Tirkî  |  Erebî

ffffffffffff

Roja 8’ê Adarê serî de ji bona tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin. Di şexsê jina Kurd de tevahiya jinên Rojhilata Navîn û rêhevalên me yên ku di nava têkoşîneke giranbûha de cîh digrin û hemû milîtanên me yên ku niha li qadên şer di her milî de bi ruheke fedahî ji bona hebûneke bi wate têdikoşin silav dikin. Bêguman di nava salekê de tenê rojekê diyar kirin di serî de bêmafiyekî mezin e, nêzîkbûneke newekhev û ne mirovî ye ji ber ku em dibêjin jin;

hem di nava gerdûn hem di nava civakê de xwedan cîheke diyarker e, civakê rêve dibe, di wateya herî rast de mirovahî rêve dibe lê belê zîhniyeta dagirker tenê rojekê ji bona jinan diyar kiriye. Jinên ku di nava PKK’ê de û di pêşengtiya PAJK’ê de têkoşîna azadiyê dimeşînin bêguman tevahiya sînorên ku ji bona jinan hatiye xîz kirin tine dikin, her rojê diyariyê jinan dikin. Dîroka 8’ê Adarê di pêşengtiya Clara Zetkîn û Rosa Lûxemburgan da ji bona 129 jinên ku li Şîkago hatine şewitandin wek bersiveke berxwedanî û xwedî derketinê bû. Mîrate û têkoşîna jinên kedkar ên ku ji bona bi dest xistina mafên hebûnê berxwedan, canê xwe feda kirin heta roja îro dewam dike. Em bawer dikin ku eger bi awayekî rast em xwedî li vê mîrateya têkoşînê derneketibana û wek Tevgera Azadiya jin KJK’ê û PAJK’ê me dîroka têkoşîna jinan wek bingeha rêxistinbûna xwe nedîtibaya bêguman em nedigihîştin asta roja îro. Bi rast nêzîkbûna dîrokê re em dîroka azadiya jin dewam dikin, ji tevahiya mîrateyên dîrokî sudwerdigrin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Bi dîroka ku mejiyê zilamê serdest ve hatiye ava kirin re têkoşîna azadiyê sernakeve berovajiya vê yekê divê di mîhvera jin de têkoşîna azadiyê pêş bikeve. Pergala pênc hezar sala serdestiyê xwe herî zêde li ser jinê ferz kiriye. Çawa ku di destpêkê de jin hat kole kirin teqez li cîhê ku me lê winda kiriye û hêza me hatiye veşartin de vegerin cewherê xwe. Cewhera me civaka xwezayî ye ji bona gihandina vê armancê têdikoşin da ku bibin bersiv. Dîroka Tevgera Azadiya jin de wek milîtanên PAJK’ê armanca me xwedî derketin û pêşxistina; destkeftiyên ku hatiye ava kirin, mîrateyên ku dayîka xwedawend ji me re hiştiye cardin jiyanî kirin, pergala jiyanê a ku bi dayîksalarî hatiye afirandin parastin e. Ji dîrokê heta niha, jin ji Roza Luxsemburg heta Clara Zetkîn ji bona hebûnên bi wate têkoşînên giranbûha meşandine û ev yek jî di asta cîhanî de pêşketinên girîng daye ava kirin. Ev xeleka berxwedaniyê heta roja îro bê navber dewam kiriye ji ber vê dîrokeke gelek giranbûha hatiye meşandin. Mîrateya ku Roza Luxemburg û Clarayan ve hatiye ava kirin bi Sarayan heta roja îro didome. Heval Sara heman awayî Roza Lûxemburga demê ye ber ku ew bi xwedî derketineke mezin re ji bona tevahiya gerdûnê nirxên giranbûha afirand. Rêheval Sara her tim digot; “Her tim şer bû jiyana min” ji ber ku ew bi her awayî ruhê berxwedanê zindî dikir ji bona vê Serok Apo jî got; “Sara têkoşîna azadiya jinê ye” Di kesayeta heval Sara de mîrate û têkoşîna jinên cîhanê bû remza vê serdemê ji ber ku heval Sara ji bona tevahiya jinên kedkar, lêgerînvan û sosyalîst re bû dengê azadiyê. Bi têkoşîna mezin ya rêheval Sara re jinên ku xwedan lêgerîna azadiyê dijîn di milên; zanist, rêxistinî, birdozî, siyasî, polîtîk ve vegeriyan cewhara xwe û gav bi gav digihîjin xwebûnê. Bêguman ev yek bi mîrateya dayîka xwedavend re digihîje heta roja îro. Mîrateya jina Kurd bê navber heta vê kêliyê didome. Rêheval Sara jineke ji Dersîmê bû, di nava êşên serhildana Seyîd Rizayan de mîrateya dayîka xwedawend wergirt, ruhê Besê û Zarîfeyan re bi kesayeta xwe a berxwedêr re pêşengtî kir.

Jina Kurd di pêşengtiya PAJK û KJK’ê de bi awayeke herî rast xwedî li mîrateya têkoşîna azadiya jinan derdikeve. Wek Tevgera Azadiya jin ti carî me nirxên civakî û têkoşînê pişt çav nekiriye lewra me xwe gihand bersiva pirsên; “Çawa bijîn û em kî ne” ev jî bi saya rêhevaltiya ku Rêber Apo bi jinê re daye meşandin ve hatiye afirandin. Dibe ku gelek kesên ku tevgera me nasnekin nêzîkbûnên çors ji ber vê yekê raber bikin lê belê di cîhan û gerdûnê de rêhevalekî ku rast û dilsoz nêzî jinê bû ew jî Rêber Apo ye, di kesayetê Rêber Apo de ev yek bi awayeke herî zelal tê dîtin ji ber ku Rêber Apo xwest ku jina azad bafirînê. Ji xwe di kesayeta Sara, Berîtan, Zîlan, Delal û Armancan de pêşengtiyên mezin hatin afirandin. Jin di nava PKK’ê de tevahiya qadên jiyanê de; artêşbûn, siyaset, perwerde, çand, nirx û exlaqên civakî de serkeftinên mezin ava kiriye. Ev berxwedanî û hêz bi kedê Rêbertî û rêhevalên şehîd re hat ava kirin. Ji ber vê yekê, rastiya 8’ê Adarê di kesayeta heval Sara heta Delal û tevahiya şehîdên şoreşê dibe sembola berxwedaniyê, heta digihîje ruhê berxwedaniyê ya rêheval Leyla Gûven û ew jî di kesayeta xwe de tevahiya mîrateyên berxwedaniya jinan kom dike, mezin dike. Heval Leyla di vê pêvajoya ku tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û qirkirinên pir kûr li ser gelê Kurd dewam dike de ruhê Sakîne Cansiz a ku zindana Amedê li hember faşîzma dewleta Tirk sekneke berxwedêr raber kir îro heman ruh berdewam dike ji ber vê mîrateya jinên berxwedêr ti carî venamire. Milîtanên pêşeng re her tim dewam bike.

Di nava têkoşîna me ya azadiyê de her tim di pêvajoyên wiha zehmet de jin; bi berxwedan û afirandinên xwe re rêveçûna pêvajoyê dane diyar kirin ev jî tê wateya hevaltiya dûrûst bi Rêber Apo re tê meşandin ji ber vê pêdîvî bi çalakiyên mezin dibîne. Çawa heval Zîlan, Sema û Berîtan li hember komplo û îxanetê bûn bersiv roja îro de heval Leyla Gûven jî ruhê berxwedêr dewr girtiye û dewam dike. Divê em jî wek Tevgera Azadiya jin xwedî li nirxên têkoşînê derbikevin. Ji ber vê yekê ne tenê roja 8’ê Adarê hemû rojên jiyanê rojên têkoşîn, berxwedan û li hember zîhniyetên serdest, dagirker serî rakirine. Jina Kurd li her derê xwedî li vê mîrateyê derdikeve. Li Rojavayê Kurdistanê di şexsê YPJ’ê de li hember çeteyên Daîşê şerekî mezin tê meşandin bêguman ev şer li hember zîhniyeta zilamê dagirker e. Li hember zîhniyeta ku jinan bê îrade dike, dikuje, dixwaze bike bin axê şerekî mezin tê meşandin. Ev şerekî bi zanist e lewra îrade dide ava kirin. Eger ne wiha be emê nikaribin berxwe bidin. Ev zêdetirî pênc hezar sala bi mejiyê zilam re pergalekî desthilatdar xwe li ser jinê ferz dike lê belê jinên ku di nava PKK’ê de têdikoşin vê yekê qabul nakin.

Dîrokê de çi tevger wek tevgera me ya azadiyê têkoşîneke wiha îdeolojîk nemeşandine. Pîvanên jina azad re di nava PKK’ê de kesayetên azad tên afirandin, zîhniyetê de gûhertin tê çêkirin, ked tê dayîn. Di vê mijarê de Rêber Apo dibêje; “Hûn di rêya rast de ne lê, hêja di rê de ne” Projeyên Rêber Apo a nîvçe mayî ji bona serxistina wê divê têkoşîneke pir mezin bê dayîn. Eger di roja îro de her kes hebûn û xwebûna xwe di zanista Jîneolojî de dibîne, xwedî derdikeve bêguman ev bi destkeftiyên tevgera me re pêkhat. Dîrokeke têr û tijî hatiye derbas kirin, mîrateyeke pir xurt hatiye afirandin û ji bona serxistina vê xetê berdêlên giranbûha hatiye dayîn. Heta ku jina Kurd hêza xwe nas kir û ji bona pêşxistina zanebûnê bû xwedan ked, di nava şer û siyasetê de cîh girt, di tevahiya qadên jiyanê de bû hêza çareseriyê, civak derdora xwe kom kir bêguman ev bi hêsanî ava nebûye. Di roja îro de jî ev ruh li her deverê ku faşîzm lê heyî de, li zindanên Bakûr, Başûr û Rojhilatê de, her çar perçeyên Kurdistanê de, derveyî welat, her jineke ku di nava xebatan de têdikoşin, heman awayî wek rêhevalên jin ên ku di nava tevgera PKK’ê de cîh digrin zindî ye û êşên hemû jinan hîs dikin. Em ne tenê ji bona jina Kurd ji bo tevahiya jinên bindest têdikoşin, jinên ku ji aliyekê din a cîhanê jî hîs dikin, desthilatdariya zilam ê ku dixwaze jin bike kole ti carî nayê qabûl kirin. Em wek Tevgera Azadiya jin ji xwe bawerin û tevahiya cîhanê jî hêza me nas dike lê ev ne ji xweber ava bûye bêguman danehevên ku di dîrokê de heta roja îro ji bona têkoşîna me jî dibe bingeheke herî xurt. Çawa ku Roza Lûxemburg xwedî li berxwedana jinên karker derket heman awayî tevgera me jî vê mîrateyê werdigre û hîn mezintir dewam dike. Bi dirûşmeya; “Wê sedsala 21. bibe sedsala jinan” re divê em hemû aliyan ve asta têkoşînê bilintir bikin, hevalbendiyeke xurt ava kirin û asta zilam pêşxistin erkên me yên sereke ne.

Pêvajoya ku em tê de ne gelek dijwar e ber ku bi êrîşên hêzên desthilatdar re civak di nava kaosê de dijîn. Di xwezayê de jî texrîbatên mezin hatine ava kirin bêguman ev yek bi destê mirovan tê pêş xistin heman zîhniyet li ser civakê jî xwe ferz dike, şerê cîhanê ê sêyemîn re civak tê qetil kirin, di nav de jî herî zêde jin bi êşên mezin re rû bi rû dimînin. Rojhilata Navîn weke ku di nava agir de ye bêguman tevahiya şerên ku di vê erdnîgeriyê de pêş dikeve bi destê hêzên emperyal tê ava kirin lewra naxwazin hevsengiyeke di nava civakê de çêbibe. Her tim hewldidin ku gelên herêmê di nava aloziyê de bihêlin bêguman ev bi mejiyê zilamê serdest ve tê ava kirin. Zîhniyetekî wiha ye ku nahêle di nava mirovahiyê de hevsengiyeke çêbibe, mirovan dike kujerên hevdu, kuştina mirovan ji rêzê nîşan didin û wek çarenûsa gelên Rojhilata Navîn didin nîşandan. Hêzên emperyal him qeyranên mezin ava dikin him jî xwe wekî hêzên xilasker derdixin ser dikê lê belê ew ti carî xizmeta mirovahiyê nakin lewra ji bona berjewendiyên şexsî û dewletî tê nêz dibin. Li hember vê rastiyê em wek tevgera azadiya jin divê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em di vê baweriyê de ne ku nirxên demokrasiyê, konfederalîzmê a ku di civaka xwezayî de bingeha wê hatiye ava kirin bi hêsanî xilas nabe. Her çiqasî ev zîhniyet bixwaze vê hêza rêxistin kirî a civakê pûç bike jî di pêşengtiya hêza jin de xwedî li mîrateya berxwedaniyê derketin û hêza civakê zindî girtin sereke ye. Eger di pêşengtiya jin de di nava civakê de zanistiyeke xurt neyê ava kirin em nikarin xwedî li dîroka xwe jî derbikevin ji ber vê divê tevahiya civakê ji zîhniyeta paşwerû rizgar bikin. Milîtanên jin ên ku di nava tevgera PKK’ê de cîh digrin di serî de ji bona jina Kurd, Suryan, Êzîdî, Ereb û tevahiya jinên ku xwedan lêgerîna azadiyê ne pêşengtî dikin ber vê berpirsiyartiya vê serdemê li ser milê me ye lewra jin ti carî bê mafî, zilm û zordarî qabûl nekiriye her tim di nava lêgerînê de têkoşiya ye.

Pêvajo çiqasî giran be jî berxwedanî jî ewqasî mezin dibe. Çawa ku berxwedaniya zindanan di lutkeyan de didome, mirovên dildar ên wek Leyla Gûven, Nasir Yagiz û hemû dilsozên Serok Apo têdikoşin, kêlî bi kêlî laşê wan dihele bêguman ev ji ber girêdanbûna armanca mezin e, ne ji xweber e, ne hêsan e. Ev ruheke wiha ye ku heta dawî xwe bi armanceke mezin ve girêdaye, heta her şaneyên xwe jî di vê rêya pîroz da kiriye yek da ku serbikeve. Ev berxwedaniya mezin jî di encama mîrateya mezin a têkoşîna azadiya gelan de tê afirandin lewra daneheveke mezin heye. Heta ev ruh hebe pergala dewleta faşîst a Erdoxan wê têk biçe lewra pergal nikare ruhê mezin a berxwedanê dorpeç bike. Ji ber vê yekê tengasiyên mezin di dewleta Tirk de tê jiyan kirin lewra nikarin ji êşên civakê re bibin bersiv. Bi faşîzm, tepisandin, kuştin, girtin û şerê dijmirovahiyê re nikarin xwe bidin jiyan kirin. AKP-MHP hewldidin ku rastiyên heyî binixumînin, veşêrin, bitepisînin lê belê bila xwe nexapînin. Asta ruhê berxwedanê û asta zanistî a ku gelê Kurd têgihîştî bi rêya tundî û qirkirinan re tine nabe. Di sedsala 19. de jî qirkirinên herî mezin liser gelê Kurd hatibûn meşandin lê belê gelê Kurd xilas nebûn bêguman ew ruhê berxwedêr a wê demê di roja îro de jî bi zanisteke ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jin de tê domandin.

Şer û hovîtiya ku dewleta Tirk li hember me dide şixulandin li ti derê cîhanê de nehatiye dîtin lê ciwanên 20 salî li hember teknîka ku dewleta Tirk dide şixulandin di eniyên şer de bi îradeyek mezin berxwe didin. Bi vê berxwedaniyê re zîhniyeta dagirker û faşîst tê şikandin lewra bi ruhê berxwedêr re hemû êrîşên faşîzane bê encam dimînin. Çiqasî berdêlên giranbûha hatibe dayîn jî em wek Tevgera Azadiyê ti carî ji berdêl dayînê natirsin lewra wekî ku Rêber Apo jî dibêje; “Eger azadî hêsanbûy aRonahî û Berîvan xwe nedişewitandin” em jî di vê beaweriyê de têdikoşin. Eger azadî hêsanbûya îro heval Leyla û hemû berxwedanvan nedigihîştin vê aste. Ji ber vê divê em bêyî dudilî çi berdêl tê xwestin bidin da ku serbikevin. Em bi Rêbertî û gelê xwe bawerin. Heta ku ev ruh hebe tevahiya cîhanê jî êrîşê tevgera me bikin nikaribin tevgera me bin bixin. Dibe ku gelek hêzên emperyal soza tine kirina me didin dewleat Tirk lê berovajî li hember êrîşên wan bi ruheke yekbûyî û îddayeke mezin re têkoşîna xwe bimeşînin. Jina Kurd vê bide îspat kirin. Di şexsê YPJ, YJA Star, PAJK, HPJ,KJK’ê de mîrateya têkoşînê gihîştiye asta lutkeyê. Heta ev ruh hebe kes nikare hêza me bişkîne. Her sal hîn zêdetir nêzî azadiyê dibin, berdêl çi dibe bila bibe em amade ne ku bidin, zêdetir xwedan danehev in, hêz digrin û xwe ji bona saleke nû amade dikin. Wek hêzên YJA Star û HPG bi heyecana biharê, ruhê 8’ê Adarê re dest bi berxwedanê dikin. Di vê biharê de ber bi hilbijartinên 31’ê Adarê ve diçin. Wek jin û ciwanên Kurd divê di em her qadê de bê sekinandin xebatên bi bandor bimeşînin lewra ev sal ji her hemû salan girîngtir e. Çawa ku heval Leyla dibêje; “Azadî nêzîk bûye” divê em bi vê ruhê re tevbigerin, divê rênedin ku qirkirin û her cûrê êrîşan li ser gelê me bê meşandin ber vê kolan bi kolan, gund gund hemû qadan bikin qadên têkoşînê da ku vê pergala faşîst bişkînin. Eger em ji hêz û rêixstinbûna xwe bawer nekin, ji dewletê bendewar bin teqez emê binbikevin ji bona vê emê ji îradeya xwe bawer bin. Em li ku derê bin wê derê bikin qada têkoşîn û berxwedaniyê. Qada berxwedaniyê wê tenê bi zîndanan re sînordar nemîne emê her derê Kurdistanê de berxwedanî bilind bikin, li hember zîhniyeta qirker têbikoşin. Ev berpirsiyaatî wek jinên Kurd ji me tê xwestin. Ger em îro xwedî li erkên xwe dernekevin wê sibe direng be. Çawa ku  heval Mehmed Tunç banga berxweanê kir lê belê di asta têr de me bersiv neda heman awayî îro rêhevalên zindanan de jî banga berxwedaniyê dikin wê demê emê erk û berpirsiyartiyên xwe bi rengeke xurt xwedî derbikevin. Divê gelê me di van hilbijartinan de jî li hember leyîstokên AKP-MHP şiyar bin. Her roj gef li Kurdistaniyan dixwun da ku raya gelê Kurd bigrin lê çawa ku 7’ê Hezîranê lêyîstokên AKP’ê vala derket bêguman ew ruh di van hilbijartinan de jî bi berxwedaniyên heyî re hîn xurttir bersiv bidin faşîzma AKP’ê. Şerê me şerê hebûnê ye, baweriya me bi hêza me heye. 31’ê Adarê îradeya gelê Kurd bê nîşandan. Cîhê ku Kurd lê heyî divê em bi hêsanî nehêlin ku partiyên din lê bi cîh bibin.

Li hember berxwedaniyên dîrokî emê bi têkoşîneke mezin re xwedan derbikevin. Bi vê mebestê em 8’ê Adarê ji tevahiya jinan û her kesê re pîroz dikin. berxwdaniyên zindanan û hem gelên xwe silav dikin. her tim di dil û ruhê me de ne. Li hember seknên wan a xurt deyîndariyê xwe diyar dikin. Li hember hevaltiyê em berpirsiyar in. Li ku derê bibin jî divê em bi rengekî xurt xwedan erkên xwe derbikevin. Di berxwedaniyê de israr bihêle ku di şerê jiyanê de jî em serbikevin. Cardin berxwedaniya rêhevalan silav dikin, pîroz dikin û hezkirinên xwe ji wan re tînin ser ziman.

Hemrîn Dersîm

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî