Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa jin
BIRANIN CILEE
Erê xwastek dibêjim; ji ber ku her tim min dixwest derbasî qada şer bibim. Di wê deme de jî her tim pêşniyara min hebû ku ez herim Welat. Lê, ji ber ku heval di wê demê de guncav ne didîtin ji bo wê ne dihat pejirandin. Her ku min Serokatî didît, min daxwaza xwe ji bona Welat dikir. Lê, Serokatî ji me re di got; “niha zûye, li vir bibin xwedî ezmûnên şer û jiyanê, ew dem piştre derbasê welat bibin.”

Ev xwasteka min her tim germ bû û bi min re jiyan dikir. Her tim xeyalên min dixemiland.

Sal 1994 û mehan 8’an bû. Em di perwerdê de bûn. Akademiya me de rêhevalên xort jî hebûn. Ev perwerde li Helebê dihate meşandin û ez jî berpirsiyara hevalên jin bûm. Wê demê konferansa hemû alanan dihate çêkirin. Wê konferans li ser asta rêxistinî ya Helebê, Efrîn, Kobanî û Letqî hatiba lidarxistin. Em jî tevlî konferansê bûn. Dema ku konferans xilas bû, em bi tevahî hevalan re derbasî perwerdê bûn.   

Rojekê ku hîna konferans berdewan dikir, hevalan ji me re têbiniyek hiştibûn. Di têbiniyê de di got pêwîste ez xwe lez û bez bigihînim malekê ku ew diyar kiribûn. Ew mal malekê welat parêz bû, heman demê de heval seat jî dabûn diyarkirin. Di hijê me de tu tişt derbas ne bû. Me wisa texmîn kir ku, wê teqez tekmîla perwerdehiyê bê dayîn. Ji ber ku her panzdeh roj, me tekmîla xwe dida berpirsyarê perwerdehiyê. Di dema tekmîla de berpirsiyarên dibistanê li hev diciviyan û perwerde dihatin nirxandin. Min jî ji xwe re di got, ma wê ji bo çi be kesin, ji bo vê gazî me kirine. Ez wisa nêzîk bûm. Berpirsiyarê me yê Helebê hevalê Ozgûr bû. Hevalê Ozgûr, hevalekî laz bû. Wî ji me re notek hiştibû. Em bi vî hevalî re çûn cem malbatên welatparêz. Hevala Leyla, li benda me bû. Axaftina wê ya yekem; “Heval tu hatî?” Min jî bersivand; “raste heval ez hatim, ez ji zû de li benda te me. Heval Leyal, ma qey nirxandinên tekmîla perwerdê heye? Rêheval Leyal got; “ez nizanim lê heval wê me bibin cihekê.” Dema ku got wê me bibin cihekê, min ferq kir ku tiştekêdin heye. Çima me dibine cihekê, jixwe em her tiştî ji hev re dibêjin. Lê wisa diyarbû ku, cihê em herin wê Serokatî were wir. Ji bo wê bû kes cih ne dizanî. Min xwe ne girt û got; “wê demê Serokatî hatiye Helebê emê bibinîn.” Hevala Leyla got; “ez nizanim…”

Em qederek li wir man, demek şûnde maşîne hat me girt û em birin. Gava me jê pirs kir da ku emê biçin ku derê, ew heval jî got; “wele heval ez jî nizanim, tenê cihekê ji min re hatiye gotin ezê we bibim wê derê.” Maşîne çiqasî di çû ewqasî heycan û kêfxweşiya me jî zêde dibû. Gava em gihiştin wê malê li wir hevalê Ozgûr li wê malê ber derî benda me bû. Ji me re got; “Hûn çima ew qasî dereng man?” Me got; “heval me nizanî bû, ji me re nehatibû gotin.” Bi wan gotinan re em derbasê hûn dir bûn. Bi derbas bûna me re me Serokatî li hember xwe dît. Di rewşên asayî de, her tim heval berê xwe amade dikin û piştre Serokatî tê civîn ji hevalan re çêdike an jî dema gava dewre dawî dibe wê demê soza xwe li hember Serokatî didin. Lê vê carê heval amade nebûbûn û Serokatî li benda me sekinî bû. Bêguman mirov dikeve di nava heycanek gelek mezin de. Serokatî li me nêrî û got; “Ji bo mirovên leşker nîzam gelek giringe û di wextê xwe de tê. Hûn çima dereng ma ne. Bi gotina Serokatî re me hev meyze kir û got; “Serokê min agahiyê me tu tiştekê nîn bû. Di têbiniyê de çi hatiye gotin em li gor wê tevgeriyane û me xwe li gor seat şeşan amadekiribû.” Serokatî got; “temam, temam werin bi rûnin. Hûn çi dikin?”

Em şeş hevalên jin bûn. Hevala Leyla, Rewşen, Zozan, Dîcle, Cahîde û ez bûm. Em bi hevre rûniştin, em sê heval berpirsiyarê qadan bûn. Di me de ji heycanê bêdengiyek hebû. Di serê me de pirsa ku, ev çawa çê bû ye em hemû gihiştin hevdû? Her wiha me ne dizanî ku wê Serokatî ji bo çi ji me re civîn çê bike. Serokatî yek bi yek me meyzekir û dist bi gotinên xwe kir. Serokatî ji me re got; “di hişê we de çi derbas dibe. Li gor texmînê we çima hûn hatine li vir?” Hevalê Ozgûr li ser lingan sekinî bû û got; “Serokê min, me hêja ji hevalan re tu tiştek ne gotiye.” Serokatî got; “tabî tabî, her tiştê min suprîze!”

Gava Serokatî wisa got, me şeş heval li hev meyzekir û di dilê me her şeşande jî derbas bû ku Serokatî çi ji me re amadekiriye. Serokatî di destpêkê de ji min re got; “heval ka rabe, tu amadeyî derbasê welat bibî.” Ez rabûm ser linga lê min ne dizanî ku ez bersivek çawa bidim Serokatî. Birastî jî ez şaş ma bûm, min ewqasî ji bo çûyîna welat xwe bozber dikir lê Serokatî bi xwe ne di pejirand. Lê piştê mehek şûn de Serokatî ji bo çûyînê pirsek wisa ji min dike. Ez di cihê xwe de cemidî bûm. Ji heycanan min bersiva Serokatî ne da. Serokatî cardin ji min re got; “tu çi dibêjî, tu ne amade yî? Bi gotina Serokatî re min bi heycanek mezin ji Serokatî re got; “Belê belê, Serokê min ez amade me ku derbasî welat bibim.” Li ser vê yekê Serokatî got; “Xweşik biaxife, çima zimane te lal bûye” Min jî got; “nizanim Serokê min” û ez di cihê xwe de rûniştim. Piştê wê jî tevahî heval yek bi yek rabûn nêrînên xwe anîn ser ziman. Em her şeş heval jî şaş ma bûn. Em ji bo tekmîlan hatibûn lê mijarek wisa re rû bir û hatin. Ji vê sûprîzê xweştir tu sûprîz nîne. Di me her şeşande fikrê ku birastî jî xeyale an raste derbas dibû. Serokatî got; “temam, dibe hûn niha dibêjin ev xeyale. Lê belê, ji nava vê xeyalê derbikevin ji ber hûnê derbasê welat bibin.”

Serokatî keniya got; “Temam, ez a niha ji bona çûyîna we ya welat ji we re qisebikim, duh bi şev hevalê Ebas, hevalê Karasû û hevala Şervîn ji Şamê derketine û ew derbasî Qamişlo bûne. Wê ji bo Kongreya 5.derbasê welat bibin. Me xwast em grûbek heval jî ji Helebê rê bikin. Bi taybetî jî pêwîste hevalên jin biçin. Ji bo nîqaşên YAJK û xebatên jin pêwîste hûn amade bibin. Lêhûrbûyîn û kûrbûyîna we li vir daye çêkirin hûnê di Kongre de û welat de baş dibin diyar kirin. Li ser vê esasê pêwîste hûn di Kongreya 5.de amade bibin. Li ser vê hûn çi dibêjin, nêrîna we çî ye?  Êdî emê despêbikin, wê rola we çi be? Derbasbûyîna wê, derbasbûyîneke dîrokî ye. Ji ber ku, piştî Kongreya 4’an, Kongreya 5’an tê avakirin. Li ser vê esasê, pêwîst e em ala xwe carekê din ber çav re derbas bikin û pêre jî di warê hişmendî de guhertinan çêkin. Weke hevalên jin, hûn ji Qada Serokatî diçin. Pêwîste di aliyê siyasî de mijarên ku hûn li vir fêr bûne û we tê de lêhûrbûyîn daye çêkirin ji Kongreyê re veguhêzinin. Di vê aliyê de giringbûyînek heye. Piştê artêşbûyîna jin, weke jin, bi îradeya xwe ve biryarekê bistîne û kongra xwe çêbike. Jin divê xwe di çiyê de birêxistin bike. Ev pir girîng e. Ev ji we re jî pir girîng û pêwîst e. Hûn di zanebûna wê de bin. Hûn ji saha Serokatî diçin, lêhûrbûnên ku we kiriye, pratîka ku we dîtiye, hûn êşên gel dizanin, êşên jinê dizanin. Ger di bin saha rêxistinê de neyê bi dest girtin, em nikarin pirsgirika jinê çareser bikin û ev hîn girîngiya xwe heye. Ji bona wê, ez ji we re dibejim,  çûndina we çûndineke dîrokî ye. Pêwîst e ku hûn di wê ferqê de bin. Hevalên me bi salan di şer de mane. Ji xweseriya jinê dûr in. Derfetên perwerdeyê tune ye. Hûnê her yek bikevin nav hevalên jin û bikaribin veguheztinan bikin. Ev rol dikeve ser milê we. Bi vî awayî, hûnê herin wê derê, him bi tevlîbûna xwe di kongera 5’an de him jî di tevlîbûna xwe di damezrandina YAJK’e de çêbikin. Ev rol û erk pir girîng e û berpirsyartiya wê giran e. Hûnê bi ruhê ku we ji vir girtiye derbas bibin.”

Dema ku Serokatî diaxivî, hêdî hêdî ji xeyalan em derketin û me xwe li saha şer hîs kir û em ketin bin barê giraniya peywira xwe. Di me her şeş hevalan de giranbûyîna erk û berpirsiyartiya ku Rêber APO daye ser milê ji kûr de hate hiskirin. Serokatî bê navber sê seat bi me re qisekir. Di axaftinê de ya herî balkêş, rola me ye dîrokî û ketina welat bû.

Piştre Serokatî got; “temam rûnên, ji hevalan re hen tişt bînin bila bixwin.” Her yek ji me, me îskanek kola vexwar. Lê Serokatî israr kir, da ku em îskanek din jî vexwin. Li ser vê esasê, bi xwe rabû û ji me re kek anî û da ber me û bi israr bi me da xwarin. Bi me re manewiyateke zêde çêbû. Dema ku Serokatî, bi xwe kek parçe dikir û wiha ji me re got; “Pêwîst e hûn bixwin, belkî bi min re hevdîtina dawî be” Ev pir manewetiyeke mezin bû. Ji ber ku emê ji Serokatî dûr biketana, ev jî bi me re hestên giran avadikir.

Serokatî her cara ku min bidîta digot; “Tu pir qelewî, lê digel ev qelewbûna te tu pir sivik î û bi tevger î. Dema ku tu biçî welat, tê çawa bikî. Wê heval bibêjin, vê hevala qelew wê bibe giranî li ser serê me. Lê ez bawer im heval te nas bikin, ewê wisa nefikirin.” Ji hevala Rewşen re got; “Meşa te weke keçên gundan e. Ger tu herî welat, tê zû werî qebûlkirin. Ji ber ku tu weke keçên ku çiya û gundan jiyan kirine dimeşî. Hevalên me di çiyan de, bi vî awayî dimeşin. Komek ji çiyan hatiye, tam tevgera wan e. Lê pêwîste tu meşa xwe biguherînî di xwe de meşekê leşkerî bidî avakirin.” Ji min re got; “pêwîste tu jî kîlo bidî. Ango zeîf bibî. Ew dem wê bejna te jî xweşiktir bibe.”

Dora sozdayînê hatibû, lê agahiya me ji vê ne bû. Hevala Leyla got;     “Serokê min, min metna soz dayînê amade kiriye.” Em her şeş heval hatin gel hev me bi hevre soz da. Lê Serokatî jî bi me re soz da. Bes di dema soz dayînê de rêheval Leyla ji heycana di dawiya soz dayînê de metin tevlêhev kir. L ser vê yekê Serokatî cardin dubare kir û me di serî de cardin xwand. Gava me sozdayîna me xilas bû me ji bîr kir ku em çebikan lê bidin. L ser vê yekê Serokatî got; “Çi ji we hatiye çima hûn ewqasî bi heycanin. Wiha nekin, pêwîste hûn li ser heycana xwe jî serwerbûyînek avabikin. Bila li ser tevahî nêzîkatî û tevgerên we serwerbûyînên we hebe. Ji vê seatê şûnde hûn gerîla ne.” Piştê wê Serokatî gazî rêheval Rewşen kir û got; “divê tu wisa xwar nesekinî, li kêleka min mîna leşkera bisekîne.” 

Gava sire hate min Serokatî got; “Heval ka were tu jî qelewî û ez jî qelewim ka emê çi bikin?” Min jî got; “Serokê min ez nizanim.” Serokatî jî got; “Ê başe ezê xwe zeîf bikim, pêwîste tu jî zeîf bibî.” Min jî ji Serokatî re got; “Serokê min ji ber sare ji bo wê min parke jî wegirtiye ew jî bandor dike. Serokatî cardin got; “Başe lê cardin jî xwe û xwarina xwe jî hişyar bin.” Me bi Serokatî re wêne kêşand. Rêheval Leyla dixwast destê xwe bavêje li ser milê Serokatî lê ji ber bejna rêheval Leyla kin bû, destê wê ne digihişt milê Serokatî. Li ser vê yekê Serokatî jî got; “Pêşniyara min ya kursiyek bîne biçe ser, ya jî em bi rûnin bi wê awayî bikşînin.” Hevala Leyla got; “Serokê min hûn çawa dixwazin em wisa bikin.”

Serokatî got; “Hûnê îşev bi rê bikevin, hûnê biçin Qamîşlo û li Qamîşlo hevalê Ebas û hevalê Karasû bibîni, hûnê bi wan re derbasê welat bibin. Hûn li Qamişlo nesekinin. Li ser vê bingehê, amadekartiyên xwe bikin.”  

Serokatî cardin me vegeriya û got hûn dixwazin tiştekê cuda bibêjin; “Me jî got; na Serokê min.” Serokatî jî ji me re got; “Na na we amadekartiyên xwe yê welat ne kiriye, biçin Qamîşlo bila heval ji were têbiniyek binivsînin li ser pêdîviyên xwe bisekinin. Cardin ezê niha têbiniyek jî binivsînim gava hûn çûn welat vê têbiniyê bidin rêheval Cemal.” 

Me xatir ji Serokatî xwast, Serokatî yek bi yek me hemêz kir. Ew şev ji bo min şevek dîrokî û ti carî nayê ji bîr kirin bû. Giraniya vê berpirsyartiyê, di pratîka min û çalakiya min de, her tim xwe di ber çavan derbas dikim û her roj hesap ji xwe dipirsim. Baweriya ku Serokatî da min, ez hêjî li ser wê hêza ku min girtiye dimeşim. Û min xeyalên xwe veguherandin rastiyê. 

Kategori: Biranînên Gerîla