Tirkî  |  Erebî

Rêwîtiya ber bi Bakur de herî zêde erdnîgariya Bakur bala min kişandibû. Kato Jîrka hemû zozan e û koçerên wê pir in. 3 sala min li Kato Jîrkayê pratîk meşand û gelek hevalên taximê bi canbexşane şehîd bûn. Milekî Kato Jîrka zozan milekî wê jî teht û kortalên bilind bûn. Ji ber vê heke mirov li ser araziyê bi baldar nêz nebe dibe ku winda bibe.

Taximekî heval me bi hev re pratîkekî gelek bi nirx jiyan kir. Hemû hevalên taximê bi coş û xurt bûn. Carna heta siherê erzaq dikşandin, diçûn kar û dihatin. Zehmetî hebûn lê belê, coşa jiyanê û hevaltiya xurt dihîşt ku westandin bê ji bîr kirin. Gelek hevalên nû di taximê de hebûn lê di nava pratîkên Bakûr de pijiya bûn lewra her hevalên ku ji qadên Bakûr beşdarî têkoşîna azadiyê dibin, bi pêşxistina însiyatîfê re di demekî kurt de pêşengtî ji demê re dikin. Gelek gundên Botanê wek gelek qadên Bakur ji ber zilmên dijmin hatibûn vala kirin lê ruxmê zordariyên dijmin gelê Botanê bi çand û kokên  xwe ve girêdayî bûn. Ti carî serî li hember zordariyê neditewandin û bi xakên xwe ve girêdayî bûn.

Li Bakur divê ji bona ewlekariyê pir baldar nêz bibin ji ber ku dijmin gelek caran derdiket araziyê û operasyon li dar dixist. Gelek caran me keşîf dikir, her tim şev dimeşiyan û dema em dihatin noqtê bi hevaltiyeke germ û çayekî germ re me westandinên xwe ji bîr dikir.

Di binya şewqa stêrkan de wêrekî

Sala 2011 an li Kato Jîrka me pênc hevala ji bona li dar xistina çalakiyekî dest bi meşê kirin. Di wê pêvajoyê de hevdîtin bi Serokatî re çê nedibûn. Dewleta Tirk nedihîşt hevdîtin çê bibin lewra me biryara çalakiyê girt û ji bona kemînê me dest bi tevgerê kir. Me wiha plan kir ku; emê kemîn li pêşiya skorsky bavêjin lê dema ku em siherê rabûn, dijmin derdora me hemû girtibû, em di nava dijmin de mabûn. Ew me ferq nekiribûn lê me wan ferq kir. Demsala havînê bû ji ber wê dinya pir germ bû. Di nava kela germa havînê de heta seat 7’ê em binya tavekî dijwar de dest li ser tetîkê man û tevgerê dijmin şopand. Me ne xwarin xwar ne jî avê vexwar, em her pênc heval jî heman mijarê difikiriyan: ‘Divê ji bona Serokatî em çalakiyekî xurt li dar bixin’

Seat 7’ê êvarê me her pênc heval ji bona êrîşê biryar girt. Me xwe berda ser rêya Şirnexê (Beytulşebap), gundê Sedkarê. Nêzîkê wê derê avekê pir kûr hebû lê me hemû hêza xwe kom kir û xwe berda ser cade û ber cade kemîn avêt. Plansaziyê me wiha bû ku; dema dijmin xwe berde ser cade wê demê emê lêdin lê belê li gorî plansaziyê me çê nebû. Em li benda leşkara bûn lê ew ji pêşiya me derketin. Lê cardin me çalakiyên xwe pêk anî û 10 ji wan kuştin. Me nedikarî çekên wan rabikin ji ber ku leşkerên ku li jorî mabûn him li me him jî li leşkerên mirî didan. Ji bona ku em qindahî nedin me çek ranekir. Piştî çalakiyê em zivirîn gundê Sedkarê. Dema ku em di nava goristanên gund de derbas dibûn dijmin kemîn avêtibû lê, me destpêkê ferq nekiribû dema me ferq kir jî me nedikarî derbas bikin ji ber ku projektor avêtin, her derê ronî kirin. Cîhê ku em lê hatin girtin jî erdekî xîz bû. Bi rastî me texmîn nekir ku dijmin di nava goristanê de kemîn bavêjê. Li wê derê pevçûn di navbera me de derket. Heval Ruken bi qehremanî şer kir û gihîşt şahadetê. Hevalek nû bû lê dema ku mirov li hevaltî û tevgera wê a di jiyanê dinêrî wek hevalên kevin bû. Bi lez tevdigeriya, her tim ruken bû, alîkarî dida hevalan. Di destpêkê de heval Ruken bersiva dijmin da ji ber wê bû hedefê dijmin. Di jiyan û sekna xwe de mînak bû. Ji bona ku moral bide hevalan her tim henek dikir û bi germbûna xwe ya hevaltiyê re di dilê hemû hevalan de cîh girtibû. Heman demê de bi xwezayê re pir girêdayî bû, wek jinek di ferqa rista pêşengtiya xwe de jiyan dikir. Heval Rojhat û heval Azad jî di heman kemînê dijmin de şehîd bûn.

Şerekî dijwar e lê bawerî heye

Em du heval xilas bûn. Me her du jî çekên giran rakiribû û gule xilas bûbûn, li gel min jî tenê bombeyek mabû. Em ji kemînê yekemîn xilas bûn lê di heman şevê de kemînekî din li benda me bû û em cardin ketin nava hev de. Şevekî tarî bû, çav çava nedidît. Di kemîna duyemîn de hevalê li gel min xilas bû lê, ez di nava dijminê de mam. Li ber darekî min xwe veşart û dijmin hêdî hêdî ber bi min ve dihat. Heval Kahraman gazî kir lê ji ber ku leşker gihîştibûn heta nêzî min ji ber wê min nedikarî ji cîhên xwe tevbigerim. Bombê xwe girt destê xwe û li benda dijmin sekinîm. Wiha fikirîm ku; dema min bibînin ezê pîmê bombê bikşînim û xwe di nava wan de biteqînim. Dema ku heval Kahraman gazî min kir wê çaxê roketekî B-7 avêtin gel wî. Wê çaxê min got; ‘Dibe ku ew jî şehîd bû’. Di nava wan hestên dijwar de min hewl dida ku xwe xilas bikim da ku xwe bigihînim rêxistinê. Hefteyek bû, me xwarin nexwaribû ji ber wê hêza laşê min jî kêm dibû. Lê ev ji bona me ne pirsgirêk bû lewra me xwe di serxistina hedefê de mifte kiribû. Em bi îradeya xwe li ser linga diman.

Li binya darekî min B-7 deyna li ser çonga xwe û pîmê bombê rast kir da ku heke dijmin min bibîne jî ezê xwe îmha bikim û bi xwe re dijmin jî bidim. Cebilxane li ser min nemabû. Dema ku dijmin projektor avêt wê demê zanîn ku ez hevalek jin im. Ew wiha dihesibandin ku ez jî şehîd bûme ji ber wê fermandarê wan got: ‘Biçin ser cenazeya wê’ Pênc leşker ber bi min ve hatin, min wan didît lê belê ew min neditîn. Heke tenê fener pêxistibana wê min bidîtana lê pênexistin. Navbera xwe de axivîn û gotin; ‘Em biçin sibê werin lê bigerin’ dema ku hindekî ji min dûr ketin li kêleka min avekî kûr hebû min xwe avêt nava avê. Di wê kêliyê dijmin berê hemû çekên xwe da aliyê min de lê ji ber av kûr bû û şev bû nedîtin. Bi rastî pir li pey min ketin ji ber wê min jî soz da xwe û got; ‘Çi dibe bibe ezê xwe xilas bikim’ Ez derbasî avekî din bûm wê demê komekî din leşker xwe berdan pêşiya min. Cardin min xwe xist nava avê. Ber min de derbas bûn lê min neditîn. Piştre bi lezekî ez derketim û nêzî nîv seat bê navber baz dam. Heta wê demê min digot heval Kahraman jî şehîd bûye lê ew jî li ber cade li benda min maye. Min dema ku ew dît ew jî min dibîne lê me nedikarî hev du zelal bikin ber ku dinya hêja tarî bû. Piştre dema ku navê min got wê demê min henekê xwe kir û got; ‘Tu çima min hiştî û hatî’ ew jî got; ‘Min digot tu yê li pey min werî’ Ew nedizanî ku heval Rojhat û heval Azad şehîd bûne, dema ku pirsa wan kir, bi zorî be jî min şahadetê wan jê re got. Ji bona tolgirtina hevalên xwe yên şehîd emê çalakî bikin. Lê beriya wê divê me agahî bida hevalan.

Westandinekî mezin hebû û heval Kahraman êdî nedikarî bimeşê. Min jî ew binya darekî hîşt û berê xwe da cîhê hevalan da ku alîkarî bînim. Hindekî meşiyam şunve çar kes bi parkeyên komando ve ber bi min ve dihatin. Min wisa fikirî ku ew jî leşker in. Piştre me nêrî ku heval in. Bi rastî em pir kêyfxweş bûn. Alîkariya heval Kahraman kirin û em ber bi cîhê hevalan ve meşiyan.

Tekmîlê çalakiyê me da hevalan. Piştî wê çalakiyê bi rastî hêrsekî mezin di dilê heval Kahraman de ava bibû û her dem hewl dida ku hêrsa xwe di dilê dijmin de vala bike. Demekî kin şûnve beşdarî çalakiyekî din bû û di wê çalakiyê de B-7 bikar danî. Li heman cîhê ku hevalên me şehîd bibûn de bi canbexşane şer dike û digihîje şahadetê. Di jiyan, sekin û hevaltiyê xwe de mînak bû. Dilê wî wekî zarokekî paqij bû, her tim henek dikir û cîhê lê jiyan dikir de çavkaniya moralê bû. Him rêheval, him jî bi rêvebirtiyê xwe re pêşengekî bi serkeftî bû. Wekî navê xwe bi qehremanî gihîşt şahadetê.

Di nava pratîkê de însiyatîf, îrade û wêrekî pêşdikeve. Em wek şagirtên Rêber Apo di şerê azadiyê de heta dawî bi israr bin û serbikevin.  

Sarya GEVER

Kategori: Biranînên Gerîla