Tirkî  |  Erebî

Ji Lênûsa Gerîlla

Gelo!

Kî ne ew ê ku fêrî jiyana çiyan bûne? Her tiştê xwe bi hev re û bi çiyan re par ve dikin û bûne parçayek ji bedena wan û bûne mirovên hêviyê? Ji rêyên rast û deştê ketine nav rêyên asê, bi kevir û dar, li ser rêyên xwelî û xwar, bi kaş û nişûf de dimeşin wekî ku di pêşbirka hevdîtinê de bin. Li kêleka kaniyên sar û cemîdî bêhna xwe vedidin. Ji ava serê kaniyê lêvên xwe yê nazik û tenik şil dikin û têhna xwe dişkînin. Porê xwe şe dikin. Ji qutîka xwe ya biçûk cixareyekê ji tûtina Mûşê dipêçin û kenekî xweşik bi ser rûyê wan dikeve û piştî vexwarina çayekê ji çaydankê reş dîsa amedekariya rêwîtiyê dikin.

 Di rêwîtiyê de xuhdana kedê ji nava eniya wan tê, dibe dilop û bi ser rûyê wan de diherike û li ser milê wan dibe nexşeyek hêviya pêşerojê.

 Rêwiyê rêya dûr, berê wan wê bikeve newalên kûr ên bi daristan.

Kî dizane?

Dibe, berê wan bikeve warên bilind û keviyên berfan û bi qasî nîv saetê di nava berfînan de bimeşin. Wê demê wê silavekê bidin zozonên bi mêrg, çîmen, gûnî û gul de.

Ne diyar e ….lê … ev qismet e.

Di rê de roj biçe ava û xatirê xwe bi qasî deh saetan bixwaze, wê demê perdeya reş vebike û dem dibe dema rêwiyan, wê bi rihetî bikevin nav liv û lebatê, şev ji bo rêwiyên çiyan weke bav û dê ne. Tava heyvê dibe ku hebe. Dibe jî tunebe. Lê stêrk, wê hetanî şeveqa serê sibê bi rêwiyan re rêwîtiyê bikin. Stêrkên şivanan û Leyla û Mecnûn wekî ku bi wan re nava sozdayînekê de bin û bi biriqandina xwe reng bidin, rêwîtiya van gerîllayan silav dikin.

 Demsal çi demsal e ne diyar e!

Ger bihar be, şev kurt û roj dirêj in. Wê her der hêşîn be, robar wê biherikin. Xweza jî wê bi xeml û xêz be. Di nav de jî cî bi cî û dem bi dem dibe ku li ezmanên sayî ewr kom bibin xwe li serê Cîlo, Herekol, Ararat û Munzurê bigerînin. Belkî jî baraneke hûr bibare û bêhna axê jî xweş bibe.

Di vê demsalê de qaz û qulingên deştê wê ber bi warên bilind ve bifirin û bar bikin. Wê hêlînên xwe li cihê bilind çêbikin û ji jor ve wê temaşeyî rêwiyan bikin.

Ger ev rêwî rêwiyê Botanê bin, bêguman wê silavek şoreşgerî li 24 kanîkên Feraşînê û hevalên li wê derê bidin. Ji ava wê vebixwin û bi hevalên li wan zozanên wekî derya fireh in, li ser rêwîtiyê biaxivin û bîranînan ji hev re bêjin. Wê dilê wan şad bibe. Gerîllayê li wir jî, wê ji wan re bêjin; rêka we vekiriye, li pêşiya we Gola Nizmo heye. Silavê me jî bi xwe re bibin.

Serkeftin be heval!

Xuyaye meqsed û merema dilê van rêwiyan; wê warê fermandarê mezin, ciyê ku pêngava cejna gerîlla lê hatî avêtin, warê fîşeka yekemîn lê hatiye teqandin Gabar e. Wekî ku hevalekî bi nav kirî –bihûşta windabûyî- a niha piştî ku rêwiyan wêneyên bîranîn li kêleka Gola Nizmo kişandin û berî ku bigihîjin “bihûşta windabûyî”, wê bi qasî şevek du şeva li Besta’yê rawestin.

Besta’ya ku hawirdora çiyayên wê bilind in, Herekola Mîran di vir de weke qeleyeke xwezayî bi gerîllayê xwe ve serî bilind kirine. Herekol di dîroka bav û kalan de bi destan û çîrokên îro jî ev destan bi lehengî û berxwedanî mînakên van rêwiyan e û mîna Şehîd Resûl’an nûjîn dibin û mirov pê serbilind dibe.

Rêwiyên me wê li kêleka ava Hêzil’a tûj û dijwar li ber siya darên gûz û çinaran, bi rihetî wê xeweke îstîxbaratê bikin û ji wê û şûn ve bi carekê weke ku bifirin xwe bavêjin warê Egîdan Gabar ê.

Gabar ku her tim ji dijmin re bûye cihê tirs û xofê, mirov dibêje qey xwezaya Gabarê diyariyeke ji gerîlla re. Rêwiyê me jî wê li vê derê bi cî bibin. Her gerîllayekî ku Gabar dîtî, ne mûmkun e ku jê hez nekiribe û pê ve nehatibe girêdan. Bi taybet ku di nav de geriyabe.

Tu ji kîjan alî temaşe bikî bike, ji şer re erdnîgariya wê yek e yek e. Ji bo debara jiyanê têra xwe bi mêwe û fêkî ye. Ji xwe de Egîdan ev der nebijartiye.

Li vê derê, rêwîtiya vê komê diqede û jiyan û şer dikeve rojeva wan.

Komên din ê rêwiyan rêwîtiya wan hîn dirêj e. Rêwiyên wan kilamên Serhedê bi germahiya dilê xwe yê wekî agir wê silaveke ji dil bidin Araratê. Biçûk û mezin. Wê demê Ararat jî, wê ji keyfxweşiyan di hundirê xwe de bikele.

Wê rêwiyê me li Dambat û Tendûrekê bêhna xwe vedin û dem bi dem ji me re nûçeyên xweş û mizgîniyan birêbikin.

Gelê me yê paytexta dilan, gelê Amed’ê li hêviya rêwiyê xwe yê ku wan pêşwazî û himêz bike. Bi tilîlî û qêrînên serhildanê xêrhatina zarên xwe yên gerîlla bike. Rêwî jî li vê derê bi devê tivingên xwe piştgiriyê bidin qêrînên zarokên sê salî û kalepîrên heftê salî. Wê av bikevin cihokên xwe, masiyê bi avê wê keyfxweş bibin.

Rêwiyê me yê Zagros’an ji zû de gihîştine hevalên xwe yê li Çarçêlla û Govendê û hev silav kirine.

A niha jî em werin koma rêwiyên rêka herî dûr, warê Zîlan’an. Rêwiyên Dersîm û Munzurê li vê derê jî, çemê Munzurê herikîna xwe didomînin. Şalûl dem bi dem rêya rêwiyan kontrol dikin û li hêviya rêwiyane ku bi wîqe wîqa xwe mizgîniyê bidin hevalên wan ên li çavlirê. Hesreta gihiştina warê Zîlan’an, westandina rêwiyê wê derê ji bîra dibe. Hemû hêvî ne. Xemê nekişînin, kêmek maye hûn bigihîjinê.

Dilê bi hêvî be, wê bigihêje merama xwe û dilê tevayî rêwiyên azadiyê bi hêvî ye.

Ji rêwiyekî çiyan silav û rêz û hurmetê xwe yê şoreşgerî ji tevayî rêwiyên çiya re.

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê