Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

ROJEV ADAR2018

Newroz cejna vejînê ye, Newroz ji nû de zayîne, Newroz agirê berxwedanê ye, berxwedan jî jiyana azade…Kawayê hêsinkar li hember Dehakan agirê azadiyê pêxist û îro ev agir di ronahiya hişmendiya Rêber APO de, di serî de li Kurdistanê, li tevahî Rojhilata Navîn belav dibe. Rêheval Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe meşaleya Kawayê hêsinkar girte destê xwe û êdî

li tevahî Kurdistanê bi navê Kawa’yê hemdem hate nasîn. Rêheval Mazlum Doxan di 21’ê Adara 1982’an de, bi şîara; “Berxwedan Jiyane” li dijî her awayî bangawaziyên teslîmiyetê bi çalakiya xwe kevneşopiya berxwedaneke bi hêz diafirîne. Bi vê çalakiya xwe ve jî têkoşîna gelê Kurt gihande asteke nû. Rêheval Mazlum bi dirûşmeya Berxwedan Jiyane da diyar kirin ku mirov bi berxwedaniyê di gihişe azadiyê û serkeftinê digre. Di pêşengtiya rêheval Mazlum de, cardin rêhevalên ku bûne şopdarê rêheval Mazlum weke Rewşen, Zekiye, Ronahî û Bêrîvan ji bo gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo jinên Kurd bûn nasnameya jiyana azad. Ji xwe bi berxwedanî û sekna van hevalan re tekoşîn û berxwedaniya gelê Kurd di gihije asta xwe ya herê bilind. Rêheval Zekiye, Rewşen, Bêrîvan û Ronahî ji bo jîn û jinek azad li hember tevahî qirêjî, koletiya jin nava wê de jiyan dike, li ser jin tê pozber kirin, li hember vê kîn, nefret û şerek bê eman dimeşînin. Ango vê rastiyê dibînin ku azadî pir hesan nayê dest xistin.

Weke ku tê zanîn ji dîrokê heya roja me ya îro gelê Kurd her tim ji bo hebûn, welat, nasname û çanda xwe berxwedanî daye meşandin. Tu carî xwe radest kirinê ne pejirandiye. Her tim ji bo xwe berxwedanî esas girtine, mirov dikare bibêje berxwedanî bûye nasnameya duyemîn ji bo gelê Kurd. Her dem ji bo azadiyê têkoşîn û berxwedaniyê dane meşandin. Ji dîrokê heya roja me ya îro êrişên li ser nasname, hebûn, çand, welat û jiyana gelê Kurd bi ti awayî xilas ne bûye. Tevahî dagirkeran her tim ji bo xwe gelê Kurd xeter dîtine. Lê li hember ewqasî komkujî, enfal, kuştin, tunekirin, înkar kirin, mêtingerî û penabertiyan jî lêgerîna gelê Kurd yê ji bo azadiyê tune ne bûye. Bi taybetî jî Kurdên bi ruh, fikir, raman, hişmendî, baweriyê Serok APO ji bo xwe xistine çavkaniya jiyan û hebûnê wê ti carî lêgerîn û berxwedaniya wan yê ji bo jiyanek azad neyê tunekirin.

Berxwedanî û ruhê Efrînê bangawaziya sedsalê ye, ji bo gelê Kurd. Bi taybetî jî rastiya ruhê şerê gel ê şoreşgerî daxistiye berçavê tevahî cîhanê. Ev rasteqînekê ku hêvî û baweriya serkeftinê ji her deman zêdetir misoger dike. Ji bo me berxwedaniya Efrînê, ruhê rêheval Avesta, Barîn, Rosyar, kîn, nefret û hirsên dayîkên me yên hezar salan pîvanê jiyana azade. Ji îro pêde pêwîste mirov çawa jiyan bike û jiyanek bi çi awayî ji xwe re bi pejirîne berxwedaniya Efrînê eşkere kiriye. Çawa ku Kawayê hêsinkar serê xwe li hember Dehaqan netewand, şer da meşandin, berxwedanî û têkoşîn kirin bi vê awayî dawî li Împaratoriya Asuran aniye, berxwedaniya serdemê ya ku di pêşengtiya gelê me yê Efrînê û hêzên parastinê ve tê meşandin jî Dehaqê hemdem Erdogan, çeteyên wê û dewleta Tirk û yê alîgirê vê şerê ne têkbiriye. Ev rastî eşkereye kes nikare vê rastiyê ji nedîtinê ve were. Wê ev ruhê berxwedanê her dem, her roj û li her derê bi awayekê herê berz were domandin. Tu kes nikare vê ruhê.

Ji ber tevahî hêzên navdewletî yên cîhanê gelê Kurd û destkeftiyên dest dixin ji bo xwe weke xeter dibînin, ji ber vê jî li hember ewqasî wehşetan û êrişan bêdeng dimînin û dibin temaşevan. Ji ber hişmendî û pergala ku Modernîteya Demokratîk ya Rêber APO tevahî netew, ol, baweriya nava xwe de di hewîne. Wekheviya gelan nava xwe de di hewîne. Ev jî ji bo desthilatdariya wan dibe astengiya herê mezin. Lê rastiya gelê Kurd ya ku xwe ji xweliyê xwe û ruhê xwe yê berxwedanê di afirîne tu carî xwe radestê neyarê xwe nake. Ne xwe, ne jî axa xwe.

Heman demê de Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya tolgirtin û hesap xwastinê jî. Wê di vê Newrozê de jî gelê Kurd ew ruhê berxwedan, serhildan, bawerî û hêza hesap xwastinê bide diyar kirin.

Newroza ku nîşaneya ji nû ve zayînê ye ji aliyê Serokatî ve zayînek nû qezenc kir. Di ronahiya felsefeya jiyana azad a Rêber APO de Mazlûm, Zekiye, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan bi agirê xwe ji bo tevahî Kurdistanê bûn şewqek. Di roja me ya îro de jî diyar dibe ku ji bo gelê Kurd berxwedan bûye îman. Ango navê jiyanê ji bo Kurdan berxwedane. Şîara “Berxwedan Jiyane” li Amedê bi Çiyager û Nucanan, li Şirnex û Cizîr, Zeryan û Rûkenan, li Kobanê bi Arîn û Gelhat’an, li Efrînê bi Avesta, Îlan û Barîn’an gihaye lûtkeya herî bilind. Ev jî nîşaneya ku rêya yekane ya jiyaneke azad û bi rûmet berxwedane. Wê ev ruhê berxwedanê bi serkefktinek mayînde re tacîdar bibe. Em ruhê Newrozê ya ku nava xwe de berxwedan, serhildan û jiyana azad di hewîne li tevahî gelê me yê ku jiyan û ruhê berxwedanê jiyan dikin pîroz dikim.

Kategori: Nivêsên Rojêvî