bide wan. Di encama yekîtiya wan de mirov derdikeve holê. Piştî demeke dirêj di nav wan de nakokî derket û her yek ji wan xwest ji ya din cuda bibe. Di destpêkê de rih got; ‘ez azad im, ez çi demê bixwazim ez dikarim derbikevim û biçim’. Di vê navberê de rih ji axê re dibêje; ‘ez ê biçim, lê dîsa tê bikevî erdê û bibî herî’.

Ax bersivê dide û dibêje; ‘tu biçî jî, ez ê her ax bimînim. Ez ê vegerim rewşa xwe ya berê û her ax bimînim’.

Lê vê carê ax, avê gunehbar dike û dibêje; ‘tu bêyî min nikarî vegerî rengê xwe yê berê’.

Av jî bersiv dide û dibêje; ‘ez av im. Ez ê dîsa bibim hêlm û derkevim ezmanan. Pişt re ez ê bibim baran û vegerim jiyanê.

Li gor vê çîrokê mirov dibîne, her çiqas av, ax û rih ji hev cuda bibin û dinav nakokiyan de bin jî, lê dîsa jî yek bê yekê ji bo berdewam kirina jiyanê nabe.

Pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze hertimî van ji hevdu qut bike. Her wuha dixwaze vê zincîra jiyanê ji hev qut bike û xelek xelekî bike. Di rastiya vê çîrokê de, mirov dibîne ku rih xwe weke navenda hemû tiştan dibîne. Bê ku rastiya hebûna av û axê binase, dikeve nava ezezîtiyeke kûr de û xwe wek desthilatdar danezan (ilan) dike û nakokî dixe navbera av û axê de.

Her wuha 5 hezar salin tişta ku pergala desthilatdariyê bi serê jin kiriye ev e. Di serî de jin xist, nakokiyên kûr xiste navbera wê, xwezaya wê û civaka wê de. Wê xist nava tecrîdeke bêdawî de û di ti qadeke jiyanê de ti mafê ku xwe pênase û îfade dike, jêre nehatiye dayîn. Em dikarin bêjin ku ax deriyeke mezin a hêviyê bû. Jin bi axê re hêz girt û afirêneriya xwe gihand hemû mirovahiyê. Xweza jî gelek caran ji bo ku vê afirêneriya wê pîroz bike û rûyê wê ya mirovahiyê keyfxweş bike, alîkarî dide berxwedaniya Berfîn, Nêrgiz, kulîlkan û serê wan ji nav berfê radike. Di rastiya jin de jî mirov dibîne ku jin 5 hezar salin bi berxwedaniyeke bê hempa li himber zilm û bêmafiya pergala mêr serî rakiriye û girêdana xwe bi axê re qut nekiriye. Hêz û berxwedaniya Berfîn û Nêrgizekê li himber şert û mercên zehmet çi be, ya jin jî li himber kirinên pergala mêr heman tişt bû. Jina dayîk û ax, hertim himêza xwe ji tevahî mirovahiyê re vekiriye. Li ser axa pîroz, jin jiyana herî bi wate afirandiye. Her wuha li ser axa Mezopotamya jî bû xwedî berhemdarî û xwedawendiyên herî bi nirx. Bi nîşaneya keştiya Nebî Nuh warê destpêka hemû tiştan di xwezaya xwe de afirand. Bi şîrê helal mezin kir neviyên Iştar’an. Bi peyva yekem nirx û wateya jiyan kirinê û sira wê ji mirovahiyê re nîşanda. Bi diyalektîka mirin û jiyanê ku bi qasî kevinbûna zindiyan fêm kir. Bi ked û heskirina xwe bû strana li ser lêvan. Strana jiyana jiyanê got û deng da hemû deşt û newalan. Dema ax tê gotin; xweşikbûn, dewlemendî, bereket, heskirin, girêdan, ked, berhemdarî, welatparêzî û h.w.d tê bîra mirovan. Her wuha gelek taybetmendiyên ku wek strana jiyanê ji bilindahiya çiyayên Zagros’an tovên xwe berdide nav çemê eşqê û jiyana li ser bedena jinê tê bîra mirovan. Bi derketina tîrêjên rojê re carna bi kenê Zîlan’an re dirêjî dengê Besê’yan dibe. Carna bi dengê Bêrîtan’an dibe kulîlkên azadiyê. Bê ku ti astengiyan binase, berbi Dîcle û Firatan ve diherike. Carna dibe qêrîna jinên ber tayê sêdaran de. Carna dibe Înana, Şîlan, Viyan, Sorxwîn û Yildiz’an. Carna dibe kena li ser rûyê Avînar’an ku bi xwînê hatiye nuximandin. Dibe kirasê mirina li ser bêbextî û neyaran. Dibe axîn û kesera li ser lêvên dayîkan. Carna dibe jin û serî li himber zilma împaratoran hil dide. Hemû jî bi yek dengê dibêjin, ‘yan jiyaneke azad, yan jî mirineke bi rûmet’. Ev e strana dinavbera hemû qutbûnan de. Strana ku carna dibe xeleka narincoka di pêçiya keç û xortên rojê de. Carna jî dibe suweydeya ku xwe digihîne bêdengiya dilê hemû jinan. Ax peyveke xweş û şirîne, wateya xwe jî di jiyana dayîk de dibîne.

Di dîroka mirovahiyê de gelek şoreşên girîng çêbûne. Ji wan du şoreşên seretayî hene. Şoreşa cotkarî û şoreşa ziman. Şoreşa ziman, asta hêza afirêneriya mirovahiyê da nas kirin. Lewra gelek caran peyvek bi qasî şoreşê, rastiyên bi nirx dinav xwe de vedişêre. Gotineke pêşiyan dibêje; ‘her giyayek li ser koka xwe hişk dibe’. Ev gotin tê wateya ku wê pergala desthilatdariyê bi xwe li ser koka xwe hişk bibe. Bi ava kirina pergala xweseriya demokratîk, wê pergala mêr têk biçe û pergala dayîkê vegere cewhera xwe. Lewra ji bo masiyeke av çi be, ji bo jin jî ava kirina pergala xwe û li ser axa xwe heman tişte. Eger derketina masiyeke ji avê dibe sedema mirina wê, ji bo jin jî xerîb bûn, penabertî û dûrketin ji axê, dibe sedema mirina çavkaniya hêz û afirêneriyên wê. Gulek çawa dinav baxê xwe de xweşik û bilind dibe, her jinek û her netewek jî li ser axa xwe dibe xwedî rêz û nasname. Di vir de pirsyareke din dikeve serê mirovan de. Gelo têkiliya jin û axê çi ye û çawa pêşdikeve?

Wek jin dibe ku gelek caran em bersiva van pirsyaran li gor xwe didin. Lê bi dîtina min pêwîste cardin em bi zimanê xwezayê vê pirsyarê bikin û bersiva wê mereq bikin. Mînak gelo çûk, av, baran, giha, stêrk, hevy, ajal, roj, rêwî û h.w.d bi çi zimanê dinav çi lêgerînê dene. Di demên derbazbûyî de wek sembola behrem û kedê, beriya ku mirovek jiyana wî bi dawî bibe, darek ji bo wî di çandin. Ev dar jî wateya ked û berhema wî mirovî ifade dike. Di vir de ê ku dijî ne ew mirove, keda wî miroviye. Mirov di vê yekê de dibîne ku tirsa mirovan ji mirina kedê heye, ne ji mirinê bi xwe ye. Di vê mînakê de mirov rastiya çêbûna mirov ji axê û girêdana wan bi hevre dibîne. Yanî vegera mirov ji axê re ku çavkaniya hêza berhema wî û wê ye. Ev girêdan dîsa bi jinê destpê kiriye û bi jinê bûye diyalektîk û felsefeya jiyana xwezayê.

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê